• Saturday, 07 February 2026
logo

Profesor Michael Munger: Hikûmeta Iraqê nêzîkî rêveberiya dewleta teokratîk dibe û Herêma Kurdistanê jî nêzîkî modela Taywanê dibe

Profesor Michael Munger: Hikûmeta Iraqê nêzîkî rêveberiya dewleta teokratîk dibe û Herêma Kurdistanê jî nêzîkî modela Taywanê dibe

Profesor Michael Munger: Hikûmeta Iraqê nêzîkî rêveberiya dewleta teokratîk dibe û Herêma Kurdistanê jî nêzîkî modela Taywanê dibe

Profesor Michael C. Munger, profesorê zanistên siyasî ye li Zanîngeha Duke û rêveberê pejirandina programa bawernameya (PPE) ye ku hersê warên "felsefe, siyaset, aborî" li xwe digire. Qada sereke ya lêkolînên wî li ser "rêvebirin û birêxistinkirina bazarê, saziyên nehikûmî" bûye û di serdema îdareya "Ronald Reagan" de jî wek aborînasekî di Komîsyona Bazirganiya Federal de kar kiriye. Berê pênc salan sernivîskarê kovara "Public Choice" bû û niha jî yek ji hev-sernivîskarên kovara "The Independent Review" e.

Ji bo axaftina li ser prensîpên îdareya Donald Trump ên wekî "bidestxistina aştiyê bi rêya bikaranîna hêzê, bazirganî ne pirsgirêk û şer" û bandora van prensîpan li ser siyaseta cîhanî bi giştî û Rojhilata Navîn bi taybetî, me ev hevpeyvîna taybet bi Profesor Munger re pêk anî.

*Di dema rêveberiya Trump de, em gelek caran têgeha "aştiya bi hêzê" dibihîzin. Gelo bi rastî bi bikaranîna hêzê aştî pêk tê? Hûn çiqasî bawer dikin ku rêveberiya Trump dikare dawî li şeran bîne û aştiyê pêk bîne?

Prensîpa pêkanîna aştiyê bi rêya bikaranîna hêzê, di têkiliyên navneteweyî de xwedî dîrokeke kevnar e. Her çend bikaranîna wê dibe ku bibe faktorek ji bo rêgirtina li dijminatiyê, lê ev prensîp nabe bingeheke sereke û pêwîst ji bo aştiyeke mayînde. Ji ber vê yekê, tekezkirina Trump li ser bikaranîna hêzê ji bo rêgirtina li hin reftarên dijminane, dibe ku di demek kurt de bi bandor be, lê bingeha herî zexm ji bo pêkanîna aştiyê ev e: "baweriya dîplomatîk, berjewendiyên aborî yên hevpar, û hebûna saziyên navneteweyî yên bi bandor." Ev tişt di pêkanîna aştiyê de roleke pir bi bandor dilîzin. Penabirina li hêza leşkerî dibe ku di cih de hin reftarên dijminane rawestîne, lê pêkanîna aştiyeke mayînde bi "têkiliyên erênî yên di navbera dewletan de, zelalbûn, û rêzgirtina li yasa û rêgezên navneteweyî" ve girêdayî ye. Bêyî hebûna van faktoran, her hewldanek ji bo rawestandin û çareserkirina pirsgirêkan tenê çareseriyên demkî ne.
Wekî din, pişta xwe bi tevahî spartina hêzê, dibe sedema lawazbûna desthilata exlaqî ya pêwîst ji bo ku hêzek wek Amerîka navbeynkariya aliyên lihevnekirî bike û bikaribe di asta cîhanê de serokatiyê bike. Ji ber vê yekê, her çend "hêz" wek beşek ji hevkêşeyê tê hesibandin jî, divê bi meşrûiyeta saziyên navneteweyî û stratejiya hemahengiya di asta navneteweyî de were girêdan.

