Dr. Farah Jan, Pispora Têkiliyên Navdewletî li Zanîngeha Pennsylvania ji bo Gulan: Têkiliyên navdewletî yên berfireh giraniyeke dîplomatîk a pir mezin daye Herêma Kurdistanê
Dr. Farah Jan, Pispora Têkiliyên Navdewletî li Zanîngeha Pennsylvania ji bo
Gulan: Têkiliyên navdewletî yên berfireh giraniyeke dîplomatîk a pir mezin daye
Herêma Kurdistanê
Dr. Farah Jan, mamosteya têkiliyên navdewletî ye li Zanîngeha Pennsylvania li
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê. Ew yek ji pisporên diyar ên warê pevçûnên
navdewletî, hevpeymaniyên stratejîk û encamên belavbûna çekên atomî ye.
Lêkolînên wê, bi taybetî li ser ewlehiya Rojhilata Navîn û Başûrê Asyayê, di
gelek kovar û navendên biryardanê yên cîhanî mîna Foreign Policy de têne
weşandin.
Di demekê de ku herêm li pêşberî geşedaneke ewlehî ya bêmînak de ye, di vê
guftûgoyê de em giranî didin ser aliyên siyasî yên hevrikiya niha ya navbera
Amerîka û Îranê. Ezmûna piştî şerê sala 2003an ê Iraqê, ku plan ji bo şer hebû
lê tu bernameyek ji bo piştî şer nehatibû danîn, Iraq ket nav bêîstîkrariyekê
ku heta niha jî pê dinalîne. Di çarçoveya vê pirsê ya hestiyar û girîng de, di
vê hevpeyvîna taybet de, wê bi vî rengî bersiva pirsên Gulanê da:
* Li gorî dersên sala 2003an ên Iraqê, gelo hevrikiya niha ya navbera Amerîka û
Îranê heman rêçikê digire û gelo destkeftiyên leşkerî yên demkurt careke din
dibin sedema veşartina nebûna encamek û dawiyeke siyasî ya zelal, guncaw û waqîî
ji bo herêmê?
- Ew wekheviya ku ez her dem tekeziyê li ser dikim, ne aliyê taktîkî ye, belkî
aliyê siyasî ye: Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di sala 2003an de karî di
nava sê hefteyan de serdestiya leşkerî ya mutleq li ser Iraqê bi dest bixe,
lê piştî wê bîst sal derbas bûn heta ku fêm kir "serdestiya leşkerî" bi tu
awayî nayê wateya "çareseriya siyasî" (gotara min di The Conversation de bi
hûrgulî ronahiyê dixe ser vê). Niha jî heman kêşeya bingehîn li hember Îranê
dubare dibe. Dibe ku êrîşên leşkerî bikaribin binesaziya dewlemendkirina
atomî qels bikin, fermandaran bikujin û lêçûnên giran ferz bikin, lê tu ji
van bersiva wê pirsa bingehîn nadin ku: Piştî van hemûyan kî û bi kîjan şert
û şerîetê dê hukmê Îranê bike? Şerê Iraqê hikûmetek li Bexdayê anî ser kar
ku di nava deh salan de bêtir nêzî Tehranê bû wekî ji Waşingtonê, ev ne
şikesta hêza leşkerî bû, belkî şikesta xeyal û texmîna siyasî bû. Tiştê ku
di vê arasteya niha de min nîgeran dike, nebûna dîtin û teoriyekê ye ji bo
"roja din". Guhertina rejîmê bi awayekî nerasterast wek armanc tê nîşandan,
bêyî ku bi zelalî plana wê hatibe danîn; dîplomasiya zorane tê meşandin,
bêyî ku tu rêyeke zelal ji bo hênikkirina rewşê mabe. Di babetê xwe yê nû
de derbarê bidawîkirina şer di (Responsible Statecraft) de, ez balê dikşim
ser wê yekê ku gihîştina bi aştiyê, pêdivî bi wê heye ku herî kêm çar
aktorên sereke (Amerîka, Îsraîl, Îran û welatên Kendavê) li ser encameke
qebûlkirî li hev bikin, lê di niha de tu asoyekî nêzîkbûnê nayê dîtin.
