Profesor Bernard Haykel ji Gulanê re: Mîheng cîbicîkirina peymanên di navbera Trump û welatên Kendavê de ye
Profesor Bernard Haykel ji Gulanê re: Mîheng cîbicîkirina peymanên di navbera Trump û welatên Kendavê de ye
Profesor Bernard Haykel, rêveberê Enstîtuya Lêkolînên Herêmî ya Rojhilata Navîn a Hemdem û pisporê Rojhilata Nêzîk li Zanîngeha Princeton li Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê, di lêkolînên xwe de girîngiyê dide çend mijarên girîng, wekî wan aloziyên siyasî û civakî yên ku ji mijarên bi nasnameya olî û desthilatdariyê ve girêdayî ne û jê derdikevin, herwiha girîngiyê dide dîrok û siyaseta welatên Kendava Erebî û, bi taybetî Erebistana Siûdî. Gulanê hevpeyvînek pê re pêk anî, ku mijarên wê yên serekî bi girîngî û nirxa serdana serokê Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê bo Rojhilata Navîn – wekî yekem serdana wî bo derveyî welat – û bi taybetî bo sê welatên Kendava Erebî, Erebistana Siûdî, Îmarat (Emîratên Yekbûyî yên Ereb) û Qeterê ve girêdayî bûn. Eşkere ye ku serokê Amerîkayê hewl da, şopa dest û bandora xwe li ser vê herêma girîng ji aliyê stratejîk ve bihêle û bi awayekî taybet hewlên xwe li ser girîngîdana berjewendiyên aborî û lihevkirina di vî warî de çirr kirin, ango ji bo zêdetir berfirehkirina derfetên veberhênan û hevkariya aborî.
Eşkere ye ku serdana serokê Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê bo herêma Rojhilata Navîn nikare kêm nirx bê dîtin, belku ev serdanek tijî girseyî û giranî ye ji bo peywendiyên navbera Amerîka û her sê welatên Erebistana Siûdî, Îmarat û Qeterê. Hûn çawa li vê geşedana girîng dinêrin û gelo li gorî nêrîna we, sedem û palderên serekî yên li pişt vê serdanê çi bûn?
Wekî ku di dema serdanê û civîn û gotûbêjan de jî xuya bû, hingê dikare bê gotin ku palderên serekî zêdetir xwesletiyên aborî hebûn. Ango, armanca bingehîn a Donald Trump ji serdanan, bidestxistina zêdetir pere û veberhênanê bû ji welatên Kendavê ji bo Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê. Ligel vê yekê jî, divê em wê yekê jî ji bîr nekin ku li gel van hemûyan, Donald Trump hewl da bizane gelo Erebistana Siûdî bi taybetî, herwiha welatên din ên Kendavê dikarin bibin alîkar û hevaheng ji bo çareserkirin û yekalîkirina hin pirsgirêk û aloziyên herêma Rojhilata Navîn, wekî aloziya di navbera Amerîka û Îranê de.
We îşaret bi wê yekê kir ku ligel mijarên aborî û derfetên veberhênanê, Serok Trump xwest wê yekê jî gengeşe bike ku gelo ev welatên Kendavê dikarin di kêmkirina aloziyan û çareserkirina pirsgirêkan de bibin alîkar, gelo van tiştan bandor li ser armanca serekî ya serdanê nekir?
Di rastiyê de, divê em di vî warî de wê yekê jî li ber çavan bigirin ku Serok Trump bi xwe daxwaza wê yekê dike ku peymanekê ligel Îranê derbarê bernameya wê ya etomî û mijarên din de îmze bike, ku ev mijarek e ku welatên Kendavê jî dixwazin ber bi çareserî û yekalîbûnê ve biçe. Ango, eger ez bersiva berê zelaltir bikim, ew daxwazkar bû ku ev welatên herêmê di aramkirina Rojhilata Navîn de bibin alîkar. Bi taybetî pirsgirêk û nakokiya di navbera Îsraîl û Filistînê de, herwiha ew rewşa ku li Sûriyê û welatên din ên wekî Sûdan û Yemenê heye. Mebesta min ew e ku ew mijarên girîng bûn di gotûbêjên navbera wan de. Herçend divê em wê yekê paşguh nekin ku nirx û girîngiya serekî zêdetir bi warê aborî û darayî û mijarên veberhênanê ve girêdayî bûn.
Lê eger em bi awayekî realîst vê serdanê binirxînin, gelo tiştê ku tê de hat gengeşekirin û ragihandin, ne cihê pêşbînîkirinê bûn? Gelo destkeftek hebû ku ne cihê payînê bûya?
Ez dixwazim bi vî rengî bersiva vê pirsê bidim, ku rast e me daxuyaniyên mezin dîtin derbarê mijarên bi warê veberhênanê û encamdana peymanan ve girêdayî, lê divê em wê yekê jî bibêjin ku ev mijar ji bo çend salan e ku hene (di rojevê de ne), ji ber vê yekê mîheng di vî warî de ew e ku gelo ev soz û mijar dê bên cîbicîkirin û gavên pratîkî ji bo wan bên avêtin, ku li gorî nêrîna min ev wekî pirsek vekirî dimîne. Wekî ku me dît, hat ragihandin ku bi sedên milyar dolar veberhênan li Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê tê kirin, herwiha behsa peymana firotina çekan ji van welatan re hat kirin. Me payîn dikir ku daxuyanî û ragihandinên mezin derbarê mijara Îranê de bên dayîn. Bi her hal, tiştê ku hat dîtin, gelek daxuyanî bûn ku bi rûkeş mezin û girîng bûn, lê wekî ku min berê jî îşaret pê kir, pirs ew e ku gelo heta çi radeyê ev daxuyanî û ragihandin dê ji aliyê pratîkî ve bên cîbicîkirin.