Ez dixwazim vê yekê jî bibêjim ku beşeke mezin ji alîgirên Trump ên ku banga dirûşma "Amerîkayê ji nû ve mezin ava bikin - MAGA" dikin, bawer dikin ku tenê aştî garantî ye ji bo Amerîkayê. Ew tercîh dikin ku Amerîka xwe ji hemû pirsgirêkên derve vekişîne û tenê li ser parastina sînorên xwe bisekine. Bi berçavgirtina hêza leşkerî ya Amerîkayê û pozîsyona wê ya erdnîgarî ya îzolekirî, dibe ku ev vekişîn bi hêsanî pêk were. Lê eger li çend herêmên cîhanê şerên mezin derkevin û Çîn û Rûsya hewl bidin berfireh bibin û valahiyên ku piştî vekişîna Amerîkayê ji pirsgirêk û aloziyan derketine holê dagirin, wê demê aştî di asta cîhanê de pêk nayê.

*Sîstema cîhanî ya îroyîn wisa dixuye ku nema ye. Neteweyên Yekbûyî û Encumena Asayîşa Navneteweyî nikarin di şer û pevçûnan de tu rolekê bilîzin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji gelek rêxistinên Neteweyên Yekbûyî yên wekî "WHO, COP, Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî" û hwd derketiye. Di rewşeke wiha de hûn çarenûsa sîstema cîhanî çawa dibînin? Gelo hûn texmîn dikin ku di nava vê nediyariya cîhanê ya îroyîn de, sîstemeke cîhanî ya nû ji dayik bibe û cîhanê ji nû ve birêxistin bike?

Sîstema navneteweyî ya ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn li ser bingeha piralî û hevkariya sazûmanî hatibû avakirin, bi krîzeke kûr a meşrûiyet û karîgeriyê re rû bi rû maye. Saziyên wekî Neteweyên Yekbûyî, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û peymanên navneteweyî yên curbecur, ku demekê wek platformek ji bo çareserkirina pirsgirêkên hevpar ên navneteweyî bûn, niha li hember perçebûna jeopolîtîk, roj bi roj bêhêztir xuya dikin.
Vekişîna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji serokatiya cîhanê – ku di vekişîna ji saziyên wekî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, Peymana Parîsê ya li ser guherîna avhewayê (COP) û Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC) di serdema Trump de xwe nîşan da – saziyên navneteweyî zêdetir ber bi felcbûnê ve biriye.

Ez wisa nabînim ku ev meyla heyî bibe sedema hilweşîneke tam di saziyên navneteweyî de, lê dibe ku ev meyl me zêdetir ber bi perçebûneke herêmî ya îdeolojîk a bi bandor ve bibe, ne ku tenê hebûna "sîstemeke lîberal a navneteweyî" hebe. Ev yek cîhanê ber bi cîhaneke pir-cemserî ya pêşbaziyê ve dibe, ku tê de hevpeymanên cuda jî pêşbaziya hev dikin. Pirs li vir ew e ku gelo ev yek me ber bi cîhaneke hevseng û bi îstîqrar ve dibe, an ber bi neîstîqrara zêdetir ve dibe? Bersiva vê pirsê bi amadebûna wan hêzên nû yên ku derdikevin holê ve girêdayî ye, ji bo dariştin û pabendbûna bi normên navneteweyî û hemahengî û hevkariya di asta têkiliyên navneteweyî de.

*Ji bo Rojhilata Navîn a îroyîn behsa "Rojhilata Navîn a nû" tê kirin. Bêguman di nava vê Rojhilata Navîn a nû de sînorên kevn namînin û nexşeyeke din çêdikin ku jê re dibêjin "nexşeya sînorên bi xwînê". Di vî warî de hûn Rojhilata Navîn a nû çawa dibînin? Gelo ev Rojhilata Navîn a nû dikare pirsgirêka Felestîn û Îsraîlê li ser bingeha du dewletan çareser bike?

