Profesor Yanîs Stîvaçtîs, Rêveberê Programa Lêkolînên Navneteweyî li Zanîngeha Teknîkî ya Vîrjînyayê ji Gulanê re: Pêşeroja Iraqê bi lihevhatina neteweyî ve girêdayî ye.
Profesor Yanîs Stîvaçtîs, Rêveberê Programa Lêkolînên Navneteweyî li Zanîngeha Teknîkî ya Vîrjînyayê ji Gulanê re: Pêşeroja Iraqê bi lihevhatina neteweyî ve girêdayî ye.
Yanîs Stîvaçtîs, profesorê zanista siyasî ye li Zanîngeha Teknîkî ya Vîrjînyayê, di heman demê de serokê beşê û rêveberê programa lêkolînên navneteweyî ye li heman zanîngehê, mamoste û lêkolînerê çend warên girîng e, wek stratejiya Yekîtiya Ewropayê, têkiliyên navneteweyî, siyasetên navxweyî, sîstema cîhanî û navneteweyî û ewlehiya navneteweyî. Gulan, ji bo nîqaşkirin û şîrovekirina cewhera nakokî û pevçûnên cîhanî û rewşa Rojhilata Navîn û şerê Rûsya û Ukraynayê û çend pirs û mijarên din, hevpeyvînek pê re pêk anî.
Niha û li çend beşên cîhanê, şerê berdewam heye, li herêma Rojhilata Navîn şerê navxweyî yê welatan û di navbera welatan de rû dide, di heman demê de Neteweyên Yekbûyî jî wek temaşevanekî bêçare maye. Niha kesê sereke yê ku bandorê li ser van pêşketinan dike, Donald Trump e, hûn çawa li pêşeroja Rojhilata Navîn dinêrin û gelo îhtîmal heye ku aramî vegere vê herêmê?
Herêma Rojhilata Navîn hîn jî di bin bandora aloziyên binyadî yên berdewam û destwerdanên derve yên guherî de ye, di demekê de ku serokatiya Donald Trump çavdêrî li ser helwesta Amerîkayê li hember vê herêmê kiriye - bi taybetî bi rêya Peymanên Îbrahîmî û rêbazên danûstandinê, pirsgirêkên kûrtir ên herêmê dabeşbûna mezhebî, lawaziya saziyên dewletê, mîrateya sînorên kolonyal in, ku ev pirsgirêk hîn jî hene û berdewam in. Aramî bi dest nakeve heta ku aktorên herêmê dest bi diyalogeke berfireh nekin û saziyên navneteweyî jî bi awayekî watedar beşdar nebin. Mixabin, bandora sînordar a Neteweyên Yekbûyî bûye sedema kûrkirina nearamiya vê herêmê.
Donald Trump, ji destpêka kampanyayên hilbijartinê heta niha soza bidawîkirina şerê Rûsya û Ukraynayê daye, tevî vê yekê şer hîn jî berdewam e û xwînawîtir dibe, li gorî nêrîna we, berdewamiya vî şerî çi bandorê li ser sîstema cîhanî dike? Gelo îhtîmal nîne ku bibe sedema serdemeke nû ya nearamiyê li cîhanê?
Şerê Rûsya û Ukraynayê di sîstema navneteweyî de demek diyarker e, ku ne tenê bandoreke neyînî li ser ewlehiya Ewropayê kiriye, lê her weha perde li ser lawaziya normên navneteweyî jî rakiriye. Gotara Trump a derbarê bidawîkirina şer de bi stratejiyeke dîplomatîk a zelal re hevaheng nîne. Ew berjewendiyên neteweyî li ser hevkariya piralî tercîh dike. Berdewamiya şer metirsiya dabeşbûna jeopolîtîk û têkdana ewlehiya enerjî û xwarinê û lawazbûna saziyên navneteweyî bi xwe re tîne. Em şahidê têkçûna lihevkirina piştî serdema Şerê Sar û îhtîmala ketina cîhanê ber bi perçebûn û pir-polarîzmê ve ne.
Di sala 2003an de, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, rejîma Saddam Husên li Iraqê hilweşand, tevî vê yekê di anîna aştî û demokrasiyê de ji bo welat bi ser neket, niha jî Iraq ketiye nav dav û tevna nakokiyên mezhebî û olî, li vê herêma nearam a Rojhilata Navîn, hûn difikirin ku çarenivîsa Iraqê ber bi ku ve diçe?
Iraq mînaka wan rewşan e ku tê de destwerdana derve ji bo guhertina rejîma welat, encamên nexwestî dide, hilweşandina desthilata Saddam bû sedema hilweşandina binyada yekpartî, lê ne bû sedema avakirina sîstemeke demokratîk a karîger, li şûna wê bû sedema sazûmanîkirina mezhebperestiyê û rêveberiyeke lawaz û destwerdana dewletên herêmê. Pêşeroja Iraqê bi giranî bi lihevhatina neteweyî û avakirina nasnameyeke hevpar ve girêdayî ye, bêyî vê guherîna navxweyî û bêyî rêzgirtina serweriya Iraqê ji aliyê aliyên derve ve, welat di bin metirsiya zêdetir a nearamî û dabeşbûna de facto de ye.
