• Thursday, 30 April 2026
logo

Richard W. Coughlin, mamosteyê zanistên siyasî ye li Zanîngeha «Florida Gulf Coast». Ew dersên têkiliyên derve yên Amerîkayê û ewlehiya navdewletî dide. Lêkolînên wî di kovarên zanistî yên cîhanî de bûne çavkaniyeke pêbawer ji bo lêkolîner û pisporên warê

Richard W. Coughlin, mamosteyê zanistên siyasî ye li Zanîngeha «Florida Gulf Coast». Ew dersên têkiliyên derve yên Amerîkayê û ewlehiya navdewletî dide. Lêkolînên wî di kovarên zanistî yên cîhanî de bûne çavkaniyeke pêbawer ji bo lêkolîner û pisporên warê

 

Richard W. Coughlin, mamosteyê zanistên siyasî ye li Zanîngeha «Florida Gulf
Coast». Ew dersên têkiliyên derve yên Amerîkayê û ewlehiya navdewletî dide.
Lêkolînên wî di kovarên zanistî yên cîhanî de bûne çavkaniyeke pêbawer ji bo
lêkolîner û pisporên warê siyasî.

Ev guftûgoya li ber destê we, şîroveyeke kûr û giştgir e li ser gotara wî ya
herî nû ku di bihara 2026an de hatiye weşandin. Tê de careke din li ser
çavdêrîkirina «Doktrîna Carter» ji bo parastina ewlehiya enerjiyê li Kendavê
disekine, lê di niha de Donald Trump peyrewiya «Doktrîna Baykotkirina Enerjiya
Kendavê» dike. Di vê hevpeyvînê de Coughlin bi hûrî li ser rewşa hilawistî ya
niha ya Kendavê û Rojhilata Navîn disekine.

- Di gotara xwe de tu careke din tekeziyê li ser «Doktrîna Carter» wekî kevirê
bingehîn ê stratejiya Amerîkayê li Kendavê dikî. Lê belê di sala 2026an de,
bersivên Amerîkayê ji bo alozîyên berdewam nîşaneya xwenasîn û bîhnfirehiyê
ne. Gelo ev nîşaneya guherînekê ye ku tê de ev doktrîn tenê bûye dirûşm û
êdî wekî nexşerêyek ji bo stratejiya Amerîkayê li Kendavê kar nake?

- Ev pirseke cewherî ye. Dorpêçkirina Hurmizê û desteserkirina keştiya Îranî
di 21ê Nîsana 2026an de, belge ne ku Amerîka naxwaze windakirina kontrola
xwe ya li ser tengavê qebûl bike. Waşîngton serî li dorpêçeke neyekser
(lawekî) dide, ku ev dijberiyeke eşkere ye bi «Doktrîna Carter» re; ji ber
ku ew doktrîn ji bo garantîkirina azadiya enerjiyê bû, ne ji bo rêgirtina
lê. Ev guherîn nîşaneya destberdarbûna Amerîkayê ye ji rola xwe ya wekî
«pasewanê sermayedarîya cîhanî».

Ev helwest, rengvedana stratejiya ewlehiya neteweyî ya 2025an e, ku tê de
Amerîka wekî hêzeke herêmî (bi hûrgelbûna li nîvekura rojava ne li Ewrasyayê)
hatiye pênasekirin. Li vir pirs ev e: Çima dorpêç? Ez pêşbînî dikim ku Waşîngton
mîna Îranê, cografya û «pêvêgirêdayîbûnê» wekî çek bi kar bîne. Wekî ku Farrell
û Newman amaje pê kirine, Amerîka li şûna çespandina ewlehiyê, berê xwe dide
«bacwergirtin» (extortion) û bikaranîna serdestiya darayî. Ev yek jî pêgeha
siyasî ya Trump hejok dike û di encamê de Doktrîna Carter bi temamî naveroka xwe
winda dike. Jî balkêş e ku di gotara siyasî û medyayî de êdî navê vê doktrînê
nayê hildan, ji ber ku medya tenê bi şîrovekirina daxuyaniyên kêlîkî û dijberî
hev ên îdareya Trump ve mijûl in, ne bi prensîbên stratejîk ên dîrokî.