Zêdeyî sedsalekê ye ku ew sînorên dewletên Rojhilata Navîn ên ku "sînorên bi xwînê hatine kişandin" bûn, lewma ramana Rojhilata Navîn roj bi roj zêdetir tê tekezkirin. Ev yek nîşana gihîştina wê rastiyê ye ku sînorên serdema kolonyalîzmê, bi taybetî sînorên ku li ser peymana bêwate ya Sykes-Picot hatine dariştin, êdî rastiya li ser erdê û dabeşbûnên etnîkî, olî û siyasî yên nav dewletan nîşan nadin.
Wek mînak, di dema hilweşîna dewletên wekî "Sûriye û Iraqê" de di bin bandora zextên navxweyî û derve de, wekî me dît, karakterên ne-dewletî û hêzên nefermî ew valahiyên ku piştî ketina rejîmên wan çêbûn dagirtin. Ji ber vê yekê, nebûna bernameyeke pêwîst ji bo mijûlbûna bi rastiya piştî hilweşîna wî cureyê dewletan, dê careke din bibe sedema çêbûna "sînorên bi xwînê kişandî" bi awayekî de-fakto. Di heman çarçoveyê de, tiştê ku jê re dibêjin "çareseriya damezrandina du dewletan" ji bo çareserkirina pirsgirêka di navbera Felestîn û Îsraîlê de, her çend pir tê tekezkirin jî, lê ew jî ew qasî aloz bûye ku wek çareserî nayê hesibandin.

Ji ber vê yekê, hilweşîna desthilata navendî li piraniya dewletên herêmê dibe ku derfetên nû ji bo otonomiya herêmî û birêxistinkirina konfederal biafirîne. Lê di heman demê de, heke ev meyl li ser bingeheke rast û rêveberiyeke meşrû neyê avakirin, metirsiya wê heye ku nakokiyan zêdetir bike û pirsgirêkan aloztir bike.

Çareseriya demdirêj a pirsgirêka Îsraîl-Felestînê ne tenê hewcedarî îradeya dîplomatîk e, lê belê hewcedariya wê bi çarçoveyeke herêmî jî heye ku pirrengiyê (pluralîzmê) nas bike û bikaribe wê pirrengiyê birêve bibe, ne ku tenê hewl bide wan sînorên destçêkirî yên ku êdî karîgeriya wan nemaye ferz bike.

Teoriyek di têkiliyên navneteweyî û analîza destûrî ya navxweyî de heye ku jê re tê gotin "teoriya hevsengiya nisbî" (the proportionality theorem). Di vê teoriyê de rastiyek tê dîtin ku pir girîng e, ew jî ev e: dabeşkirina yasayî (de jure), ku şêweyek ji dabeşkirina desthilatan e, an jî ew mafên ku di çarçoveya destûrê de ji bo gelekî têne misogerkirin, an jî ji aliyê peymaneke navneteweyî ve ji bo "çend gelan tê ferzkirin". Ev metod ji cureyê duyemîn ku emrê waqî (de facto) ye û li ser bingehên "rastiyên li ser erdê, siyaseta realîst" desthilatan di navbera gelan de dabeş dike, pir cuda nîne.

Di Rojhilata Navîn a îroyîn de teoriya hevsengiya nisbî çênebûye. Di rewşa hilweşîna her yek ji dewletên herêmê de, ev yek dibe sedema serweriya nifûza dewleteke din a herêmî. Ji ber vê yekê, texmînkirina guhertina sînoran ne gengaz û zehmet e. Dibe ku Sûriye ji hev belav bibe û ji nû ve sînorên nû werin dariştin, lê pirsgirêk ev e ku pêşbînîkirina pêşwext di nav van guhertinên herêmê yên îroyîn de ne gengaz e, ji ber ku encamên van guhertinan dê ne li ser bingeha lihevkirinan bin, lê belê dê li ser bingeha gef û tundûtûjiya bi bandor bin, ku ev jî bi rastî rewşeke giran û tirsnak e.

