Michael Grant Ignatieff, Profesorê Têkiliyên Navneteweyî li Zanîngeha Tilburgê ji bo Gulan: Herêma Kurdistanê pêşveçûneke berçav bi dest xistiye û dikare berdewamiyê bide karwana geşepêdana xwe
Michael Grant Ignatieff, Profesorê Têkiliyên Navneteweyî li Zanîngeha Tilburgê
ji bo Gulan: Herêma Kurdistanê pêşveçûneke berçav bi dest xistiye û dikare
berdewamiyê bide karwana geşepêdana xwe
Michael Grant Ignatieff, nivîskar û siyasetmedarekî Kanadayî û profesorê
têkiliyên navneteweyî ye li Zanîngeha Tilburgê. Wî bi salan lêkolîn li ser
mafên mirovan û destwerdana leşkerî kiriye. Gulanê hevpeyvînek bi wî re encam
da ji bo gotûbêjkirina rewşa niha ya Rojhilata Navîn, paşeroja vê navçeyê, rewşa
Herêma Kurdistanê û têkiliyên vê herêmê bi Amerîkayê re.
- Hûn berê hatine Kurdistanê, gelo hûn dikarin di destpêkê de behsa wê ezmûna
xwe bikin?
Bîranîna min li ser Kurdistanê vedigere sala 1992an, ku min ji Tirkiyeyê berê
xwe da Zaxoyê û piştre ber bi Hewlêrê û Silêmaniyê ve bi rê ketim. Bi giştî du
mehan li Kurdistanê mam û bîranîneke xweş li cem min çêbûye. Li wir me fîlmek ji
bo kanala "BBC" amade kir, ku zincîreke televîzyonî bû bi navê "Blood and
Belonging: Journeys into the New Nationalism" (Xwîn û Serbestî: Geştên Ber bi
Neteweperweriya Nû ve). Beşek ji fîlmê li ser Kurdistanê bû, ku tê de tekezî li
ser wê yekê hatibû kirin ku Kurd mezintirîn gelê bêdewlet in li cîhanê. Yanî
fîlm li ser gelekî bû ku xwedî dewleta xwe nînin, lê bê guman xwedî netewe û
nasnameya xwe ya neteweyî ne. Ez vê yekê bi hest û sozeke tijî bi bîr tînim. Wê
demê bi germî pêşwazî li min hat kirin û Pêşmergeyan girîngiyeke mezin dan min.
Ew cihê dilxweşiya min bû û di vî warî de ez her tim xwe wek dostê Kurdan
dibînim.
- Kurdistan dikare çi bike ji bo geşepêdana saziyan û bihêzkirina pêgeha xwe?
Bi rastî ez dudil im ku şîretan li dostên xwe yên Kurd bikim, ji ber ku ez
demeke dirêj e nehatime Kurdistanê. Lê tenê ji bo bersivdana pirsê dibêjim: Divê
em di destpêkê de ji wê yekê dest pê bikin ku geşepêdana neteweyî çi ye. Li gor
dîtina min, ew pêk tê ji hebûna rêyên baş, dibistan û nexweşxaneyên baş û
pêşketî, her wiha bikaranîna çavkaniyên xwezayî bi awayê herî baş,
parastineke bihêz ji axa we û parastina têkiliyên we bi cîhanê re. Ez di
sala 1992an de li Hewlêrê bûm, wê demê firokexaneya navdewletî ya vê bajêr
tunebû, lê niha hûn li ser cîhanê vebûne û di nava 20 heta 30 salên borî de
pêşveçûneke mezin bi dest xistiye. Mebesta min ew e ku niha hûn dikarin pêgeha
xwe ya neteweyî û hêza xwe ya neteweyî bi pêş bixin bi rêya geşepêdana saziyên
xwe û zêdekirina şiyan û behre û rewşa perwerde û xwendewariya gelê xwe. Bi
dîtina min ev stratejiyeke serkeftî ye.
- Hûn berê li Bosna û Kosovayê xebitîne. Gelo çi ders hene ku di warê hukmranî û
avakirina dewletê de li Herêma Kurdistanê werin sepandin an neyên sepandin?