- Gelo dudiliya niha ya Amerîkayê li hemberî êrişên berdewam ên li ser
binesaziya enerjiyê ya Kendavê, nîşaneya daketina giraniya stratejîk a neftê
ye ji bo Waşîngtonê, yan tenê guherandina şêwazê karkirinê ye di nav heman
çarçoveya Doktrîna Carter de ji bo guncandin bi guherînên pêkhateyî û
rastiya nû ya serdemê re?

- Di serdema zêrîn a Doktrîna Carter de, Dewletên Yekbûyî bi awayekî kûrtir
pişta xwe bi nefta Kendava Faris girê dabû; bi vî rengî ku di sala 1990î
de, 30% ji îthalkirina nefta xav a Amerîkayê ji wê herêmê bû. Lê îro li gorî
amarên Peymangeha Neftê ya Amerîkî, ev rêje ji bo 8.15% daketiye. Tevî ku
Serok Trump ragihandiye ku êdî pêwîstiya wan bi nefta Kendavê nîn e, lê
lêkdana qeyrana dabînkirinê bi awayekî neyeksan dabeş dibe.

Ji bo têgihiştina vê rewşê, pêwîst e asta analîzê biguherînin, ji ber ku şert û
mercên pêkhateyî her dem bi rêya xwezaya rejimên siyasî ve tên navbeynkarkirin.
Îdareya duyem a Trump xwe ji qeyd û bendên pisporên saziya ewlehiya neteweyî
rizgar kiriye û qebareya encumenê ji bo kêmtirî nîvî kêm kiriye. Niha li şûna
şarezayiya saziyî, mîzacê serok û şîretên serokwezîrê Îsraîlê yên ji bo
êrişkirina ser Îranê bûne motora biryardanê, heta eger bi nirxandina nerênî ya
berpirsên bilind re jî li hev neyên.

Li aliyê din, faktorên pêkhateyî bandoreke rasterast li ser biryara bikaranîna
hêzê hene. Amerîka ku ji cografyaya Ewrasyayê veqetiye û xwedî dîrokek e di
«nîşandana hêza êrişker» de, Doktrîna Carter nimûneya berbiçav a wê helwesta
«pêşveçûnê» (forward-leaning) bû. Lê niha ew helwest guheriye bo
taybetmendiyeke «bacwergirtinê», ku rengvedana şêwazê danûstandina Trump e bi
pêkhateyên sîstema navdewletî re. Gelo Waşîngton dikare di nav dilê deynên
zêdebûyî, têkçûna aborî û nerazîbûnên navxweyî de li ser vê helwestê berdewam
be? Ev pirs ev e ku niha li ber destê me ye.

- Gelo «Pevçûna Lîmînal - Liminal Conflict» wekî qadeke nediyar di navbera şer
û aştiyê de, niha bûye stratejiya bijare ya hêzên mezin? Gelo ev jîngeh rê
dide wan ku bêyî lêçûna şerekî giştî, pevçûnan pêş bixin û berjewendiyên xwe
biparêzin?*

- Li ser bingeha ezmûna şerê Ukraynayê, ez bawer dikim ku qada pevçûna lîmînal
ji ber geşebûna şiyana neyarên «ne-zilhêz» ji bo berperçdanê, ber bi nemanê
ve diçe. Dînamîka sereke li vir, neyeksaniya pevçûna leşkerî ye, ku tê de
sîstemên leşkerî yên biha yên zilhêzan li ber dronên erzan û mûşekên
balîstîk tûşî şokê bûne. Tevgera van çekan paşvekişandin bi şerê lîmînal
kiriye di bidestxistina armancên herêmî yên sînordar de. Bo nimûne, Amerîka
nikare bi keştî û serbazan nêzîkî Îranê bibe bêyî ku li hemberî êrişên dron
û mûşekan lawaz bibe; bi vê yekê şiyana Waşîngtonê ya bo «nîşandana hêzê»
hatiye pekkirin.

