• Monday, 20 April 2026
logo

Profesyor Arşîn Edîb-Moqedem, pisporê patolojiya desthilatê û derûnnasiya siyasî ji bo Gulan: Navçeya Rojavayê Asyayê ber bi guherîneke bingehîn ve diçe û tê de gelek nêrînên kevn têk diçin

Profesyor Arşîn Edîb-Moqedem, pisporê patolojiya desthilatê û derûnnasiya siyasî ji bo Gulan: Navçeya Rojavayê Asyayê ber bi guherîneke bingehîn ve diçe û tê de gelek nêrînên kevn têk diçin

Profesyor Arşîn Edîb-Moqedem, pisporê patolojiya desthilatê û derûnnasiya siyasî ji bo Gulan: Navçeya Rojavayê Asyayê ber bi guherîneke bingehîn ve diçe û tê de gelek nêrînên kevn têk diçin

 

Profesyor Arşîn Edîb-Moqedem, ku wek yek ji akademîsyenên herî ciwan û bi bandor ên Brîtanyayê tê naskirin, xwediyê paşxaneyeke zanistî ya dewlemend e ji zanîngehên Oxford, Cambridge û Hamburgê. Pirtûkên wî yên navdar mîna «Îran çi ye?» û «Ma Jîriya Destkar nijadperest e?», tevî serperştiya zincîre weşanên Zanîngeha Cambridge ji bo Rojhilata Navîn, pêgeheke bêhempa di navendên fikrî de dane wî. Ew tenê di holên zanîngehan de nemaye, belku wek şirovekarekî kûr di medyayên cîhanî yên mîna (BBC, CNN, Al Jazeera û Guardian) de derketiye û ronahî xistiye ser patolojiya desthilatê û derûnnasiya siyasî ya welatan. Ji bo axaftina li ser encamên wî şerê ku niha Rojhilata Navîn girtiye, me ev hevpeyvîna taybet bi Profesyor Arşîn re encam da.


Pirs: Tevî ku Îran gefên li ser Tengava Hurmuzê wek doktrîneke parastinê bi nav dike, êrîşên moşekî û dronî bo ser Herêma Kurdistanê û dewletên navçeyê berdewam in. Gelo ev tenê cibicîkirina stratejiya wê ya kevn e di pratîkê de?

Bersiv: Bi rastî, taktîk û stratejiyên giştî yên Îranê di navçeyê de, dema ku dikevin bin hûrbîniya analîzên siyasî, fêmkirina wan hêsan dibe. Ev welat di niha de rûbirûyê gefa rasterast a du hêzên mezin bûye, ku dîrokeke wan a dirêj di barkirina şer û wêrankariyê de heye. Îran, wek her dewleteke din, şahidê wan êrîşên jenosîdwarî bûye ku îdareya Benjamin Netanyahu li Gezeyê encam dan. Ji aliyekî din ve, Donald Trump jî hevparekî sereke yê vê hawêşeya tundûtîj e. Li ba Netanyahu û Trump, şiyana kuştin û ruxandina bajaran wek pîverek ji bo hêza mezin û serkeftinê tê dîtin.

Em wek rojnameger, ronakbir û çalakvanên medenî, erkeke me ya exlaqî li ser mil e ku rastiyan wek xwe bi nav bikin. Navkirina reftarên wan di dema şer de bi «sadîstî», ne tenê wesfekî rût e, belku ji aliyê analîzeke zanistî ve karekî bi temamî rast e. Di vê çarçoveyê de, taktîkên Îranê wek bersiveke hevtayî ji bo qebareya wan gefên ku li ser axa wê ne, xuya dikin. Doktrîna stratejîk a Îranê li ser bingeha tolhildana ji destdirêjiyan hatiye sazkirin, ew jî bi rêya lêdana berjewendiyên Amerîka û Îsraîlê li wan derên ku destê Îranê digihêjê, bi taybetî di navçeya Kendava Farsê de. Êrîşên li ser navçeyên Kurdî yên Iraqê jî di çarçoveya heman lojîkê de bûn.

Pirs: Herêma Kurdistanê, ku ne beşek ji vê şerî ye, berdewam dibe armanca êrîşan. Tu çawa van pelemanan di nav lojîka stratejiya serbazî û şer de şirove dikî? Gelo ev rewş çi metrsiyekê ji bo aktorên piçûk dirust dike, dema dikevin nav milmilaneyên herêmî û siyasî?

Bersiv: Dîroka siyasî ya navçeyê bi zelalî ji me re dibêje: Ev ne cara yekem e ku grûpên cuda yên Kurdistanê dibin amûr di lîstikên mezin ên desthilatê de, ku di navbera cemserên nakok ên mîna Îran, Iraq û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de têne birêvebirin. Ev milmilaneyan rîşaleke dîrokî ya kûr heye ku vedigere bo serdema Şahê Îranê di salên heftêyî yên sedsala borî de û qonaxên piştî wê jî, ku tê de her dem Kurd wek kartekî fişarê di milmilaneyên navneteweyî de hatine bikaranîn.

