• Wednesday, 22 April 2026
logo

Profesor Michael Mousseau ji Zanîngeha Central Florida ji bo Gulan: Parastina Tengava Hurmuzê pêşengiya Amerîkayê ye û kilîta desthilatdarî û îstîqrara cîhanê ye

Profesor Michael Mousseau ji Zanîngeha Central Florida ji bo Gulan: Parastina Tengava Hurmuzê pêşengiya Amerîkayê ye û kilîta desthilatdarî û îstîqrara cîhanê ye

Profesor Michael Mousseau ji Zanîngeha Central Florida ji bo Gulan: Parastina Tengava Hurmuzê pêşengiya Amerîkayê ye û kilîta desthilatdarî û îstîqrara cîhanê ye

 

Michael Mousseau, profesorê siyaset, ewlehî û karûbarên navneteweyî ye li Zanîngeha Central Florida. Ew di lêkolînên xwe de giringiyê dide têkiliya navbera mercên aborî, sazî û nakokiyan. Ew xwediyê teoriyeke taybet e ku girêdayî ye bi wê yekê ka çawa derfeta wekhev di bazarê de giringiyê diafirîne ji bo lîberal demokrasî û pêkanîna aştiyê di navbera netewe û dewletan de. Mousseau piştgiriya wê yekê dike ku welatên dewlemend hewl bidin derfetên berfireh ên aborî ji bo wan welatên ku kêmtir geş bûne biafirînin; ji ber ku ew di wê baweriyê de ye ku ev yek dibe sedema pêkanîna aştiyeke herdemî û dadperwerane li ser asta cîhanê. Di vê çarçoveyê de, kovara Gulan hevpeyvînek bi wî re encam da, ku mijarên sereke girêdayî bûn bi wê yekê ka çawa guşar, dorpêç û cezayên aborî di warê têkiliyên navneteweyî de û di dema şer de têne bikaranîn.

Di lêkolînên xwe de hûn tekez dikin ku çawa ew sîstemên aborî yên ku li ser bingehên îstîkrar û peymanên dildarî hatine avakirin, dikarin bibin bingeha pêkanîna têkiliyên navneteweyî yên aştîxwaz. Li vir pirs ew e: Hûn çawa li pirsa sepandina ceza, bacên gumrukê û amûrên din ên aborî dinêrin di serdema îdareya serok Donald Trump de, bi taybetî li hember welatê Çînê?


Bi rastî, ew welatên ku xwediyê wan aboriyan in ku li ser bingeha kar û peymanên dildarî hatine avakirin – bi taybetî yên ku jê re tê gotin "aboriya bazar-navend" (li vir behsa dewletên demokratîk dikim) – di warê têkiliyên xwe yên bi hev re de bêtir aştiyê pêk tînin. Ji bo piştgirîkirina sîstema navneteweyî ya li ser bingeha rêsayan, ew hevalbendiyên xwezayî pêk tînin, bi awayekî ku bi berjewendiyên wan ên di warê bazirganî, îstîkrar û geşepêdana aborî ya demdirêj de yek digire. Di vê çarçoveyê de, sepandina bacên gumrukê ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve li ser Çînê, ji yên ku li ser dewletên din hatine sepandin cuda ne. Ango dibe ku ev bac di têkiliya bi dewletên din de bêtir bi nakokî û kêşeyên bazirganî yên rûtîn ve girêdayî bin, lê armancgirtina Çînê ji aliyê îdareya Amerîkayê bi serokatiya Trump ve, ji ber wê yekê ye ku Çîn her ku diçe desthilatdariya xwe ya di warê bazirganiyê de ji bo xurtkirina pêgeha xwe li ser asta cîhanê bi kar tîne, bi taybetî di çarçoveya hewlên xwe de bo bidestxistina serdestiya aborî û jeopolîtîk li ser qada cîhanê.


