Profesor Doktor Mihemed Îhsan akademîsyen û lêkolînerê siyasî ji bo Gulanê: Iraq bi zîhniyeta dewletê nayê birêvebirin û pabendî rêkeftinan nabe
Profesor Doktor Mihemed Îhsan akademîsyen û lêkolînerê siyasî ji bo Gulanê: Iraq bi zîhniyeta dewletê nayê birêvebirin û pabendî rêkeftinan nabe
Têkçûna pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de, bi taybetî piştî ku Wezareta Darayî ya Federal ragihand ku êdî îsal mûçeyê mûçexwarên Herêma Kurdistanê naşîne, guherîneke çaverênekirî bû. Ev yek û dubare gotûbêjên derbarê ka gelo Iraq dewleteke federal e û heta çi radeyê maf û şayisteyên darayî yên Kurdan di çarçoveya vê dewletê de parastî ne. Li ser van pirsan, kovara Gulanê hevpeyvînek bi «Dr. Mihemed Îhsan» akademîsyen û lêkolînerê siyasî re pêk anî.
*** Ji nişka ve, pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de guherîneke çaverênekirî bi ser de hat. Wezareta Darayî ya Iraqê bi eşkereyî ragihand ku êdî mûçeyê karmendên Kurdistanê naşîne. Pirs ev e, gelo sedemên li pişt vê biryara siyasî ya aliyên Şîe yên Iraqê ji ku çavkaniyê digirin?**
Biryar û helwestên hikûmeta Iraqê yên li hemberî Herêma Kurdistanê çaverêkirî bûn, ji ber ku ti carî Iraqê weke dewleteke federal û pabendî destûrê tevger nekiriye. Ji ber vê yekê, rêkeftin jî li ser vîn û niyazeke baş, zelal û eşkere pêk nayên û çareseriya nakokiyan jî ne bingehîn e û heta sînorekî diyarkirî pabendî wê dibin. Guman tê de nîne ku biryara Wezareta Darayî ya Iraqê ne dadperwerane, ne destûrî û ne yasayî ye û bi ti awayî bi wan bingehên ku Iraq li ser hatiye damezrandin re nagunce. Li kîjan welatî heye ku mûçeyê karmendan li ser nakokiyên navbera her du hikûmetên Herêm û Iraqê bibe barimte? Ev welat bi zîhniyeta dewletdariyê nayê birêvebirin û karbidestên welat ti baweriya wan bi destûr û federalîzmê nîne û li gorî dilê xwe tevdigerin. Ev hemû jî vedigere wê yekê ku yên xwedî biryar li Iraqê, li derveyî hikûmetê ne, berevajî Herêma Kurdistanê ku xwediyên biryara rêveberî û birêveçûna hikûmetê di nav hikûmetê bi xwe de ne.
Ji vî alî ve, hemû ev rûdan û tevgerên ne destûrî û ne yasayî yên hikûmeta navendî li dijî xelkê Kurdistanê û mûçexwarên Herêmê mijareke çaverêkirî bû, heta ku kesên li Iraqê hebin ku li derveyî hikûmetê bi zîhniyeta navendî û ajandayên derve dijminatiya Herêmê bikin. Ew qebûl nakin ku Herêma Kurdistanê pêş bikeve û li gorî madde û bendên destûrî yên taybet bi federalîzmê tevbigere. Dema ku birêz Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, serdana Amerîkayê kir û bi berpirsên payebilind ên Kongres û hikûmetê re hevdîtin kir û peymaneke serkeftî ya neft û gazê îmze kir, zîhniyeta derveyî hikûmeta Iraqê bi piştgiriya ajandayên dijî Kurdan tevgeriya û hatin tenê bal kişandin ser peymaneke ku di bingeh de kompanî û peyman bi xwe kevin bûn û hebûn. Ji