Oz Katerji, rojnameger û peyamnêrê şer li Rojhilata Navîn û Ukraynayê ji bo Gulan: Divê Herêma Kurdistanê hevahengiyê bi aliyên niştimanî yên Bexdayê re bike da ku welat nebe qurbaniyê nakokiyên derve
Oz Katerji, rojnameger û peyamnêrê şer li Rojhilata Navîn û Ukraynayê ji bo Gulan: Divê Herêma Kurdistanê hevahengiyê bi aliyên niştimanî yên Bexdayê re bike da ku welat nebe qurbaniyê nakokiyên derve
Oz Katerji «Oz Katerji», rojnameger û şirovekarekî siyasî yê Brîtanî-Lubnanî ye. Bi sedema raporên xwe yên meydanî yên wêrek li ser nakokiyên Rojhilata Navîn û Ukraynayê, navûdengekî cîhanî peyda kiriye. Niha wek peyamnêrê şer li bajarê Kiyêvê niştecî ye. Xwediyê çendîn xelatên navdewletî ye, ji wan xelata baştirîn fîlmê dokumantarî li festîvala Portlandê ji bo fîlmê «Şerek ji bo Kiyêvê - The Battle For Kyiv» di sala 2024an de, ku tê de behsa rojên dijwar ên serەتaya êrîşa Rûsyayê dike.
Ew wek şarezayekî hûr ê warê jeopolîtîk, berdەwam şiroveyan ji bo têvebûna Îranê û grûpên wê yên proksî (wekîl) li navçeyê û bandorên şerê Ukraynayê li ser ewlehiya cîhanî dike. Ji bo axaftina li ser wî şerê ku niha tevahiya Rojhilata Navîn girtiye, me ev dîdar bi rojnameger Oz Katerji re encam da.
- Gelo nakokiya Amerîka û Îsraîlê li ser şêwaza rûbirûbûna Îranê, cudahiyeke taktîkî ya demkî ye, an qutbûneke stratejîk a kûr e? Ev rewş dê çawa arasteya paşeroja nakokiyê û çarenivîsa peywendiya navbera van her du hevalbendan diyar bike?
Oz Katerji: Ez di wê baweriyê de me ku ew nêrîna behsa hebûna qelşeke mezin di navbera Îsraîl û Waşingtonê de dike derbarê çoniya birêvebirina şer li dijî Îranê, di navendên medyayî de zêdehatinek (mibalexe) tê de hatiye kirin. Her çend ez pê bawer im ku cudahiya stratejîk a rastîn di navbera Netanyahû û Trump de heye, lê mixabin pir zehmet e ji derve fêm bikin ka palnerên bingehîn ên Trump di rastiyê de çi ne, ji ber ku peyam û gotarên Amerîkayê derbarê nakokiyê bi giştî mijawî û nezelal in. Ji ber wê, hewlên ji bo lêkdanêra hûr a siyasetên fermî tenê bi rêya wan peyaman, karekî gelekî dijwar û nîv-mehal e û nabe wek jêdereke pêbawer ji bo têgihîştina stratejiya Waşingtonê di vê qonaxa hestiyar a navçeyê de pişta xwe pê bibestin.
- Êrîşên li ser saziyên welatên herêmî ev şer alozir kir. Gelo ev metirsiya berfirehbûna şer û êrîşên li ser welatên Kendavê û kerta enerjiyê zêde dike?
Oz Katerji: Lêkdanêra rewşa niha nîşan dide ku her çend êrîşan ziyanên giran gihandine şiyanên Îranê, lê hîna asoyên hilweşandina rejîmê an raperîneke cemawerî ya navxweyî nayên dîtin. Tehran di vê qonaxê de tenê stratejiya «manê» bi kar tîne. Heke Îran bikaribe li hemberî hêrşên asmanî yên Îsraîl û Amerîkayê xwe ragire, wê demê dikare wek «serkeftineke pir bi qurbanî» (Pyrrhic Victory) nîşan bide.
Di rastiyê de, manê rejîma Îranê piştî van hemû fişaran, bi celebek ji serkeftinê ji bo wan tê hesibandin, meger êrîş ji asta bordûmana asmanî ve bibe êrîşeke serbazî ya bejayî û giştgîr. Ango, her çend rejîm bi sedema şer lawaz bûye, lê hîna nîşaneyên hilweşînê lê diyar nînin û şiyana xweragirtinê maye.
- Gelo grûpên nadeletî (non-state actors) mîna milîsên çekdar hîna hêzeke sînordar in, an di nav van aloziyan de dikarin şiyanên xwe ji bo berfirehkirina şer nû bikin?
Oz Katerji: Ji nêrîneke hûr a siyasî û serbazî ve, diyar dibe ku hemû grûpên proksî yên Îranê li navçeyê di rewşeke krîzê de ne û pêgeha wan wek hêzeke «astengker - Deterrent» li hemberî Îsraîlê bi temamî hilweşiyaye. Ev milîsên ku biryar bû wek mertalekî stratejîk ji bo parastina berjewendiyên Tehranê kar bikin, niha şiyana bersivdana bi bandor ji dest dane. Di rastiyê de, tenê sermayeya stratejîk a rastîn a ku ji bo Îranê mabibe, şiyana girtina Tengava Hurmuzê ye, ku ev jî karek e Îran dikare rasterast û bêyî vegera li ser proksiyên xwe encam bide.
Derbarê Hizbullaha Lubnanê, her çend hîna di şer de ye, lê ev yek bûye sedema ziyaneke mezin a wêranker ji bo binesaziya Lubnanê û pêgeha serbazî ya xwe. Asta wan ziyanên mirovî û fermandeyî yên ku gihandine vê rêxistinê, gihîştiye radeyekê ku mehal e bikaribe ji bo demeke dirêj li ser vê şêwazê berdewam bike. Ev nîşan dide ku lêçûna şer ji bo Hizbullahê pir ji wê mezintir e ku di planên destpêkê de hatibû danîn.
