• Sunday, 08 February 2026
logo

Lawrence Robîn, Profesorê Karûbarên Navdewletî li Peymangeha Teknolojiyê ya Georgiayê ji bo Gulanê: Rêkeftinên Kirîna Çekan Rêyek Bûn Ji Bo Bidestxistina Dilê Trump

Lawrence Robîn, Profesorê Karûbarên Navdewletî li Peymangeha Teknolojiyê ya Georgiayê ji bo Gulanê: Rêkeftinên Kirîna Çekan Rêyek Bûn Ji Bo Bidestxistina Dilê Trump

 

Lawrence Robîn, Profesorê Karûbarên Navdewletî li Peymangeha Teknolojiyê ya Georgiayê ji bo Gulanê: Rêkeftinên Kirîna Çekan Rêyek Bûn Ji Bo Bidestxistina Dilê Trump

Lawrence Robîn profesor e li Fakulteya Sam Nunn ji bo Karûbarên Navdewletî li Peymangeha Teknolojiyê ya Georgiayê û lêkolîner e li Peymangeha Navdewletî ji bo Lêkolînên Stratejîk. Di lêkolînên xwe de giringî bi pirsên girêdayî siyaseta Rojhilata Navîn û ewlekariya navdewletî dide. Gulan di çarçoveya hevpeyvînekê de çend pirsên pê re şîrove kirin, ku bi awayekî serekî bi encamên serdana serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo herêma Kendavê û bi taybetî ji bo her sê welatên Erebistana Siûdî, Îmarat û Qeterê ve girêdayî bûn, ku eşkere ye ev serdan giraniyek mezin hebû, bi taybetî di warê pêşxistina têkiliyên aborî yên di navbera wan de û zêdetir tevliheviya wan di vî warî de, her wiha rakirina cezayên aborî yên li ser welatê Sûriyê.