Trajediya mezin a Kurdên Iraqê di birînên kûr ên Helebce û Serdeştê de bi zelalî derdikeve holê. Ew karesatên mirovî yên mezin ku rejîma berê ya Iraqê bi hevkarî û handana rasterast a kompanyayên Rojavayî encam dan, dema ku jêrxaneya pêwîst bo berhemanîna çekên kîmyewî bo dabîn kirin da ku dijî gelê Kurd û serbazên Îranê bikar bîne. Ciyê daxê ye ku heta niha tekezî li ser wê hevxemiya mirovî ya ku sînoran derbas dike di navbera her du gelên Îran û Iraqê de nehatiye kirin û merasîmeke hevbeş an bîranîneke neteweyî ya yekbûyî nîn e bo nîşankirina wê dîroka tijî êş. Ji nihêrîna analîzê ve, mirov dikare bêje: Parçekirina Îranê armanceke stratejîk a dawî ya hikûmeta Netanyahu ye, ji ber ku îdareya tundrew a Netanyahu tenê dema dikare projeya «Îsraîla Mezin» cibicî bike, ku hêzên berperçeder û bi bandor ên mîna Îran û hevpeymanên wê, tevî gelê Filîstînê û Turkiyeya serdema Erdogan, di qada milmilaneyan de lawaz bibin an bi temamî werin jinavbirin. Ev milmilaneyan nîşanderê wê ne ku navçeya di berdem qonaxeke nû ya dabeşkarî ya siyasî û serbazî de ye.

Pirs: Girjiyên navbera Îran, Îsraîl û Amerîkayê nêzîk e Iraqê bikin qada şer. Gelo ev tenê milmilaneyeke sînordar e, an amaje ye bo belavbûna şerekî navçeyî yê giştgir ku her kesî digre nav xwe?

Bersiv: Her kesê ku kêmek şarezayî di dîroka jeopolîtîk a navçeyê de hebe, fêm dike ku ev milmilaneyê ber bi hilkişaneke bêhempa ya navçeyî û cîhanî ve hengavê davêje. Ti guman di wê de nîn e ku Îran vê carê zincîreya «asta herî bilind a girjiyan» (Maximal Escalation) naşikîne, ji ber ku ezmûna borî îsbat kir ku siyaseta «sebir/danasîna bi xwe de» û hewldan bo hênikkirina rewşê, ne tenê nebû sedema parastina berjewendiyên wê, belku nekarî rêgirî li terorkirina zanyarên atomî, kuştina fermandeyên serbazî, bombekirina nûnertiyên dîplomatîk û sepandina cezayên aborî yên tund bike.

Nabe ev milmilaneyê tenê wek şerekî navxweyî yê navçeyê were dîtin, belku ji ber hegemonyaya Îranê bi ser Tengava Hurmuzê û şiyana rawestandina herikîna enerjiya cîhanî, wek qeyraneke navneteweyî derdikeve holê. Ger di salên heftêyî yên sedsala borî de, Şêx Ehmed Zekî Yemanî, wezîrê nefta Siûdiyê, karî bi rêya «sepandina baykota neftê» wek amûrekî dîplomatîk ê tund li hember Amerîka û Îsraîlê bisekine, niha Îran û hevpeymanên wê xwe di berdem heman pêwîstiya stratejîk de dibînin.

Cudahî li vir e: Ji ber ku Îran mîna Siûdiya serdema 1973an xwediyê wî cureyî fişara aborî ya nerm nîn e, ew pê we ne ku tenê rê bo neçarkirina aliyê beramber bo tawîzdan û rêgirî li şerê giştgir di paşerojê de, bikaranîna «hêza serbazî ye bo rawestandina hinardeya neftê». Ev jî stratejiyek e bo bilindkirina lêçûna şer bo asta herî dawî, da ku Amerîka û hevpeymanên wê neçar bin pêdaçûnê bi hawêşeyan de bikin.

Pirs: Heya çi astê ezmûna şerê Îran-Iraqê avakerê çanda stratejîk a Îranî ye? Ev bîranîna dîrokî çawa bandor kiriye ser penabirina Tehranê bo amûrên nehevseng ên mîna dron û moşekan bo rûbirûbûna gefên îro?

Bersiv: Dewlet di rastiyê de wêneyekî mezinbûyî yê kesan in; ew xwediyê nêrîn, berjewendî û nasnameya taybet bi xwe ne ku reftarên wan pê têne naskirin. Dewleta Îranê jî, bi heman şêweyî, hilgira komek nîşanên normatîf û maddî ye ku analîzkirina wan dibe mifteyek bo fêmkirina «derûnnasiya nasyonalîzma Îranî» û doktrîna wê ya stratejîk. Gelek reftarên niha yên Tehranê rîşala wan di «mîta-dîrok»eke kûr de heye, ku tije ye ji rûbirûbûna hegemonyaya împeryalîstî û şer û piştguhxistina navneteweyî. Di vê çarçoveyê de, şerê Îran-Iraqê tenê rûdaneke dîrokî ya derbasbûyî nîn e, belku ezmûneke binyatner e ku şêwaza xwendina nuxbeya Îranî bo çemkên «gef, serwerî û manê» dariştiye.