*Em wek Herêma Kurdistanê ku beşek in ji dewleta Iraqê, hûn çarenûsa me di nava Rojhilata Navîn de çawa dibînin, bi taybetî ku Iraq ber bi sîstemeke kopiya Îranê ve diçe, ne ku sîstemeke federal û demokratîk?

Di demekê de ku dewleta navendî ya Iraqê niha zêdetir û zêdetir ber bi arasteya teokratîk û taîfî ve diçe ku kopiya Îranê tîne bîra me, Kurdistan xwe di rewşeke nazik û hestiyar de dibîne.
Ji bo Herêma Kurdistanê ya îroyîn ku gelê Kurd bi salan ji bo naskirin û xwe-rêveberiyê têkoşiyaye, ev arasteya niha ya Iraqê hem gef û hem jî derfetan çêdike.

Eger desthilatdarên Bexdayê di hilweşandina federalîzmê de berdewam bin, dibe ku pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi wê yekê hebe ku pir zêdetir li ser avakirina saziyên xwe yên pêbawer û zelal bixebite. Bi vê yekê, meşrûiyeta xwe ya navxweyî û şiyana xwe-rêveberiya xwe xurtir dike. Her wiha, pêwîst e Herêma Kurdistanê siyaseteke hevseng a hûr di siyaseta derve de bişopîne, têkiliyên xwe bi aktorên herêmî û hêzên mezin ên cîhanî re biparêze, bêyî ku bibe leşkerekî di destê wan de di lîstika şetrencê de.

Hebûna desthilata xwe-rêveberiya herêmî tiştekî pratîkî ye, heta eger çarçoveyeke yasayî nebe û tenê de-fakto be jî. Ji ber vê yekê, di vê çarçoveyê de dibe ku ev desthilat baştirîn arasteya kiryarî be ji bo ku gavên zêdetir ber bi pêş ve biavêje, bi taybetî eger gavên wê bi geşepêdana aborî, reformên sazûmanî û entegrasyona dîplomatîk a navneteweyî re hevrê bin.

Ez dipirsim, eger di encamê de çarenûsa Herêma Kurdistanê wek ya Taywanê lê hat, dê çi bibe? Bêguman niha hûn Taywanê dibînin, ji aliyekî ve Çîn îdîa dike ku Taywan beşek e ji Çînê, lê di heman demê de rê daye wê ku desthilata xwe-rêveberiya wê hebe. Ev hevkêşe wê demê diguhere ku Taywan hemû hewldanên xwe bide ji bo ku bibe dewleteke serbixwe ya naskirî.

Ji bo herêma îroyîn, wisa tê xwendin ku Tirkiye û Iraq jî rê nadin Herêma Kurdistanê ku bibe dewleteke serbixwe, an jî heta rê nadin sîstemeke federalî ya ku proseya dabeşkirina desthilatan di navbera herêman de hebe.

Taywanê kariye vê rewşa aloz û nezelal, herî kêm heta niha, birêve bibe. Di vê çarçoveyê de, dibe ku Kurdistan jî neçar be ku heman şêwazê Taywanê dubare bike. Ciyawaziya di navbera Taywan û Herêma Kurdistanê de tenê ev e ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê garantî daye Taywanê ku wek herêmekê rêveberiya xwe bike, lê Herêma Kurdistanê ev garantî nîne. Ev yek digel wê yekê ye ku Trump jî îşaret pê kiriye ku eger Çîn hewl bide bi zorê Taywanê vegerîne ser axa xwe, dibe ku Amerîka nikaribe bi temamî piştgiriya tevahî ya Taywanê bike. Bi rastî hevkêşe pir aloz e.

