Li Hesekê malbatên girtiyên di destê hikûmeta Ehmed Şera de xwepêşandan kirin
Li sînorê parêzgeha Hesekê, malbat û kesûkarên wan dîlên ku di destê hikûmeta Ehmed Şera de ne, xwepêşandanek encam dan.
Xwepêşanderan bi hildana dirûşman daxwaza azadkirina bilez a kesûkarên xwe kirin, ku wek dîl yan girtî di bin desthilata hikûmeta Ehmed Şera de ne.
Malbatên xwepêşander bang li hikûmetê û aliyên peywendîdar kirin ku dawî li girtina dîlan bînin û wan serbest berdin daku vegerin nav malbatên xwe.
Basnews