Serdana Serok Donald Trump ji bo herêma Kendavê, pêşveçûneke mezin û girîng bû di têkiliyên di navbera DYA û her sê welatên Siûdî, Qeter û Îmaratê de. Hûn çawa li palner û sedemên serekî yên vê serdanê dinêrin?
Tişta ku di vê serdanê de bi tevahî zelal bû, ew bû ku sedem û palnerên serekî bi pêkanîna rêkeftinên darayî ve girêdayî bûn, zêdetir ji karûbarên siyasî, ango dikare bi vî rengî were îfadekirin ku ew zêdetir bi berjewendiyên aborî yên DYA ve girêdayî bûn, yanî palner bi berjewendiyên jeo-aborî ve hatibû girêdan. Her wiha hin pirsên siyasî jî hebûn ku hatin gotûbêjkirin, ku pirsên girîng bûn, ew bû ku di çarçoveya vê serdanê de biryara rakirin û betalkirina cezayên li ser Sûriyê hat dayîn, ku ev bi xwe jî pêşhateke girîng bû.
Heta çi radeyê dikare were gotin ku ev serdan û ew rêkeftin û pêşveçûnên ku di têkiliyên van welatan de çêbûne, bûne sedem ku tevahiya herêmê biguherînin û Rojhilata Navîn jî bikeve qonaxeke nû?
Ez bawer dikim ku rewş di pêşveçûnê de ye. Bêguman tişta ku qewimî guhertineke mezin bû, li gorî rabirdûyê, û gelek sedem hebûn ku bûn sedem ku rewş bi vî alî ve biçe. Wek girêdan û zelalkirineke zêdetir a bersiva pirsiyara yekem, balkêş bû ku giranî zêdetir li ser wê yekê bû ku DYA û welatên Kendavê zêdetir pirsên girêdayî teknolojî û veberhênanê bikin pêşengî, di demekê de ku gelek pirsên din jî hene. Wek hewldana sistkirina hin nakokiyên wek pirsgirêka di navbera Îran û cîranên wê de, yan Îsraîl û cîranên wê, ku eger ev pêk werin, wê demê dê rewş ji bo veberhênana aborî û ji bo avêtina gavan ber bi paşerojê ve aramtir bibe. Çi dibe bila bibe, divê em ji bîr nekin ku hewl ji bo wê yekê ne ku mîrasa Serok Trump li herêmê were çespandin.
Eger em bikaribin bibêjin ku serdana Serok Donald Trump serkeftî bûye, bi taybetî di encamdana gelek memorandumên têgihiştinê û rêkeftinan de, gelo dibe ku ev di pêşerojê de berdewam bin, bi taybetî eger guhertin di rêveberiya DYA de çêbibin?
Rast e ku di vî warî de her tim aloziyeke bêdeng heye. Mebesta min ew e ku ne zelal e, gelo piştî çend salên din Trump dê heman giringî û eleqeyê bi van pirsan bide, yan kesek din dê rêveberiya Koşka Spî bigire dest, yan jî hin hêzên din dê li herêmê derkevin holê û sûdê ji rewşê wergirin û wê demê Amerîka ewqas xwe tevli rewşê neke. Ez bawer dikim ev tirs, yan jî nîgeraniyek berdewam e. Çi dibe bila bibe, texmîn ew e ku eger qada bazirganiyê berfirehtir bibe, ev dê bibe sedema sistkirina nakokiyan. Lê ez ne bawer im ku rewş bi vî rengî be. Lê ji bo demekê rewş dê bi aramî û hêminî bimîne, tevî ku hin pirsgirêk dê her berdewam bin.
Bi nêrîna we, ev sê dewletên ku Serok Trump serdana wan kir, dixwazin û daxwaza çi di beramber de bi dest bixin, bi taybetî ku rêkeftinên mezin pêk anîne û veberhênaneke zêde li nav Amerîkayê dikin?
Ez bawer dikim yek ji destkeftan gihîştina DYA ye. Her wiha dibe ku yek din pêkanîna rêkeftineke baş a bazirganî be. Ango beşek ji vê pirsê girêdayî wê yekê ye ku ev nêzîkbûna wan ji DYA ew e ku ev şêwazek dîplomatîk bi cih bînin û ev ji bo wan baştir be ji destpêkirina şer bi Îranê re, her çend hîn jî gumanên wan li ser niyetên Îranê li herêmê hene. Her çend bi ya min hîn hin mijar bi nezelalî mane.
Lê hûn ne bawer in ku van welatan hêvî û bendewariyeke zêdetir hebûye, ango bi hêviya wê yekê nebûn ku rêkeftinên bihêz ên berevanî û ewlehiyê bi DYA re îmze bikin?
Di rastiyê de, eger em li wan rêkeftinên kirîna çekan binêrin, eşkere ye ku welatên Kendavê vê yekê wek rêyek ji bo bidestxistina dil û meyla Trump dizanin, ango ew bawer dikin ku dikarin bi vî rengî wî kêfxweş bikin. Di encamê de, hevkariyeke zêdetir bi Amerîkayê re bi dest dixin. Eger ez werim ser pirsa we, ez ne piştrast im ku heta çi radeyê dê gav ji bo wê rêkeftina berevaniyê ya ku her kes behs dike, bên avêtin, gumana min heye ku gelo ev bi xwe karekî xwestî ye. Paşê divê em ji bîr nekin ku aliyek din ê pereyê Çîn e, mebesta min ew e ku gelek welatên Kendavê daxwaza wê yekê dikin ku têkiliyên wan bi Çînê re baştir û pêşketîtir bibin. Ango divê nirxandinê bikin da ku ev pirs zirarê nede têkiliyên wan bi Çînê re.
Hûn di yek ji bersivên xwe de behsa pêşhata rakirina cezayên li ser Sûriyê kirin, gelo ev serdan ti encamek li ser gotûbêjên girêdayî programa etomî ya Îranê ku di navbera Amerîka û Îranê de birêve diçin, heye?
Tişta ku bi gotûbêjên girêdayî programa etomî ya Îranê ve girêdayî ye, ew qas ku ez fêm dikim, ew e ku hin pirsên taybet bi warên teknîkî ve têne formulekirin. Ku ez bawer dikim pirsgirêk ji vir û pê de zêde dibin. Heta niha hişyariyeke zêde hebûye, lê îşareta amadebûnê jî ji DYA re hatiye dayîn ji bo pêkanîna rêkeftinê. Di vî warî de Îranê peyamên veşartî şandine. Digel vê yekê, divê em li ber çavan bigirin ku hîn kêşeyên mezin di derbarê daxwazên herdu aliyan de mane. Îran naxwaze dest ji programa xwe ya etomî berde, di demekê de ku ew daxwaziya bilind a Amerîkayê ye ku ji Îranê daxwaz dike ku dev ji vê programê berde. Her çend îşaretên wê yekê jî di rêveberiya DYA de hatine dîtin ku asta daxwazên xwe kêm bike. Çi dibe bila bibe, ez bawer dikim hîn pirsgirêkên mezin mane ku divê bên çareserkirin, bi taybetî di hefteyên pêş de, ji ber ku Serok Donald Trump xişteyek taybet bi xwe heye.
Bi dîtina we, serokên wan welatên ku Serok Donald Trump serdana wan kir, çi ji serokê Amerîkayê re gotine derbarê Îranê de? Gelo hûn bawer dikin ku wan ew teşwîq kirine ku rêçareyek nermtir bigire ber xwe, yan berevajî vê yekê daxwaz kirine?
Ez bawer dikim ku wan bi herdu aliyan re bi Serok Trump re axivîne. Ji ber ku ev welat ji aliyekî ve, ji ber destpêkirina şer nîgeran in, ji aliyekî din ve, naxwazin Îran jî bi awayekî xwedî hêz be ku çeka navokî çêbike. Di heman demê de, Erebistana Siûdî jî li ser bidestxistina şiyana navokî difikire, her çend şiyaneke navokî ya medenî be û tenê ji bo mebesta bidestxistina enerjiyê be. Eger Îran bikaribe rêkeftineke baştir bi DYA re îmze bike, bi awayekî ku derfetê bide wê ku desthilat û kontrola wê ya zêdetir li ser programa wê ya etomî hebe, wê demê dibe ku ev bibe sedema guhertina ramana Erebistana Siûdî di derbarê hevalbendiya wê bi DYA re.

Top