Mela Ebûbekir Şêx Ehmed Aqûbanî, xutbexwîn û pêşnimêjê Mizgefta Çar Xelîfeyan li qezaya Pîrmamê ji Gulanê re: Miletê Kurd xwedî dîrokeke Îslamî ya geş e û mafê ti kesî nîne ku dîroka milletekî din bi ser wî de bisepîne
Mela Ebûbekir Şêx Ehmed Aqûbanî, xutbexwîn û pêşnimêjê Mizgefta Çar Xelîfeyan li qezaya Pîrmamê ji Gulanê re: Miletê Kurd xwedî dîrokeke Îslamî ya geş e û mafê ti kesî nîne ku dîroka milletekî din bi ser wî de bisepîne
Ji bo ku em bizanin çima Îslam li ser îbadet û siyasetê tê dabeşkirin, yan çima hinek kes û kom bi navê Îslamê dixwazin hezkirina ax û welat di nav gelê Kurd de bêqîmet bikin, li ser van pirsan û çend mijarên din ên pêwendîdar, Kovara Gulanê hevpeyvînek ligel Mela Ebûbekir Şêx Ehmed Aqûbanî, şareza û pisporê Şerîeta Îslamî û terîqetê û xutbexwîn û pêşnimêjê Mizgefta Çar Xelîfeyan li qezaya Pîrmamê pêk anî.
Piştî hilweşîna Xelafeta Îslamî li Stenbolê, rêxistina Îxwan Muslimîn (Birayên Misilman) li Misrê hate damezrandin, ev jî bû sedem ku Îslam bibe siyasî û îbadet, gelo ev dabeşkirina Îslamê bo Îslama siyasî û îbadetê heta çi radeyê xizmeta Îslamê kiriye?
Tişta ku em ji ola pîroz a Îslamê têgihîştine, dema ku em olê bikin amûrek ji bo gihîştina desthilatê, yan ji bo avakirina hêzê, hingê Xwedayê mezin bi wê yekê ne razî ye û ne ligel wê ye jî, ji ber ku di Qurana Pîroz de dibêje: (وَأَنَّ هَٰذَا صِرَاطِي مُسْتَقِيمًا فَاتَّبِعُوهُ ۖ وَلَا تَتَّبِعُوا السُّبُلَ فَتَفَرَّقَ بِكُمْ عَن سَبِيلِهِ) "Û bi rastî ev rêya Min a rast e, îdî hûn pê de herin û li pey rêyên din neçin, da ku ew we ji rêya Wî cuda nekin." Xwedayê mezin rojane di nimêjên me de ji me dixwaze ku em di ola pîroz a Îslamê de berdewam bin, li ser rêya rast bin û li ser rêyên xwar û xêç neçin, ji ber ku ew rêyên xwar û xêç cudahî û pirsgirêkan di navbera we de çêdikin. Dema ku beşek ji Îslamê bi navê komekê yan partiyekê jê cuda bû, wê demê ew ji çarçoveya Îslamê derdikeve, ji ber vê yekê Xwedê daye zanîn ku ola Îslamê ji bo mirovahiyê ye ku li ser bimeşe û eger kesek ji bilî Îslamê tiştekî din wek ol û dînê Îslamê bihesibîne, ew nayê qebûlkirin, ango eger kesek, yan komek, partiyek bi navê Îslamê ava bike, wê demê wateya wê ew e ku peyrew û program û bernameya Îslamê li aliyekî hiştiye, ji ber ku Xwedayê mezin ola Îslamê ji bo îbadet û bendayetiya xwe û pêkvejiyan û xizmetkirina mirovahiyê daniye. Bi giştî, divê ola Îslamê li ser îbadet û siyasetê neyê dabeşkirin, her dema ku ew dabeşkirin di nav her civakeke Îslamî de çêbibe, wê demê pirsgirêk û alozi derdikevin û ol dibe amûr ji bo wan alî û komên ku bi navê Îslama siyasî kar dikin, da ku bigihîjin desthilatê û berjewendiyên xwe yên taybet.
Di fikra Îslama siyasî de derketiye holê ku giringiyê bi pirsa ax û neteweyê nade, li Kurdistanê jî em dibînin ku di wan medreseyên ku partiyên Îslamî serpereştiya wan dikin, programên wan jêbirina fikra neteweyî û niştimanî ye, gelo jêbirina aîdiyet û pîroziyên niştimanî çi karesatekê bi xwe re tîne?
