Polîsê Hewlêrê tawaneke kuştinê eşkere kir
Polîsê Hewlêrê tawanekî kuştinê li Pîrmam a ser bi parêzgeha Hewlêrê aşkera kir û dibêje: "Kujer tawanên din jî pêk aniye.”
Rêveberiya Polîsê Hewlêrê ragehand: "Îro 20.04.2026, piştî ku em ji bo bûyereke kuştinê li qeza Êîrmamê hatine agahdar kirin, yekser tîmên me li beşa polîsê Pîrmamê ya ser bi rêveberiya me, geheştine cihê bûyerê û dest bi lêkolîna hûr kirin.”
Herwaha dibêje "Di encama vê lêkolînê de, derket ku birîndarek û termek li cihê bûyerê hene.”
Tekezî li wê jî kiriye ku lêkolînên destpêkê sûcekî din ê ku berê hatibû kirin eşkere kir, ji ber vê yekê dadwerê lêpirsînê yê bajarokê Pîrmam, lêpirsînek li ser bûyerê hatiye vekirin û serweriya qanûnê dê serdest be.
Basnews
