Muzîkjeneke Kurd amûreke 700 salî ya Afrîkayê dide naskirin
Muzîkjena Kurd Nêrgiz Ezîz, ku li ser dîrok û çanda muzîkê ya gelan lêkolînan dike, derbarê amûra kêmpeyda ya Afrîkayî "Kora" de agahiyên balkêş parve kirin. Ezîz diyar kir, ev amûr ne tenê amûreke muzîkê ye, lê belê "pirtûkxaneyeke zindî ya dîrok û nasnameya gelan e."
Muzîkjen Nêrgiz Ezîz îro 7ê Gulanê ji Kurdistan24ê re ragihand, amûra Kora xwedî dîrokeke zêdetirî 700 salî ye. Ev amûr bi giranî li welatên Rojavayê Afrîkayê yên wekî Malî, Senegal û Gambiyayê ji aliyê "Grîot"an ve tê parastin. Grîot di wê çandê de hem muzîkjen in, hem çîroknivîs in û hem jî parêzerên mîrateya dîrokî ya gelên xwe ne.
Nêrgiz Ezîz bal kişand ser taybetmendiyên fîzîkî yên Korayê û wekî hunermendekê wiha behsa pêkhateya wê kir: "Kora xwedî 21 jehan e. Sindoqa wê ya deng ji fêkiyeke mezin a bi navê 'Kalêbas' (Calabash) tê çêkirin. Rûyê amûrê bi çermê bizinê yan jî mangayê tê girtin; piştî ku çerm tê hişkkirin, bi tundî li ser amûrê tê kişandin da ku lerizîna deng bi rengekî herî zelal veguhêze."
Ezîz herwiha diyar kir, her çend di rabirdûyê de têlên amûrê ji rûvî û çermê heywanan dihatin çêkirin jî, îro ji bo parastina deng û xurtbûna amûrê bêtir naylon tê bikaranîn.
Lêkolîner Ezîz derbarê teknîka jenîn û derketina deng de jî agahî dan:
"Di nava sindoqa deng de qulikeke mezin heye ku ba tê re diçe û tê. Dema têl dilerizin, ew ba jî dihejê û lerizînê xurt dike. Ev yek dibe sedem ku dengê Korayê bi rengekî kûr, aram û îlahî derkeve û guhdaran bibe nav kûrahiya dîrokê."
Herwiha hate destnîşankirin ku milê amûrê ji dara xurt a "Mahoganî" tê çêkirin û xwedî sîstemeke taybet a mîna bazne yan xelekan e ku ji bo akorkirina têlan tê bikaranîn.
Nêrgiz Ezîz kî ye?
Nêrgiz Ezîz, muzîkjeneke Kurd a ji bajarê Silêmaniyê ye û niha li Ewropayê dijî. Wê Peymangeha Hunerên Ciwan a Silêmaniyê qedandiye. Ezîz niha li ser dîroka amûrên muzîkê û têkiliyên çandî yên gelan, lêkolînên xwe berdewam dike.
K24
