Endrîas Wîmer, Profesorê Civaknasî û Felsefeya Siyasî li Zanîngeha Kolombiyayê ji bo Gulan: Heta siyaseta mezhebgerayî dawî neyê û nasnameya niştimanî durist nebe, yekparçebûna Iraqê misoger nabe
Endrîas Wîmer, profesorê civaknasî û felsefeya siyasî ye li Zanîngeha Kolombiyayê, lêkolînên wî dîtin û nêrîneke dîrokî û berawirdkarî û cîhanî destnîşan dike, ji bo pirsên girêdayî bi avakirina dewletê û pêkhatina neteweyan û çawaniya geşbûn, an jî têkelbûna zincîre hiyerarşiyên etnîkî û regezî di vê prosesê de, û kengî ev dibe sedema şer û pevçûnê.
Profesor Endrîas Wîmer, di van demên dawî de giringî daye wê yekê ku çawa bîr û îdeolojî û sazî li cîhanê belav dibin û encamên wê jî şirove dike, ew jî bi bikaranîna rêbaz û daneyên nû. Herwiha di salên nodî yên sedsala borî de lêkolîn li parêzgehên Herêma Kurdistanê kiriye. Gulan di çarçoveya dîmenekê de çend pirs bi wî re gotûbêj kir, ku zêdetir li ser mijarên girêdayî bi nasname û nasyonalîzm û astengiyên geşkirin û dariştina nasnameyeke neteweyî ya hevbeş li welatên Rojhilata Navîn û berawirdkirina pêşketinên vê herêmê bi Ewropayê re hatin sekinandin.
*** Wekî ku eşkere ye di gelek dewletên demokratîk de, pirsa girêdayî bi siyaset û nasyonalîzma etnîkî, derdikevin holê û serî hildidin. Gelo hûn ti wekheviyekê di navbera van pêşketinan û bûyerên girêdayî bi paşguhxistina etnîkî û coşa nasyonalîstî re dibînin?**
Di rastiyê de, beşeke mezin a vê pirsê girêdayî bi wê yekê ye ku bi rastî dîtin û nêrîna me çi ye derbarê tiştê ku diqewime û diherike. Her çawa be, ez bawer dikim ku tiştê em dibînin, ew nasyonalîzma piraniyê ye (majoritarian nationalism), ango hebûna wan tevger û bizavên siyasî ku hewl didin piraniya neteweyî vegerînin û dixwazin bikin navend û sentera giringî û baldariya siyasî, ev li şûna ku bala xwe li ser pirsên girêdayî bi jinan û kêmaniyên zayendî û koçberan û hwd. kom bikin. Herwiha hêjayî gotinê ye ku ev nasyonalîzma piraniyê alîgiriyeke zelal heye, yan em dikarin bêjin ku bi piranî li dijî kêmaniyên etnîkî yên navxweyî tên rêvebirin û wekî dijminekî navxweyî li wan dinêrin. Ev rewş û keys li welatê Hindistanê ye. Her çawa be, di rewşên din de, nasyonalîzma piraniyê bi zelalî û eşkere vî karî nakin, an jî heta ji nêrîna pirrengiya etnîkî ve hewl nadin ku pirsa piraniyê fêm bikin. Ev rewş li welatê Fransayê tê dîtin, ku ala hilgirên mafê nasyonalîstî ew kes in ku bi eslê xwe koçberên Îtalî ne, li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî, siyasîkirina dabeşbûnên etnîkî yên navxweyî nabînim, bo nimûne, handan û hewldanek li dijî reşpêstan nabînim, belkî, li şûna wê, hewlek heye ji bo betalkirina van dabeşbûnan di siyasetê de, bo nimûne, destpêşxeriyên girêdayî bi pirrengiyê re bi yasa tên qedexe kirin. Lê belê, li wan cihên ku rojev û ejendaya paşguhxistin û dijberiya kêmaniyan hebe, wê demê ez pêşbînî dikim ku, dereng yan zû, kêmaniyên paşguhkirî dê bizavên berevajî dest pê bikin. Ev di demekê de ye, ku di wan civakên ku tê de nasyonalîzma piraniyê kêmaniyan dike beşek ji pênaseya xwe ji bo "gel", wê demê encama valakirina siyasetê ji dabeşbûnên etnîkî tê de ew e ku kêmanî ne tenê li ser asta gotarê dibin beşek ji projeya neteweyî ya nû, belkî bi awayekî karîger tevli nûxebeyên desthilatdar dibin.