ber vê yekê, wan peymanên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompanîyên mezin ên neft û gazê yên Amerîkayê kirin behane û li dijî karmendên Herêma Kurdistanê tevgeriyan û mûçe û nanê mûçexwaran birîn. Ev yek ji bilî zîhniyeta şer û şovenîzmê bi hêviya şikandina îradeya gelê Kurdistanê, ti hinceteke din jê re nîne. Ji ber vê yekê, Mihemed Şiya Sûdanî û serokwezîrên berê jî ne xwedî desthilat û dîtineke taybet bi xwe bûn û biryarên wan ji derveyî hikûmetê digihîştin destê wan û cîbicî dikirin, bêyî ku ewên neyar û dijminatiya Kurdan dikin, ti pend û ders ji dîrokê wergirtibin. Aliyekî din ê vê dijminatiya Herêma Kurdistanê vedigere wan cudahî û guherînên ku di navbera Herêma Kurdistanê û deverên din ên navîn û başûrê Iraqê de hene. Ez nabêjim rewş, bi taybetî ji aliyê mûçeyê ve, li Herêma Kurdistanê ji Iraqê baştir e, lê di gelek warên din ên wekî aramî, seqamgîrî, kehrebe, av, jîngeh û projeyan de cudahiyeke berbiçav tê dîtin. Çawa dibe bila bibe, ev dijminatî û biryarên ne destûrî û ne yasayî yên li hemberî hikûmetê û li derveyî hikûmetê jî yên li dijî Partiya Demokrata Kurdistanê, ji bo wan bi ser nakeve. Ev salên berî 1958an tîne bîra mirov; wê demê jî bi vê zîhniyetê li dijî Kurdistanê kar dikirin û di encamê de têk çûn û dawî li xwe anîn. Îcar çawa bi hebûna Serok Barzanî û israra wî ya li ser mafê gelê Kurd û Kurdistanê dikarin îradeya neteweyeke xweragir bişkînin.
*** Bertekên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hemberî vê biryara Bexdayê ya birîna mûçeyê karmendên Herêmê, ew bû ku hewl bê dayîn civaka navdewletî jê were agahdarkirin. Gelo li gorî we ev pêngav dibe sedema çareserkirina vê kêşeyê û gelo civaka navdewletî dê çawa alîkariya Herêma Kurdistanê bike?**
Civaka navdewletî û bi taybetî Amerîka, roleke wan a mezin li Iraqê heye. Herî kêm dahata nefta vî welatî ji firotina neftê diçe Amerîkayê û paşê vedigere Banka Navendî ya Iraqê. Eger wisa nebûya, ji ber gendelî, mîlîsan û şandina pereyan ji bo Îranê tiştek ji Iraqê re nedima. Iraqeke deyndar ku hê jî deynên salên 1988an li ser e. Ji ber vê yekê, fişara navdewletî bandorê li ser rakirina vê zilmê û birîna mûçeyê karmendên Herêmê dike û ez piştrast im ku di nêzîk de em ê encama wê bibînin. Lê divê em jî tevgera xwe ya dîplomatîk û bandora xwe li ser raya giştî ya navdewletî hebin. Weke ku tê dîtin, Mihemed Şiya Sûdanî, Serokwezîrê Iraqê, li şûna çareserkirina kêşeyan, hemû dîplomasiya Erebî û biyanî kom kiriye û bi çend gotin û tohmetên bêbingeh, hincet û behaneyan ji bo birçîkirina xelkê Kurdistanê û birîna mûçeyê mûçexwaran tîne û barê tevahiya kêşeyê dixe ser milê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, xwe dike xwedî maf û tohmetan li Kurdistanê dike. Ji ber vê yekê divê em jî helwestên xwe yên dîplomatîk xurtir bikin.
