• Sunday, 08 February 2026
logo

Rojhat Amedî, siyasetmedar û lêkolînerê siyasî yê Bakurê Kurdistanê ji Gulanê re: Tirkiye di pêvajoya aştiyê de hewl dide pirsgirêka Kurd wekî Tirkiyeyê çareser bibe, ne wekî Kurd.

Rojhat Amedî, siyasetmedar û lêkolînerê siyasî yê Bakurê Kurdistanê ji Gulanê re: Tirkiye di pêvajoya aştiyê de hewl dide pirsgirêka Kurd wekî Tirkiyeyê çareser bibe, ne wekî Kurd.

 

Rojhat Amedî, siyasetmedar û lêkolînerê siyasî yê Bakurê Kurdistanê ji Gulanê re: Tirkiye di pêvajoya aştiyê de hewl dide pirsgirêka Kurd wekî Tirkiyeyê çareser bibe, ne wekî Kurd.

Ji bo ku em bizanin ka çawa li pêvajoya aştiyê ya di navbera çekdarên PKKê û Tirkiyeyê de tê nihêrîn û ew pêvajo heta çi radeyê dê bandorê li Rojavayê Kurdistanê bike û gelo PKK dê çekên xwe deyne? Gelo rola Serok Barzanî di pêvajoya aştiyê de çawa tê dîtin û heta çi radeyê bandora wê heye? Herwiha, mijara serdana Mesrûr Barzanî, Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê bo Amerîkayê û encamdana rêkeftinekê li ser enerjiyê heta çi radeyê girîng û serkeftî bûye, li ser van mijar û teweran, Kovara Gulanê hevpeyvînek ligel Rojhat Amedî, siyasetmedar û lêkolînerê siyasî yê Bakurê Kurdistanê pêk anî.

Hûn xwedî ezmûneke dûr û dirêj a pêvajoya aştiyê ne di navbera Tirkiye û çekdarên PKKê de. Gelo piştî biryardana serkirdetiya PKKê li Qendîlê, bi danîna çekan û devjêberdana xebata çekdarî, hûn çawa li vê biryara Qendîlê dinêrin? Gelo niha hûn pêvajoya aştiyê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê çawa dinirxînin?
Rast e PKKê biryar daye ji bo danîna çekan, wekî ku PKK êdî nemîne û partiya xwe hilweşîne, ev jî rast e wekî bangewaziyek ku li seranserê hemû Kurdistanê û cîhanê belav bûye, ev jî li ser biryar û daxwaza Serokê PKKê (Ocalan) rû da, lê belê heta niha PKKê yek çekê xwe danenîye û digel vê yekê jî ti peyam û karekî bi navê xwe belav nake, belkî di kar û peyam û tevgerên xwe de navê KCKê bi kar tînin û belavokan bi navê KNKê yan bi navê PJAKê peyaman didin. Di eslê xwe de peyam û daxwaza Ocalan û dewleta Tirk ew bû ku ne tenê PKK, belkî hemû partî û rêxistinên ser bi PKKê ve wekî PJAK û YPG û hemû aliyên Başûrê Kurdistanê jî yên ku ser bi wan ve ne, divê hemûyan bê merc û hincet çekên xwe deynin û xwe wekî hizb û rêxistin hilweşînin, lê em dibînin tenê PKKê ew biryar da, ew jî heta niha yek çek danenîye, PKK dibêje eger guhertineke yasayî li Tirkiyeyê nebînin, em amade nînin çekên xwe radest bikin, Tirkiye jî berevajî wê dibêje pêwîst e bê merc PKK çekên xwe deyne û xwe jî radest bike, paşê em ê li ser guhertinan biaxivin, ew alozî ji aliyê Tirkiyeyê ve beriya biryara PKKê jî her hebû, herwiha piştî ku PKKê kongreya xwe jî li dar xist ew gotin û axaftin her berdewam bûn û heta niha jî her berdewam e.
Hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê pê kêfxweş in ku şerê çekdarî li hember Tirkiyeyê nemîne û qonaxeke nû dest pê bike, ji ber ku şerê PKKê yê ku ji (40) salî zêdetir e, tiştek di berjewendiya Kurdan de nebûye, belkî zêdetir bi ziyana Kurdan bi dawî bûye, li Bakurê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê jî ziyanên mezin gihîştine gelê Kurd. Wek mînak, Hikumeta Herêma Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê çendîn caran rastî şerê PKKê hatine û hejmareke zêde şehîd û qurbanî jê çêbûne, û çendîn gund li Başûrê Kurdistanê (li ser sînor) ji ber vê sedemê vala û wêran bûne, herwiha eger îro Tirkiye pirsgirêkek wê li Rojavayê Kurdistanê hebe, ew tenê ji ber sedema PKKê ye, yan jî bêjin alîgirên ser bi PKKê ve ne, Tirkiye pê kêfxweş nîne ku PKK, yan alîgirê PKKê li Rojavayê Kurdistanê hebe, her ji ber vê yekê danîna çekan ji aliyê PKKê ve di berjewendiya Kurdan bi giştî û di berjewendiya PKKê bi xwe de jî heye.

