Nehro Rewandizî, Cîgirê Serokê Lîjneya Neft û Gazê li Encûmena Nûneran a Iraqê di hevpeyvîneke taybet de ligel kovara Gulan: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê destpêşxerî kiriye û nermî nîşan daye ji bo ji nû ve destpêkirina hinardekirina neftê, lê Bexda ciddî
Tevî wan binpêkirinên destûrî û yasayî yên ku di yasaya budceyê de li hemberî dosyeya petrola Herêma Kurdistanê hatine kirin, û ligel wê ziyana darayî ya mezin a ku ji ber rawestandina hinardekirina petrolê gihîştiye zêdetirî 24 milyar dolarî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya Wezareta Çavkaniyên Siruştî di guftûgo û danûstandinan de nermbûn û hêsankariyeke berçav nîşan daye. Ji ber vê yekê, dawiyê lihevhatinek di navbera herdu Wezaretên Çavkaniyên Siruştî û Wezareta Petrolê ya Iraqa Federal de hat îmzekirin. Ev di demekê de ye ku ev zêdetirî du salan e dosyeya petrolê di navbera Herêm û Bexdayê de ketiye rewşeke xetimî û bê çareserî maye. Bi serê xwe, girêdana dosyeya petrolê bi dosyeya mûçe û mafên darayî yên din ên Herêma Kurdistanê ve, binpêkirineke destûrî û yasayî ye. Kovara Gulanê di vê hevpeyvînê de ligel Nehrû Rewandzî, Cîgirê Serokê Komîteya Petrol û Gazê li Parlamentoya Iraqê, ev mijar xist ber behsê û çend pirs jê kirin.
Wekî destpêşxeriyek ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, lihevhatinek di navbera Wezareta Petrolê ya Iraqê û Wezareta Çavkaniyên Siruştî de hat îmzekirin. Herwiha, Wezîrê Çavkaniyên Siruştî nivîsarek arasteyî Wezîrê Petrolê yê Iraqê kiriye ji bo diyarkirina mîkanîzma ji nû ve destpêkirina hinardeya petrola Herêmê. Gelo di pêşerojeke nêzîk de, herdu alî dê bigihîjin mîkanîzmeke guncaw ji bo vê mebestê?
Hikûmeta Herêma Kurdistanê destpêşxerî kiriye ji bo ji nû ve destpêkirina hinardeya petrolê, ku zêdetirî du salan e bi biryara Dadgeha Navbeynkariyê ya Navneteweyî ya Parîsê hatiye rawestandin û ji ber wê Iraq û Herêma Kurdistanê zêdetirî 24 milyar dolar zirar dîtine. Ev biryar û reftarên Bexdayê li hemberî dosyeya petrola Herêma Kurdistanê, binpêkirineke eşkere ya destûr û yasaya budceya Iraqê ye. Mixabin, mijara petrolê wekî piraniya maf û heqdestiyên darayî yên din ên Herêmê, tevlî ajanda û mebestên dijî Kurdan hatiye kirin. Wekî din, li gorî kîjan madeya destûr û yasaya budceyê ev reftar tên kirin? Tewra biryarên Dadgeha Federal jî rê nedane ku mijara petrolê û kêşeyên di navbera herdu hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê de bi mûçeyan ve bên girêdan. Lê belê cihê mixabiniyê ye ku bi nêzîkbûna hilbijartinên Parlamentoya Iraqê re, ev dosye wekî beşek ji propagandaya aliyên siyasî yên Iraqê ji bo hilbijartinên parlamentoyê hatiye bikaranîn. Di vî warî de, rast e nivîsara Wezareta Çavkaniyên Siruştî arasteyî Cîgirê Serokwezîr bo Karûbarên Enerjiyê û Wezîrê Petrolê yê Iraqê hatiye kirin û tê de tekezî li ser pabendbûna Herêmê hatiye kirin bi radestkirina tevahiya wê miqdara petrola ku ji zeviyan tê berhem anîn, ev jî piştî daxistina 50 hezar bermîl petrola rojane ji bo bikaranîna navxweyî û herwiha 16 dolar wekî lêçûna destpêkê ji bo her bermîlekê li gorî sererastkirina yasaya budceyê, heta wê dema ku kompanyayeke pispor a navneteweyî û bêalî lêçûna rastîn a berhemanîna petrolê li zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê diyar dike. Heta vir ti pirsgirêk nîne, lê pirsa girîng ev e: Gelo di nav vê bêserûberiya Iraqê û destdirêjiya milîsan û hebûna zîhniyeteke şovînî ya dijî Kurd û Herêma Kurdistanê de, lihevhatin û cîbicîkirina mîkanîzmekê ji bo hinardekirina petrolê dê karekî hêsan be?
