Dr. Ehmed Sefar, biryarderê Komîteya Darayî di xula borî ya Parlamentoya Iraqê de ji Gulanê re: Cudakirina para Kurd ji para Iraqê ji aliyê Amerîkayê ve pirsgirêka mûçeyan çareser dike
Dr. Ehmed Sefar, biryarderê Komîteya Darayî di xula borî ya Parlamentoya Iraqê de ji Gulanê re: Cudakirina para Kurd ji para Iraqê ji aliyê Amerîkayê ve pirsgirêka mûçeyan çareser dike
Doktor Ehmed Sefar, ji bilî ku di xula borî ya Encûmena Nûneran a Iraqê de biryarderê Komîteya Darayî bû, wek yek ji şareza û pisporên warê aborî û darayî tê dîtin. Di vê hevpeyvîna Kovara Gulanê de, zanyariyên nû derbarê pirsa mûçe û kêşeyên darayî pêşkêş dike, herwiha behsa wan astengî û pirsgirêkan dike ku ji bo Herêma Kurdistanê li Bexdayê tên çêkirin.
Her çend di bûdceya sala 2025an de mijara mûçeyên mûçexwarên Herêma Kurdistanê li gor biryara Dadgeha Federal hatibû cîgirkirin, lêbelê mûçe bi berdewamî tên paşxistin û astengî û hincetên curbicur ji bo vê mijarê tên çêkirin. Wek kesekî şareza yê darayî û demek dirêj jî biryarderê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê bûyî, sedema vê yekê bi çi ve girê didî?
Bi xwe divê yasaya bûdceya giştî, rêkxer û çareseriya hemû mijarên darayî yên di navbera Herêm û Bexdayê de be, lê cihê mixabiniyê ye ku her sal ev yasaya bûdceyê piştî nîqaş û gengeşiyeke zêde derdikeve, û pê ve pabend nabin. Ji ber vê yekê, çi kêşeyên wan ên darayî bi Herêmê re hene, tenê bi lihevkirinên devkî û demkî birêve dibin, demekê pêk tînin û piştre bêyî ti hinceteke yasayî û rastîn paşde gav diavêjin û astengî û behaneyên nû çêdikin. Di bingeh de, pabendnebûna Bexdayê bi yasaya bûdceyê û çêkirina astengiyan ji bo şandina mûçeyan, vedigere destwerdana siyasî ya partî û komelên siyasî yên bibandor, ku ew jî di bin fişar û rojevên derve de ne, lewma hikûmetê nekariye rewşa darayî ya welat kontrol bike. Bi taybetî ku hikûmeta Iraqê li ser bingeha parvekirinê (pişk pişkênê) û muheseseyê hatiye damezrandin û wezaret û saziyên sereke di bin kontrola partiyên dijberî Kurdan de ne, û tiştek bi navê serxwebûnê nemaye, di nav wan de Wezareta Darayî ku destwerdanê tê de dikin û rê nadin ku pereyê mûçeyên karmendên Herêmê bê şandin.
Kurd li Bexdayê di rêya serokkomar, parlamenter, wezîr û berpirsên xwe ve, heta çi radeyê karîne rûbirûyî wan astengî û çêkirina wan kêşeyan bibin? Ew çima penahê dibin ber Dadgeha Federal û biryar li pey biryarê li dijî Kurdan derdixînin, çima em li Bexdayê lawaz in?