Ev pirseke baş e. Min di salên 1998 û 1999an de demeke dirêj li Kosovayê derbas
kir û ez beşek bûm ji komîteyeke navdewletî bi serokatiya dadwer "Goldstone" ku
xelkê Afrîkaya Başûr bû. Wê komîteyê pêşniyara serxwebûneke bi merc ji bo
Kosovayê kir, merc jî naskirina mafên rewa yên kêmneteweya Sirban bû di nava
welat de. Wiha Kosovayê serxwebûneke bi merc bi dest xist, lê hêj Sirbiya amade
nîne serxwebûna Kosovayê nas bike û hêj nakokî di navbera niştecihên Kosovayê û
kêmneteweya Sirban de heye. Her kes daxwaza çareseriyeke bilez dike ku dibe ku
Yekîtiya Ewropayê li xwe bigire, ku dibe ku Sirbiya û Kosova jî werin
qebûlkirin, lê niha ev di rojevê de nîne. Li vir ez dixwazim bibêjim ku
Kurdistan ji bo pirsa serxwebûnê rûbirûyî zehmetiyan dibe, bi taybetî ku di
navçeyekê de ye ku berjewendiyên derve yên bihêz lê hene. Ev rewş ji piştî
bidowîhatina Şerê Cîhanê yê Yekem ve heye û niha jî berdewam e, lê ev nabe rêgir
ku hûn xwe mijûl bikin bi bihêzkirina neteweya Kurd, bi parastina ziman û çanda
xwe û bi geşepêdana şiyan û jêhatiya xelkê xwe û bi pêşvebirina çavkaniyên xwe û
bihêzkirina herikîna geşepêdana xwe, yanî ev hemû di desthilat û şiyana we de ne
ku hûn encam bidin.
- Hûn li têkiliyên Herêma Kurdistanê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DY) çawa
dinêrin? Em dizanin ku Amerîka pabend e bi parastina yekparçeyiya axa Iraqê, ew
jî ji ber ku naxwaze rewşa navçeyê têk biçe, ji ber ku serxwebûna Kurdistanê dê
bandor û encamên wê li ser welatên cîran hebin?
Bê guman Amerîka dikare alîkariya we bike û her karekî ji destê wê bê encam bide
ji bo handana geşepêdan û alûgorkirin û anîna geşbûn û pêşveçûnê di herêma we
de, ji ber ku hem di berjewendiya Amerîkayê de ye û hem jî dibe sedema pêkanîna
berjewendiyên Herêma Kurdistanê jî.
- Hûn ji alozî û girjiyên navdewletî çawa dinêrin, bi taybetî di navbera Amerîka
û Çînê de, bi taybetî piştî destwerdana Amerîkayê li Venezuela û şerê wê li gel
Îranê?
Ew rast e ku niha îhtîmala çêbûna nakokiyan di navbera Çîn û Amerîkayê de heye,
ew jî ji ber piştevastina Çînê bi wî nefta ku di Tengava Hurmizê de derbas dibe.
Heke gulebaran di navbera hêzên deryayî yên Amerîkayê û keştiyeke Çînî de rû
bide, wê demê îhtîmaleke rastîn çêdibe ji bo serhildana nakokî û şer di navbera
hêzên mezin de. Piştre eşkere ye ku meha bê, serok Donald Trump civînekê li gel
serokê Çînê encam dide, ev jî palnekereke bihêz dide wî, ji bo ku çareseriyekê
ji bo Tengava Hurmizê peyda bike. Her wiha divê çareseriyek ji bo wê pirsê were
dîtin, ji ber ku rêjeyeke mezin a nefta cîhanê di vê tengavê re derbas dibe û
beşeke zêde ya vê neftê ji bo Çînê diçe. Niha her sê hêzên mezin (Amerîka, Çîn
û Rûsya) bi şêweyekî kar dikin ku sînordariyeke zêde li ser wan nîne. Mebesta
min ew e ku ew sîstema navdewletî ya ku kontrol dikir, hatiye guhertin ji bo
tiştekî din, ku ew jî çekên navokî ne. Mebesta min ew e ku her yek ji van hêzan
xwedî çekên navokî ne û tu ji wan amade nînin ku rîskê bi serîlêdana şerê
navbera hêzên mezin bikin. Her çend ev nabe rêgir li ber hebûna çend rûbirûbûnên
nexwestî. Niha hewlên Amerîkayê ji bo rêgirtin li gihîştina neftê bi Çînê, dibe
sedem ku rewş pir bi lez ber bi asteke metirsîdar ve biçe.