Vî şerî nêrîna «tenêtiya stratejîk» li ba Îranê çespand, ji ber ku Tehran di goşegiriyeke bêhempa de dijî rejîmeke mîna Iraqê şer dikir ku ji aliyê hêzên navçeyî û cîhanî ve bi çekên herî pêşkeftî hatibû çekdarkirin. Ji vê hesta «tenêtiya stratejîk», em dikarin berdewamiyeke maddî û doktrînatî ya zelal ji salên heştêyî ve heta îro bibînin. Îran her di nav şer de dest bi ceribandina firokeyên bêfirokewan ên seretayî kir, ji ber ku şer xalên lawaz di hêza asmanî û deryayî de derxistin holê. Ev bû sedem ku Tehran ber bi berhemanîna sîstemên «kêm lêçûn û navxweyî» ve hengavê baveje, ku piştre guherî bo doktrînekî serbazî yê çespaw ku moşek û dronan wek amûra sereke ya «berperçdanê» dibîne. Îro, ev amûran tenê keresteyên lawekî nîn in, belku birrbirreya pişta stratejiya Îranê ne bo pekkirina lojîstîk û westandina aboriya neyarên xwe yên pêşkeftî. Hemwext Îran bi rêya sîstema hevpeymaniyên xwe, hesta tenêtiya stratejîk guherandiye bo gotara «tewereya berxwedanê».

Pirs: Gelo hêzên navneteweyî bo egera rawestandina Tengava Hurmuzê amade ne? Yan qeyraneke dirêjxwayer di vê şadêmarê stratejîk de, kêmasiyên pêkhateyî yên kûr ên sîstema cîhanî û asayîşa enerjiyê dixe rû?

Bersiv: Rastiyên analîtîk di vê pirsê de gelek zelal û hertiştî ne, lê kêşeya cewherî ew e ku em li berdem du îdareyên siyasî li «Washington û Tel Avîvê» ne ku di nav «wehmên xwe de» qetîs mane. Ev serkirdane bawer dikin ku dikarin tenê bi rêya daristina gotara şer û kontrolkirina medyayê, waqîekî nû li ser erdê bixuulqînin. Ez vê rewşê bi «wehma patolojîk» nav dikim, çemkek ku di lêkolînên xwe yên nû de derbarê felsefeya jîriya destkar (Efsaneya Jîriya Destkar a Baş, 2025) bi hûrî behs kiriye.

Ev wehma patolojîk, gotarekî siyasî yê xurûr e ku bi temamî ji rastiyan û ezmûnên meydanî veqetiya ye. Bo nimûne, bangewaziyên bêbingeh bo «guherîna rejîmê» li Îranê, yan «jinavbirina temamî ya bernameya atomî», wek sîstemekî baweriyê yê girtî kar dikin. Ev dînamîkiyet di bin siha gotara «serweriya taybet» (Sovereign Exceptionalism) de geş bû, ku Amerîkayê wek hêzeke herdem serketî nîşan dide û piştbestina cîhanî bi hevdu re fêramoş dike.

Li vir em dibînin ku ev tenê siyaseta wehman nîn e, belku berçavbûna patolojiyeke naeqlanî ye ku tu pêwendiya wê bi rastiya cîhanê re nîn e. Trump û Netanyahu çi bibêjin, rastiya tal ew e: Tu çareseriyeke serbazî bo parastina hatûçûnê di Tengava Hurmuzê de nîn e, ger Îran razî nebe.

Pirs: Gelo di bin siha hilkişîna girjiyan de derfeta hênikkirinê maye, an ber bi nasegamgiriyeke dirêjxwayer ve diçin, ku nexşeya siyasî ya Rojhilata Navîn bo salên bê dûbare dadirêje?

Bersiv: Navçeya Rojavayê Asyayê ber bi guherîneke bingehîn ve diçe û tê de gelek nêrînên kevn têk diçin. Ew siha ewlehiyê ya ku Dewletên Yekbûyî piştî sala 1991an binyat na, nekarî wê aramiyê dabîn bike ku welatên Kendavê milyaran dolar bo terxan kirin. Şêwaza asayîşa jihevkirî ku li ser bingeha dûrxistina Îran û Iraqê ji hawêşeyan binyat nablû bû, tûşî herrifîneke mezin bûye. Naeqlanî ye ku were pîvan ku mirov dikare êrîş bike ser welatekî ku dirêjtirîn kenarav li ser Kendava Farsê heye, bêyî ku kirdariya metrsîdar bo ser wan welatan hebe ku bingehên serbazî yên Amerîkî tê de ne. Ceribandina «aştiya Amerîkî» tenê ezmûneke demkî û kurtxwayer bû, êrîşên vê dawiyê jî sînordariya vê hêzê bi zelalî îsbat kirin. Donald Trump wek wî serokî diçe nav dîrokê ku baweriya bi hevpeymaniya Amerîkayê wek jêdera parastina berdewam têk şikand. Di encamê de, Çîn û Rûsya dibin serketiyên rastîn ên vê hawêşeya nû û şikesta siyaseta Amerîkayê jî berçav dibe.

Top