Nûnerên Kurd li Bexdayê di pirsên niştimanî û neteweyî de jî ne yek deng û yekgirtî ne û hinek caran bi awayekî rûdkî ev yekhelwestî û yekdengî tê dîtin, heta ew şandên ku ji bo çareserkirina kêşeyan serdana Bexdayê dikin, zû vedigerin, bêyî ku kêşe û pirsgirêkên xwe çareser kiribin. Her şand diçe û tê û ti lihevkirin û çareserî nayê dîtin. Ez dizanim ku ji bilî kêmasiyan, nûnerên baş jî hene. Divê şand biçe Bexdayê û bi sebir be û venegere heta ku mesela mûçeyan tenê ji bo mehekê çareser nekin. Va ye, meha yazdehan a îsal dema hilbijartinên Iraqê ye û partî, aliyên siyasî û kesayetiyên şovenîst ji bo komkirina dengan û ji rê derxistina şeqamê, mijara birrîna mûçeyên karmendên Herêmê û ziyangihandina bi Herêma Kurdistanê wek destkefteke siyasî û madeyeke îslamî ya hilbijartinê bi kar tînin. Ji ber vê yekê, dibe ku ji bo meha pêncan û hemû mehên din ev kêşe berdewam be. Divê li ser asta bilind peymanek ji bo wan çend mehên îsal ên mane bê îmzekirin, êdî bi lihevkirinên demkî û devkî bawer nekin. Ji ber vê yekê, pêwîst e Kurd di vî şerî de yekgirtî bin û xelkê Kurdistanê jî amade nebin piştgiriya kesên ku li wir pîşeya wan nûnertî û parêzvaniya destkeft û mafên wan nebe bikin, ji ber ku nûnerên Kurd li Bexdayê ne tenê nûnerên siyasî û partiyên xwe ne, bi qasî ku ew nûnerên xelkê ne, di nav wan de nûnerên mûçexwaran in.
Wê demê kêşeya paşketina vê carê ya şandina pereyê mûçeyên karmendan, pêwendî bi kêmbûna pereyê kaş ê dînaran ve nebû, bi taybetî ku ti qeyraneke aborî û darayî tune ye. Nêrîna te di vî warî de çawa ye?
Nebûna pereyê kaş ê dînaran li ber destê Wezareta Darayî û bankan ti bingehek nîne û ne rast e. Hikûmeta Iraqê pereyê wê heye û Banka Navendî nêzîkî 120-130 milyar dolar yedeka neqdî ya kaş bi dolaran heye û nêzîkî 130 ton zêr jî heye, ev ji bilî kaşê dînaran û bi şêweyê senedatên xezîneya Amerîkî. Heta ew gotegotên ku behsa wê dikin, qaşo ji ber rêkarên Banka Federal a Amerîkayê ku heta petrodolar diguherîne dînar û rê û şûnên tund ên dayîna dolaran kêşe çêkiriye, esl û esasê wê tune. Amerîka her mehê para Iraqê bi neqdî dişîne, ji ber vê yekê li Banka Navendî ti kêşeyeke kaş û pereyan nîne. Mijar tenê siyasî û teknîkî ye, ango lihevkirineke bingehîn li ser nayê kirin. Heta ew muameleya hikûmeta navendî ku bêyî agahdariya wan kes neyê damezrandin û bi dehan astengî ji bo bilindkirina pile û terfîat û xanenişînan çêdikin, ev rawestana karûbarên îdarî ye. Ew dixwazin her mehê li lîsteya mûçeyan binêrin û nîqaşê li ser bikin. Ev şaşî ye û ligel vê yekê jî bila em vê hincetê jî bibirrin û lîsteyekê çêbikin û ji bo hemû mehan bişînin û dahata navxweyî ya hemû navçeyan bişînin. Ev prose pêwîst e ligel aliyê pêwendîdar ê Bexdayê li ser wê yekê li hev bikin, ku em bo nimûne di 15ê mehê de bi hejmar dahata mehekê ya ne-neftî ji Bexdayê re bişînin û ew jî heta 20ê mehê mûçeyên mûçexwarên Herêma Kurdistanê bişînin.
Mijara siyasîkirina dosyayan û pabendnebûna bi lihevkirinan, di mesela lihevkirina li ser hinardekirina neftê de jî dubare bûye. Gelo di vê rewşa pabendnebûna Iraqê bi soz û lihevkirinên xwe de, heta çi radeyê hinardekirina nefta Herêmê pêwîst e?
Di nîqaş û danûstandinên taybet bi dosyeya nefta Herêm û Bexdayê û kompaniyan de gihiştin lihevkirinekê û biryar wisa bû ku di nav yek du hefteyan de hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê ji nû ve dest pê bike, lê paşê kêşe li ser hinek mijarên biçûk çêkirin. Hinek alî hene ku ji çêkirina kêşe û pirsgirêkan sûdmend in û nahêlin ew neft ji nû ve bê hinardekirin. Ez derbarê mijara neftê de gihiştime wê qenaetê ku nefta Herêma Kurdistanê neyê hinardekirin, ji ber ku ew pabendî lihevkirinan nabin û bi berdewamî li pey astengî û pirsgirêkan in. Kêşeya wan niha zêdetir li ser dahata ne-neftî ye û dibêjin ew hejmara ku ji me re dişînin ne temam e û 50% ji dahata ne-neftî jî nîne.