Destkeftiyên leşkerî yên demkurt rast in, lê bêyî hebûna planeke siyasî ya
kamil û zelal, ev destkeftî tenê dibin destpêka kêşeyeke dirêjtir, ne
bidawîkirina qeyranan.
* Gelo biryarderên Amerîkayê dersên şerê Iraqê derbarê nebûna stratejiya zelal
ji bo qonaxa piştî şer girtine, an di geşedanên ewlehî yên niha yên herêmê de,
mijûlî dubarekirina heman şiroveyên stratejîk ên şaş û metirsîdar in?
- Ji aliyê sazûmanî û gotarê ve, ders hatine girtin; têgehên wekî "armanca
sînorkirî, nebûna hêza peyade" şahidiya vê dikin, lê ji aliyê meydanî ve,
hestiyariya li hember "dînamîkên geşedanan" hatiye paşguhkirin. Ezmûna Iraqê
fêrî me kir ku tu tenê dikarî gava yekem kontrol bikî, piştî wê, neyar xwe
li gorî rewşê diguncîne û hêza milîs û komên çekdar ên alîgir çalak dibin,
bi vê yekê jî hevrikî ber bi qadên weha ve diçe ku her qet di planan de
hesaba wan nehatibû kirin.
Şiroveya şaş a sereke di niha de, texmîna wê yekê ye ku guya "êrîşên sînorkirî"
dê encamên sînorkirî hebin, ev yek di Rojhilata Navîn a 2026an de kar nake.
Îranê du dehsal ji bo avakirina mîmariya "bersivdana nehevseng" li Iraq,
Lubnan, Yemen û Sûriyê terxan kiriye, ji ber ku wan ders ji qedera Sedam
girtine. Ji ber wê, her êrîşek, tenê lêdanek nîne li dewletekê, belkî
"çalakirina toreke milîsî ya herêmî" ye. Dersa bingehîn a 2003an ev bû: Ew şerê
ku tu plana wî dadirêjî, ne ew şer e ku tu di waqî de rûbirûyî dibî. Gumanên min
hene ku ev rastî ji holên lêkolînê gihîştibe nav odeyên biryardana siyasî û
birêvebirina qeyranan.
* Bi sedema bêîstîkrariya navxweyî û nêzîkiya wê ji Îranê re, tu metirsiyên li
ser Iraqê çawa dibînî? Gelo heta çi radeyê îhtîmal heye ku ev welat careke din
bibe meydana sereke ya hevrikiyeke herêmî ya berfireh?
- Iraq dewleta herî lawaz û sist a herêmê ye û bi awayekî paradoksî, herî kêm
serweriya wê li ser wê rewşa ku tê de ye heye. Erdnîgariya wê ew xistiye
navbera her du cemserên şerker; siyaseta wê di navbera hegemonya aliyên
hevahengên Îranê û piştbestina bi alîkariyên ewlehî û aborî yên Amerîkayê de
asê maye. Iraq ne dikare aliyekî hilbijêre (bêyî ku ji navxwe de parçe
bibe), ne jî dikare bêlayen be (bêyî ku ji aliyê her du aliyan ve wek amraz
bê bikaranîn).
Tiştê ku niha metirsîdartir e, xurîna şiyana berxwedana pergala siyasî ye.
Fîşarên li ser "muhasese", dabeşbûna navxweyî ya aliyan û kêşeyên hilawistî
yên Bexdayê bi Herêma Kurdistanê re, wisa kirine ku ev rêkûpêkî ji her demê
bêtir şikestî be. Niha ku êrîşên leşkerî yên rasterast ên Amerîka û Îranê û
êrîşên milîsan dikevin nav vê hevkêşeyê, metirsî ne tenê karesateke demkî ye,
belkî xurîna komkirî ya şiyanên dewleta Iraqê ye ku bixwe di bingeh de qels e.
Dirustbûna bêîstîkrariyê li Iraqê pêdivî bi destê derve nîne, tenê ew qas bes e
ku ji bo demekî dirêj ji her du arasteyan ve (Amerîka û Îran) bixî bin fîşarê,
ku ev pêvajo di waqî de dest pê kiriye.
* Di nav kêşmekêşa Amerîka û Îran û komên çekdar ên derveyî qanûnê de, tu pêgeha
stratejîk a Herêma Kurdistanê çawa dinirxînî? Gelo Herêm bi sedema têkiliyên
navdewletî û qewara xwe ya taybet, rûbirûyî kîjan metirsiyên cuda dibe ku wê ji
beşên din ên Iraqê cuda dike?