*Li ser asta têkiliyên derve yên Amerîkayê bi hevpeymanên xwe re, rêveberiya Trump dirûşmek bilind kiriye û dibêje "bazirganî, ne şer". Li ser asta dewletên Kendavê jî, bi taybetî Erebistana Siûdî, Îmarat û Qeter, planên wan ên xwe hene ji bo giringîdan bi veberhênan û bazirganiyê. Pirs li vir ev e, heta çi astê veberhênan û bazirganî dibe bingehek ji bo çêbûna têkiliyên pir baş di navbera dewletan de û pêkanîna îstîqrarê li herêmeke wekî Rojhilata Navîn?

Dirûşma rêveberiya Trump "bazirganî, ne şer û pirsgirêk" (commerce not conflict), îşaretek e ji bo pêkanîna arasteyeke pragmatîk û danûstandinî di siyaseta derve ya Amerîkayê de. Bêguman, rastiyeke mezin di wê fikrê de heye ku bazirganî aştiyê pêş dixe, an jî gihîştina aştiyê leztir dike. Ev jî ji ber wê yekê ye ku dema welat ji aliyê aborî ve bi hev ve girêdayî bin, lêçûna nakokiyan bilind dibe û teşwîqên ji bo hevkariyê zêde dibin. Lê bazirganî bi tenê nikare îstîqrarê çêbike, bêyî hebûna serweriya yasa, mafê milkiyetê û saziyên zelal.
Têkiliyên aborî yên di navbera Amerîka û hevpeymanên wê yên li Rojhilata Navîn wek Erebistana Siûdî, Îmarat û Qeter, dibe ku destkeftiyên kurt-demî û sûdên hevpar ên wan hebin, lê berdewamiya wan a demdirêj pêwîstî bi tiştekî zêdetir ji berjewendiyên bazirganî yên hevpar heye.

Ew hevpeymaniyên ku tenê li ser bingeha teşwîqên darayî hatine avakirin, di bingeh de lerzok û lawaz in. Pêdivî ye ku hevpeymanî li ser bingeha "rêzgirtina dualî, pêşbînîkirina yasayî û hin nirxên hevpar" bêne damezrandin. Bazirganî dikare bibe bingehek, lê divê di nav çarçoveyeke berfirehtir a siyasî û sazûmanî de were bicîkirin.

Tiştê ku jê re dibêjin "bazirganiya azad" yekalî ye û divê welat wan kelûpelan hilberînin ku dikarin bi erzanî çêbikin, û di berdêla wê de bikaribin her tiştê din bikirin. Peymanên bazirganî yên Trump bazirganiya azad nînin, lê belê ferzkirina hêzê ne. Encama wê jî ew e ku kes ne piştrast e ku ev hevpeymanî dê heta hetayê berdewam bikin an na. Ji ber vê yekê, di rewşeke nediyariyê ya bi vî rengî de, veberhêner ditirsin ku pere ji bo çêkirina kargehên nû xerc bikin, ji ber ku texmîn dikin ku tarîfeyên gumrikê û parên wan ên di borsayan de dikarin di çavtirsandinekê de werin guhertin. Her gava ku behsa îstîqrarê tê kirin, pêşbînîkirin ji pişta xwe spartina hêzê girîngtir e.

*Pirsgirêkeke din a dewletên Rojhilata Navîn, tevî dewleta Iraqê ku em wek Herêma Kurdistanê beşek ji wê dewletê ne, nebûna rêveberiya baş (Good governance) û nebûna saziyên bi hêz e. Gelo çawa dikare rêveberiyeke baş were avakirin û saziyên bi hêz werin çêkirin?

