Dr. Marsîn Elşemerî, pispora bernameya şaristanî û civakên Îslamî li Zanîngeha Boston ji bo Gulan: Tevlêbûna kûr a Heşda Şeibî di her du qadên siyaset û aboriyê de, desthilata dewletê kêm dike û avakirina saziyên berpirsiyar peyda nake.
Dr. Marsîn Elşemerî, pispora bernameya şaristanî û civakên Îslamî li Zanîngeha Boston ji bo Gulan: Tevlêbûna kûr a Heşda Şeibî di her du qadên siyaset û aboriyê de, desthilata dewletê kêm dike û avakirina saziyên berpirsiyar peyda nake.
Dr. Marsîn Elşemerî, xwediyê bawernameya doktorayê ye di zanistên siyasî de li Enstîtuya Teknolojiyê ya Massachusetts (MIT), niha mamoste ye di bernameya şaristanî û civakên Îslamî de li Koleja Boston, her wiha lêkolînera hevbeş e di Destpêşxeriya Rojhilata Navîn de li Zanîngeha Harvard û lêkolînera mêvan e li Enstîtuya Brookings. Karên wê yên zanistî di navendên herî bi nav û deng ên cîhanê de têne weşandin û pirtûka wê ya nû bi navê "Sedsalek ji Hewzeya Îraqê" ye, ku lêkolîneke zanistî ye li ser Hewzeya Zanistî ya Necefê. Ji bilî qada akademîk, şêwirmendeke çalak e ji bo rêxistinên navneteweyî mîna Neteweyên Yekbûyî, Banka Cîhanî û Ajansa Geşepêdana Navneteweyî ya Amerîkayê (USAID).
Ji bo axaftin li ser rewşa siyasî ya Îraqê û ew modela ku Şîeyên siyasî yên Îraqê di hikûmranî de peyrew dikin, me ev hevpeyvîn bi xanim Elşemerî re encam da.
Gulan: Di niha de behsa guhertina nexşeya hevpeymaniyan di Rojhilata Navîn de tê kirin, gelo pêgeha Îraqê di vê nexşeya nû de çi ye? Ma Îraq bûye lîstikvanekî serbixwe, yan hîn wek "qada yekalîkirina nakokiyan" maye?
Dr. Marsîn Elşemerî: Bi baweriya min, Îraq di hevkêşeyên siyasî yên herêmê de pêgeheke "hîbrîd" (têkel) dagir kiriye. Ev tê wê wateyê ku nabe Îraq tenê wek qadeke sade ya şerê wekaletê were dîtin ku hêzên derveyî bi daxwaza xwe araste bikin; di heman demê de nabe wek dewleteke xwedî serweriya mutleq û serbixwe di biryarên herêmî de were pênasekirin. Di rastiyê de, aktorên siyasî yên navxweyî yên Îraqê xwedî "îradeya siyasî" û şiyana biryardana xwe ne. Bo nimûne, Bexda di çend salên borî de bi kiryarî selmand ku dikare roleke dîplomatîk a çalak bigire, bi taybetî di hêsankirina guftûgo û lihevkirinên navbera Tehran û Riyadê de.
Lê belê, ev îrade û serbixwebûna aktorên Îraqî di valahiyê de kar nake, belku bi kûrahî di nav torên aloz ên hegemonya herêmî de hatiye çeqandin. Hêzên derveyî hîn jî têkiliyeke stratejîk a tund bi aliyên navxweyî re parastine. Wek min berê jî amaje pê kiriye, Îraq tenê qadeke bêdeng ji bo şerê yên din nîn e, aktorên Îraqî xwedî îrade ne, lê ev îrade di çarçoveya sîstemeke herêmî de tê meşandin ku hêzên derveyî bi kûrahî tê de reh û rîşên xwe avêtine. Di encamê de, Îraq hem wek aktorekî siyasî yê xwedî nasname derdikeve, hem jî wek qadeke cografî ku tê de nakokî û hevrikiyên mezin ên cemserên herêmî digihîjin hev.
Gulan: Piştî sala 2003an, hikûmranîya Şîe li ser bingeha "tevafuq" (lihevkirin) û beşdariya her kesî bû, lê niha di bin sîya hikûmeta Sûdanî û serdestiya Çarçoveya Hevahengiyê de, gelo em dikarin bêjin Îraq ber bi modela "hikûmranîya yek-cemserî" ve diçe û dawî bi firehiya siyasî ya nav mala Şîe hatiye?
Dr. Marsîn Elşemerî: Bilindbûna pêgeha Çarçoveya Hevahengiyê di qada siyasî ya Îraqê de, nîşana proseya tundkirina rêzên nav hêzên siyasî yên Şîe yên naskirî ye. Ev wek bertekekê li hember ew valahî û qeyrana siyasî ya piştî vekişîna fraksiyona Muqteda Sedir ji parlamentoyê pêk hat. Lê belê divê em bi hişyarî nêzîkî vê dîmenê bibin; ev nayê wê wateyê ku dawî bi firehbûn û dengên cuda di nav qada siyasî ya Şîe de hatiye.