Pir baş e, eger em behsa wan welatan bikin ku Serok Donald Trump serdana wan kir, gelo hûn bawer dikin ku hêvî û bendewariyên van welatan çi bûn? Gelo ew daxwazkarê çi bûn ku di beramber de bidest bixin, bi taybetî ku wan peymana kirîna çekan ligel Amerîkayê encam daye û biryar dane ku bi nirxekî pir mezin veberhênanê li nav Amerîkayê bikin?
Eger em derbarê hêvî û armancên welatên Erebistana Siûdî, Îmarat û Qeterê biaxivin, wê demê daxwaza van welatan bi awayekî serekî pêkanîna hevbendiyeke stratejîk bû ligel Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê, bi taybetî avakirina hevbendiyeke girêdayî warê berevanî û leşkerî. Ez dixwazim wê yekê jî bibêjim ku ez bawer bûm ku beşek ji nirx û girîngîdanê dê bi mijara girêdayî zîrekiya çêkirî (AI) û peywendiya navbera Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê û van welatan ve di warê teknolojiyê de be. Mijareke din a ku girîng e, ji bo van welatên ku Trump serdana wan kir, bi neftê ve girêdayî bû. Ango, berjewendiya van welatan di wê yekê de bû ku Donald Trump qanih bikin ku daketina nirxê neftê – ku ev daxwaza Donald Trump e – herdem encam û akameke baş jê dernakeve ji bo pîşesaziya neftê bi xwe li nav Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê, ango karekî baş bû ji bo wan ku tiştekî bikin da ku Trump derbarê nirxê neftê de realîst be, da ku li ser 70 dolarî ji bo her bermîlekê bimîne.
Em dizanin ku Donald Trump di dewra xwe ya yekem a serokatiyê de tenê serdana Erebistana Siûdî kiribû, lê vê carê ligel Siûdiyê herdu welatên Îmarat û Qeter jî zêde kirin, hûn bawer dikin sedema vê yekê çi bû?
Li gorî nêrîna min, sedem ew bû ku ev herdu welatên din (Îmarat û Qeter) çavkaniyeke mezin a darayî û veberhênanê ne. Bila em di vî warî de wê rastiyê ji bîr nekin ku hişmendiya siyasî ya Donald Trump di salên heftêyî yên sedsala borî de şikil girtibû, ku di wê dem û serdemê de welatên Erebî ambargoya neftê sepandin û di sala 1973an de nirxê neftê çar qat biha bû, paşê û di dawiya wê dehsalê de ev yek dîsa qewimî, ji ber destpêkirina şoreşa Îranê. Lewma, di nêrîn û ramana Donald Trump de, welatên Erebî yên Kendavê xwedî darayî û dahateke vekirî ne, û ji aliyê navxweyî ve jî ti sînordarî (kot û bend) li ser wan nîne, ku ev yek di salên heftêyî yên sedsala borî de jî rast bû.
Lê hûn bawer dikin ku ev berawirdkirina Donald Trump di navbera rojên salên heftêyî û vê rewşa ku niha di navbera van welatan de heye, heman şert û merc in?
Na, ez bawer nakim ku niha heman şert û merc hebin. Mebesta min ew e ku her çend Serok Donald Trump bawer dike ku ev welat çavkaniyeke bêdawî ya veberhênan û darayiyê ne, lê ez bawer nakim ku ew têbigihîje ku di rastiyê de, welatekî wekî Erebistana Siûdî, daxwaz û pêdiviyên wî yên navxweyî û darayî pir in û çavkaniyên wî yên bêdawî nînin da ku li derve veberhênanê pê bike.
Wekî ku diyar e, niha şerê Îsraîl û Tevgera Hemasê zêdetir tûj bûye, lê rêveberiya Trump karî tiştekî bike ku Hemas kesekî ji rehîneyan ku welatiyekî Amerîkî ye azad bike, berê jî bêyî Îsraîlê peymanek ligel Hûsiyên Yemenê encam dabû, û di vê gera xwe ya bo herêmê de serdana Îsraîlê nake. Pirs li vir ew e, gelo corek ji alozî û sarbûnê di peywendiyên navbera Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîlê de heye?
Ez bawer dikim ku corek ji aloziyê di navbera van herdu welatan de heye, lê Donald Trump ji her tiştekî din zêdetir girîngiyê dide wê yekê ku Xelata Nobelê ya Aştiyê bidest bixe, li ser wê yekê ku nakokiya Ereb û Îsraîlê çareser bike. Ango, di vî warî de Trump dixwaze danasîna Îsraîlê bi dewleta Filistînî misoger bike, di demekê de ku Îsraîl bi serokatiya serokwezîrê xwe (Benyamin Netanyahu) û hikûmeta xwe ya rastgir vê yekê red dike.