Em li Herêma Kurdistanê gelek tawîz li ser mûçeyan dane, ji ber vê yekê ew mûçeyan naşînin. Çima em fişaran xurt nakin ji bo wergirtina hemû mafên darayî û şayisteyên Herêma Kurdistanê ji bûdce û deynên navneteweyî û heta di cîbicîkirina maddeya destûrî ya 140î ya navçeyên veqetandî yên Herêma Kurdistanê de?
Ev gelek rast e. Divê serkirdatiya Herêma Kurdistanê fişarên xwe xurt bike û tenê li ser yek meseleyeke mafê destûrî û yasayî yê bûdceyê ku mûçe ye, nesekine. Va ye ew bi plan û siyasî wisa li Herêma Kurdistanê kirine, mijara Kerkûk, Şingal, Deşta Neynewa, Xaneqîn û bi dehan qeza û nahiyeyên din ên Kurdistanê ku li gor maddeya 140î ya destûrê diviyabû referandûm li ser bihata kirin û vegeriyana ser Herêma Kurdistanê, lê wan ew ji bîr kiriye. Partiyên Kurdistanî bi qasî ku bi gengeşî û şikandina hev mijûl in, ewqasî bi meseleya neteweyî re ligel Bexdayê mijûl nînin. Va ye kesayetiyên wan li şûna ku daxwaza mafê mûçexwaran bikin, li gor dilê wan kesên ku mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê paş dixin û di niyeta wan de nîne ku bişînin, diaxivin. Parlamenterê Kurd heye ku li şûna ku li Dadgeha Federal dozê li dijî wan kesên ku qûtê vî miletî dibirrin veke, diçe careke din bi gengeşiya xwe ya partiyê mijûl dibe û ji bo xapandina xelkê qaşo li dijî filan partiyê dozê tomar dike. Di bingeh de erka xwe ya sereke ji bîr kiriye, ku nûnertiya xelkê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê ye, ne ku reklamkirina ji bo xwe bi armanca bidestxistina dengên hilbijartinê û ziyanê bigihîne hemû Kurdan. Ev xiyaneteke mezin e derheqê miletê Kurd ê mezlûm.
Ji bo çareserkirina vê kêşeyê, heta çi radeyê Amerîka dikare fişarê li ser Bexdayê bike, da ku êdî mafên destûrî û yasayî yên Herêma Kurdistanê neyên binpêkirin û mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê nekevin nav çarçoveya gengeşiyên siyasî?
Kes xema Kurdan naxwe, eger em bi xema xwe nebin. Ji bo Amerîkayê baş e ku Iraq bê kêşe û aram be. Ew tevlî meseleya mûçeyan nabin û zêdetir di hewla parastina berjewendiyên xwe de ne û xema kesî naxwin. Meseleya Kurdistanê jî eger ji bo wan cihekî aram nebûya, dibe ku di xetên giştî de jî parastineke ewqasî ji Kurdan nekiribana. Ji ber vê yekê ew fişarê li ser Iraqê nakin û gelek caran li vir pesnê Kurdan didin (yan dilê Kurdan xweş dikin). Lê dikare ew para dahata neftê ya ku ji Banka Federal a Amerîkayê dişînin, Kurd hewleke wisa bidin ku para Kurdistanê li wir jê bê cudakirin. Tişta ku dimîne yekdengî û yekhêziya Kurdan bi xwe ye li Bexdayê. Her dema ku lawaz bûn, ew jî fişarê çêdikin û ziyanê digihînin Kurdan. Mihemed Şiya Sûdanî, serokwezîrê Iraqê, kesekî baş e û gelek nermî ligel Kurdan nîşan daye. Divê em jî wî şermezar nekin û bi hev re ligel wî nermiyê nîşan bidin û bi hev re kêşeyan çareser bikin.
