Profesör Dov Waxman, pisporê stratejiya Amerîkayê li Rojhilata Navîn ji bo Gulan: Hewldana Herêma Kurdistanê bo parastina hevsengiyê di navbera çend cemserên dijber de û di jîngeheke polarîzekirî de karekî hêsan nîn e.
Profesör Dov Waxman, pisporê stratejiya Amerîkayê li Rojhilata Navîn ji bo Gulan: Hewldana Herêma Kurdistanê bo parastina hevsengiyê di navbera çend cemserên dijber de û di jîngeheke polarîzekirî de karekî hêsan nîn e.
Profesör Dov Waxman, yek ji akademîsyenên herî diyar û navdar e li ser asta cîhanê, ku xwedî pisporiya kûr û hûr e di warê lêkolînên Rojhilata Navîn, nakokiya Filîstîn-Îsraîl û stratejiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de. Niha wekî xwediyê kursiyekî zanistî yê bilind û rêveberê yek ji navendên herî girîng ên lêkolînê li Zanîngeha Kalîforniyayê (UCLA) kar dike.
Ji bo axaftin li ser guherîna hevkêşeyan li ser asta siyaseta Amerîka û Rojhilata Navîn piştî wî şerê ku herêm girtiye ber xwe, me ev hevpeyvîn bi Profesör Waxman re encam da.
Pirs: Ev şer nîşan dide ku hêza leşkerî nikare bi tevahî nexşeya siyasî ya herêmê biguhere. Li şûna wê, hevsengiyeke nû û neîstîkrar çêbûye; celebeke berperçdanîna (deterrence) du alî ku tê de tu alî nikare yê din bi tevahî bêdeng bike yan serkeftineke yekcar bi dest bixe. Di vê derbarê de nêrîna we çi ye?
Bersiv: Ev pevçûn nîşan dide ku hêza leşkerî li Rojhilata Navîn xwedî sînorekî diyarkirî ye û nikare bi tenê guherîneke siyasî ya berdewam bîne holê. Her çend hêz dikare şiyanên leşkerî qels bike, lê mentiqa stratejîk a Îranê naguherîne. Çimkî Tehran ji bo telafîkirina qelsiyên xwe yên klasîk, pêşveçûn daye şiyana xwe ya mûşekî û komên xwe yên birîkar (proxy). Tevî lêdanên tund jî, Îranê şiyana têkdan û ji nû ve avakirina berperçdanînê parastiye.
Îsraîl li ber duryaneke dijwar de ye: Bersivnedanê wekî handanekê ji bo destdirêjiya zêdetir dibîne, lê bikaranîna hêzê jî her du aliyan dixe nav xelekeke girtî ya zêdebûna aloziyan bêyî ku encameke yekker bi dest bikeve. Em li ber hevsengiyeke nû û metirsîdar de ne ku ne klasîk e, lê tora aloz a lîstikvanên cuda yên wekî Hizbullah û milîsan dihewîne. Ev yek dibe sedem ku xetên sor laleş bin û îhtîmala xeletfêmkirinê zêdetir bibe. Di dawiyê de, hêz dikare jîngehê ji nû ve birêje, lê nikare kontrol bike. Herêm ketiye qonaxeke tijî krîz ku tê de berperçdanîn heye, lê bi şêwazekî perçebûyî û neîstîkrartir ji berê.
Pirs: Gelo guherîna raya giştî ya Amerîkayê li hember Îsraîlê, dibe sedema qelsbûna piştevaniya dîrokî ya Washingtonê? Gelo ev fişarên navxweyî di pêşerojê de dibin asteng li ber azadiya stratejîk û manovrayên leşkerî yên Îsraîlê li herêmê?
Bersiv: Ez bawer dikim ku ev meyl dê bandoreke kûr bike, her çend encamên wê ne bi carekê de, lê gav bi gav derdikevin. Ji bo çend dehsalan, piştevaniya berfireh a her du partiyên sereke (Demokrat û Komarparêz) yek ji taybetmendiyên herî diyar ên têkiliya Amerîka û Îsraîlê bû. Lê niha ew lihevhatina giştî, bi taybetî li cem ciwanên Amerîkî, pêşkeftinxwazan û beşekî mezin ji hevpeymaniya Demokratan, ber bi qelsbûnê ve diçe. Min di xebatên xwe de yên derbarê guherîna têkiliya cihûyên Amerîkayê û Îsraîlê de, destnîşan kiriye ku Îsraîl di nav siyaseta navxweyî ya cihûyên Amerîkayê de bûye mijarekî pir bi nîqaş.