Pirseke din ew e: Gelo ev siyaset – sepandina van bacan – nîşana wê yekê ye ku êdî lojîka bazirganiyê nikare piştgiriyê ji bo pêkanîna aştiyê dabîn bike, an ku ev bûye amûreke neçarkirin û zorlêkirinê ji aliyê Amerîkayê ve?
Em dizanin ku ew bacên gumrukê yên ku îdareya yekem a serok Donald Trump li ser Çînê sepandin, di serdema îdareya Joe Biden de jî berdewam bûn. Ev yek nîşana hebûna lihevkirinekê ye li ser destnenebirina ji vê siyaset û stratejiya aborî li hember Pekînê. Lê belê, tiştê ku Donald Trump di îdareya xwe ya duyem de li ser komek welatan sepand, di warê armancgirtinê de cudahiyeke mezin û bingehîn heye û qutbûneke mezin e ji wê siyasetek aborî ya ku Amerîkayê ji bo heyama du sedsalan peyrew dikir; ku siyaseta berê ber bi vebûn û globalîzmê ve hatibû avakirin. Her wiha em dizanin ku pirsa bazirganiyê bi kûrahî ketiye nav binyada aboriya Amerîkayê û çaverêkirina xelkê di warê geşbûn û xweşbijîviyê de têkiliyeke xurt bi bazirganiya navneteweyî re heye. Ji ber vê sedemê, mimkun e ku ev bacên berfireh ên ku îdareya Trump sepandine, di sala 2029an de – piştî bidawîbûna dema desthilatdariya wî – ber bi kêmkirinê ve biçin. Lê tê pêşbînîkirin ku ew tedbîrên sînordarker ên li hember Çînê hatine girtin berdewam bin, bi taybetî heger Çîn li ser peyrewkirina wan siyasetên ku berfirehxwaziyê di nav xwe de digirin û dijî normên navneteweyî ne, berdewam be.
Ji bilî şerê serbazî, me celebê din ê guşar û dorpêça aborî dît di navbera şerê Îran û Amerîkayê de, bi taybetî tiştê ku bi alozkirin û hewla pekkirina bazarên enerjiyê û girtina Tengava Hurmuzê ve girêdayî ye. Li vir pirs ew e: Gelo ev şerê aborî heta çi radeyê piştgiriya hîpotezên we dike ku dibêjin "bazirganî îhtîmala şer kêm dike", û heta çi radeyê berovajî vê hîpotezê ye?
Ez bawer nakim ku dersên vê rewşê li dijî wan hîpotezan bin. Li şûna wê, ez vê nîqaşê dikim ku hemwelatiyên di nav dewletên demokratîk de – yên ku aboriya bazarê peyrew dikin – bihayekî pir mezin didin geşepêdana aborî, ku ev dibe sedem ku serkirdeyên wan piştgiriya bazirganiya azad û sîstemeke navneteweyî ya li ser bingeha rêsayan bikin, ku rêzgirtina li serweriya neteweyî jî tê de hebe. Yekbûna nêrîna xelkê û pêşengiyên siyasî yên hikumranan di van welatan de, şîroveyê ji bo hevalbendî û nakokiyên cîhanî peyda dike. Bo nimûne: Di Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de aboriya bazarê heye, û pir caran roleke wê ya bingehîn heye di berevanîkirina ji serweriya dewletê de dema ku rûbirûyî guşara desthilatên berfirehxwaz dibin. Ev yek bandorê li ser têkiliyên dijminane yên Amerîkayê bi hin welatên diyarkirî re dike. Bo nimûne, hin ji van welatan, her çend nifûseke wan a zêde hebe jî, lê aboriya wan di warê bazirganiyê de qels e û hikumranên wan rûbirûyî astengiyan dibin di bidestxistina şerîetê (rewayî) de. Ev yek wan neçar dike ku serî li serkutkirinê bidin ji bo berdewamiya desthilata xwe. Di van rewşan de, desthilatdar hinceta serkutkirina navxweyî bi wê yekê tînin ku rûbirûyî herreşe û metirsiyên derve bûne. Ji ber vê yekê, hewl didin destwerdanê di karûbarên dewletên din de bikin ji bo xurtkirina desthilatdariya xwe û bidestxistina armancên hegemonîk, bi vî awayî dibin sedema qelskirina serweriya dewletên armancgirtî. Ango hinek caran hewl tê dayîn ku di rêya afirandina bêîstîkrariya herêmî de, dewletek desthilatdariya xwe berdewam bike. Derbarê bikaranîna tedbîrên aborî wek amûr û karteke guşarê di dema şer û nakokiyan de, Amerîka tevî peyrewkirina siyaseta "îhtîwakirinê" (containment), lê wek me dît, siyaseta rûbirûbûnê jî girt ber xwe. Di vê çarçoveyê de, ev rastî nayê piştguhkirin ku Amerîka giringiyeke mezin dide îstîkrara aboriya cîhanî û giringiya stratejîk a Tengava Hurmuzê wek çavkaniya desthilatdariyê li ber çavan digire.