Bi awayekî giştî pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê pêvajoyeke cidî nîne, belkî zêdetir li ser wê yekê hatiye avakirin, ku em dibînin li Rojhilata Navîn guhertinên gelek mezin dibin. Belkî hin guhertinên cografî jî hene, Tirkiye jî wê dizane û wê dibîne, teqez ew guhertin dê li ser Tirkiyeyê bandoreke gelek mezin çêbikin. Her ji ber vê yekê Tirkiye ji bo ku di van guhertinan de ziyaneke zêde nebîne, ew pêvajoya aştiyê ava kirine û dixwazin bi rêya hin aliyên Kurdî bi wê pêvajoyê bi kêmtirîn ziyan ji wê guhertina Rojhilata Navîn derbikevin. Ji aliyekî din ve, Tirkiyeyê di sala 2013an û paşê jî pêvajoya aştiyê hebû. Wê demê hikumeta Tirk û Erdogan û partiya wî gelek bihêz bûn, di heman demê de Ocalan û PKK jî gelek bihêz bûn, lê wê demê jî pêvajoya aştiyê serneket. Ez nabêjim ew kêmasiya PKKê bû, yan kêmasiya dewleta Tirk bû, belkî rastiyek heye ku ew jî faktor û daxwazên derve ne, ew faktorên derve kar dikin û bandora wan li ser Tirkiyeyê jî dibe.

