• Wednesday, 13 May 2026
logo

Daniel Rubinfeld, Profesorê Yasa û Aboriyê li Zanîngeha Kalîforniyayê ji bo Gulan: Dabeşkirina dahatê û federalîzma darayî du stûnên sereke yên sîstema federalî ne

Daniel Rubinfeld, Profesorê Yasa û Aboriyê li Zanîngeha Kalîforniyayê ji bo Gulan: Dabeşkirina dahatê û federalîzma darayî du stûnên sereke yên sîstema federalî ne

 

 

Daniel Rubinfeld, Profesorê Yasa û Aboriyê li Zanîngeha Kalîforniyayê ji bo
Gulan: Dabeşkirina dahatê û federalîzma darayî du stûnên sereke yên sîstema
federalî ne

Daniel Rubinfeld, profesorê yasa û aboriyê ye li Zanîngeha Kalîforniyayê, her
wiha mamosteyê yasayê ye li Zanîngeha New Yorkê. Berê jî posta şêwirmendê aborî
û cîgirê alîkarê dozgerê giştî li Wezareta Dadê ya Amerîkayê wergirtiye. Gelek
lêkolînên wî li ser nehêştina yekdestdarî (monopol) û polîtîkayên pêşbaziyê
hene. Di warê yasa, aborî û aboriya giştî de şêwirmendî ji bo gelek aliyan
kiriye, di nav wan de Komisyona Bazirganiya Federal û Beşa Antî-trust li
Wezareta Dadê. Berê serokê Komeleya Amerîkî ya Yasa û Aboriyê bûye. Di nav
mijarên giring ên federalîzm û polîtîkayên aborî de, Profesor Daniel Rubinfeld
yek ji lêkolînerên herî naskirî ye ku karên wî bi federalîzma darayî,
dabeşkirina dahatê û bandorên wan li ser karîgeriya sîstema hikûmetê ve
girêdayî ne. Ev hevpeyvîn hewl dide ronahiyê bixe ser wê yekê ku federalîzma
darayî çawa dikare hevsengiyê di navbera desthilata navendî û ya herêmî de ava
bike, û dabeşkirina dahatên giştî çawa dikare bandorê li ser başkirina
xizmetguzariyên giştî û zêdekirina karîgeriya aborî bike. Di vê guftûgoyê de, em
dixwazin nêrîna Rubinfeld li ser wê nakokiya bingehîn bizanibin ku di navbera
karîgerî, dadperwerî û otonomiya navxweyî de di sîstemên federalî de heye.

Gulan: Di destpêkê de, em dixwazin bizanibin çi bû sedem ku hûn biryar bidin li
ser federalîzmê ji perspektîfa aboriyê lêkolîn bikin? Li gorî nêrîna we, ew
prensîbên aborî çi ne ku giringiya wan a bingehîn di dariştina saziyên federal
ên karîger de heye?

Daniel Rubinfeld: Min di dema lêkolîn û nirxandinên xwe yên li ser aboriya giştî
de, xwestekek li cem min çêbû ku giringiyê bidim lêkolîna li ser federalîzmê. Wê
demê min hest pê kir ku giringiyeke zêde hatiye dan bi rola hikûmeta navendî, lê
giringiya pêwîst nedihat dan bi aliyên baş ên federalîzmê; ku federalîzm çawa
dikare azadiyên kesane mîsoger bike û şiyana xelkê pêş bixe da ku di navbera
çareseriyên siyasî de hilbijartinê bikin. Ez bawer dikim ku wêjeya (lîteratûra)
vî warî ev aliyên giring piştguh kirine. Ji ber wê min dest bi giringîdan bi
aboriya siyasî ya dewlet û hikûmetên herêmî (lokal) kir. Ez dikarim bibêjim ku
min ji bo demeke dirêj di jiyana xwe ya akademîk de giringî daye pirsên girêdayî
federalîzmê.

Gulan: Nexwe hûn bawer dikin ku federalîzma darayî, an dabeşkirina dahatê bibe
bingehekî bingehîn û prensîbeke aborî ya sereke ji bo avakirina saziyên federal?