Eger ji Îslama rastîn komek û partiyek û bîr û baweriyek bi navê Îslamê çêbû, ew Îxwan Muslimîn be, yan her alî û komeke din a Îslama siyasî bin, ew li ser bername û programên taybet bi xwe dimeşin, ku di wê bernameya wan de xalek heye ku ew jî ew e ku girîngî bi ax û niştiman û neteweyê neyê dayîn, ku ev jî cudahî ye ji bernameya Xwedayê mezin ku Qurana Pîroz e û dijberî fermanên Pêxemberê Îslamê ye (Silavên Xwedê lê bin), ji ber ku di Qurana Pîroz de sond bi welêt hatiye xwarin (sond bi Mekkeyê hatiye xwarin) wek ku dibêje: (وَالتِّينِ وَالزَّيْتُونِ (1) وَطُورِ سِينِينَ (2) وَهَٰذَا الْبَلَدِ الْأَمِينِ (3)) "Sond bi hêjîr û zeytûnê. Û bi Çiyayê Sînayê. Û bi vî bajarê ewle (Mekke)." Xwedayê mezin ligel asayîş û aramî û îstiqrarê ye û sond dixwe bi wî bajarê ku aram û dûrî şer û aloziyê ye, lê ew bîr û baweriyên ku di hinek kom û aliyan de bi navê Îslamê hene û li welatê me peyda bûne ku giringî û qîmetê nadin ax û welat û niştiman û pîroziyên wê, ew alî û kom dûrî ola pîroz a Îslamê ne, her çend bi navê olê jî hatibin û îdia bikin. Herwiha Pêxember Mihemed Elmustefa (Silavên Xwedê lê bin) dema ku ji bajarê Mekkeyê, ku cihê jidayikbûn û jiyana wî bû, ji aliyê xelkê wê ve hate derxistin, dema ji bajar derket li hember Mekkeyê rawesta û hêsir ji çavên wî hatin xwarê û got: "Mekke, xweştirîn cihê jiyana min e, Ya Xwedê, ez ji vî bajarê xweşewîst û ewle hatim derxistin, li bajarekî ewle û xweşewîst cihê min çêke," ku ew jî Medîne bû. Herwiha, li cihekî din gotiye: "Hezkirina welat beşek ji îmanê ye." Lê ew kom û aliyên Îslamî yên siyasî bi bîr û baweriyên derve û dûrî razîbûna Xwedê, di bernameyên xwe de kar li ser wê yekê dikin, ku takekes ax û niştimana xwe hez neke û aîdiyeta wî jê re nemîne ku hemû ev tişt ji aliyê Îslamê ve cih nagirin û nayên qebûlkirin, ji ber ku eger ax nebe mirov li ku û çawa dê îbadeta Xwedayê mezin bikin? Ji aliyekî din ve, welat û niştiman wek dê ye û dê jî gelekî xweşewîst e li cem mirovan. Herwiha, divê her kes berevaniyê li welat û niştiman û wê axa ku li ser dijî bike û li cem Xwedayê mezin û Pêxemberê Îslamê jî ew e ku kî ax û niştimana xwe hez neke, îmana wî bi Îslamê jî temam nîne. Pêxember (Silavên Xwedê lê bin) di hedîsekê de dibêje: "Her kesê ku ji bo parastina ax û welat û rûmet û mal û milkê xwe, xwe bide kuştin, ew wek şehîd tê hesibandin."
Em Kurd wek gelekî Misilman, xwedî dîrokeke pak a Misilmanî û Kurdayetiyê ne û gelek zanyarên mezin ên Îslamî yên me hebûne û hene, çima Îslama siyasî vê dîrokê paşguh dike û dixwaze dîrokeke din li Kurdistanê belav bike, ku ew jî dîroka Ereban e?
