Dr. Zîrek Zêbarî: Piraniya fraksiyon û partiyên Iraqê dixwazin PDK boykota parlamentoyê bi dawî bike
Endamekî Encumena Nûneran a Iraqê amaje bi wê dike ku fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Encumena Nûneran a Iraqê boykota parlamentoyê kiriye. Niha piraniya fraksiyon û lîsteyan dixwazin PDK vegere parlamentoyê, lê belê diviyabû wan fraksiyonan berê bizanibûna ku karê parlamentoyê ne "şikandina destê hevdu" ya siyasî ye û nabe saziya herî mezin a qanûndanînê ji bo nakokiyên siyasî bê bikaranîn.
Parlamenterê Kurd li Bexdayê Dr. Zîrek Zêbarî, ji BasNewsê re ragihand: "Niha piraniya fraksiyonên parlamentoya Iraqê fêm kirine ku bikaranîna 'piraniya siyasî' ji bo yekalîkirina posta Serokomarê Iraqê û nakokiyên siyasî, rewayetiya parlamentoyê xistiye bin pirsê. Her hêzek bixwaze bi piraniya siyasî parlamentoyê bi rê ve bibe dê bi ser nakeve, ji ber ku di dawiyê de hinek post li Iraqê para (berketiya) pêkhateyan in û mirov nikare bi tenê bi piraniya siyasî biryarê li ser wan bide. Ji ber vê yekê, PDKê boykota parlamentoyê kiriye da ku fraksiyon fêm bikin ku bi bikaranîna piraniya parlamentoyê, baweriya siyasî ya navbera hêzan ji nav diçe û ev yek bandoreke xirab li ser proseya siyasî ya Iraqê dike."
Zêbarî her wiha eşkere kir: "Piraniya partiyên Iraqê û fraksiyonên di nav Encumena Nûneran de biryar dane ku serdana Partiya Demokrat a Kurdistanê bikin, daku PDK di biryara xwe ya boykotê de vegere û beşdarî rûniştinên parlamentoyê bibe. Lê belê diviyabû van fraksiyonan berî ku serokomar li parlamentoyê hilbijêrin, bifikirîna ku avakirina baweriyê di navbera aliyên siyasî de gelekî girîng e û nabe bi hêsanî lîstik bi vê baweriyê bê kirin. Ji ber vê boykotê, nehevsengiyeke siyasî çêdibe; îro PDKê bi vî awayî boykot kir, dibe ku sibê hêzên din jî boykot bikin, ev yek jî dibe sedema felcbûna proseya siyasî li Iraqê."
Basnews