Bi giştî, teknolojiya nû ya şer bijardeyên şerê lîmînal tengtir kiriye, ev jî
şiyana zilhêzan bo sepandina kontrolê li ser qadên stratejîk sînordar kiriye.
Di dîrokê de «bersivdana nerm» a îdareya Kennedy hewldanek bû bo derbasbûna
sînorên tolgirtina bikom û operasyonên nihênî yên serdema Eisenhower. Lê
peresendina şerê dronan nîşan dide ka teknolojiyê çawa qada leşkerî yeksan
kiriye.

Nexwe, pevçûna lîmînal tenê di bikaranîna hêzên wekîl (proxy) de kurtiye, ku ev
jî tenê di perêgeha jeopolîtîk de bi bandor e. Ez van celebê pevçûnan bi
«Pevçûnên Entropîk» (Entropic Engagements) nav dikim, ku ne dikarin sîstemek
nû ava bikin û ne jî şiyana wan a parastina sîstema kevn maye.

- Tevî provokasyonên berdewam, Waşîngton xwe ji êrişkirina ser binesaziya
sereke ya Îranê diparêze. Gelo ev bîhnfirehî nîşaneya têgihiştina metirsiyên
«pevçûna lîmînal» e, yan rengvedana nediyariya stratejîk a Amerîkayê ye di
pênasekirin û bidestxistina serkeftinê de di vê jîngehê de?

- Dewletên Yekbûyî di nav rêzek pêngavên sîstematîk re derbas bû ji bo
bêîstîqrarkirina Îranê; ji cezayên darayî û bikaranîna serdestiya dolar
dest pê kir, heta gihîşt hewldana têkdana îstîqrara siyasî. Gava van fişaran
nebûne sedema rûxandina rejimê, Waşîngton û Tel Evîvê serî li bikaranîna
hêza leşkerî ya rasterast û tundkirina lêdanan dan. Lê gava Îranê bi êrişên
ser Îsraîl, baregehên Amerîkî û binesaziya welatên Kendavê bersiv da,
Waşîngton bi rastiyeke tal hesî: Ew jî ew e ku êdî xwediyê «serdestiya
mezinbûna şer» (Escalation Dominance) nîn e li hemberî Tahranê.

Ev paşvekişandin nîşaneya celebek «aqilaniyeta neçarî» ye ku di bin bandora
bilindbûna nirxê sotemeniyê û daketina bazara borsayê li Amerîkayê de çêbûye.
Lêçûna aborî ya «serkeftinê» hinde bilind e ku civaka Amerîkî şiyana
hilgirtina wê nemaye, bi taybetî ku berê bi sedema siyasetên gumrikî yên Trump
aboriya wan tûşî şokê bibû. Di niha de, Waşîngton tenê «bi demê re dilîze» ji bo
paşxistina şikesta stratejîk. Ev yek di wê herikbariya berdewam a Trump a di
navbera gefên leşkerî û dirêjkirina agirbestê de hîs dibe. Wekî ku di ezmûna
Vîetnamê de hat dîtin, Amerîka ji ber nebûna pênaseyek zelal ji bo serkeftinê û
tirsa ji encamên karesatbar, tenê şikesta xwe ji bo paşerojê paş dixe.

- Di jîngeheke dabeşbûyî wekî Iraqê de ku sînorên desthilatê lîl (flou) in,
gelo pevçûna lîmînal serxwebûna aktorên navxweyî xurt dike, yan berevajî,
vîna wan di nav xeleka hevrikiyên jeopolîtîk ên mezin de kurd dike û wan
dike amrazek tenê bo parastina berjewendiyên hêzên cîhanî?