*** Hûn çawa li cîhanîbûnê dinêrin û gelo hûn bawer dikin ku çawa bandor kiriye, yan bûye sedema dariştina dînamîkên girêdayî bi wê paşguhxistin û li xwe girtinê ya ku li ser bingeha nasnameyê di nav dewletên neteweyî de tê meşandin, yan bila em bêjin gelo dewleta neteweyî baştirîn yekîneya siyasî ye ji bo îdarekirina pirrengiyê?**
Cîhanîbûn bûye sedem ku ew îdeolojiyên girêdayî bi nasnameyan, bi rêgezeke leztir li cîhanê belav bibin. Belavbûna bîrên girêdayî bi regezperestiya sîstematîk piştî derketina nerazîbûnên (Black Lives Matter) nimûneyeke di vî warî de ye. Ji nimûneyên herî girîng jî belavbûna bilez a bîrên çepgir ên girêdayî bi nasnameyê re ye, ku tevliheviyeke şilok e ji feminîzm û dijberên regezperestî û tevgera piştî mêtingeriyê û piştgirên nasnameya zayendî di navendên çandî û akademîk de ye. Dibe ku tiştê ku heman girîngiyê hebe, ew belavbûna van demên dawî yên îdeolojiyên dijberî pirrengî-wekhevî-li xwe girtinê ye, di nav wan de nasyonalîzma piraniyê. Ji nêrîna sazûmanî ve, eger hemû û tevahiya bîr û gotaran şirove nekin, belkî tenê ewên ku dibin bingeha wê yekê ku çawa sazî gel pênase dikin û muamele pê re dikin, wê demê dewleta neteweyî wekî vebijarka herî bilind dimîne ji bo îdarekirina pirrengiyê û bi temamî li ser bingeha prensîpên neteweyî jî vî karî dike, ango di pênaseya xwe de dabeşkirinê dike di navbera hêja û ne hêja, rewa û ne rewa, "em" û "ewan", vî karî jî li ser bingeha endamtiya neteweyê û bi dîtin û nêrînên cûda dike. Ango, bê guman bîra cîhanî ya post-nasyonalîzmê ku di nav siyasetmedar û rewşenbîrên serdema piştî şerê sar û heta deheya duyemîn a sedsala bîst û yekê derketibû, tenê xeyalperestî ye.
*** Eger em li ser pirsa nasnameyê bisekinin, gelo dikare wekî hêzeke avaker bimîne di prosesa avakirina neteweyê de, yan ew bi xwe di bingeh de xetera kûrkirina dabeşbûnên civakî hildigire?**
Bê guman dikare avakirina neteweyê li ser bingeha pênaseya civaka neteweyî were pênase kirin, ku ew civatên cuda yên ku li ser bingeha nasnameyê hatine avakirin li xwe bigire. Ev rewş di nasyonalîzmên Karîbî, li Swîsre û li Hindistanê de bû, heta serhildana mafê nasyonalîstî yê Hindu û bi vî awayî. Di van rewşan de, gotara girêdayî bi pirrengiya etnîkî re hevalbend bû bi dabeşkirineke rastîn a desthilatê, ango ji nêrîn û dîtina avakirina neteweyê ve ew kar kir. Eger siyaseta nasnameyê bi wateya pevçûna sifir û sed be, di navbera wan komên ku xwedî nasnameya xwe ne, ango wekî ku karakterên çalak ên nav şîrketan û wekî tîmên futbolê bin, wê demê encam bi awayekî domdar dê kûrkirina dabeşbûnan û çareserkirina neheqiyên borî bi rêya zordariyên nû be, herwiha komkirina çewsandinên girêdayî bi nasnameyê re.
*** Eger em behsa herêma Rojhilata Navîn bikin, ku tê de pirsa avakirina neteweyê bi kêşe û pirsgirêkan re rû bi rû bûye. Bi nêrîna we, kîjan sedemek binyadî, yan dîrokî vê yekê ji me re şirove dike ku çima dewletên vê herêmê di pêşxistina nasnameyeke neteweyî ya hevbeş de têk çûn?**
Li herêma Rojhilata Navîn, dabeşbûnên etnîkî piranî cilûbergê olî li xwe kirine, û ev mîrata Împaratoriya Osmanî ye. Wekî gelek dewletên piştî kolonyalîzmê, hevalbendiyên siyasî, di dawiya serdema kolonyalî û heta bidestxistina serxwebûnê, di çarçoveya olî de man. Piştî bidestxistina serxwebûnê jî, her partî yan tevgera ku di pevçûna desthilatê de serdest bû, ewên din dûr xistin û paşguh kirin. Ev yek li Iraqê hat dîtin, ku tê de sunnî serdest bûn, li Sûriyê dema ku elewiyan destê jorîn hebû, tiştê ku girêdayî bi wê yekê ye ku çima prosesa dabeşkirina desthilatê li Lubnanê têk çû? Wê demê ev çîrokeke din e, ku dabeşbûna qada siyasî li ser bingeha tayîfegeriyê li vir jî roleke diyarker lîstiye.
