• Sunday, 08 February 2026
logo

Mela Eyûb Îbrahîm Balekî, gotarxwîn û pêşnivêj li Mizgefta Mela Telheyê Mentik li Hewlêrê, ji bo Gulanê: Xwedayê Perwerdekar ziman û xak û çand û netewe daye me, erk e li ser me em parêzgarî û berevaniyê jê bikin.

Mela Eyûb Îbrahîm Balekî, gotarxwîn û pêşnivêj li Mizgefta Mela Telheyê Mentik li Hewlêrê, ji bo Gulanê: Xwedayê Perwerdekar ziman û xak û çand û netewe daye me, erk e li ser me em parêzgarî û berevaniyê jê bikin.

 

Mela Eyûb Îbrahîm Balekî, gotarxwîn û pêşnivêj li Mizgefta Mela Telheyê Mentik li Hewlêrê, ji bo Gulanê: Xwedayê Perwerdekar ziman û xak û çand û netewe daye me, erk e li ser me em parêzgarî û berevaniyê jê bikin.

Berevajî bingehên dînê pîroz ê Îslamê û çanda miletê Kurd, di Îslama siyasî de tundûtûjî heye. Îslama siyasî berdewam di hewla wê yekê de ye ku dîroka ciwan a Kurd û çanda wê ji holê rake û dînê pîroz ê Îslamê jî ber bi tundûtûjiyê ve araste bike. Li ser vê pirsê Kovara Gulanê hevpeyvînek ligel Mela Eyûb Îbrahîm Balekî, pispor û şareza di şerîeta Îslamê de û gotarxwîn û pêşnimêj li Mizgefta Mela Telheyê Mentik, li taxa Şaredariyê ya bajarê Hewlêrê, pêk anî.

