Joseph Aoun Serokê Libnanê piştî ragihandina agirbestê: Em êdî nabin karta berîka tu aliyî, nabin qada şerê tu kesî û em qet venagerin bo wê serdemê
Di roja 17ê Nîsana 2026an de û piştî ku agirbest ket meriyetê, Joseph Aoun
Serokkomarê Libnanê, gotarekî neteweyî pêşkêşî gelê Libnanê û cîhanê kir, ku
gelek çavdêr û şirovekarên siyasî vê gotarê wekî jinûve ragihandina dewleta
Libnanê û vegerandina serweriyê bo rûmeta komara Libnanê û nasnameya wê ya
rastîn pênase dikin. Ev tê wê wateyê ku êdî Hizbullaha Libnanê li şûna dewletê
biryara şer û aştiyê nade û Libnan wek dewletek xwedî serwerî, tenê bi xwe
biryarê li ser danûstandin û pirsa şer û aştiyê dide. Bo gihîştina bi agirbestê
jî, Serokê Libnanê di gotara xwe de spasiya wan welatan kir ku piştevaniya
Libnanê kirine, her wiha Donald Trump, Serokê Amerîkayê wek «dost» bi nav kir û
spasiya Şahnişîna Erebistana Siûdî kir.
Ev gotar bo Libnanê wekî werçerxaneke dîrokî di jiyana siyasî ya wî welatî de tê
dîtin, bi taybetî piştî şerê vê dawiyê yê Amerîka û Îsraîlê ligel Komara
Îslamiya Îranê, ku Hizbullaha Libnanê bêyî vegera bo hukûmeta Libnanê biryara
şer da û Libnan kir beşek ji vî şerê wêranker. Ji ber wê, me bi girîng zanî ku
deqa gotara Serokkomarê Libnanê bi kurdî belav bikin.
Yek dewlet.. Yek destûr.. Yek hêza çekdar
Ey zarokên nîştimanê min, ey xizm û birayên min, îro ez ji pêgeha berpirsyariyê
ve û ji nav cergeya wê êşa ku em hemû tê de dijîn diaxivim; ne tenê bi peyvên
biriqdar, lê bi gotineke rastgo ku xema nîştiman û êşa gelê xwe hilgirtiye.
Ew tiştê ku di rawestandina vî şerî de pêk hat, encama hewildana hemûyan bû,
berhema wan qurbaniyan bû ku we pêşkêş kir û wijdana cîhanê pê şiyar kir.
Berhema wan kesan bû ku di mal û gundên xwe de di eniyên pêşîn ên şer de xwedî
îrade bûn û bo cîhanê îspat kirin ku em li vir dimînin û çi dibe bila bibe, em
ji vir naçin. Her wiha berhema hewildana hemû wan kesan bû ku mêvandariya
birayên xwe kirin û hemêza xwe bo wan vekirin.
Ev berhema hewildaneke bêhempa bû ku hemû berpirsên Libnanî ligel hemû bira û
dostên Libnanê di cîhanê de xistin ger; hewildanên ku şev û roj bi peywendî û
guftûgoyan di her alî de û li ser hemû astan bi hev ve girê dan. Em ne sekinîn,
ne westiyan û bo bîskekê jî guman li maf û erka xwe nekir. Di wê rêyê de me
gelek tişt tehemul kirin; me tohmet, sivkayetî, xerabkirina nav û çewasêkarî
tehemul kirin, lê em paşde nekşiyan, heta ku derket holê ku em li ser heq in û
heta bo hemû cîhanê hat îspatkirin ku ew tiştê me kirî, karê herî baş û dirust
bû.