*** Di serdana dawî ya Mesrûr Barzanî bo Amerîkayê û hevdîtina wî ya taybet bi Mark Rubio, Wezîrê Derve [Senator] û Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî ya Amerîkayê re, pabendbûna Amerîkayê bi parastina Herêma Kurdistanê re hat dubarekirin. Rubio li ber Kongresê amaje bi wê yekê kir ku divê Amerîka girîngiya parastina Herêma Kurdistanê fêm bike. Gelo weke pisporê karûbarên navdewletî û siyaseta Amerîkayê, hûn vê daxuyaniya girîng çawa dinirxînin?**
Ev rêveberiya nû ya Amerîkayê, Kurdan weke hevparekî serekî dibîne, bi taybetî di parastina asayîş û seqamgîriya herêmê de. Ji ber vê yekê, rêveberiya niha ya Amerîkayê piştgiriyeke diyar û eşkere dide Kurdan. Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di asteke bilind û pispor de, hizr, nexşe û planên vî welatî û vê rêveberiyê dixwîne. Ji bilî vê, ew bi xwe derçûyê zanîngeheke Amerîkî ye. Li hemberî vê, Amerîkî baş dizanin ku birêz Mesrûr Barzanî baweriyeke tam bi demokrasî û hizra lîberal a welatê wan heye. Ji ber vê yekê, helwesta Mark Rubio, Wezîrê Derve yê Amerîkayê [Senator], û gotinên wî yên li Kongresê piştgiriyeke gelek xurt ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û nêrîn û arasteya welatê xwe bi awayekî eşkere anî ziman. Heta wê yekê jî anî ziman ku Kurdistan hevparekî serekî yê Amerîkayê ye. Ji ber vê yekê, hêviyeke mezin heye ku vê carê helwesta Amerîkayê li hemberî Kurdan baştir be. Her çend ev yek bi encama peymana atomî ya Îranê û dûrxistina Îranê ji destwerdana li herêmê û Iraqê ve girêdayî ye. Eger peymana atomî bi Îranê re neyê kirin û ev şer û aloziya di navbera Îran, Îsraîl û Amerîkayê de berdewam bike, wê demê ev rewş dê bandoreke zêdetir li ser Iraqê çêbike, heta wê astê ku ew kesên xirab, nexwaz û dijminên Kurdan, weke yên rejîma berê, dê biçin sergoya dîrokê.
*** Weke ku we di destpêka axaftina xwe de jî amaje pê kir, diyar bû ku li dewleta Iraqê sîstema federal nayê cîbicîkirin. Destûra 2005an ne tenê nayê cîbicîkirin, niha bûye çekek ji bo lêdana Herêma Kurdistanê û kêmkirina desthilatên wê. Desthilatdarên Şîe yên Iraqê hewl didin ku komareke îslamî ya mîna Komara Îslamî ya Îranê damezrînin. Gelo heta çi radeyê Amerîka vê rewşa rêveberiya Iraqê bi vî awayî qebûl dike, ku xwe weke parêzvana Destûra 2005an a Iraqê dizane?**
Çiqas hewl bê dayîn ku Iraq bibe dewleteke bi navê îslamî ji bo cîbicîkirina ajanda û mebestên wan, ew ê bi ser nekevin, ji ber ku ti cure rêveberiyeke îslamî ya siyasî û mezhebî li herêmê bi ser neketiye. Ev qonaxeke demkî ye. Heta fikra mezhebgeriya Şîe ku niha li Iraqê tê ferzkirin, ne tenê li deverên Sunnî yên Mûsil, Enbar û Diyalayê cihê qebûlkirinê nîne, heta di nav Şîeyan bi xwe de jî ev serkirdeyên Şîe ne cihê qebûlkirinê ne, ji ber ku di rêvebirina dewletê de têk çûne. Ji ber vê yekê, divê arasteya rêvebirina dewletê û birêvebirina rêveberiyê li welatekî pirnetewe, pir ol û pir mezhebên cuda were rastkirin, wekî din ew ê ber bi dîrokeke tarî ve biçin.
*** Wisa dixuye ku aliyên Şîe yên Iraqê, bi taybetî yên ku mîlîsên wan ên çekdar hene, di vê rewşa guherî ya Rojhilata Navîn de bi hêsanî û bi selametî jê dernakevin. Gelo hûn heta çi radeyê bi wê nêrînê re hevbîr in ku dibêje komên çekdar ên Şîe dê rastî derbên leşkerî bên?**
Bê guman, berî hilbijartinên Iraqê, dê derb li wan mîlîsên Şîe yên çekdar ên li derveyî yasayê werin xistin û serokwezîr jî hatiye agahdarkirin. Ji ber ku Iraq nikare bi hêsanî arasteya rêveberiya xwe rast bike û dev ji ajanda û xizmetkirina Îranê berde. Bi xwe, eger Amerîka karekî wisa neke, ku niha li Iraqê di qonaxeke hestiyar û paşveçûnê de ye, dê rastî zerereke mezin were. Ji aliyekî din ve, ew mîlîsên Şîe gef in ji bo Şîeyan bi xwe jî û di nava kolana Şîe de weke talanker, mirovkuj û gendelkar tên wesifkirin.
Gulan