Ev nayê wateya dawîhatina têkiliyê, çimkî hîmên saziyî yên nêvbera Washington û Tel Avîvê hîn jî pir bihêz in. Hevkariyên leşkerî, pevguhertina îstîxbaratî, piştevaniya Kongreyê û nerîtên stratejîk ên dêrîn hîn xwedî girîngiyeke mezin in. Lê tiştê ku diguhere, ew jîngeha siyasî ye ku ew têkilî tê de birêve diçin. Êdî nayê qebûlkirin ku her gaveke Îsraîlê bixweber ji aliyê hemû aliyên siyasî yên Amerîkayê ve were parastin.
Ev guherîn bi derbasbûna demê re dê bibe xwedî girîngiyeke mezin. Ger dengderên ciwan gumanên wan li ser siyasetên Îsraîlê hebin, îdareyên daxwaz dê rûbirûyê fişarekê bibin ji bo danîna şert û mercan li ser alîkariyên leşkerî. Bi kurtî, têkiliya Amerîka û Îsraîlê ber bi wê yekê ve diçe ku bibe têkiliyeke bimetir û bişert, ku bêtir di bin bandora guherînên navxweyî yên Amerîkayê de be.
Pirs: Gelo şerê piralî û demdirêj ligel Hizbullahê, dawî li doktrîna "serkeftina bilez" a Îsraîlê tîne? Ev pevçûn heta çi astê hîmên berperçdanînê û stratejiyên klasîk ên Tel Avîvê dixe bin pirsê?
Bersiv: Ev rewşa nû bi kûrahî ceribandina hîmên bingehîn ên Îsraîlê dike. Doktrîna ewlehiyê ya klasîk a Tel Avîvê li ser çar stûnên sereke hatibû avakirin: Agahdarkirina pêşwext, komkirina bilez a hêzan, birina şer bo nav axa dijmin û bi destxistina serkeftina bilez û yekker. Ev stratejî ji bo qonaxekê bû ku neyarên sereke dewlet bûn û şer ji aliyê demê ve kurt û ji aliyê cografî ve sînordar bûn.
Lê niha jîngeha stratejîk bi tevahî guheriye. Îsraîl êdî ne tenê li hember artêşên nîzamî ye, lê li ber gefên mûşek, dron, tunel û lîstikvanên ne-dewletî ye ku di nav navendên sivîlan de ne. Di vê rastiyê de, bi destxistina "serkeftina yekker" pir dijwar bûye. Serkeftinên taktîkî nabin sedema encamên stratejîk ên dawî. Ji xeynî vê, ev celeb şerên demdirêj fişareke mezin dixin ser aborî, yekrêziya siyasî û berxwedana civaka Îsraîlê. Şer li çend eniyan bi hev re, şiyana hêzên yedek û moralê sivîlan diceribîne.
Pirs: Gelo ev şerê niha dê bibe sedema kûrbûna nakokiyên nêvbera Washington û Tel Avîvê derbarê şêwazê rûbirûbûna neyarên herêmî, yan berevajî, qebareya vê krîza mezin dê bibe sedema bihêzbûna hevpeymaniya stratejîk û yekxistina helwestên wan?
Bersiv: Têkiliyên nêvbera Washington û Tel Avîvê di heman demê de du rehendên (dimensyonên) dijber dihewînin. Di qonaxên dijwar ên krîzê de, hevsengiya stratejîk bihêztir dibe, çimkî gava Îsraîl rûbirûyê metirsiyeke mezin dibe, Amerîka ji bo parastina mîsyona xwe û rêgirtin li teqîna rewşa herêmê, piştgiriyeke temam pêşkêş dike. Lê her ev krîz dikarin girjiyên veşartî jî kûrtir bikin.