- Nexwe, tiştê ku niha tê dîtin pir-cemserî ye, yan rewşeke navdewletî ye ku
zêdetir aloziyê serwerî lê kiriye?
Ez bawer dikim ku tiştê niha tê dîtin zêdetir alozî ye, lê di rastiyê de sê
lîstikvanên sereke hene: Amerîka, Rûsya û Çîn. Ev hêz ji bo cîhanê rêsayan
datînin û bandoreke zêde li ser cîhanê dikin. Çîn xwedî bandoreke stratejîk e
li Rojhilatê Asyayê. Rûsya şiyaneke zêde heye ji bo çêkirina tirs û fikarê li
cem Ewropiyan û li Ewropaya Rojhilat. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî berê û
niha parêzera ewlehiya navçeya Rojhilata Navîn bûye – dibe ku di dema jiyana me
de jî wiha bimîne – lê niha rewş hatiye guhertin. Yanî rast e hîna Amerîka hêza
hegemon e li Rojhilata Navîn, lê diyar nîne heta kengî ev yek berdewam dibe. Yek
ji mezintirîn guhertinan di vî warî de ew e ku her kesekî di nava Amerîkayê de
hişyar e ji wê rastiyê ku Amerîka her ku diçe kêmtir pêdiviya wê bi nefta
Rojhilata Navîn heye. Ev bûye sedem ku berjewendiya stratejîk nemîne ji bo
serdestiya bi ser vê navçeyê de. Rast e berjewendiya Amerîkayê di wê de ye ku rê
nede Rûsya û Çîn bandora xwe bi ser vê navçeyê de bisepînin, lê em dizanin ku
êdî ev her du welat ne hêzên serdest in li Rojhilata Navîn. Beşek ji sedema
bêîstîqrariya vê navçeyê ew e ku kes bi piştrastî nazane ka heta çi astê
Amerîka dê li vê navçeyê bimîne û mijûlî çi lîstikê ye. Ewropî jî heman pirsê
dikin, yanî Ewropa pirsê dike ku gelo Amerîka ewlehiya parzemîna wan garantî
dike, ku wisa xuya dike bersiv "na" be. Bi heman awayî dewletên Kendavê jî heman
pirsê dikin, ka gelo Amerîka ewlehiya wan garantî dike? Xuya dike bersiv "na"
be. Heke bersiv "na" be, wê demê Erebistana Siûdî jî hewl dide çekên navokî bi
dest bixe.
- Nexwe, tu tiştek heye ku we li ser paşerojê û li ser têkiliya navbera hêzên
mezin geşbîn bike?
Di rastiyê de ez geşbîn im, ew jî ji ber ku ez bawer dikim hebûna çekên navokî
bi xwe rêgir e li ber rûdana karesata mirovî. Ji ber wê ez bawer nakim
şaristaniya mirovî di bin gef û metirsiyê de be. Her wiha pir bi lez em
çareseriyên teknolojîk ji bo qeyranên jîngehê dibînin. Ev ji bo Kurdistan û
Iraqê jî girîng e, ji ber ku hûn li navçeyekê dijîn ku rûbirûyî zextên jîngehê
bûye. Ez geşbîn im ji ber ku ez bawer nakim em ber bi xwe-ji-navbirinê ve
biçin. Ez geşbîn im ku cîhan li ber karesateke jîngehê nîne. Ez pir geşbîn im
bi zanistê bi giştî û bi zanistên bijîşkî bi taybetî.