Piştî damezrandina Komara Îslamî ya Îranê, di sala 1979an de, ti carî Îran û Îsraîl neketin nav şerekî rasterast, lê vê dawiyê me dît ku şerekî 12 rojan di navbera van her du welatan de rû da, di heman demê de, berê Îsraîl rastî êrîşên Tevgera Hamas, Hizbullah û Hûsiyan hatibû, li ber çavan girtina van pêşketinan, gelo hûn difikirin ku di encamê de Rojhilateke Navîn a nû derketiye holê, yan em dikarin bibêjin, em şahidê guherîneke mezin a herêmî ne ku di dawiyê de dibe sedema hilweşandina sînorên kolonyal ên serdema Sykes-Picot?
Tiştê ku em dibînin, ji nû ve şekildana dîmena stratejîk a Rojhilata Navîn e, şerê rasterast û bi wekalet di navbera Îran û Îsraîlê de, nîşana lawazbûna wan astengên e ku berê bûbûn sedem ku ev şer bi dizî bê kirin. Wekî din, derketina aktorên nedewletî û şerê hîbrîd û berteka leşkerî ya nenavendî, nîşan didin ku sîstema herêmî tevlihev e. Dema ku ez bi hişyarî pêşbîniya hilweşandina fermî ya sînorên Sykes-Picot dikim, lê bêguman pêşketinên heyî dibin sedema lawazkirina meşrûiyet û karîgeriya van binyadên kolonyal. Dibe ku herêm ber bi komek sîstemên perçebûyî û têkel ve biçe, ku zêdetir bikeve bin bandora îdeolojiyan, ne sînorên kevneşopî yên dewletê.
We gelek lêkolîn li ser (Dibistana Îngilîzî) di warê têkiliyên navneteweyî de kirine, gelo hûn hîn jî wisa difikirin ku siyaseta cîhanî ya hevdem nirx û normên civaka navneteweyî nîşan dide, wekî ku ev dibistan xêz dike, yan em ketine serdemekê ku tenê û tenê siyaseta hêzê serdest e û serdema nirxan bi dawî bûye?
Dibistana Îngilîzî ya derbarê civaka navneteweyî de hîn jî girîngî û wateya xwe heye, her çend rastî zexteke mezin hatibe jî. Em neketine serdema piştî norm û nirxan, lê ev serdema pevçûna nirxan e, ango dîtin û têgihiştinên cuda ji bo vê sîstemê hene, hinek ji wan bi nirxên lîberal ve girêdayî ne û yên din bi têgeha serwerî û pirrengiya çandî ve girêdayî ne. Saziyên civaka navneteweyî - dîplomasî, hiqûqa navneteweyî, hevsengiya hêzê - hîn jî hene, lê berdewam guman li ser wan nirxên ku bûne bingeha van saziyan tê kirin. Divê em li ber çavan bigirin, ku ev sazî di rewşeke sabit de nînin, lê li gorî guherînên hêz û binyadên fikrî pêş dikevin.
Gelo hûn hîn jî wisa difikirin ku têgeha civaka navneteweyî, wekî ku ji aliyê Dibistana Îngilîzî ve hatiye pêşniyarkirin, girîngiya xwe heye, bi taybetî li ber ronahiya wê rastiyê ku sîstema cîhanî di nav tevliheviyê de ye, yan em dikarin bibêjin ku ji ber zêdebûn û lezbûna pevçûnên jeopolîtîk bi ser çûye?
Na, hîn dûr e ku em bibêjin bi ser çûye, têgeha civaka navneteweyî ji her demê zêdetir bingehîn e ji bo têgihiştina siyaseta cîhanî, her çi qas be, tiştê ku em dibînin, zêdebûna pirrengiyê di nav vê civakê de ye, sîstema lîberal a navneteweyî rastî rikberiyê hatiye, welatên wekî Çîn û Rûsya û ew hêzên din ên ku derdikevin, li başûrê cîhanê modelên alternatîf ji bo rêveberî, meşrûiyet û serweriyê pêş dixin, ev nayê wateya nemana civaka navneteweyî, lê ew guheriye bo sîstemeke tevlihevtir û piralîtir - ku dibe ku di salên pêş de bibe sedema sîstemeke herêmîtir û ji aliyê çandî ve cuda.
Hinek kes nîqaşê dikin, ku nakokiyên îro, çi li Ukrayna, Xezze, yan Yemenê bin, nîşana pevçûneke şaristanî ya berfirehtir in, kesên din wisa difikirin ku ev tenê nakokiyên jeopolîtîk in. Şîrove û ravekirina we ji bo aliyê îdeolojîk li hember aliyê realîst ê van nakokiyan çi ye û gelo ev pevçûna şaristaniyan e, yan tenê pevçûna hêz û desthilatdariyê ye?
Girîng e ku em xwe ji vê dabeşkirina dualî dûr bixin, ji ber ku ev pevçûn pir-alî ne, erê, rast e ev berjewendiyên jeopolîtîk in - li ser axê, desthilatdariyê, pozîsyona leşkerî - lê di heman demê de îdeolojiyeke kûr û bi nasnameyê ve girêdayî wan heye, ramana pevçûna şaristaniyan sadekirina rastiyan e, lê siyaseta nasnameyê û pirsên olî û bîranîna dîrokî, bandor li ser şêwe û hinceta nakokiyan dikin. Ji ber vê yekê aliyê realîst û aliyê îdeolojîk bi hev re hene, tiştê ku niha diqewime, ew e ku pevçûnên hêzê ketine nav pirsên şaristanî, ev jî bûye sedem ku çareserkirina wan tevlihevtir bibe.
Gulan