Piştî hilweşandina Xelafeta Îslamî li Stenbolê, rêxistina Îxwan Muslimîn li Misrê hate damezrandin ji bo jinûve vegerandina xelafeta Îslamî, û paşê fikra Îxwan bû fikreke cîhanî, ev jî bû sedem ku Îslam parçe bibe ji bo siyasî û îbadetê, gelo ev parçekirina Îslamê ji bo Îslama siyasî û îbadetê, heta çi radeyê xizmet ji Îslamê re kiriye?
Di vî warî de pêwîst e em amaje bi wê ayeta Qur'ana Pîroz bikin, ku Xwedayê Perwerdekar behsa du tebeqeyan ji me re dike û dibêje: ("أَلَا إِنَّ حِزْبَ اللَّهِ هُمُ الْمُفْلِحُونَ"، "أَلَا إِنَّ حِزْبَ الشَّيْطَانِ هُمُ الْخَاسِرُونَ") ango koma Xwedê serketî ne, koma Şeytan jî di şikestinê de û zerermend in. Partîtî tiştek e û dindarî tiştekî din e, ango du tiştên ji hev cuda ne, ji ber ku partîtî cih û mebesta xwe heye û dindarî jî mînbera xwe heye û tenê yek mebesta wê heye, ku ew jî xwedêperestî û bendetiya Xwedê ye, ti kom û kes jî nabe bi mebesta partîtiyê behsa Qur'an û ayet û hedîsên Pêxember (S.X.L.) û xwedêperestiyê bike, belkî pêwîst e behsa partiya xwe bike. Ji ber vê yekê Xwedayê Mezin dibêje: (كُلُّ حِزْبٍ بِمَا لَدَيْهِمْ فَرِحُونَ). Ango her komek bi aliyê xwe ve dikişîne û bi awaza xwe dixwîne. Herwiha, pêwîst e wek misilman em tenê şanaziyê bi Îslamê bikin û di bin ti têgehek û navekî din de xwedêperestiyê nekin, ji ber ku Xweda ji me qebûl nake, ji ber vê yekê di vî warî de Xweda dibêje: (إِنَّ الدِّينَ عِندَ اللَّهِ الْإِسْلَامُ), ango dîn îslam bûn û xwedêperestî ye, ne partîtî di bin perdeya dînê Îslamê de, lê dema ku me dînê xwe ji bo karê partîtiyê bi kar anî, hingê Xwedayê Mezin dê di qiyametê de me ceza bike, ji ber ku ew kar nakeve çarçoveya dindariyê, belkî ji bo mebesteke takekesî û komekê ye ku bi wê rêyê dixwazin bigihîjin desthilat û berjewendiyên xwe, ango partîtî dema ku çû nav mînbera dînî, bi taybetî dînê pîroz ê Îslamê, tefrîqe û aloziyê di nav misilmanan de çêdike.
Li gorî vê dîroka Îxwan Muslimîn, derketiye holê ku fikra Îslama siyasî girîngiyê nade pirsa xak û neteweyê, pîroziyên neteweyê bê nirx dikin, li vir jî li Kurdistanê em dibînin ku li wan medreseyên ku partiyên îslamî serperiştiya wan dikin, programên wan jêbirina hizra neteweyî û niştimanî ye, herwiha em dibînin serokên partiyên îslamî rêzê li sirûda Ey Reqîb nagirin, gelo jêbirina întîma û pîroziyên niştimanî çi karesatekê jê derdikeve?
Bêguman gelek caran em dibihîsin, bi taybetî ji wan kesên ku di bin perdeya Îslamê de partîtiyê dikin, ku qaşo dînê pîroz ê Îslamê dijî neteweperwerî û xak û ziman û cil û berg û çandê ye, lê ev esl û esasa wê tune ye, belkî bi yek ayetê em dikarin bersiva rastiya wê bidin. Em mirov di mirovahiyê de bira ne, paşê di dindariyê de bira ne, ji ber ku hemû netewe di afirandinê de li cem Xweda hevpar in, Xwedayê Mezin di Qur'ana Pîroz de dibêje: (يَا أَيُّهَا النَّاسُ إِنَّا خَلَقْنَاكُم) ango di destpêkê de dibêje gelî mirovan, rûkirina Xwedayê Perwerdekar li mirovan e, ne ji Îslamekê ye, ne ji aliyekî û partiyan e (إِنَّا خَلَقْنَاكُم) Min hûn afirandine. Ango hemû netewe di afirandinê de li cem Xwedayê Perwerdekar hevpar in (مِّن ذَكَرٍ وَأُنثَىٰ), ango ji nêr û mê min hûn afirandine, ku ew Bavê Adem û Dayika Hewa ne. Lewma mêr û jin jî temamkerê hev in, (وَجَعَلْنَاكُمْ شُعُوبًا وَقَبَائِلَ) Min hûn kirine netewe û hoz (لِتَعَارَفُوا ۚ) da ku hûn hev nas bikin, da ku hûn hev qebûl bikin û dijî hev nebin û rêzê li hev bigirin. Ev yek nîşan dide ku li cem Xweda (xak û netewe û niştiman) heye, ji ber vê yekê pêwîst e her takekesek di civakê de parêzgarî û berevaniyê ji xak û niştimana xwe bike. Dema ku xak nebe, li ku derê mirov dikare îbadeta Xwedê bike? Lewma her neteweyek xaka xwe heye, û ger xaka wê hebe divê berevanî jê were kirin, herwiha di dînê pîroz ê Îslamê de hatiye ku Xwedayê Mezin dibêje: (وَمَا أَرْسَلْنَا مِن رَّسُولٍ إِلَّا بِلِسَانِ قَوْمِهِ), ango her pêxemberekî ku min şandiye, bi zimanê qewmê wî min şandiye. Herwiha li cihekî din hatiye (وَاخْتِلَافُ أَلْسِنَتِكُمْ وَأَلْوَانِكُمْ ۚ), ango cudahiya reng û zimanan hemû di desthilata Xwedê de ye, her Xwedayê Mezin ev zimanê Kurdî daye min, ez şanaziyê pê dikim û ev xak û niştimana ku Kurdistan e jî daye min, ku hêlîna min e û ez li ser dijîm, ji ber vê yekê pêwîst e ez berevanî û parêzgariyê jê bikim, her çend ew partiyên îslamî yên siyasî yên ku ew bername û programên dijî hezkirina xak û netewe û niştiman belav dikin, mebesta wan ew e ku hesta neteweperweriyê li cem ciwanên Kurd û civaka wê lawaz bikin. Qaşo dînê Îslamê wisa ye, her çend berevajî vê yekê di dînê Îslamê de rêz li nirx û berjewendî û çanda neteweyî û niştimanî ya her civakekê hatiye girtin, wek ku Pêxember (S.X.L.) dibêje: (خَيْرُكُمْ الْمُدَافِعُ عَنْ أَهْلِهِ عَنْ عَشِيرَتِكُمْ مَا لَمْ يَأْثَم), ango baştirînê we ew kes e ku berevaniyê ji eşîret û gel û hoza xwe dike, bi taybetî ku guneh tê de tune be, lê tiştê ku Îslama siyasî dike, berevajî şerîeta Xweda û dînê pîroz ê Îslamê ye û destê derve û dijminên gelê Kurd li pişt wan in ji bo lawazkirina bîra neteweperweriya me.