Ev biryara Qendîlê ya danîna çekan dê bandorê li PYDê jî li Sûriyeyê bike. Mezlûm Ebdî ji bilî ku du caran serdana Hewlêrê kir û ligel Serok Barzanî civiya, di heman demê de ligel Ehmed Şer'i, Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê civiya. Gelo Qendîl piştî vê biryarê dê destwerdanê di karûbarên Rojava de neke?
Eger bi rastî PKK çekan deyne, hingê nikare destwerdanê li Rojava bike, êdî Rojava ji destê wan çûye, Rojava niha hewl dide ji bo xwe rêyekê bibîne, pêwendiyên wan ligel Îran û Tirkiye û wan aliyan nîne, belkî niha Kurdistana Rojava hevpeymanê NATO, Amerîka û Yekîtiya Ewropayê ye û li Sûriyeyê yekane cih û herêm e ku li gorî wê herêmbendiya li Sûriyeyê heye, aram e. Rojavayê Kurdistanê yekane cih e ku Kurd, Ereb, Misilman, Êzidî, Ermen, Suryanî û Kildanî tê de dikarin bi hev re bijîn. Herwiha, Rojavayê Kurdistanê nêzîkî 150 hezar kes hêza serbazî heye û ew hêz li hember şerê DAIŞê sekinî û faktorekî serekî bû ji bo welatên Rojava û ji bo welatên NATO û Amerîkayê. Hêza Rojava niha zêdetir ji ku guh bidin Qendîlê, guh didin hevpeymanên xwe ku Amerîka û NATO ne.
Serok Barzanî pêşwazî li peyama Ocalan kir, ji bo ku PKK xebata çekdarî biguherîne bo xebata siyasî. Li ser pirsa Kurdên Bakur û Rojava, Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê ligel Receb Teyib Erdogan, Serokkomarê Tirkiyeyê û Ehmed Şer'i, Serokkomarê Sûriyeyê civiya ye. Gelo hûn rola Serok Barzanî di pêvajoya aştiyê ya Bakurê Kurdistanê û Rojhilata Navîn de çawa dinirxînin?
Serok Barzanî ne tenê niha, belkî di sala 2013an de jî hewl da û karên baş û cidî kir ji bo serkeftina projeya aştiyê. Serok Barzanî her dem ligel wê yekê bûye ku pêvajoya aştiyê rêyeke waqîbînane ye ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, ku di dawiyê de dibe rêçare ji bo pirsgirêka Kurd bi giştî. Niha jî bi heman şêweyî ye, li Bakurê Kurdistanê piraniya aliyên Kurdî zêdetir hêviyê ji Serok Barzanî dikin, lê serkeftina vê qonaxê tenê bi destê Herêma Kurdistanê nîne. Herêma Kurdistanê pê kêfxweş e ku rêyeke aştiyane ligel Tirkiyeyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hebe û serkeftî jî be, heman tiştî ji bo Rojavayê Kurdistanê jî dixwaze. Li vir divê em wê rastiyê bibêjin ku Herêma Kurdistanê, yan Serok Barzanî ji aliyekî ve neçar e ku piştgiriyê li pêvajoyê bike, ji ber ku pirsgirêka Kurd tenê pirsgirêkek nîne li Diyarbekirê, yan Hewlêrê, belkî pirsgirêka Kurd gelek gelek mezintir e ji Herêma Kurdistanê. Ne tenê Kurdên Rojava û Bakurê Kurdistanê, belkî Kurdên Rojhilatê Kurdistanê jî û Kurdên Qefqasyayê, Kurdên hemû cîhanê Serok Barzanî wekî merce û mezinê xwe dizanin. Pê kêfxweş in ku Serok Barzanî zêdetirîn rola xwe bibîne, herwiha Tirkiye jî wê dibîne, ji ber ku Tirkiye pê kêfxweş bû ku pêvajo dest pê bike, ji ber vê yekê jî daxwaza alîkariyê ji cenabê Serok Barzanî û kak Nêçîrvan Barzanî kir, ku hevkar û beşek bin di wê pêvajoyê de, ji ber ku beriya serdana Mezlûm Ebdî bo Hewlêrê bi yek du rojan, Erdogan ligel cenabê kak Mesrûr Barzanî rûnişt ku ev hemû îşaret in, yanî Tirkiye jî dizane bê Herêma Kurdistanê pirsgirêka Kurd li Bakur çareser nabe, lê ez dubare dikim ku Tirkiye di wî karî de hewl dide, pirsgirêka Kurd wekî Tirkiyeyê çareser bibe, ne wekî Kurd.
Derbarê ketina rejîma Esed û destpêkirina pêvajoya aştiyê, we beriya hilbijartina dîsa ya Trump nêrîneke weha hebû ku Erdogan behîsê li ser hilbijartina dîsa ya Donald Trump dike û dizane ku bi hilbijartina dîsa ya Trump bo serokê Amerîkayê, Rojhilata Navîn dê guhertin tê de çêbibin. Ev zêdetirî çar mehan e îdareya Trump dest bi kar kiriye û Trump jî serdana her yek ji welatên "Îmarat, Qeter, Siûdî" kir. Gelo niha xwendina we ji bo guhertinên Rojhilata Navîn çi ye? Gelo hûn pêgeha Kurdan di van guhertinan de çawa dibînin?