Gelo serîlêdana guşara aborî çi ji me re dibêje derbarê qelsiya sîstema aborî ya cîhanî? Gelo ev yek wê rastiyê eşkere nake ku welat serî li sûdwergirtina ji "pêvegirêdana aborî" (economic interdependence) didin, li şûna girtina rêyên serbazî? Bi taybetî bi giranîdana li ser wê yekê ku ev guşarên aborî çawa bazarên enerjiyê û aboriya cîhanî tevlihev dikin, mîna bilindbûna nirxê neftê û têkçûna zincîreyên dabînkirinê?


Bi kûrkirina globalîzmê re, girêdayîbûna aborî bû amûr û guşareke bihêz di destê dewletan de û wan serî lê da ji bo bidestxistina armancên xwe. Ji bo bersiva pirsa we jî dibêjim: Ev rewş bû sedem ku welat "pêvegirêdana aborî" bikin amûrê xurtkirina desthilatdariyê, li şûna ku tenê serî li hêza serbazî bidin. Di vê çarçoveyê de, mijara Tengava Hurmuzê giringiyeke kêmwêne heye. Ev rêrewa teng a aborî, ku nêzîkî yek li ser pênca (1/5) gaz û nefta cîhanê di re derbas dibe, bûye yek ji rêrewên herî giring ên aboriya cîhanê. Serokatiya Amerîkayê û biryarderên wî welatî giringiyeke pir mezin didin parastina îstîkrara aboriya cîhanî, bi taybetî tiştê ku bi bazarên enerjiyê ve girêdayî ye. Di encam de, pêgeha cografî ya Îranê li ser dirêjahiya vê tengavê, kiriye ku desthilateke wê di vê mijarê de hebe; ji ber ku girtina vê tengavê dibe sedema bilindbûna bilez a nirxê neftê û bandoreke nerênî li ser bazirganiya cîhanî û rewşa aborî li seranserî cîhanê dike.
Bila pirsa me ya dawî li ser Çînê û berteka wî welatî be. Gelo hûn pê bawer in ku çawa serdestiya Çînê li ser çavkaniyên giring, mîna "kanzayên kêmpeyda" (rare earth minerals), bandorê li ser dîzaynkirina hevsengiya hêza aborî û serbazî dike? Û hewlên dewletên demokratîk ji bo jicîhêkirin û pirrengkirina çavkaniyên dabînkirinê, heta çi radeyê dibe sedema kêmkirina vê qelsiya stratejîk bêyî ku aliyên erênî yên globalîzmê qels bibin?


Bi rastî, tiştê ku di vê mijarê de tê dîtin ew e ku gelek welatên dijî dewletên demokratîk – ku li ser aboriya bazarê ava bûne – şiyana wan nîn e ku desthilateke mezin li ser aboriya cîhanî bikin. Ji ber vê yekê jî, bêtir pişta xwe bi amûrên din ên mîna hêza serbazî an bêîstîkrarkirinê girê didin ji bo bidestxistina armancên xwe. Ango bêyî kontrolkirina rêrewên giring ên bazirganiyê an çavkaniyên sereke, şiyana wan a desthilatdariya aborî sînordar dimîne. Lê welatê Çînê karî ye xwe ji vê rewşê rizgar bike. Mebesta min ew e ku Çînê karî ye pêgeheke stratejîk bi dest bixe di rêya serdestiya li ser kanzayên kêmpeyda û kelûpelên bingehîn ên din. Her çawa be, gelek dewletên demokratîk dixwazin girêdayîbûna xwe bi Çînê kêm bikin, ew jî bi rêya pirrengkirina çavkanî û zincîreyên dabînkirinê û kêmkirina têkiliyên aborî bi Çînê re, bi armanca kêmkirina vê qelsiya stratejîk.

Top