Damezrandina rêveberiyeke baş li Rojhilata Navîn, ne tenê pêwîstiya hevkariya navneteweyî û nexşerêyên amadekirî yên sazûmanî ye, lê belê rêveberiya baş pêwîstî bi meşrûiyeteke navxweyî ya kûr-reh heye, ku tê de sînorên sazûmanî li ser desthilatan hebin û çanda pirsyariyê hebe. Bi pişta xwe spartina teoriya bijardeya giştî (Public Choice Theory), di wan civakên ku mekanîzmayên çavdêrî û hevsengiyê nînin de, em dibînin ku çi jîngeheke guncaw ji bo gendeliyê û yekdestdarkirina sektora giştî çêdibe, ku tevahiya civakê ji rehê derdixe. Yekemîn gav ber bi çaksazî û reformê ve, avakirina çarçoveyeke yasayî ye ku desthilata serdest û derveyî yasa sînordar bike, wek damezrandina desthilateke dadwerî ya serbixwe û saziyên xizmetguzariya giştî yên pîşeyî (karmendiya sivîl). Li gel vê yekê, pêwîst e saziyên ewlehiyê ji siyasetê werin dûrxistin û bi awayekî ku li ser bingeha liyakatê kar bikin, ne li ser bingeha dilsoziya taîfî, an girêdana partîtî, werin perwerdekirin.
Aliyên derve dikarin roleke piştgiriyê bilîzin bi rêya pêşkêşkirina alîkariya teknîkî û alîkariya bi şert, lê îradeya siyasî ya ji bo çaksaziyê divê ji hundur ve derkeve. Rêveberî di bingeh de berhema teşwîqên li ser bingeha berjewendiya giştî ye. Heya ku ew teşwîq bi berjewendiya giştî re yek negirin, her çaksaziyeke ku were kirin, dê tenê rûkal be.

*Pêşketina teknolojiyê bandor li ser hemû sektorên cîhanê kiriye. Hûn wek profesorê zanista siyasî, bazar û rêveberiyê, gelo hûn wisa difikirin ku pêşketinên teknolojiyê bi giştî û zîrekiya çêkirî bi taybetî, guhertin li ser têgeha siyaset, bazar û rêveberiyê di nav dewletên neteweyî de aniye?

Pêşketina teknolojiyê, û bi taybetî jî di warê zîrekiya çêkirî de, hem derfet û hem jî astengiyan ji bo wan dewletên ku di qonaxa veguhêz de ne, tîne holê. Ji aliyekî ve, zîrekiya çêkirî dikare tedbîrên burokratîk û rûtîn kêm bike, û di heman demê de gihandina xizmetguzariyan jî baştir bike. Li ser asta tevgera bazaran jî, dikare bi rêya kêmkirina lêçûna hilberê, danûstandinan û baştir gihîştina agahiyan, karîgeriya bazaran bilind bike. Lê di dewletên lawaz an zordar de, teknolojî dikare bibe amûreke zordarî û çavdêriyê.
Bandorên siyasî yên zîrekiya çêkirî bi radeyeke mezin bi çarçoveya sazûmanî ve girêdayî ye. Teknolojî di civakên vekirî de dikare welatiyan bi hêz bike û di rejîmên girtî de pirsyariyê baştir bike, lê dibe ku kontrolê jî xurttir bike. Di warê aboriyê de, zîrekiya çêkirî xwedî wê şiyanê ye ku bazara kar têk bide û newekheviyê zêdetir bike, ku ev yek dibe sedema çêbûna neîstîqrarê di proseya rêveberiyê de. Di vê çarçoveyê de, pêwîst e siyasetvanên li Rojhilata Navîn ne tenê veberhênanê di binesaziya teknolojîk de bikin, lê belê pêwîst e stratejiyên têgihiştina zîrekiya çêkirî ava bikin, parêzvaniya taybetmendiya daneyan bikin û piştrast bibin ku sûdên teknolojîk bi awayekî dadperwerane li ser civakê têne dabeşkirin. Li herêmeke wekî Rojhilata Navîn, ku pir bi zehmetî dikare wekhevî di dengên hilbijartinan de were misogerkirin, ez guman dikim ku ev pirs jî baş bi pêş ve biçe.

 

Gulan

Top