Ez ji vir spasî û pêzanînên xwe pêşkêşî hemû wan kesan dikim ku beşdar bûn di
pêkanîna vê agirbestê de; ji serokê Amerîkayê, dostê me Donald Trump ve heta
digihîje hemû birayên Ereb û di serî de jî Şahnişîna Erebistana Siûdî. Em pişta
xwe bi dostaniya hemûyan girê didin bo ku ew karê duh me dest pê kiriye, em
temam bikin û wan armancan pêk bînin ku em hêviya wan dikin. Lê niha em hemû li
beramberî qonaxeke nû ne, ew jî qonaxa veguhastinê ye ji karkirina bo parastina
agirbestê ber bi karkirina bo rêkeftina herdemî, ku mafên gelê me û yekparçeyiya
ax û serweriya nîştimanê me biparêze. Di vê qonaxê de wek qonaxên berê, baweriya
me heye ku em ê Libnanê rizgar bikin. Di heman demê de em piştrast in ku em ê
rûbirûyî her cure êrîşan bibin, ev jî tenê ji ber sedemeke sade: ew e ku bo
cara yekem di nava nêzîkî nîv sedsalê de, me Libnan vegerand bo rûmeta wê û bo
xwediyê biryara wê.
Em îro bi xwe danûstandinê dikin û em bi xwe biryarê bo xwe didin. Êdî em nabin
perçeyek kart di berîka tu kesî de û nabin meydanê şerê tu aliyî û hergiz jî bo
wê rewşê venagerin. Belku em vegeriyan bo ku bibin dewletek ku tenê bi xwe
xwediyê biryara xwe be û di pênava jiyana gel û berjewendiya hevwelatiyan de,
biryara xwe bilind ragire û bi kiryar û gotin nîşan bide.
Bi hemû eşkereyî û baweriyê ve ez ji we re dibêjim: ev danûstandin nîşana
lawaziyê nîn in, ne paşdekşîn û ne jî tawîz in, belku biryarek in ku ji hêza
baweriya me bi mafên me serçav girtiye; ji dilsoziya me bo gelê me û ji
berpirsyariya me bo parastina nîştiman bi hemû amrazan, bi taybetî jî di
redkirina wê de ku em di pênava tu aliyekî de bimrin ji bilî Libnanê.
Danûstandin nayê wateya destberdarbûna ji tu mafekî, ne tawîzkirin e li ser tu
prensîbekî û ne jî destkarîkirina serweriya vî nîştimanî ye.
Me bi hezaran Libnanî ji dest dan, ev zarokên me ne, em tu caran wan ji bîr
nakin û ez nahêlim ji niha û pê ve tenê yek Libnanî jî bimre, yan xwîna xizm û
gelê min di pênava berjewendî û hejmooniya kesên din, yan hîsabatên cemserên
hêzên nêzîk û dûr de berdewam birije. Di navbera xwekujî û geşesendinê de, ez
û gelê me ligel geşesendinê ne û dijî xwekujiyê ne. Di navbera dirûşmên
çewasêkar ku wêran karker in û gavên aqilanê ku avadaniyê tînin, ez û gelê me
ligel aqilaniyê ne. Di navbera mirina bêhuda û bêberamber bi hinceta aliyên
derveyî û di navbera jiyan bo nîştiman û xizmên me bi keramet û azadî û
xweşguzeraniyê ve, ez û gelê me ligel jiyanê ne.
Min berê jî gotiye û ez dubare dikim: ez amade me berpirsyariya tevahî ya van
biryar û bijardan bigirim ser milê xwe. Ez amade me bo her derê biçim di pênava
rizgarkirina axa xwe û parastina hevwelatiyên xwe û rizgarkirina welatê xwe.
Erka min yek erka zelal û diyarkirî ye: ew jî rizgarkirina vî welatî û gelê wî
ye. Ev ew kar e ku ez bi qenaeteke neteweyî, mirovî û baweriyeke reha ve pêk
tînim. Ez dizanim ku hûn ligel min in, bi dizî û eşkere ligel min in, di dil û
aqilê we de ligel min in, çunkî ez dizanim we çi qurbaniyeke mezin daye. Ez
dizanim wateya wê çi ye ku mirov ezîzên xwe, yan mala xwe, yan hesta aramiyê ji
dest bide.
Bi rastgoî û moralekî bilind ve ez ji we re dibêjim: nabe ev êş û azar bibe
çarenivîsa me ya herdemî. Ji vir ve bi zimanê peyman û sozê ve ez dupat dikim
ku tu rêkeftinek nabe bibe tawîz bo mafên me yên neteweyî, yan ji kerameta gelê
me yê xwedî îrade kêm bike, yan destberdarî bistek ji axa vî nîştimanî bibe.