Daniel Rubinfeld: Bêguman ez pê bawer im ku federalîzma darayî û dabeşkirina
dahatê ji giringtirîn prensîbên aborî ne ku divê bibin serkêşê dariştina saziyên
federal. Min di dema karê xwe de li Banka Cîhanî li Afrîkaya Başûr piştî serdema
Apartheidê, zêdetir giringiya van prensîban dît. Wê demê Banka Cîhanî tîmek pêk
anîbû ji bo alîkariya avakirina federalîzmê li wî welatî piştî hilweşîna sîstema
Apartheid, ku ez bextewer bûm ku tê de beşdar bûm. Yek ji armancên me yên sereke
dabeşkirina berpirsiyariyên hikûmetê bû bi awayekî ku rengvedana cihêrengiya wî
welatî be. Me bawer dikir ku bi desmerkezîkirin (namerkeziyet) û dabeşkirina
çavkaniyan, xizmetguzarî bo çareserkirina pêdiviyên civakê li herêmên cuda
baştir dibin. Vê ezmûnê baweriya min xurttir kir ku saziyên federal erkên xwe
baştir encam didin eger hevkariyek di navbera asta neteweyî û desthilata herêmî
û şiyana darayî ya herêmî de hebe.

Gulan: Hûn di lêkolînên xwe de pir caran federalîzma darayî bi karîgerî û
wekheviyê ve girê didin. Di sîstemên federal de, gelo we ti nakokiyek di navbera
bidestxistina karîgeriya aborî û dadperweriya dabeşkirina çavkaniyan de dîtiye?

Daniel Rubinfeld: Di rastiyê de her dem astek ji aloziyê (tansion) di navbera
karîgerî û wekheviyê de di sîstemên federal de heye. Dayîna desthilata zêdetir
bo hikûmetên herêmî dibe sedema başbûna karîgeriya aborî, ji ber ku saziyên
herêmî ji pêdiviyên civaka xwe agahdartir in. Lê belê, bidestxistina armanca
wekheviyê li ser asta herêmî zehmettir e. Bi gelemperî hikûmetên navendî di
rewşeke bihêztir de ne ji bo komkirina dahatê bi rêya bacan û dabeşkirina wê bi
awayekî dadperwerane li ser herêmên cuda. Ji ber vê yekê, gelek sîstemên federal
ên karîger pişta xwe bi hikûmeta nîştimanî girê didin ji bo komkirina dahatê û
piştre şandina wê darayiyê bo hikûmetên herêmî bi rêya bernameyên taybet. Ev yek
aloziyekê di navbera otonomiya herêmî û wekheviya civakî de dirust dike. Li
Afrîkaya Başûr, me bala xwe da ser mekanîzmayên dabeşkirinê bi awayekî ku
hikûmetên herêmî werin han dan da ku xizmetguzariyan bi awayekî berpirsiyarane
û şefaf pêşkêş bikin.

Gulan: Gelo ti waneyek heye ku welatên nû geşbûyî ji ezmûnên serkeftî yên wekî
Amerîka û Kanadayê hîn bibin di warê federalîzma darayî de?

Daniel Rubinfeld: Ezmûna min a li Afrîkaya Başûr hînî min kir ku prensîbên giştî
yên federalîzma darayî li her welatî wek hev nayên meşandin. Di destpêkê de min
bawer dikir ku sîstemeke wekî ya Amerîkayê dê li Afrîkaya Başûr serkeftî bibe,
lê zû ji min re diyar bû ku cudahiyên dîrokî, çandî û pirrengiya niştimanî
nahêlin ev rêbaz bibe çareserî. Dariştina sîstemeke federal a karîger pêdivî bi
têgihiştineke kûr a pêkhateya niştiman û ezmûnên wan ên dîrokî heye, ne tenê
kopîkirina modelên welatên din. Mixabin ez nikarim li ser hûrgiliyên rewşa
Iraqê biaxivim, ji ber ku min lêkolîneke têrker li ser nekiriye.

Gulan: Hûn li ser têkiliya federalîzm û demokrasiyê dinivîsin. Gelo hûn bawer
dikin ku bêyî jîngeheke demokratîk, federalîzm dikare geş bibe?

Daniel Rubinfeld: Ez bawer dikim ku demokrasî û federalîzm hevdu temam dikin.
Dema sîstemeke demokratîk a karîger hebe, karîgerî û geşeya aborî ya bihêztir tê
holê. Demokrasî mîsoger dike ku giringiyeke zêde bi daxwazên xelkê û pêdiviyên
herêman were dan. Di sîstemên otorîter de ev aliyên baş kêm dibin û daxwazên
cuda tên piştguhkirin. Daneyên dîrokî nîşan didin ku sîstemên demokratîk dikarin
zemîneyeke baş ji bo geşeya aborî amade bikin, her çend ev ne qaîdeyekî mutleq
be jî. Ezmûna Afrîkaya Başûr nîşan dide ku hîn rewş di pêşketinê de ye û
pêdiviya me bi hewlên zêdetir heye ji bo têgihiştina encamên aborî yên demdirêj
di bin siha hikumraniya demokratîk de.

Top