• Wednesday, 13 May 2026
logo

Kînîs Rogof, profîsorê aboriyê li zanîngeha Harvard ji bo Gulan: Sizayên darayî bûne amrazekî sereke yê milmilaneyên jeopolîtîk

Kînîs Rogof, profîsorê aboriyê li zanîngeha Harvard ji bo Gulan: Sizayên darayî bûne amrazekî sereke yê milmilaneyên jeopolîtîk

 

Kînîs Rogof, profîsorê aboriyê ye li zanîngeha Harvard, berê wek aborînasê
sereke di Sindoqa Navdewletî ya Diravî (IMF) de kar kiriye. Ew yek ji nivîskarên
pirtûka navdar e: "Ev Car Cuda ye: Heşt Sedsal ji Gêjiya Darayî" (This Time Is
Different: Eight Centuries of Financial Folly), ku tê de behsa wekheviyên rîşal
û encamên deyn û qeyranên darayî yên serdem û dewletên cuda dike. Herwiha
çendîn lêkolînên wî yên naskirî di warê serbixwebûna bankên navendî de hene û
di pirtûka "Nifira Pereyê Nexd" (The Curse of Cash) de, behsa pirsên girêdayî
aboriya cîhanî di zêdetirî 50 dewletan de dike. Di sala 2025an de pirtûkek nû bi
navê "Dolarê Me, Kêşeya We: Nerîneke Navxweyî li ser Heft Dehsalên Aloz ên
Dabînkirina Darayiya Cîhanî û Rêya Ber bi Pêşveçûnê" (Our Dollar, Your Problem)
nivîsî. Gulan hevpeyvînek ligel wî encam da derbarê encamên darayî û aborî yên
aloziyên jeopolîtîk, bi taybetî qeyrana Tengava Hurmizê.

Gulan: Hûn di pirtûka "Ev Car Cuda ye" de balê dikşînin ser qeyranên darayî yên
sedsalan. Gelo aloziyên jeopolîtîk ên niha – bi taybetî li Tengava Hurmizê –
çiqas metirsiyê çêdikin ku biryarder tûşî şeletêwirî an kêm-nirxandina rewşê
bibin?

Rogof: Bi rastî em dikarin bêjin ti guman tê de nîne ku Dewletên Yekbûyî yên
Amerîkayê (DYA) biryar dabû ku "ev car cuda ye". Artêşa Amerîkayê xwedî şiyanên
mezin ên îstixbaratî û satelaytê ye, lê divê em li ber çav bigirin ku şerê vê
carê cuda ye ji şerê Amerîka li Iraq, Afganistan an Vîetnamê, ku hemû bi
paşekşeya bi êş a Amerîkayê bi dawî bûn. Bi giştî, berdewamiya van
dijminkariyan bandoreke giran li ser Ewropa û Asyayê heye, bi taybetî li ser
welatên Rojhilata Navîn.

Gulan: Di pirtûka "Dolarê Me, Kêşeya We" de, hûn dibêjin ku piştbestina cîhanê
bi dolarê Amerîkî dibe ku bibe sedema zêdebûna aloziyên li xalên veguhastina
enerjiyê wek Tengava Hurmizê. Gelo ev rewş pêgeha dolar wek "penageha aram"
bihêztir dike, an welat dê zûtir ji dolar dûr bikevin?

Rogof: Ez bawer dikim ev yek bi wê ve girêdayî ye ku rewş ber bi ku ve diçe. Bo
nimûne, heger Amerîka tûşî şikestineke stratejîk bibe, bêguman serdestiya dolar
lawaz dibe. Wê demê Çîn û welatên Ewropayê dê neçar bimînin ku hewildanên xwe bo
bikaranîna diravên din li ser asta navdewletî zêde bikin. Lê serkeftineke mezin
a Amerîkayê dê bibe sedem ku welat ji dûrketina ji dolar bitirsin.

Gulan: Bandora bilindbûna bihayê enerjiyê û deynên welatên di qonaxa geşepêdanê
de çawa hev bandor dikin? Gelo metirsiya şilbûna hinardekirina neftê ji Tengava
Hurmizê dê qeyranên darayî kûrtir bike?

Rogof: Heya niha bandorên aborî yên şer mezin in, lê bikaranîna yedeka neftê
(zêdetirî 400 mîlyon bermîl) hinekî bandor kêm kiriye. Gelek welat bi rêya
cîgirkirina bihayê neftê hewl didin xerîdarên xwe biparêzin, ku ev bixwe barê
deynê wan giran dike. Lê ev rewş nikare pir dirêj bikişîne. Heger Tengava
Hurmizê çend hefteyên din girtî bimîne, bihayê bermîlek neft 30 heta 40 dolaran
giran dibe. Ev dê bandoreke xerab li welatên di geşepêdanê de bike û dibe ku
qeyraneke darayî ya ji nişka ve li bazaran biqewime.

Gulan: Gelo aloziyên jeopolîtîk bûne sedema perçebûna bazarên sermayedarî yên
cîhanî, bi taybetî li herêma Kendavê?

Rogof: Mijar ne tenê şerê Kendavê ye, divê em şerê gumrikî û aloziyên navbera
Çîn û Amerîkayê jî bibînin. Danûstandina bazirganî guherîneke mezin dibîne; bo
nimûne, hinardeya Çînê bo Amerîkayê daketiye asta berî 25 salan. Di gel vê
guherîna bazirganiyê, torên darayî jî tûşî heman rewşê dibin.

Gulan: Qeyrana Tengava Hurmizê û bikaranîna "sizayên darayî" wek çekek, dê çawa
sîstema darayî ya cîhanê biguherîne? Gelo welat ber bi torên darayî yên
alternatîf ve diçin?

Rogof: Şerê Amerîka li Kendavê û şerê Ukraynayê nîşan didin ku welatên lawaz jî
niha amrazên berxwedanê di dest de ne. Dewletên mezin mîna Amerîkayê nikarin her
dem daxwazên xwe bispênin. Torên hevbeş û diravên dîjîtal bi hêz kar dikin. Çîn
hewl dide "Renminbi" bike diravekî yedek. Vekirina bazarên senedatên kincîneyê
ji bo Çîn û Ewropayê bûye pêdiviyeke stratejîk da ku li derveyî tora dolarê
Amerîkî bazirganiyê bikin.

Gulan: Bankên navendî çawa dikarin hevsengiyekê di navbera kontrolkirina
enflasyonê û aramiya darayî de peyda bikin, dema ku rêyên dîplomatîk kêm mane?

Rogof: Şerê Amerîka ligel Îranê, şerê gumrikî û şerê Ukraynayê rewşek çêkiriye
ku tê de hem enflasyon û hem jî pûkanîna aborî (stagnation) heye. Zext li ser
enflasyon û rêjeya faîzê zêde ye. Mesrefên xizmetguzariya deynan pir zêde bûne.
Bankên navendî nîgeran in; heger faîza demkurt kêm bikin, dibe ku di dema dirêj
de rêjeya faîzê ya ku bazar kontrol dike bilind bibe, ku ev jî metirsiyeke mezin
e.

Top