Armanca me zelal û ragihandî ye: rawestandina destdirêjiyên Îsraîlê bo ser ax û
gelê me, vekişîna Îsraîlê, çespandina desەڵata dewletê bi ser tevahiya axa wê de
tenê û tenê bi rêya hêzên neteweyî yên xwe, vegera dîlan û vegera xelkê me bo
mal û gundên wan bi temamî aramî, azadî û kerametê ve.
Gelê min û xoşewîstên min. Hêza vî nîştimanî berî her tiştî di hişyariya gelê wî
de ye, di wê yekrêziya ku li ser bingeha heq, dadperwerî û bijarda pêkvejiyanê
hatiye avakirin, li gorî prensîbên peymana me ya neteweyî. Yek dewlet ku tenê bo
dilsoziya tevahî û întîmaya me ya dawî bibe, yek destûr ku em bo vegerin, yek
yasa ku em hemû jê re serî bitewînin û yek hêza çekdar ku parastina me hemûyan
bike.
Rê nedin wan dangan ku gumanan diçînin û tohmeta xiyanetê belav dikin û
duberekiyê dixin navbera we. Nekevin xefka wan kesên ku lîstikê bi hestên we
dikin bo ku navûdengê xwe li ser hesabê aramiya we ava bikin. Aqilê xwe bi kar
bînin û bi ser xerîzeya çewasêkaran de serbikevin. Piştrast bin ku ew tiştê em
îro û sibê dikin, di pênava selametî, parastin û jiyana azad, keramet û aramiya
we de ye. Her wiha bo ku paşerojeke tije aramî û îstîkrarê bidin zarokên we, ne
ku her çend sal carekê em wan bikin hejmarek bo mirin û qurbaniya aliyên derveyî
yên nêzîk yan dûr.
Her kesê ku di pênava nîştiman de canê xwe feda kiribe, berî ku ji malên we
xatir bixwaze, di nav dilê me de bûye. Her malek ku hatibe wêrankirin, beşek ji
wijdan û bîranîna me ligel xwe hilweşandiye, ji ber wê em ê dest di nav destan
de, çêtir ji berê avadan bikin. Hemû Libnanî di yek keştiyê de ne; yan divê em
bi hîkmetê ve rêberiya wê bikin heta em digihîjin qiraxa aramiyê, yan em ê bi
hev re noq bibin. Tu kesî mafê wê nîn e ku wî tawanî bike, ne bi hinceta
dirûşman, ne bi xerîzeya xwekujiyê û ne jî bi dilsoziya bo xeynî Libnan û gelê
wê.
Îro ez ji we tika dikim, bi heqê qurbanî û êşên we, wek wefayek bo wan kesên ku
ji me cuda bûn û wek emanetek bo xwedî îradeyên gelê me, dil û aqilê xwe vekin.
Rê nedin dirûşmên tohmetbarkirin û xiyanetkarkirinê ku çavên we li hemberî
rastiyan û hîkmeta we bigire, çunkî nîştiman bi xerîzeyê ava nabe, belku bi
hişyarî, yekrêzî û baweriyê ava dibe.
Bo awareyan dibêjim: hûn vedigerin malên xwe û mal bi we avadan dibin, em ligel
we ne û li pişta we ne û em tu caran pişta xwe nadin we. Bo wan kesên ku di nav
malên xwe de di bin metirsiyê de xwedî îrade bûn: qurbaniyên we bi fîro naçin û
rûmetî wek sîmayekî we dimîne ku em şanaziyê pê dikin. Bo wan kesên ku qumarê bi
çarenivîsa Libnan û jiyana Libnaniyan dikin, ez dibêjim: «Bes e», tenê projeya
dewletê di Libnanê de ya herî bi hêz, herî berdewam û garantîker e bo hemûyan.
Bo cîhanê jî dibêjim: Libnan naşkê, gelê wê namire, heqê wê serdikeve û paşeroja
xwe bi îradeya xwe û bi îradeya hemû Libnaniyan ava dikin.