*** Ji ber vê yekê eger em li rewşa welatên wekî Iraq û Lubnan, yan Sûriyê binêrin ku hêj pirsa tayîfegeriyê ji aliyê siyasî ve mijareke berbiçav e, çi stratejiyeke realîst dikare were girtin ji bo serkeftin, yan derbaskirina siyaseteke diyarkirî ya nasnameyê ku komên din paşguh dike?**
Di rastiyê de tiştek bi ser nakeve eger lihevhatina nûxebeyan nebe, derbarê pêwîstiya parastina yekparçebûna welêt. Lê eger ew karakter û alî hebin ku armancên wan ên stratejîk ên dûr-dirêj cudabûn be, wekî ku di nav partiyên Kurdî yên bakurê Iraqê de tê dîtin, wê demê pêwîst e pêşî pirsa serweriyê were çareser kirin. Her dema ku tevahiya partiyên siyasî yên mezin li ser wê yekê li hev kirin ku qadeke siyasî ya hevbeş hebe bi hev re û pêşerojeke pir-nifş û dirêj-dirêj hebe, wê demê pêwîstî bi lihevhatinekê heye ji bo valakirina siyasetê ji dabeşbûnên etnîkî, ev jî dibe mijareke xwestî. Her çend pir dijwar be jî, ji ber ku gelek ji wan partiyên etnîkî yên ku di desthilatê de ne, wekî rêxistineke mezin kar dikin ku karên wan li ser bingeha hesabgiriyê bi rê ve dibin, wê demê serkirde dê motîvasyoneke xurt hebe ji bo berdewamkirina rejîma tayîfegeriyê. Lê eger lihevhatinek hebe ji bo dûrketina ji tayîfegeriyê, wê demê divê pirs û şêwir bi damezrênerên destûrê re were kirin ku dikarin di dariştina wan rêbazên tomarkirina partiyan û pergala hilbijartinê û pirsên wekî wan ên din de alîkar bin, ku îhtîmala wê heye ku siyaseta ji pirsa etnîkî vala bikin. Lê astengiya sereke îradeya siyasî ya nûxebeyên desthilatdar e, ku ez gumanê ji hebûna vê îradeyê li gelek welatan dikim.
*** Nêrîna we çi ye derbarê destwerdana derve (çi hêzên cîhanî bin, çi dewletên cîran), gelo heta çi radeyê bandora wan li ser rêgeha avakirina neteweyê li Rojhilata Navîn hebûye û gelo ev destwerdan pêkhatina nasnameyeke neteweyî ya yekgirtî pêş dixin, yan qels dikin?**
Hêzên cîhanî û herêmî dîrokeke xirab heye di destwerdana li Rojhilata Navîn de, ji hereketkirina nasyonalîzmên Xiristiyanî di nav Împaratoriya Osmanî de ji aliyê Brîtanya û Rûsya û hêzên din ve, heta digihêje çawaniya ku Tirkiye destwerdanê li bakurê Sûriyê, yan li Iraqê di vê demê de dike. Heman tişt ji bo Îran û Erebistana Siûdî, herwiha ji bo Îsraîl û Rûsya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî rast e. Ku eşkere ye berjewendiyên wan di bihêzkirina têkiliyên neteweyî de nînin, belkî di qelskirina wê de ne, ew jî ji bo ejendaya xwe ya berfirehxwazî û carinan ji bo parastina komên hevdîn, yan hevetnîkî yên xwe, ev jî di piraniya caran de encameke zerardar li ser lihevkirina siyasî ya neteweyî hebûye.
*** Li gorî wan lêkolînên ku we kirine, gelo ezmûna avakirina neteweyê li welatên Ewropayê cudahiyeke bingehîn heye ji wan ezmûnên ku li Rojhilata Navîn a piştî kolonyalîzmê hebûn?**
Ewropa herêmeke mezin e û pirrengî tê de serdest e. Dîroka Ewropaya Rojhilat hin wekheviyên xurt hene bi Rojhilata Navîn re. Tiştê ku Rojava ji Rojhilata Navîn cuda dike, hebûna dewletên bihêz e - ji nêrîna berawirdkarî -, ew jî di encama çendîn sedsalên şer û şer bi hev re, ku ev jî bûye sedem ku bikaribin projeyeke serkeftî ya avakirina neteweyê pêk bînin. Lê cudahî pilebendî ne, ne cewherî. Em dikarin gelek tiştan fêr bibin ji berawirdkirina sîstematîk a rêgehên dîrokî yên parzemînan û herêman.
Gulan
