• Tuesday, 21 April 2026
logo

Pirofîsor Scott Beaulier ji Zanîngeha Wyoming ji bo Gulan: Ezmûna Botswanayê îsbata hêza saziyên siyasî ye di avakirina geşedana mayînde ya welat de

Pirofîsor Scott Beaulier ji Zanîngeha Wyoming ji bo Gulan: Ezmûna Botswanayê îsbata hêza saziyên siyasî ye di avakirina geşedana mayînde ya welat de

Pirofîsor Scott Beaulier ji Zanîngeha Wyoming ji bo Gulan: Ezmûna Botswanayê îsbata hêza saziyên siyasî ye di avakirina geşedana mayînde ya welat de

 

Scott Beaulier, pirofîsorê aboriyê û dekanê Dibistana Kar (Business School) e li Koleja Birêvebirina Kar li Zanîngeha Wyoming. Ew pispor û şarezayê warê dîzayna saziyan û pirsên têkildarî bandora saziyan e li ser peydakirina geşedana demdirêj. Her wiha, wî lêkolîn li ser ezmûna serkeftî ya welatê Botswanayê kiriye. Gulan di çarçoveya dîdarekê de çend pirsên girêdayî pisporiya wî ligel de gotûbêj kirin.

Di lêkolînên we de, hûn tekez dikin ku bingehên siyasî û saziyî ne yên ku encamên geşepêdana demdirêj diyar dikin. Li gorî nêrîna we, çi tişt wan saziyên ku dibin sedema pêkanîn û parastina îstîqrarê, ji wan saziyên ku geşedaneke aborî ya giştgir û berdewam diafirînin, cuda dike? Netewe çawa dikarin di destpêka pêvajoya avabûna xwe de, xwe ji wê hevkêşeya saziyî rizgar bikin ku di rûkar de bi îstîqrar in, lê di rastiyê de astengiyê ji bo geşedanê çêdikin?
Di rastiyê de, ew saziyên ku tenê karê wan parastina îstîqrarê ye, erkê wan tenê di wê de kurt dibe ku rê li ber hilweşînê bigirin. Mebesta min ew e ku heta astekê nezelaliyê ji holê radikin, lê wê rewşê naafirînin ku ji bo veberhênaneke berfireh, pêşengkarî û plansaziya demdirêj guncav be. Berevajî vê, ew saziyên ku qada geşedanê diafirînin, erkên wan sînorê parastina îstîqrarê derbas dikin û kar dikin bo parastina mafê milkdariyê, rêgirtin li binpêkirinan û afirandina encameke bi temamî tê pêşbînîkirin. Ew baweriyê di nav xelkê de çêdikin ku dest danayên ser serkeftinên wan. Mebesta min ew e ku dikarin berhemê serkeftinên xwe biçin. Ez bawer dikim ev cudahiya sereke ye. Yanî îstîqrar bi tenê têr nake; gelek civak hene ku di rûkar de bi îstîqrar in, bi wî rengî ku elîtên wan di rêzikên lîstikê digehin û dikarin bi derbasbûna demê parastina wan bikin, lê eger ev rêzik bi vî rengî bin ku rê bidin "mehsûbiyet" û xizmperestiyê, wê çaxê hevkêşeyek çêdibe ku di rûkar de bi îstîqrar e, lê di kûrahiyê de li dijî geşedan û pêşkeftinê ye. Ji bo şikandina vê hevkêşeyê, divê ew neteweyên di destpêka pêvajoya avabûnê de ne, siyaseteke nû bikar bînin. Yanî pêdiviya wan bi wan guhertinan heye ku dibin sedema guherîna pêşbînî û hêviyan. Pêdivî ye welatî, veberhêner û aktorên siyasî bawer bikin ku çalakiyên wan ên berhemdar dê encamên baştir ji bo wan hebe li beramberî destwerdana siyasî. Ev kar jî pêdivî bi danîna sînoran li ser karên nerewa yên dewletê heye, divê mafê milkdariyê baştir bête parastin û sazî bi rengekî bêne dîzaynkirin ku bi derbasbûna demê sozên wan xwedî baweriyeke zêdetir bin. Di wan lêkolînên ku min li ser Botswanayê kirine, her tim xaleke sereke hebû: Pêşkeftin tenê ne girêdayî darشتina siyasetên piştgir e, belku girêdayî afirandina wan siyasetan e ku cihê baweriyê ne û demdirêj in.