Dîroka siyasî ya Îraqê ya piştî 2003an nîşanî me dide ku siyaseta Şîe her tim bi tundî parçe-parçe bûye. Partiyên cuda, grûpên çekdar û navendên dînî li Îraqê, di hevrikiyeke berdewam û piralî de ne ji bo bidestxistina hegemonya û bandora zêdetir. Wek min di lêkolînên xwe de tekez kiriye: "Serdestiya siyasî ya Şîe, tu carî nayê wateya hebûna yekîtiyê." Di rastiyê de, pir caran ew nakokî û hevrikiyên navxweyî yên navbera aliyên Şîe de hene, pir zêdetirî nakokiyên tayifî yên navbera pêkhateyên cuda ne ku şêwe û arasteyê didin dînamîka siyasî ya Îraqê. Ji ber wê, divê hikûmeta Mihemed Şîa Sûdanî tenê wek derketina blokeke siyasî ya yekdest û hegemonîk neyê dîtin, belku divê wek hevpeymaniyek pragmatîk di navbera komek aktorên siyasî yên hevrik de were şîrovekirin ku li ser bingeha berjewendiya hevbeş û hevsengiya hêzê civiyane.
Gulan: Hikûmeta niha ya Bexdayê stratejiya "xizmetguzarî li hember bêdengiya siyasî" peyrew dike. Gelo ev ê bibe stratejiyeke serkeftî ji bo rewatiya desthilata siyasî ya Şîe li herêmên başûr, yan tenê çareseriyek demkî ye û rehên pirsgirêkan (gendelî û bêkarî) çareser nake?
Dr. Marsîn Elşemerî: Bê guman, baştirkirina asta xizmetguzariyên giştî rehendeke bingehîn e di proseya avakirina baweriya windabûyî ya navbera dewlet û welatiyan de. Piraniya ew pêlên nerazîbûn û xwepêşandanên ku parêzgehên başûrê Îraqê girtin, di bingeh de ji daxwazên herî seretayî yên jiyanî ve serçav girtibûn, mîna dabînkirina derfetên kar ji bo ciwanan, baştirkirina kerta kehrebeyê, ava paqij û xizmetguzariyên giştî. Tevî girîngiya vê aliyê, ez di wê baweriyê de me ku tenê baştirkirina xizmetguzariyan nabe sedema vegerandina rewatiya siyasî ya temam ji sîstemê re, ji ber ku qeyrana hikûmranî li Îraqê qeyraneke "strukturî" (bingehîn) û kûr e. Ev kêşeyên bingehîn di belavbûna gendeliyê, lawaziya saziyên fermî û belavbûna desthilatê di navbera aktorên dewletî û nadewletî de xuya dibin.
Wek min berê jî gotiye: "Piraniya Îraqiyan ne li dijî xudî dewletê wek qewar ne, belku li dijî ew şêwazê karê xirab in ku dewlet pê tê birêvebirin." Di demekê de ku gihandina xizmetguzariyan dibe ku bi şêweyekî demkî aciziya kolanê kêm bike, lê bêyî encamdana çaksaziya rîşalî di saziyan de û jinavbirina gendeliyê, sedemên bingehîn ên bêhêvîtî û nerazîbûnên siyasî dê her wek xwe bimînin.
Gulan: Em dibînin hêzên çekdar (Heşda Şeibî) ji bilî rola serbazî, mijûlî avakirina împaratoriyeke aborî ne (mîna Supaya Pasdaran). Gelo ev "aborîkirina hêzên çekdar" çi metirsiyekê li ser paşeroja dewleta medenî û demokrasiyê li Îraqê çêdike?
Dr. Marsîn Elşemerî: Yek ji guhertinên herî diyar û bi bandor ên siyasî û stratejîk li Îraqê di deh salên borî de, berfirehbûna bêwêne ya ew tora aborî ya qezancxwaz bûye ku bi grûpên çekdar ve hatine girêdan. Bi taybetî, hinek ji kutilên destpêdar di nav hêzên Heşda Şeibî de, bi şêweyekî sîstematîk tevlî çalakiyên curbecur ên aborî bûne mîna bazirganiya xalên sînorî, projeyên avadanî û damezirandina kompanyayên bazirganî.