Em Kurd wek gelekî misilman, xwedî dîrokeke pak a misilmanî û kurdayetiyê ne û gelek zanayên mezin ên Îslamî me hebûne û hene, bo nimûne «Nalî û Ehmedê Xanî û Mewlewî», çima Îslama siyasî vê dîrokê ji bîr dike û dixwaze dîrokeke din li Kurdistanê belav bike, ku ew jî dîroka Erebî ye?
Yên ku dixwazin dîroka neteweperweriya Kurd ji holê rakin, deste û kom û kes in ku ji derveyî Kurdistanê û miletê Kurd hatine û di bin perdeya dînê pîroz ê Îslamê de dixwazin hizir û bîr û bernameya xwe li Kurdistanê belav bikin û hêdî hêdî bi cih bikin. Em miletê Kurd miletekî misilman, mirovdost, lêborîn û aştîxwaz in û ji destpêka peyama Îslamê ve Kurdan bi dilxwazî ev dîn wergirtiye, û xwedî gelek zana û jîr û muftiyên şareza û jêhatî û helbestvanên mezin û serokên şoreşger ên bi destnimêj û xwedî terîqet û ehlê şerîeta Îslamê bûne, wek nimûne ji serokên şoreşgeran Qazî Mihemed û Şêx Seîdê Pîran û Şêx Mehmûd û Mele Mistefayê Barzanî û ji helbestvanên mezin ku di pirsê de amaje bi çend navên wekî «Nalî û Ehmedê Xanî û Mewlewî» hatiye kirin û ji serokên herî qehreman ên Îslamê jî Selahedînê Eyûbî ji netewe û miletê Kurd e, her çend ew hizir û bernameya ku hatiye danîn ji bo ku dîroka neteweperweriya Kurd ji holê rakin û dîroka Erebî li ser me ferz bikin ji aliyê wan alî û komên îslamî yên siyasî yên heyî ve, bi hîkmeta serokatiya siyasî ya wekî cenabê Serok Barzanî û yekîtiya zexm a Yekîtiya Zanayên Dînê Îslamî ya Kurdistanê, heta niha nekarîne yek gavekê jî di planên xwe de serkeftî bin, û heta dinya dinya be jî miletê Kurd bi ti kes û aliyekî nikare ji dîrok û serweriyên xwe dûr bikeve û hewl û karên wan neyaran jî ku desîseyên dijmin û derve ne dê her têk biçin.
Behs li ser hilberandina tundûtûjî û terorê di fikra Îxwan Muslimîn û Îslama usûlî de tê kirin. Gelo çandina tovê tundûtûjî û îrhabê di civakê de heta çi radeyê civakê ber bi ne-seqamgîrî û kavilbûnê ve dibe?
Dînê Îslamê nerm û nîyan e û baweriya wê bi hevjiyana aştiyane û lêborînê heye û dûrî tundûtûjî û aşûb û dijayetiya hev e. Her kom û aliyek di Îslamê de li ser bîr û baweriya tundrewî û tundajotiyê peyda bûbe, di gava dawî de ji nav çûye, ji ber ku armanca wan a sereke ji bo destkeftî û berjewendiyên xwe û damezrînerên wan bûye, her wekî ku me di sala 2014an de dît komek bi navê DAIŞ ku îdiaya Îslamê dikirin, êrîşî Iraq û Herêma Kurdistanê kirin, hemû karên wan tundûtûjî û têkdan û kavilkarî bû, di dawiyê de me dît ku çawa li ser destê hêza Pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê şikestin. Ji aliyekî din ve em gelê Kurd ji mêj ve çendîn netewe û dîn û ayînza bi kêfxweşî û asûdehiyeke mezin bi hev re jiyane û heta niha jî di xweşî û nexweşiyên hev de hevpar in û goristanên me nêzîkî hev in, her çend kom û aliyên wisa peyda bûne, bi nav û di bin perdeya Îslamê de li Herêma Kurdistanê dixwazin di gelek dem û rewşan de tundûtûjiyê bi navê Îslamê derxin holê, ku mebesta wan diyar e, aloziyê û derketina ji wan prensîpên bingehîn û sereke yên dînê pîroz ê Îslamê ye, ji ber vê yekê nekarîne di hewl û planên xwe de serkeftî bin. Dînê Îslamê ji ber vê yekê dijî û berevajî tundûtûjiyê ye, ji ber ku ew tundûtûjî civakê ber bi hilweşîn û malwêraniyê ve dibe û mirov di wê navberê de tûşî nexweşî û zehmetiyeke mezin dibe, ev yek jî li cem Xwedayê Mezin cihê qebûlkirinê nîne, ji ber ku mirov li cem Xweda mezintirîn û bi nirxtirîn afirîdeya ser rûyê erdê ye.
Xaleke din a metirsîdar di fikra Îslama siyasî de pirsa jinûve tefsîrkirina "fetwa"yan e, di Îslamê de divê hikûmet, an Emîr-ul-Mu'minîn fetwayê bide, lê Îslama siyasî dibêje, her kes dikare fetwayê bide û mirovan bikuje. Gelo ev yek ne bêwatekirina fetwayê û çêkirina aloziyê ye di civakê de?
Fetwadan di dînê Îslamê de xaleke pir girîng û bibandor û pêwîst e û nabe ti alî û komek bi çi navî bin, lijneya fetwayê ya wan hebe û bi dilê xwe li ser pêşhat û babet û rûdanan fetwayan bidin, ji ber ku ew ji bo berjewendiyên xwe wî karî dikin, lê fetwadan divê ji aliyê wê Encumena Bilind a Fetwayê ve be ku ji aliyê Hikûmeta Kurdistanê ve di Wezareta Ewqaf û Karûbarên Dînî de hatiye damezrandin.

 

Gulan

Top