- Têgeha cewherî li vir, çi li Iraqê çi li hemû herêmê, pirsa «îstîqrara
dewletan» e. Di dîroka hevdem de, hilweşîna dewletê wekî werçerxaneke
stratejîk kar dike ku aktorên navxweyî ji qeyd û bendên hevrikiyên
jeopolîtîk rizgar dike û nexşeya pevçûnê bi bingehîn diguherîne. Iraq
nimûneyek herî berçav e; rûxandina rejîma Beasê ji aliyê Amerîkayê ve zemîn
ji bo çespandina qeyana otonom a Herêma Kurdistanê rexsand. Piştre,
hilweşîna hevdemî ya desthilata navendî li Sûriye û Iraqê qad ji bo
derketina DAIŞê amade kir, ku vê yekê jî kir ku Amerîka ji bo rûbirûbûna wê
gefê pişta xwe bi Kurdan girê bide û di encam de qeyaneke din a Kurdî li
Rojhilatê Sûriyê (Rojava) derket holê.

Ev dînamîk ــ ango hilweşîna dewletê û piştre berfirehbûna bandora aktorên
serbixwe ــ îhtîmala dubarebûna wê li Îranê jî heye. Amerîka û Îsraîlê di
sibata 2026an de plana lêdana yekcarî bo ser Tahranê hebû, lê agirbesta nîsanê û
dirêjkirina wê ji aliyê Trump ve, nîşaneya vekişîna ji wê serpêhatiyê ye; ji ber
ku têkbirina dewleta Îranê dê lêçûneke karesatbar a lawekî ji bo aboriya herêmê
hebe. Di niha de, sîstema jeopolîtîk bi hejokî maye û aktorên navxweyî hîn di
xeleka berjewendiyên cemserên biêz de ne. Lê xala werçerxanê li herêmê bi pirsa
mayîna dewletê ve girêdayî ye. Hevrikiyên jeopolîtîk çarçoveyekê ji bo pevçûna
lîmînal datînin, lê eger pevçûn bigihe asta jinavbirina dewleta Îranê û
wêrankirina aboriya Kendavê, ew sînor dê bişkên. Di wê kêlîkê de, «pevçûna
lîmînal» diguhere bo «tevliheviya jeopolîtîk», ku ev jî qadeke nû û bêhempa ji
bo manowra serbixwe ya aktorên navxweyî amade dike û hawêşeyan (equations) bi
temamî berevajî dike.

- Analîzên te pevçûna lîmînal wekî taybetmendiyeke pêkhateyî ya cîgir nîşan
didin, ne tenê qonaxeke demkî. Bi hûrbûna di asoya paşerojê de, gelo tu tu
nexşerêyeke realîst bo derketina ji vê rewşa «hilawistî» li Kendavê dibînî,
çi bi rêya dîplomasî, rêgirî (deterrence) yan hevpeymaniya herêmî? Yan em
ber bi hevsengiyeke demdirêj ve diçin ku tê de bixwe bêîstîqrarî dibe
bingeha sîstemê?

- Dema ku Donald Trump plana 10-xalî ya Îranê wekî bingeheke qebûlkirî ya
danûstandinan pejirand, di rastiyê de ev îtirafeke neyekser bû ku Dewletên
Yekbûyî nikare Îranê neçar bike ku serî ji bo mercên Waşîngtonê bitewîne.
Her çend di niha de Amerîka hewl dide ji wê lihevkirinê paşve bikêşe û
careke din çarçoveya danûstandina 15-xalî ya xwe bi rêya dorpêça deryayî û
gefa têkbirina binesaziya Îranê bisepîne, lê rastiya li ser erdê ji me re
dibêje, her hewldanek bo sepandina vînê bi rêya hêza mutleq, dê bibe sedema
wêrankariyeke wisa demdirêj û giştgir ku tu alî tê de bi ser nakeve. Ev rewş
peyameke zelal ji bo dewletên Kendavê şand: Ew jî ew e ku êdî garantiyên
ewlehiyê yên Amerîkayê di tu rewşeke qeyranî de cihê baweriyê nîn in, ji ber
ku ziyanên komkirî yên li ser herêmê îspat kirine ku sîwana ewlehiyê ya berê
ber bi dirandinê ve diçe.

