Li Kolombiyayê li dijî otobusa gundiyan êrîşa bombeyî: 14 mirî, 38 birîndar
Li herêma Caucayê ya Kolombiyayê, li navçeya Cajibioyê, teqemeniyek ku li ser rêya Pan-Amerîkan hatibû bicihkirin, di dema derbasbûna wesayîtan de hat teqandin. Di êrîşê de 14 kesên ku 5 ji wan zarok in jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 38 kesan jî birîndar bûn. Serokomar Gustavo Petro, serokê koma EMCyê Ivan Mordisco wekî berpirsiyarê êrîşê nîşan da.
Herêma Caucayê ya ku li başûrê rojavayê Kolombiyayê ye, bi êrîşeke bombeyî ya giran ku sivîl kirin hedef hejiya. Teqemeniyek ku di binya pirekê (menfez) de hatibû bicihkirin hat teqandin. Piştî bûyerê gelek hêzên ewlehiyê sewqî herêmê hatin kirin.
Li gorî gotinên şahidên bûyerê, teqîn di dema trafîka giran a wesayîtan de pêk hatiye. Di êrîşê de otobuseke gundî ya kevneşopî ku li herêmê wekî "chiva" tê naskirin, bû kavil. Ji ber hêza teqînê wesayîtên derdorê jî zirar dîtin û di rêya bejahî de çaleke mezin çêbû.
Serokomar: "Yên sivîlan dikujin qaçaxçiyên hişbirê ne"
Serokomarê Kolombiyayê Gustavo Petro di daxuyaniya xwe de Ivan Mordisco, serokê koma Estado Mayor Central (EMC), wekî berpirsiyarê êrîşê nîşan da. Petro daxwaz kir ku operasyon bên zêdekirin û got: "Yên ku li Cajibioyê sivîlan dikujin û birîndar dikin terorîst in, faşîst in û qaçaxçiyên hişbirê ne. Ez dixwazim ku li dijî vê koma narko-terorîst di asta navneteweyî de şopandineke herî bilind bê destpêkirin."
Li aliyê din, li bajarê Cali jî nêzî bingeheke leşkerî bi otobuseke tije bombe êrîşek hat kirin û di encamê de 2 kes birîndar bûn.
Daxuyaniya Waliyê Caucayê Guzman
Waliyê Caucayê Octavio Guzman li ser medyaya civakî ragihand ku hejmara qurbaniyan zêde bûye û wiha got: "Heta niha 14 kesan ku 5 ji wan zarok in jiyana xwe ji dest dane û 38 kes jî birîndar bûne. Ev trajediyeke wisa ye ku gelê me xistiye şîneke kûr û êşeke mezin."
Li gorî nûçeyên medyayê, hinek kesên çekdar tûpeke tije teqemenî avêtine ser otobusekê û piştî teqînê wesayîtên din ên li ser rê jî zirar dîtine.
Basnews