Nêrîna her du welatan ji bo "serkeftinê" her tim ne yek e. Cudahiyeke zelal di asta tehemula wan de ji bo dirêjbûna şer û lêçûnên mirovî heye. Dema şer dirêj dibe, nakokî li ser stratejiya siyasî ya piştî şer zêdetir dibin. Washington dibe ku hewl bide rewşê aram bike, di heman demê de Îsraîl rawestana di wê xalê de wekî nîşana qelsiyê bibîne.
Pirs: Gelo ev pevçûn nîşana guherîna herêmê ber bi pircemseriyê (multipolarity) û perçebûnê ve ye? Ev rewş dê çawa bandorê li ser rola Amerîkayê wekî garantorê sereke yê ewlehiya herêmê bike?
Bersiv: Bêguman, ez vê wekî beşek ji veguhastineke giştî ber bi Rojhilata Navîneke perçebûyî û pircemser dibînim. Ew dîroka ku tê de tenê Amerîka wekî hêzeke derveyî ya mutleq nexşeya encaman dikişand, ber bi dawiyê ve diçe. Ev nayê wê wateyê ku Amerîka girîngiya xwe winda kiriye, lê sîstema herêmê êdî tenê li dora yek cemserê nagerîne.
Dewletên herêmê niha siyaseta "pirrengkirina hevkariyan" dimeşînin û ligel Washingtonê, bi şêwazekî nermtir bi Çîn, Rûsya û Tirkiyeyê re jî danûstandinê dikin. Amerîkî bi xwe jî ji pabendbûna bêdawî li herêmê bêzar bûne. Amerîka winda nabe, lê êdî şiyana wê nemaye ku bi tenê encaman li ser tevahiya herêmê bisepîne.
Pirs: Herêma Kurdistanê di navbera hevkariya Amerîkayê û hegemonyaya hêzên herêmî de di rewşeke hesas de ye. Gefên ewlehiyê û guherîna hevsengiyan dê çawa bandorê li ser pêgeha stratejîk a Herêmê bikin?
Bersiv: Pêgeha stratejîk a Herêma Kurdistanê cihê fikaran e, tam ji ber ku ew hevsengiya ku ji mêj ve pişta xwe pê bestiye, niha di bin fişareke bêwêne de ye. Herêm ji aliyekî ve hewceyî hevkariya ewlehiyê ya Amerîkayê ye, ji aliyê din ve nikare çavê xwe ji rastiya cografî bigire, çimkî ketiye navçeyekê ku di bin bandora hegemonyaya Îran, Tirkiye, Bexda û neîstîkrariyê de ye.
Tiştê ku vê demê aloztir dike, ew e ku qelsiyên Herêmê ne tenê rehendên leşkerî ne, lê siyasî û aborî ne jî. Gefên milîsan û kişandina pevçûnan bo nav axa Herêmê metirsiyeke mezin in, lê hevdem girêdayîbûna bi enerjiyê, neîstîkrariya darayî, pirsgirêkên bi Bexdayê re û dabeşbûna siyasî ya navxweyî, qada manovraya stratejîk a Herêma Kurdistanê teng kiriye.
Ji ber vê yekê, parastina wê nermiya stratejîk a ku her tim taybetmendiya Herêmê bûye, dijwartir dibe. Çûna aliyê yek cemserî metirsiya tolhildanê li pey xwe tîne, lê hewldana ji bo hevsengiyê di navbera çend cemserên dijber de di jîngeheke polarîzekirî de ber bi neimkaniyê ve diçe. Çarenûsa demdirêj a Herêmê bi wê ve girêdayî ye ku heta çi astê dikare saziyên xwe bi hêz bike û dabeşbûna navxweyî ji holê rake.
Bi kurtî: Pêgeha Herêmê girîng e, lê pir nazik û xeternak e. Tevî ku hîn xwedî îradeya siyasî ya xwe ye, lê ev îrade di çarçoveya sînorekî tund de kar dike. Challenge-a sereke ew e ku çawa ji bo hevparên xwe bi fêde bimîne, bêyî ku bibe girêdayê mutleq yê tu aliyekî.
