Gundekî Duhokê ji bo pêşbirka wergirtina nasnavê herî baş a gundê geştiyarî ya Cîhanê tê destnîşan kirin
Rêveberê Giştî yê Geştûguzara Duhokê ragehand, ku gundê "Hrûr” li sînorê parêzgeha Duhokê wek gundê herî baş a geştiyarî hatiye destnîşankirin û wê bikeve nava pêşbirkeyê ji bo wergirtina nasnavê "Baştirîn Gundê Geştiyarî yê Cîhanê".
Rêveberê Giştî yê Geştûguzara Duhokê Serkar Subxetula Seîd ragehand, ku her sal ji aliyê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ve, hejmarek gund li cîhanê li ser çend pîvanên taybet wek baştirîn gundên geştiyarî li ser asta cîhanê tên hilbijartin û gelek welat beşdarî vê pêşbirkeyê dibin.
Navborî herwiha got: "Ji bo vê armancê, me li sînorê parêzgeha Duhokê gundê Hrûrê destnîşan kiriye. Ew gund dê di pêşbirkeyê de ligel gundên din ên cîhanê hevrikiyê bike daku nasnavê 'Baştirîn Gundê Geştiyarî yê Cîhanê' bi dest bixe."
Basnews