- Herêma Kurdistanê xwedî pêgeheke stratejîk a bêmînak e û metirsiyên wê ji
beşên din ên Iraqê cuda ne. Yekem: Mêvandariya binesaziya leşkerî ya
hevpeymanên Rojava, Herêm kiriye armanceke diyartir li gorî navçeyên din;
êrîşên moşekî yên borî jî peyamên zelal ên baca vê hevpeymaniyê bûn.
Duyem: Aboriya Herêmê bi sedema kêşeyên neft û budceyê bi Bexdayê re di
qeyranê de ye; her rawestîneke herêmî, ji hikûmeta federal zûtir bandoreke
nerênî li ser Hewlêr û Silêmaniyê dike. Sêyem: Herêm di navbera fîşareke "du
cemserî" de ye; rasterast ji aliyê Îranê ve û nerasterast ji aliyê aliyên
milîsên Iraqî yên hevahengên Tehranê, ku qewara Herêmê wek kartekî fîşarê
dibînin.
Her çend yekgirtûyiya sazûmanî û têkiliyên navdewletî yên berfireh giraniyeke
dîplomatîk a pir mezin daye Herêma Kurdistanê, lê ev nayê wateya parastina tam.
Di hevrikiyeke dirêj a navbera Amerîka û Îranê de, metirsiya herî mezin ew e ku
Herêma Kurdistanê bibe "derçeyek ji bo sistkirina alozî û kêmkirina fîşarê"
(Pressure Valve) ku her du alî serî lê bidin, ev jî pêgeheke xirab e ji bo her
qewareyekê ku tê de bimîne.
* Gelo hevrikiya niha dibe sedema çespandina bêtir a pêgeha herêmî ya Îranê, an
dibe rawestgehek ji bo derxistina sînor û qelsiyên wê hegemonya ku Tehranê piştî
sala 2003an ve ava kiriye?
- Ev hevrikî her du arasteyan lixwe digire. Li ser asta kurt-mewda, fîşarên
derve pêgeha navxweyî ya rejîmê û tora wekîlên Îranê bihêz dikin, lê li ser
asta dûr-mewda, sînorên hegemonya nû ya Tehranê derdikevin holê. Qelsbûna
Hizbullaha Lubnanî û nemana Esed, Îran neçar kirine ku ji "mîmariya wekîlan"
ber bi "temûmiya atomî û zoraneiya moşekî" ve biçe, ku ev jî guhertinek e
ber bi cureyekî metirsîdartir û sînordartir ê hêzê.
Ji aliyekî din ve, qelsbûna Îranê nayê wateya destkefta Amerîkayê. Xurîna
baweriyê bi garantiyên ewlehî yên Waşingtonê, wisa li welatên Kendavê kiriye ku
serî li "xoparastina stratejîk" û hevpeymaniyên alternatîf (mîna peymana
Siûdiye-Pakistan) bidin. Tiştê ku di waqî de rû dide, qelsbûna her du cemserên
sereke û derketina herêmeke "pir-cemserî" ye. Ev guhertin ne di berjewendiya
Tehranê de ye û ne ya Waşingtonê, belkî hêzên navendî mîna Riyad û Enqereyê qada
manowraya wan berfirehtir dibe; aktorên derve mîna Çîn û Rûsyayê jî dibin
sûdmendên vê waqiaya nû, bêyî ku baca wê bidin.
* Di hevrikiya Îran û Amerîkayê de, bi berçavgirtina karta atomî, ev yek çawa
bandorê li ser biryara aktoran dike? Gelo ev kart wek amrazekî berperçedanê tê
dîtin, an tenê agirê hevrikiyan geş dike?