Em wek miletê Kurd berê û ligel hatina ola pîroz a Îslamê jî ji gelek aliyan ve dijminatiya me hatiye kirin, ku ew dijminatî û neyartî ne li ser Misilmanbûna me bûye, belkî hemû li ser bîr û baweriya neteweyî û niştimana me bûye. Herwiha, hemû ew şoreşên ku ji bo rizgariya niştimanî ya me hatine kirin, ji aliyê Şêx Seîdê Pîran, Şêx Seîdê Nûrsî, Şêx Ehmed Barzanî, Şêx Ebdulselam Barzanî, Şêx Mehmûdê Hefîd û Qazî Mihemed û Mela Mistefa Barzanî, hemû jî mela û şêx û xwedî terîqetên Îslamî bûn ku şoreşên wan ji bo mafê neteweyî û niştimanî yê gelê Kurd bûne û hemû serkêş kesayetî û mêrên navdar ên ola pîroz a Îslamê bûn. Ev hewldana xerab bi sedan salan e li hember gelê Kurd ê Misilman kar jê re tê kirin ku jêbirina dîroka wî ye, bi taybetî piştî peydabûna kom û aliyên siyasî bi navê ola pîroz a Îslamê, lê hewldanan gavek jî pêşve neçûne, ji ber ku gel û miletê Kurd ê Misilman ola pîroz a Îslamê bi aştî û lêborînê ji destpêka peydabûna Îslamê ve wergirtiye. Herwiha, yek ji hevalên Pêxember (Silavên Xwedê lê bin) ku Cabanê Kurdî bûye û gelekî xweşewîst û dilsozê wî bûye, ji miletê Kurd bûye. Herwiha, di nav gelê Kurd de gelek zanyar û jîr û mêrên olî yên Îslamî yên gelek navdar û mezin hebûne, ku bandora wan li ser gihandina peyama wê olê û Qurana Pîroz hebûye. Ji ber vê yekê, ew bîr û baweriyên siyasî yên ku bi navê Îslamê kar ji bo jêbirina dîroka geş a gelê Kurd ê Misilman dikin, ji ola Îslamê tênegihîştine.
Gelo di ola Îslamê de çandina tovê tundûtûjî û terorê (îrhab) di civakê de çawa tê dîtin, ku Îslama siyasî di bernameya xwe de heye, ew heta çi radeyê civakê ber bi neîstiqrar û kavilbûnê ve dibe?
Ola Îslamê ji bo wê yekê hat da ku xweşguzeranî çêbike û her kesê xwedî maf bigihîje mafê xwe, ji ber vê yekê berî hatina Îslamê jê re "Serdema Cahiliyetê" digotin, ji ber ku zilm û sitem û tundûtûjî hebû, yên bi hêz yên bêhêz dixwarin û rêz li jinan nedihat girtin û keç zindî dihatin veşartin. Ola pîroz a Îslamê hat, da ku wan xwar û xêçiyan rast bike û her milet û netewe, tevî miletê Kurd, bigihîje maf û heqê xwe. Lê mixabin ku ew kom û aliyên ku niha bi navê Îslamê çêbûne, xelkê han didin ji bo teqînan û ji bo karên tundûtûjî û çêkirina aloziyan û şer û şerxwaziyê, ku di ola pîroz a Îslamê de tundûtûjî nîne û cihê wê nabe. Ji ber vê yekê Îslam ola pêkvejiyan û biratî û qebûlkirina hev û aştî û lêborîn û dadperweriyê ye û dûrî wê tundûtûjiyê ye ku niha hinek kom û alî di bin perdeya Îslamê de wek DAIŞê kar pê dikin. Kom û aliyên din jî gelek in û li welatê me jî bi salan e peyda bûne ku ji bo gihîştina berjewendiyên xwe, dûrî bingehên Îslamê, bi navê olê piştgiriyê li tundûtûjî û aloziyan û şer dikin.
Fetwadan di Îslamê de gelekî girîng e, gelo nabe ku hikûmet bi rêya zanyar û muftiyan fetwayê bide? Lê Îslama siyasî dibêje her kes dikare fetwayê bide. Gelo ev ne bêwatekirina fetwayê û çêkirina aloziyê ye di civakê de?
Her aliyek bi navê Îslamê siyasetê bike, yan her kes û bangxwazek fetwayê bide, ew yek ji plan û dek û dolabên jehrî ye ji bo nav civakê, da ku aloziyan û tevliheviyê çêbikin. Ji ber ku mafê ti kes û aliyekî nîne, heta mamostayê olî jî, ku fetwayê bide, belkî divê muftî fetwayê bide, ango ew kesê ku digihîje şarezayî û pisporiyê di hemû alî û warên Îslamê de, ew jî piştî şêwirîna bi kesên şareza û zanyarên din ên Îslamî, hingê fetwayê bide, ji ber ku fetwadan îmzekirina li cihê Xwedayê mezin e. Ji aliyekî din ve, li Herêma Kurdistanê hikûmetê di Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî de encûmeneke bilind ji zanyar û şareza û pisporên ola Îslamê û muftiyan damezrandiye, ku tenê ji bo wê encûmena fetwayê hatiye ku fetwayê bide, ku fetwa jî guncaw be û nebe sedema tevlihevî û tundûtûjiyê di nav civakê de, ji ber ku fetwadaneke neguncaw kavilkarî û metirsiyên mezin çêdike.