Lê her çend zêde tê gotin ku çarçoveyên saziyî bandoreke mezin û girîng li ser anîna geşedaneke aborî ya berdewam heye, lê gelek destpêşxeriyên têkildarî reforman nikarin guhertineke demdirêj pêk bînin. Nexwe, heta çi astê normên nefermî û motîvasyonên siyasî ji bo geşedaneke saziyî ya saxlem û serkeftî girîng in li hember siyasetên fermî? Gelo ev hêzên kûr dikarin bêne guhertin, an divê bi derbasbûna demê û bi şêweyekî xwezayî pêk werin?
Guman tê de nîne ku ev aliyên we di pirsa xwe de amaje pê kirine, gelek girîng in û gelek caran ji dîzayna saziyî ya fermî girîngtir in. Bê guman, rêzikên fermî girîng in, lê divê em vê yekê jî li ber çavan bigirin ku ev rêzik di nav jîngeheke çandî û siyasî ya berfirehtir de kar dikin. Bo nimûne, dibe ku di destûrê de sînor li ser desthilata dewletê hebin, lê eger aktorên siyasî dewletê wek amrazekê bo bidestxistina berjewendiyên taybet bibînin, wê çaxê rêzikên fermî tên piştguhkirin û ji naveroka xwe tên valakirin. Ev yek ji wan sedeman e ku gelek destpêşxeriyên reformê bi ser nakevin, ji ber ku siyasetmedar tekeziyê li ser girîngiya saziyên fermî dikin – yasaya nû, saziya nû û desteya rûbirûbûna gendeliyê – bêyî ku wan motîvasyonên bingehîn biguherînin. Normên nefermî û hêviyên siyasî diyar dikin ka gelo rêzikên fermî dibin sînordarkirinên biwate yan na. Bi berçavgirtina vê, ez nabêjim divê ev hêzên kûr bi şêweyekî xwezayî geş bibin, yanî em dikarin bandorê li ser wan bikin, lê bi piranî bi şêweyekî nerastewxoyo û gav bi gav. Di vê derbarê de dikare bê gotin ku ew reformên ku şefafiyetê zêde dikin, desthilata keyfî ya dewletê kêm dikin, rihê hevrikiyê bi hêz dikin û xelatan ji bo çalakiyên berhemdar dabîn dikin, dikarin alîkar bin ku bi derbasbûna demê ev norm bêne guhertin. Lê ev pêvajo kêm caran bi lez e. Di vê xalê de paşxaneya dîrokî jî li cem xelkê girîng e. Eger dewlet berdewam bêşiyaniya xwe di pêkanîna sozan de nîşan bide, nexwe xelk jî bi hêsanî bawerî bi daxuyaniyên wê nakin. Li vir mebest ew e ku divê dewlet kar bike bo bidestxistina baweriyê (credibility), ku ev beşek bû ji destkeftên Botswanayê; wan ne tenê rêzik danîn, belku bi rengekî kar kirin ku bû sedema guherîna pêşbînî û hêviyên welatiyan û kesên biyanî jî.
We behsa ezmûna welatê Botswanayê kir, ku wek mînakeke serkeftî ya parzemîna Afrîkayê tê dîtin. Li gorî nêrîna we, gelo ev hêsankirina pirsê ye, an rewşeke aloz a aborî û siyasî hebû ku bûne bingehê vê serkeftinê?