Di demdirêj de, em ê bibin şahidê lawazbûna serdestiya Amerîkayê û kêmkirina
şiyana nîşandana hêza wî welatî li herêmê. Ev paşvekişandina dîrokî dê bibe
sedema ku hêzên herêmî bêtir baweriyê bi şiyanên xwe bînin û ber bi peymanên
ewlehiyê yên herêmî yên serbixwe ve gavan biavêjin, ku ev jî nîşaneya derbasbûna
ji cîhana yek-cemserî ber bi kûrbûna cemsergeriya piralî ve ye di siyaseta
navdewletî de.

- Herêma Kurdistanê wekî qeyaneke nîv-serbixwe ku têkiliyên xwe bi Bexdayê re
û hevsengiyê di navbera Tahran, Enqere û Waşîngtonê de birêve dibe. Gelo
mimkun e ev pêgeh wekî «lîmînalîteyeke» siyasî û stratejîk were pênasekirin?
Gelo ev rewşa hilawistî ya herêmê derfeta manowrê ji bo Hewlêrê amade dike?

- Ji bo têgihiştina lîmînalîteya Herêma Kurdistanê, pêwîst e berawurdiyeke hûr
di navbera Hewlêr û modela «Rojava» de bikin. Rojava wekî qadeke siyasî
derket holê ku tê de karî di nav valahiya desthilatê û hilweşîna rejîma Beas
a Esed de, qeyaneke leşkerî û îdarî ava bike. Her çend Amerîkayê di şerê
dijî DAIŞê de piştgiriya wan kir, lê ev piştgirî tenê demkî bû, ne
stratejîk û demdirêj, ji ber ku me dît çawa piştî têkçûna DAIŞê, îdareya
Trump glopa kesk ji bo êrişên Tirkiyeyê vêxist. Ev nîşan dide ku Rojava di
nav lîmînalîteyeke «sext» û metirsîdar de ye ku tê de garantiya manê pir
lawaz e. Di beramber de, Herêma Kurdistanê ya Iraqê ji îstîqrarêeke dîrokî û
saziyî ya zêdetir sûd werdigire. Sedema sereke ya vê yekê ji bo xwezaya
siyasî ya «Partiya Demokrat a Kurdistanê» vedigere; ji ber ku PDK hêzeke
«dije-sîstem» nîn e û naxwaze hawêşeyên dewletî yên herêmê têk bide, ev jî
bûye sedem ku ji bo hêzên herêmî wekî gefek neyê dîtin. Hewlêrê karî modela
«lîmînalîteya nerm» peyrew bike, ku tê de hevsengiyeke hûr di navbera
Bexda, Tahran, Enqere û Waşîngtonê de radigire. Ev pêgeh rê daye Herêmê ku
li şûna şer, çavkaniyên xwe ji bo pêşxistina projeyên aborî û avakirina
binesaziyê bi kar bîne.

Di rastiyê de, lîmînalîteya stratejîk a Herêma Kurdistanê di şiyana guncandinê
de ye bi jîngeha xwe ya jeopolîtîk re, lê ev model jî bêmetirsî nîn e.
Mezintirîn dijwariya li pêşiya vê îstîqrarê, paşvekişandina berdewam a
serdestiya Dewletên Yekbûyî û hilweşîna «Doktrîna Carter» e wekî sîwana
parastina kevnar a herêmê. Dema ku Amerîka wekî cemserekî bibandor li Rojhilata
Navîn lawaz dibe, ew «qada lîmînal» a ku Herêm tê de manowr dikir, tengtir dibe.
Ev yek jî Hewlêrê neçar dike ku li dû hevsengiyên nû û garantiyên herêmî yên din
bigere ji bo parastina qeyana xwe ya siyasî di nav gu

Top