• Sunday, 10 May 2026
logo

Li Almanyayê xwendekar li dijî ‘leşkeriya neçarî’ daketin kolanan

Li Almanyayê xwendekar li dijî ‘leşkeriya neçarî’ daketin kolanan

Li seranserî Almanyayê bi hezaran xwendekaran dest ji xwendinê berda û derketin kolanan.

Ev yek wekî nerazîbûnekê li dijî yasaya nû ya xizmeta leşkerî ye ku ew hişyariyê didin dibe ku bibe sedema vegera leşkeriya neçarî.

Xwenîşandanên ku ji aliyê destpêşxeriya "Boykota Dibistanan a li Dijî Leşkeriya Neçarî" ve hatibûn birêxistin, li nêzîkî 130 deverên Almanyayê ku di nav de Berlîn, Hamburg, Bonn û Munîh jî hene bi rê ve çûn.

Rêkxeran roja 8ê Gulanê hilbijartibû ku hevdem e li gel salvegera 81emîn a bidawîhatina Şerê Cîhanê yê Duyem.

Wan di daxuyaniyekê de got:

"Em eşkere dibêjin; careke din na ji bo şer, careke din na ji bo faşîzmê, careke din na ji bo leşkeriya neçarî."

Yasaya nû ya xizmeta leşkerî

Yasaya nû ya xizmeta leşkerî ya Almanyayê ku ji destpêka sala 2026an ve ketiye meriyetê, daxwazê ji xortan dike ku temenê wan dibe 18 sal, formeke zanyariyan tije bikin ji bo nirxandina amadehiya laşî, şiyan û xwesteka wan a ji bo çûyîna nav artêşê.

Her çend niha sîstem li ser bingeha dilxwaziyê be jî, xwendekarên nerazî dibêjin hikûmet dixwaze gav bi gav leşkeriya neçarî vegerîne.

Îsal bi rêya formê, sala bê bi rêya pişkinîna bijîşkî ya neçarî û pişt re jî bi rêya bicihkirina leşkeran.

Berdevkê tevgerê Hannes Kramer ji rojnameya The Guardian a Brîtanî re ragihand:

"Hikûmet û pîşesazî mijûlî amadehiya şer in û li bendê ne ku em ciwan bibin sotemeniya şer.

Pirs ji me nehatiye kirin."

Kramer hişyarî da ku ev gotarên Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz ku dibêje "eger dilxwazî nebe, em neçar in bi zorê bi cih bînin" gelekî metirsîdar in.

'Perwerde li şûna bombeyan'

Li Berlînê nêzîkî 5 hezar xwendekar û piştgirên wan li ber Deriyê Brandenburgê kom bûn û ber bi navenda sereke ya Partiya Yekîtiya Xiristiyan a Demokrat (CDU) a Serokwezîr Merz ve meşiyan.

Xwendekaran dirûşmên wekî "Perwerde li şûna bombeyan", "Berlîn li şûna eniyên şer" û "Dewlemend şer dixwazin û ciwan jî paşerojê" bilind kiribûn.

Polîsê Berlînê hejmara beşdaran bi hezar û 200 kesî texmîn kir lê rêkxeran destnîşan kir ku hejmar ji wê gelekî zêdetir bûye.

Li Hamburgê jî polîs qala 2 hezar û 300 kesan kir ku rêkxeran diyar kir ku 6 hezar kes derketine kolanan.

Armancên leşkerî û budceya parastinê

Ev yasaya nû ya Almanyayê bi armanca çareserkirina kêmbûna karmendan a di nav hêzên çekdar de hatiye derxistin ku niha tenê 184 hezar leşkerên wê hene.

Wezareta Parastinê ya Almanyayê plan dike ku heta sala 2035an hejmara leşkeran bigihîne 260 hezaran.

Ev jî pêwîstî bi wergirtina 20 hezar kesan di her salekê de heye ku şirovekar dibêjin tenê bi sîstemeke dilxwazî ew armanc pêk nayê.

Hikûmeta Merz eşkere kir ku plana wan heye 779 milyar euro ji bo sektora parastinê veqetînin ku ev jî du qatê xerciyên 5 salên borî ye.

Ev gav ji bo wê ye ku Almanya asta xerciyên xwe yên leşkerî heta sala 2030î bigihîne ji sedî 3,5ê Koma Berhema Navxwe (GDP).

Ev jî wekî bersivekê ji bo daxwazên NATOyê, gefên Rûsyayê û guherîna pêwendiyên a li gel Washingtonê ya di serdema Donald Trump de ye.

Rexneyên li xerciyên leşkerî

Xwendekarên nerazî bi tundî rexne li wê yekê digirin ku hikûmet bi milyaran euro ji bo tank û bombeyan xerc dike ku dibistan xera dibin û kêmbûna mamosteyan heye.

Kramer anî ziman:

"Dibistan xera dibin, heta li yek ji welatên herî dewlemend ên cîhanê kêmbûna mamosteyan heye lê nîvê budceya federal ji bo çekan tê xerckirin."

Li bajarê Koblenzê, xwendekarekî tabloyeke bilind kiribû ku li ser hatibû nivîsandin:

"Çima ji bo welatekî şer bikim ku nikare ji bo me ciwanan şer bike û perwerdeyek baş ji me re dabîn bike?"

Tevî gefên fermangehên perwerdeyê û mamosteyan bi cezadan û heta derxistina wan xwendekarên ku beşdarî boykotê dibin, rêkxeran ragihand ku nêzîkî 50 hezar ciwan di vê boykotê de beşdar bûne û ew dê zextên xwe bidomînin.

 

Rudaw

Top