- Gelo rehenda enerjiyê û gefa girtina Tengava Hurmuzê dibe fişareke bi bandor li ser biryarên Amerîka û hevalbendên wê? Gelo ev arasteya nakokiyê diguhere, an tenê zêdehatin di nirxandina şiyanên Îranê de tê kirin?
Oz Katerji: Stratejiya Îranê di vê nakokiyê de li ser bingeha «teoriya serkeftinê» bi rêya fişarên aborî hatiye darêştin. Ji ber ku Tehran baş dizane ku ji aliyê serbazî û teknolojî ve şiyana rûbirûbûna rasterast û yekjarkî bi Îsraîl û Amerîkayê re nîne, lewma serî li bikaranîna «karta enerjiyê» wek çekekî bi bandor dide. Gefa girtina Tengava Hurmuzê, an armanckirina binesaziya neftê ya welatên Kendavê, hewlek e ji bo giranbûna lêçûna aboriya cîhanî û duristkirina enflasyonê, bi wê hêviyê ku civaka navdewletî û bazar fişarê bixin ser Waşingtonê da ku rê li ber berfirehbûna êrîşên Îsraîlê bigire.
Lê ev stratejî metirsiyeke mezin tê de heye û wek şûrê du-serî ye, ji ber ku têvebûna welatên Kendavê di vê nakokiyê de û ziyangihandina li jêderên wan ên darayî, dibe sedema guherîneke bingehîn û neyînî di hevkêşeyên herêmî de. Ew welatên Kendavê yên ku berê hewl didan celebek ji bêalîbûn an dîplomasiyê bikin, piştî van cûre êrîşan bi temamî helwesta wan dê biguhere û dibin dijberên sersext ên Tehranê. Ev yek ne tenê dibe sedema goşegirbûna siyasî ya Îranê, lê di qonaxa piştî şer de, Îran rûbirûyî eniyeke yekgirtî ya herêmî dibe ku ewlehî û aramiya wê di demdirêj de dixe bin gefeke cidî.
- Gelo dînamîkên şerê Ukraynayê, mîna enerjî, lojîstîk û piştgiriya derve, di nakokiya niha ya Rojhilata Navîn de heman girîngiya wan heye?
Oz Katerji: Berevajî nakokiya Ukraynayê ku tê de lojîstîk faktoreke çarenivîssaz û tije girift e, di şerê niha yê Rojhilata Navîn de ev mijar heta niha kêmtir bûye asteng ji bo hevalbendan. Ev cudahî jî vedigere bo wê yekê ku piraniya operasyonan bi rêya asman û deryayê têne encamdan, ku tê de Amerîka û Îsraîl xwedî serdestiyeke mutlaq a teknolojî ne. Lê belê, pêdivî ye were gotin ku heke arasteya nakokiyan ber bi êrîşeke bejayî ya berfireh ji bo kûrahiya xaka Îranê biguhere, wê demê lojîstîk dibe mezintirîn kêşeya stratejîk. Ji ber firehiya erdê Îranê û zehmetiya xwezaya navçeyê, birêvebirina hêza bejayî di wî astî de pêdivî bi piştevaniyeke lojîstîkî ya pir aloz û lêçûneke bêhejmar heye.
- Di navbera êrîşên Îranê û nakokiya Amerîkayê de, gelo Herêma Kurdistanê dikare bi dîplomasiyê pêgeha xwe wekî aktorekî aramker biparêze?
Oz Katerji: Di rastiyê de, Herêma Kurdistanê niha ne di pêgehekê de ye ku bikaribe bi rêya amûrên dîplomasiyê bandoreke bingehîn li ser rêڕewa vê nakokiya mezin durist bike. Kêşe li vir ew e ku Tehran û proksiyên wê, Herêma Kurdistanê wek qadeke hêsan ji bo şandina peyamên siyasî û serbazî ber bi Amerîkayê ve bi kar tînin. Heke bertekeke serbazî ya tund û astengker li hemberî van destdirêjiyan nebe, zehmet e Îran dest ji van provokasyonan berde. Lewma Kurdistan wek armanceke berdewam di nav dilê vê nakokiyê de dimîne û tenê hewlên dîplomasiyê nikarin bêyî parastineke serbazî ya bihêz, ewlehiya rastîn dabîn bikin.
- Gelo metirsiya guherîna Herêma Kurdistanê bo qada nakokiya nerasterast a navbera Îran û Amerîkayê, çawa bandorê li ewlehiya navxweyî û peywendiya Hewlêr û Bexdayê dike?
Oz Katerji: Herêma Kurdistanê niha di bin gefeke serbazî ya cidî û nearamiyeke kûr de ye ku bi sedema destwerdanên milîsên Şîe li navxweyî Iraqê durist bûye. Rûbirûbûna vê rewşê bi tenê ji bo Herêmê karekî dijwar e, lewma pêdivî ye Herêma Kurdistanê ji aliyê siyasî ve hewl bide hevahengî û eniyeke hevbeş bi wan hêz û aliyên niştimanî yên Bexdayê re ava bike ku ne paşko û ser bi ecenteyên Îranê ne.
Ev cure nêzîkbûn dibe sedema parastina serweriya welat û rê li ber wê yekê digire ku Herêma Kurdistanê bibe qurbaniyê nakokiyeke derve. Di vê qonaxê de, yekxistina helwestên navxweyî yên Iraqê li hember destwerdanan, yekane rê ye ji bo kêmkirina fişaran û parastina aramiya demdirêj.