- Çekê atomî di heman demê de hem sedema berperçedanê ye û hem jî geşkerê
hevrikiyê ye; encama wê jî girêdayî wê yekê ye ku gelo xwedîtiya atomî ya
pîtandî çespandî ye yan di nav nakokiyê de ye. Di hêzên atomî yên çespandî
de, "paradoksa îstîkrar-bêîstîkrarê" şerê mezin dûr dixe, lê hevrikiyên
piçûk zêde dike. Îran wek dewletek li ser lêvê bidestxistina atomê
(threshold state) di polên herî metirsîdar de ye, ji ber ku ev rewş
xirabtirîn encama her du rewşan berhem tîne. Ji aliyekî ve, neyarên wê
daxwaza şerê pêşwext di wan de çêdibe berî derbasbûna sînor; ji aliyê din ve
jî, dewlet bixwe fîşara bilindbûnê ber bi bidestxistinê ve dirust dike. Li
vir ew qelsiya hevbeş tune ye ku bibe sedema ragirtina hevsengiyê, lewma
berçavgirtina aliyê atomî di vê gavê de bêtir sedema geşbûna hevrikiyê ye
ne ku îstîkrarê. Di encamê de, qelsbûna berperçedana berfireh (Extended
Deterrence) a Amerîkayê, welatên herêmê neçar kiriye ku li pey hevparên
atomî û rêkûpêkiyên ewlehî yên alternatîf bigerin. Peymana berevaniya
Siûdiye-Pakistan tenê destpêka vê werçerxana stratejîk e ku tê hêvîkirin di
pêşerojê de aliyên bêtir lixwe bigire.
* Encamên dûr-mewda yên vê hevrikiyê ji bo Iraq û herêmê çi ne? Gelo di ronahiya
guhertina hevpeymaniyan de, tu rêyeke waqîî heye ji bo rêgirtin li dubarebûna wê
bêîstîkrariya dirêj ku piştî sala 2003an ve herêm girtiye?
- Encama herî pêşbînîkirî ya dûr-mewda, heger ev rêrewe wek xwe berdewam bike,
Rojhilateke Navîn e ku tê de pêşbirka bidestxistina çekên atomî tund dibe,
şiyana dewletê li herêma Sûriye û Lubnanê ber bi xurînê ve diçe, mîmariya
ewlehiya herêmî jî êdî li ser tewereya Amerîkayê namîne. Pêdivî ye ev xal bi
eşkereyî bê gotin: Tiştê ku em dibînin tenê qelsbûna tora Îranê nîne, belkî
hilweşîna wê "pergala herêmî" ye ku Waşingtonê ji sala 1991ê ve rêberiya wê
dikir.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pêgeha xwe wek dabînkerê misoger û beralternatîf
ê ewlehiyê ji dest dide; ev jî ne bi sedema şikesteke leşkerî, belkî bi sedema
ku hevpeymanên wê gihîştine wê baweriyê ku garantiyên Amerîkayê bi merc in û
siyaseta navxweyî ya wî welatî pabendiyên dirêj-mewda xistiye bin gumanê.
Peymana berevaniya hevbeş a navbera Siûdiye û Pakistanê nîşaneya herî mezin a vê
werçerxana stratejîk e.
Tiştê ku cihê pergaleke yek-cemserî digire, dînamîkên pir-cemserî ne.
Pir-cemserî jî di erdnîgariyeke tijî kêşeyên axê û lîktrazana mezhebî de,
herêmê ber bi hevrikiyên bêtir ve dibe. Li vir Iraq rûbirûyî metirsiya
"Lubnanîzekirinê" dibe, yanî bibe qadeke ku welatên din şerên xwe tê de yekalî
bikin. Cudahiya Iraqê 2026an bi mînakên borî re, di giraniya neftê û wan sînorên
stratejîk de ye ku wisa kiriye pergala wê ya siyasî bi hêsanî ji aliyê hêzên
derve ve dize tê de bê kirin.
Gelo tu derçeyên waqîî (Off-ramps) hene? Belê, lê pêdivî bi biryarên siyasî yên
dijwar heye. Her rêkûpêkiyeke berdewam, divê sê stûnên sereke lixwe bigire:
Peymaneke atomî ya ku bibe cihê razîbûna her kesî bi Îranê re, diyalogeke ewlehî
ya herêmî ku Tehranê piştguh neke, û çarçoveyeke nû ji bo serweriya Iraqê, ku
welat ji şerê biwekalet biparêze. Di dawiyê de, Amerîka divê biryar bide: Yan
veger ji bo rola jilavgir, yan vekişîneke rêkxistî; ji ber ku helwesta lîl û
nezelal a niha, xirabtirîn encam ji bo her kesî û ji bo bixwe Amerîkayê jî
berhem tîne.