Niha li Sûriyeyê têkoşîneke siyasî heye, Îsraîl pê kêfxweş e Sûriyeyeke wisa ava bibe ku di pêşerojê de ji Îsraîlê re nebe serêşî, lewma hewldanên siyasî û leşkerî dike. Tirkiye hewl dide ku li Sûriyeyê sîstema federalîzmê wekî Başûrê Kurdistanê ava nebe. Ji aliyekî din ve, welatên Ereb wekî (Siûdî, Misir) pê kêfxweş nînin û rê nadin bi ti awayî Tirkiye wekî berê (dema Osmaniyan) bibe mezinê welatên Erebî, ji ber ku wê demê Tirkiyeyê desthilatdariya wê li ser welatên Ereb hebû, her ji ber vê yekê welatên Ereb wê dixwazin ku niha li Sûriyeyê heye, herwiha li Sûriyeyê daxwazên welatên Erebî ligel Tirkiyeyê li hev nakin, lê heta radeyekê ligel Îsraîlê li hev dikin. Tirkiye di siyaseta xwe ya li hember Sûriyeyê de niha bi tenê maye û dê tasfiye bibe. Her çend hîn jî Tirkiye hewl dide bi rêya Kurdan wê bandora welatên Ereb û Îsraîl û Amerîkayê kêmtir bike, ew jî bi nêrîna min ne mimkun e, ji ber ku paşeroja Sûriyeyê hîn nediyar e, Sûriye wekî berê nabe û wekî berê ji aliyê hikumeteke li Şamê ve nayê birêvebirin. Pêwîst e ew heqîqet bê zanîn ku niha li Sûriyeyê yekane hêza mezin û bihêz Kurd in û desthilatdarî li Sûriyeyê ji bo Rojavayê Kurdistanê ye, bi taybetî piştî konferansa yekrêziya Kurdên Rojava, Kurd bihêztir bûne, her çend di navbera Kurdan de hîn pirsgirêk hene, lê li Sûriyeyê her Kurd bihêz in. Her ji ber vê yekê ew Kurdê bihêz nabe teslîmî Şamê bibe ku jê re dibêjin hikumeta demkî, yan hikumeta Heyet Tehrîr el-Şam, ji ber vê yekê daxwaza Tirkiyeyê li vir kar nake, her ji ber vê yekê Tirkiye daxwaz dike ku ew hêza mezin a Kurd teslîmî wê hêza biçûk a hikumeta demkî bibe ku hîn paşeroja wê nediyar e, herwiha ew rewşa nû ya Sûriyeyê ji aliyê Ewropa û Amerîkayê ve jî tê dîtin û Trump jî dizane, her çend Trump hebe, yan nebe, ew Amerîka rewşê dibîne. Herwiha ji bo Ewropa û Trump jî tişta herî girîng li Sûriyeyê aramî ye ji bo herêm û navçeyê, ji ber ku Amerîka û Ewropa hesabê Tirk, Kurd û Ereban nakin, belkî kî aramiyê ava bike, ew ligel wî ne. Ji bo aramiya niha li Sûriyeyê, ne Ehmed Şer'i û ne aliyekî din e, belkî Kurdên Sûriyeyê ne ku aramî li herêma xwe çespandine, heta niha jî li Heleb, Idlib, Girê Spî û Efrînê hîn aliyên ser bi Tirkiyeyê ve hene ku pê kêfxweş nînin radestî hikumeta demkî, yan bêjin radestî leşkerê nû yê hikumeta demkî ya Sûriyeyê bibin, ji ber ku ew hêzên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve armanca wan ew e ku naxwazin Kurd li wê herêmê hebin.
Di hefteya borî de Mesrûr Barzanî, Serokê Hikumeta Kurdistanê bi serokatiya şandeke bilind a hikumetê serdana Amerîkayê kir û li wir ji bilî ku hevdîtinên gelek girîng ligel Mark Rubio, Wezîrê Derve û Şêwirmendê Asayişa Neteweyî yê îdareya Trump pêk anî, kontrakteke ji bo veberhênana enerjiyê bi nirxê 110 milyar dolar îmze kir. Gelo xwendina we ji bo vê serdana serkeftî ya Mesrûr Barzanî bo Amerîkayê çi ye û gelo Amerîka heta çi radeyê Herêma Kurdistanê jê re girîng e û giringiyê pê dide?
Serdana cenabê Mesrûr Barzanî, Serokê Hikumeta Kurdistanê bo Amerîkayê gelek girîng bû, ji ber ku li Iraq û Herêma Kurdistanê pirsgirêkên gelek mezin ên kehrebayê hene, lewma Amerîka û welatên Ewropayê jî pê kêfxweş in ku Iraq zêdetir pêwendiyên enerjî û gazê ligel Îranê nemîne. Her çend çavkaniyên enerjiyê li Iraq û Herêma Kurdistanê hene, lê nikarin derxînin, yan pê kêfxweş nînin derxînin, lê di wê serdanê de çend kontrakt hatin girêdan ku ew kontrakt xizmeta enerjiyê li Kurdistanê û seranserê Iraqê dikin, ew jî serkeftineke gelek gelek mezin e û ew nîşan dide, ku Amerîka girîngiyeke gelek mezin dide Herêma Kurdistanê, ji ber ku ew kontraktên ku hatine kirin li ser asta dewletê hatine kirin, her ji ber vê yekê jî nearamiyek li Bexdayê çêbûye. Niha li Bexdayê axaftin hene ku ew kontrakt qebûl nekin û bi rêya dadgehê dixwazin li dijî wê rawestin, lê ez bawer nakim serkeftî bibin, ji ber ku Amerîka bi xwe dema wan girêbest û rêkeftinan encam dide, dizane helwesta welatan, bo nimûne Îranê çi ye, dizane helwesta Bexdayê çi ye, lê Amerîka pê kêfxweş e rewşa Herêmê baştir bibe. Herwiha, Bexdayê hikumeteke wê heye ku heta niha jî biryara xwe nedaye ka dê çawa Kurdistan rewşa xwe baştir bike, her ji ber vê yekê ew rêkeftin û kontraktên ku Mesrûr Barzanî ligel Amerîkayê encam dan, dê gelek serkeftî bibin û bandoreke gelek mezin û diyar li ser pêşketina Herêma Kurdistanê bikin, herwiha ew serdan û kontraktên ligel Amerîkayê nîşan dan ku Kurd roj bi roj rewşa wan baştir dibe û ber bi qonaxeke gelek pêşketîtir û xweşguzeraniyeke baştir ve diçin.

 

Gulan

Top