Ji bo bersivdana vê pirsê, divê em wê rastiyê eşkere bikin ku Bexda dixwaze rasterast bi Tirkiyeyê re danûstandinê bike û boriya Kerkûk-Ceyhanê bê xebitandin. Wezareta Petrolê ya Iraqê wisa dihesibîne ku divê li gorî biryara Dadgeha Federal her hinardeyeke petrolê bi rêya kompanyaya SOMO be. Heger berhemanîna petrola Herêmê jî ne li gorî pêwîstiyê be, wê demê bi wê miqdara petrola ku ji zeviyên Kerkûkê tê, petrol bê hinardekirin. Ango, heta eger petrola Herêmê jî neyê hinardekirin, ew ê bi rêya petrola Kerkûkê boriyê bi kar bînin, ku ji aliyê aborî û nêzîkbûna ji bazarên Ewropayê ve, dê sûdeke stratejîk a mezin ji bo Iraqê hebe. Çawa dibe bila bibe, hîn jî xebitandina boriya Kerkûk-Ceyhanê gelek guftûgoyan hewce dike.
Ji aliyekî din ve, rawestandina hinardekirinê ji bo maweya zêdetirî du salan û êrîşên dronan ên vê dawiyê yên milîsên derqanûnî li ser zeviyên petrolê, ev hemû bûne sedem ku ji bo Herêma Kurdistanê zehmet be ku berhemanîna petrola xwe vegerîne asta berê ya berhemanînê, ku digihişt (286,418) bermîlên rojane. Di heman demê de, kompaniyên biyanî yên petrolê li Herêma Kurdistanê baweriya xwe bi hikûmeta Iraqê naynin ku mafên wan ên darayî bide wan, ji ber vê yekê du garantiyan ji hikûmeta Iraqê û Wezareta Petrolê dixwazin:
Yekem: Dayîna lêçûnên berhemanînê.
Duyem: Destwerdanekirina peymanên wan.
Ev yek rê li ber destpêkirina dewreke nû ya gotûbêjan di navbera Wezareta Çavkaniyên Siruştî, Wezareta Neftê ya Iraqê û kompanîyan de vedike. Lê belê, divê her kes wê rastiyê bizane ku di vê qonaxa hestiyar de ku Iraq û herêm tê re derbas dibe û her kes ber bi hilbijartinan ve diçe û piraniya aliyên siyasî yên bi bandor ên Iraqê dijberiya Herêmê dikin ji bo ku dengekî zêdetir ji wê kolanê bi dest bixin ku wan ji rê derxistiye. Ji ber vê yekê, girêdana doza neftê bi mûçeyan ve binpêkirineke eşkere ya destûrî û yasayî ye. Her çi be, bi dîtina min, îhtîmala pabendnebûn û binpêkirina rêkeftinan ji aliyê Bexdayê ve pir zêde ye.
Hûn behsa êrîşên dronan ên li ser kêlgeh û sazîyên neftê yên Herêmê dikin. Ji bilî ziyanên madî, van êrîşan heta çi radeyê bandor li ser kêmbûna asta berhemanînê kir? Gelo ew komîteyên ku ji Bexdayê ji bo şopandin û lêkolînê hatin şandin bo Herêmê, gihiştin çi encamê da ku ev êrîş careke din dubare nebin?
Li Iraqê bêserûberiyeke mezin heye û mîlîsên çekdar ên derveyî yaseyê xwedî desthilat û nifûzeke mezin in. Ji aliyekî din ve, ne em û ne jî Bexda xwedî çekên pêşketî ne ji bo rûbirûbûna mûşek û dronên bombebarkirî, lewma ev komîte û şopandin ti encameke berbiçav nagirin. Hikûmeta Iraqê di nebûna teknolojiya pêşketî ya wekî radar û sîstema dijî-mûşek de nikare ne kêlgehên neftê yên xwe û ne jî yên me biparêze. Derbarê êrîşên dronên bombebarkirî de, dema mirov li dem û şêwaza êrîşan dinêre, diyar dibe ku ev senaryoyên plankirî ne û destê gelek alî û mîlîsan di van êrîşan de heye. Armanc kêmkirina kapasîteya berhemanîna nefta Herêma Kurdistanê û zêdekirina zextan e da ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê nikaribe wê miqdara neftê ya ku Iraq daxwaz dike radest bike. Ji ber vê yekê, wekî roja ronî eşkere ye kî li pişt van êrîşan e. Ji bo rêgirtina li dubarebûna van êrîşan, divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya hevpeymanên xwe hewl bide çekên pêşketî yên dijî-dron û dijî-mûşek bi dest bixe. Her wiha divê hemahengiya îstixbaratî di navbera Wezareta Navxwe û Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar ên Iraqê de bê xurtkirin, da ku rê li ber êrîşan bê girtin û encamder bên cezakirin. Niha ew mîlîs ewqas desthilatdar in ku her yekê ji wan herêmek kontrol kiriye. Mînak, mîlîsên çekdar hene ku rafîneriyek kirine armanc, tenê ji bo ku paşê ew bi xwe peymana tamîrkirina wê werbigirin û qezenceke mezin bi dest bixin. Yanî, mijar tevliheviya berjewendiyên aborî, nifûza çekdarî ya mîlîsan û îradeya ajandayên derve ye.