Her çiqas çavdêr pir caran vê diyardeyê wek mîna modela Supaya Pasdaran a Îranê dibînin, lê ez pê we me ku ezmûna Îraqê taybetmendî û alozîyên kûrtir tê de hene. Li gorî lêkolînên min, piraniya van grûpên çekdar ên bi bandor di yek demê de di sê qadên cuda de kar dikin: wek hêzeke ewlehî di qadê de, wek partiyek siyasî di nav parlamento û hikûmetê de, û wek toreke aborî ya bihêz di nav bazarê de. Ev pêgeha têkel kiriye ku cudakirina sînorê navbera dewlet û aktorên nadewletî pir zehmet û mijawî bibe. Di encamê de, gava grûpên çekdar bi vê kûrahî di her du qadên siyaset û aboriyê de reh diavêjin, hewildanên nîştimanî ji bo avakirina saziyeke dewletî ya bihêz, serbixwe û berpirsiyar rûbirûyî astengiyên mezin dibin.
Gulan: Wek çavdêreke rewşê, gelo ew fişarên niha ji Bexdayê ve li ser Herêma Kurdistanê têne kirin, tenê kartekî demkî yê siyasî ne ji bo teslîmgirtina Hewlêrê, yan planekî stratejîk ê dirêjxayen ê hêzên siyasî yên Bexdayê ye ji bo hilweşandina federalîzmê û vegerîna ber bi navendîbûnê (merkeziyet)?
Dr. Marsîn Elşemerî: Girjiyên navbera Bexda û Herêma Kurdistanê divê di nav çarçoveyek giştgirtir de werin analîzkirin, ku ew jî proseya geşedana sîstema federalî ye li Îraqê. Nakokiyên dirêjxayen li ser pirsa hinardekirina petrolê, şêwazê dabeşkirina dahatê û şîrovekirina cuda ya bo deqên destûrî, piştî sala 2003an wek kêşeyeke berdewam di nav dilê nakokiyan de mane. Dibe ku fişarên niha yên hikûmeta federal tenê wek danûstandinek siyasî ya kurtxayen ji bo destkeftiyên demkî xuya bikin, lê di rastiyê de nîşana arasteyek stratejîk a kûrtir in; ew jî hewildana berdewam a Bexdayê ye ji bo dubare sepandina hegemonya û kontrola navendî li ser çavkaniyên siruştî û hîmên kargêrî. Wek min berê jî amaje pê daye: "Dewleta Îraqê, piştî derbasbûna du dehsalan bi ser guhertinên 2003an de, hîn di nav proseya dariştinê û diyarkirina sînorên rastîn ên federalîzmê de ye." Ji vir em dikarin bêjin: ev girjî nîşana komek pirsyarên bingehîn ên çaresernekirî ne derbarê çawaniya dabeşkirina desthilat û serweriyê di navbera navend û herêmê de, ku hîn lihevkirinek nîştimanî li ser wan çênebûye.
Gulan: Pir caran Kurd gilî dikin ku hevpeymanên wan ên Şîe pabendî rêkeftinan nabin. Gelo kêşe di nebûna baweriyê de ye, yan ew e ku hevkêşeya hêzê guhertiye û Bexda êdî Kurdan ji bo manevra desthilatê bi pêwîst naxwaze?
Dr. Marsîn Elşemerî: Têkiliyên navbera serokatiya Kurd û hevkarên wan ên siyasî li Bexdayê, tenê di dîrokek dirêj a bêbaweriyê de kurt nabin, belku rewşa niha nîşana guhertineke bingehîn di hevsengiya hêzê û kartên fişarê (Leverage) de ye di navxwa Îraqê de. Di qonaxa piştî 2003an de, partiyên Kurdî wek "aktorê yekalîker" di proseya siyasî de derdiketin û bêyî piştgiriya parlamenî ya wan, avakirina hevpeymaniya hikûmran û pêkanîna hikûmeta federal karê ne gengaz bû. Lê bi derbasbûna demê, guhertin di hevpeymaniyên nav mala Şîe de û tundkirina rêzên wan, pêgeha Kurdî di hevkêşeya pêkanîna kabîneyên wezaran de ber bi lawaziyê ve bir, bi cûreyekî ku êdî piştgiriya Kurd wek mercêkî hacetî ji bo derbaskirina hikûmetan nayê dîtin.
Bi baweriya min, sîstema siyasî ya Îraqê her tim li ser bingeha "sewdageriya berdewam a nuxbeyan" kar kiriye. Wek min di lêkolînên xwe de gotiye: "Ew sîstema piştî 2003an hat holê, nîşana rêkeftinên dabeşkirina desthilatê bû ku her tim pêdivî bi danûstandinên nû hebû." Ji vir diyar dibe, gava cemserê hêzê di navxwa de bi hêztir dibe, bi şêweyekî xwebexş hewil dide bingehên lîstikê biguhere û rêkeftinên kevn têk bibe; ev ew rastiya tal e ku niha guhertin di celebê têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê de çêkiriye.