Ez bawer dikim ev heta astekê hêsankirina pirsê ye. Di rastiyê de Botswana çîroka ezmûneke serkeftî ye, bi taybetî li beramberî gelek dewletên din ên ku ji destê mîstîmariyê (kolonyalîzm) rizgar bûne. Lê metirsî ew e ku ev bibe sedema dîtineke sînorkirî û em wisa bifikirin ku ji ber ku serkirdeyên baş, siyasetên baş û elmas li wî welatî hebûn, êdî geşedan pêk hat. Ji ber ku ev dîtin aliyekî aborî û siyasî yê girîng piştguh dike. Serkeftina Botswanayê ne tenê girêdayî niyetpakiyê bû, belku berhema têkiliya navbera saziyên siyasî û normên sînordarkirinê bû. Bijardeyên siyasî bûn ku di encam de bûn sedema wêya ku girtina rêya geşedanê balkêştir bû ji reftarên talanker. Çîroka kûrtir a Botswanayê ew e ku wî welatî xwe ji wê rêyê dûr xist ku serkirdeyên siyasî yên piştî qonaxa mîstîmariyê peyrew dikirin, ku ew jî desthilata navendî, sînordarkirinên qels û bikaranîna dewletê û çavkaniyan bû bo bidestxistina dahatê û dabeşkirina wê li ser hevpeymanên siyasî. Belê, Botswana ezmûneke girîng e, lê ne ji ber ku rêyeke hêsan nîşan dide. Ew bi qîmet e ji ber ku nîşanî me dide ka pêvajoya pêşkeftinê çend hestiyar e û çend kêmpeyda ye ku sîstemeke siyasî kar bo afirandina serwet û samanê bike di demeke dirêj de, li şûna ku hewlên xwe li ser bidestxistina destkeftên kurtedem çirr bike. Ji ber vê sedemê ye ku ez her tim tekez dikim ku ezmûna Botswanayê ne "mûcîze" ye, belku waneyek e li ser wêya ku çawa saziyên siyasî dikarin motîvasyonên girêdayî geşedanê ava bikin.
Eger em pirsê hinekî din kûr bikin, gelo hûn bawer dikin sedema sereke ya serkeftina Botswanayê zêdetir girêdayî dîzayna wê ya saziyî ye, an zêdetir bi çend faktorên din ve girêdayî ye, wek pêgeha cografî ya wî welatî û serkirdayetiya wî?
Eger ez bi zelalî bersiva vê pirsê bidim, em dikarin bêjin hemû ew faktorên ku we amaje pê kirine, rol û bandora xwe hebûne. Her tim min tekez kiriye ku nabe em serkeftina wî welatî tenê girê bidin bi şans an bi dîzaynkirina saziyan ve. Her wiha rewşa dîrokî jî girîngiya xwe hebû, bi heman şêwe serkirdayetiya wî welatî jî. Lê ya ku cihê serincdane û ecêbgirtinê ye ew e ku bertek û helwesta Botswanayê bêhad baş û berhemdar bû. Gelek welat derfetên baş ji bo wan peyda dibin, lê wan ji dest didin. Botswana ne yek ji wan welatan bû. Ji ber vê yekê bû ku di lêkolînên xwe yên destpêkê de min zêdetir tekezî li ser siyasetên piştgirê qonaxa mîstîmariyê û saziyên siyasî kir. Hebûna elmasan bi tenê têr nake bo şirovekirina serkeftina Botswanayê, ji ber ku li gelek cihên din çavkaniyên siruştî bûn sedema şer û nakokiyan. Nexwe ez bi vî rengî tînim ziman: Dîrok û rewşê derfet afirandin, lê sazî bûn yên ku yekalî kirin ka dê çawa bi şêweyekî berhemdar sûd ji van derfetan bê wergirtin. Serkirdayetiya wî welatî bû ku rewş guhert bo rêzikên demdirêj û wek derfetekê bo destkeftên kurtedem muamele ligel nekir.

 

 

Top