Wê demê, wekî Komîteya Neft û Gazê li Parlamentoya Iraqê, hûn heta çi radeyê hay ji dosyayên gendelî û qaçaxçitiya neftê hene, bi taybetî têkelkirina nefta Iraqê bi nefta Îranê re û hinardekirina wê bi qaçaxî ji benderên Besrayê?
Iraq wekî dewlet bêxwedî ye û dosyayên neft û darayî li Iraqê di nava gendeliyê de noq bûne. Mijar ne tenê qaçaxçitiya nefta Iraqê ye, belkî têkelkirina nefta welatên din jî di nav xwe de digire. Hikûmeta Iraqê deynekî mezin li ser e û gelek caran li derveyî yasaya budceyê û bi awayekî nefermî, bi rêya neftê wan deynan dide, ku ev jî li derveyî xerckirina fermî ye ku ji bo her kesî hatiye diyarkirin. Ji ber vê yekê, divê em heta ku ji destê me tê hewl bidin ku dosyaya nefta xwe têkelî vê gendelî û bêserûberiya Iraqê nekin û xwe jê dûr bigirin. Nefta Herêmê tenê 10% ji tevahiya nefta Iraqê pêk tîne. Pirs ev e: Çi li wî 90% ê nefta Iraqê û dahatên din ên mezin tê? Li vir li Herêma Kurdistanê proje, avadanî û elektrîk têne dîtin, lê li wir bi milyaran dolar têne xerckirin, lê dîsa jî rewş roj bi roj ber bi xirabûnê ve diçe. Bexda, aliyên mîlîsên bi bandor û aliyên wan ên siyasî dixwazin rewş bi wî awayî bimîne ku xizmeta berjewendiyên wan û berdewamiya gendeliyê bike. Ji ber vê yekê ye ku ne tenê di vê dewreyê de, belkî di hemû dewreyên paşerojê yên parlamentoyê de jî rê li ber derbaskirina yasaya neft û gazê ya federal tê girtin. Rast e Iraq di destpêkirina ji nû ve hinardekirina neftê bi rêya boriya Kerkûk-Ceyhanê de ciddî ye, lê ev zêdetir ji bo nefta Kerkûkê ye û ew dixwazin şer bi Herêma Kurdistanê bifroşin. Ew pabendî rêkeftinan jî nabin û her hincet û behaneyekê ku em çareser bikin, ew bi dehan astengî, pirsgirêk û dijwariyên din derdixin pêşiya me, di demekê de ku ew bi xwe pabendî van hemû biryar, rênimayî û raspardeyan nînin.
Di rêkeftinê de behsa terxankirina 50 hezar bermîl nefta rojane ji bo pêdiviyên navxweyî yên Herêmê hatiye kirin. Ev miqdar çawa têra pêdiviyên navxweyî yên wekî dabînkirina benzîn, gazoyl, nefta spî û berhemanîna elektrîkê li wan wêstgehên ku bi nefta reş û gazoylê kar dikin, dike?
Ji bo dabînkirina pêdiviyên xwe yên navxweyî, Herêma Kurdistanê rojane pêwîstiya wê bi nêzîkî 112 hezar bermîl neft heye. Iraq bi xwe, ku ji 15 parêzgehan pêk tê, bi fermî li xwe mikur hatiye ku rojane pêwîstiya wê bi 800 hezar bermîl neft heye ji bo bikaranîna navxweyî. Ev yek ji bilî wê ye ku tenê ji bo Wezareta Elektrîkê ya Federal rojane 198 hezar bermîl neft tê terxankirin, lê dîsa jî rewşa elektrîka Iraqê ev e. Heger li gorî rêjeya nifûsê jî be, ew 50 hezar bermîl ji bo çar parêzgehên Herêma Kurdistanê miqdarekî pir kêm e, heya ku hikûmeta federal para Herêmê ji berhemên bi piştgirî yên wekî benzîn, gazoyl û nefta spî bişîne. Eger ew 112 hezar bermîl neft ji bo pêdiviyên me yên navxweyî rojane were terxankirin, wê demê erkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku bi heman nirx û miqdara parêzgehên din ên Iraqê sotemeniyan ji bo welatiyan dabîn bike. Ji aliyekî din ve, li Iraqê miqdarekî mezin neft bi navê kargehan tê belavkirin, di demekê de ku gelek ji van kargehan, yan tune ne û wehmî ne, yan jî kar nakin. Ligel vê yekê jî, ew bi berdewamî para nefta bi piştgirî werdigirin û paşê li bazarê difroşin, ji kargeha hesin û çîmentoyê bigire heta kargehên din ên wehmî. Her wiha, gelek caran li Kerkûk, Mûsil û Besrayê gendeliyên mezin çêdibin. Mînak, eger rojane 10 hezar ton berhem hebe, du hezar jê nayê bikaranîn û ya mayî bi qaçaxî bi rêya keştiyên barhilgir li benderên Besrayê ber bi derve ve tê şandin. Ev rewşa Iraqê, gendelî û zihniyeta merkezî ya tijî dijminatiya Herêmê ye. Êdî çawa dê astengî bi dawî bibin û ew ê çawa pabendî rêkeftinan bibin?
Gulan
