• Wednesday, 13 May 2026
logo

NYT: Ji sedî 70yê hêza Îranê li cihê xwe ye

NYT: Ji sedî 70yê hêza Îranê li cihê xwe ye

Rojnameya The New York Timesê ragihand ku cebilxaneya Amerîkayê diqede lê hêza Îranê li cihê xwe ye.

Rojnameya The New York Timesê ya Amerîkayê raporeke îstixbaratî ya nehênî belav kir.

Li gorî raporê, Amerîkayê li Îranê bi qasî ku îdia dike serkeftin bi dest nexistiye.

Rojname îdia dike ku cebilxaneya artêşa Amerîkayê xilas bûye.

Li gorî heman îdiayê, ji sedî 70yê şiyana leşkerî ya Îranê hîn li cihê xwe ye û Îran li derdora Tengava Hurmizê hîn jî dikare xwe bigihîne 30 rampayên mûşekan.

Hejmara hemû rampayan li wê derê 33 ye.

Ji sedî 70yê hemû stokên mûşekên Îranê dikarin werin bikaranîn.

Tê diyarkirin ku hêza Îranê heye ku gefê li keştiyên şer ên Amerîkayê bixwe.

Şiyana jêrzemînî ya Îranê

Rewşeke din a ku ji bo Amerîkayê cihê dilgiraniyê ye, şiyanên jêrzemînî yên Îranê ne.

Dezgehên îstixbarata leşkerî xwe dispêrin dîmenên peykan û teknolojiyên din ên çavdêriyê.

Li ser bingeha van zanyariyan, ew difikirin ku ji sedî 90ê tesîsên jêrzemînî yên Îranê dikarin werin bikaranîn.

Ev tesîs ji bo depokirin û avêtina mûşekan in.

Cebilxaneya Amerîkayê diqede

Zanyariyeke din a di raporê de li ser Washingtonê ye.

Li gorî raporê, artêşa Amerîkayê gelek stokên krîtîk ên cebilxaneyê xilas kirine.

Di nav van de mûşekên Tomahawk, Patriot û mûşekên ATACMSê hene.

Berteka tund a Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji medyaya civakî bertek nîşanî nûçeya rojnameyê da.

Trump got, "Medyaya nûçeyên derewîn dibêje ku Îrana dijmin li hemberî me ji aliyê leşkerî ve bi ser ketiye.

Ev îdiayeke wisa şaş û bêwate ye ku hema bêje xiyaneta li niştiman e. Ew alîkariyê didin dijmin."

Trump îdia kir ku 159 keştiyên Îranê bi temamî hatine binavkirin.

 

Rudaw

Top