Profesor Ilan Pappî, Serokê Navenda Lêkolînên Filistînî li Zanîngeha Exeter a Brîtanyayê ji bo Gulanê: Psîkolojiya dagirkeriya kolonyal tenê li ser paqijiya etnîkî û jenosîda neteweyên din difikire.
Profesor Ilan Pappî, Serokê Navenda Lêkolînên Filistînî li Zanîngeha Exeter a Brîtanyayê ji bo Gulanê: Psîkolojiya dagirkeriya kolonyal tenê li ser paqijiya etnîkî û jenosîda neteweyên din difikire.
Profesor Ilan Pappî, dîroknas û çalakvanekî sosyalîst e û mamosteyê zanistên civakî ye li Zanîngeha Exeter li Keyaniya Yekbûyî û Rêveberê Navenda Lêkolînên Filistînî ye. Ew endamekî berbiçav yê "Eniya Demokratîk ji bo Aştî û Wekheviyê" ye û yek ji wan welatiyên cihû ye ku projeya siyonîzmê ji bo damezrandina dewleta Îsraîlê wek projeyeke dagirkeriya niştimanî ya neteweyeke din dibîne, ku ew jî Filistîn e. Ji bo axaftina li ser dîroka damezrandina dewleta Îsraîlê ji sala 1948an heta îro, me ev hevpeyvîn bi wî re pêk anî.
*Pirs: Wek kesayetiyekî ku xwe wek cihû dizanî, demeke dirêj e ku hûn li ser pirsgirêka Filistînê lêkolîn û xebatan dikin û bi salan e di lêkolînên xwe de behsa komkujî û jenosîda filistîniyan dikin û li ser vê mijarê pirtûkeke we bi navê "Paqijkirina Etnîkî" heye. Hûn çawa gihîştin vê baweriyê?
Bersiv: Armanca sereke ya projeya kolonyal a împeryalîzmê ji bo bicihkirina mirovan li şûna welatiyên resen ên wî welatî, ew e ku niştecihên resen ên wî welatî ji holê rake û tune bike. Bêguman "paqijkirina etnîkî" formên cuda di xwe de dihewîne, ku ji koçberkirina niştecihên resen dest pê dike heta digihîje komkujî û jenosîdê. Tevgera siyonîzmê bi awayekî sereke pişta xwe bi pêvajoya paqijkirina etnîkî ve girêda û wek amûrekê ji bo koçberkirina niştecihên resen ên Filistînê bi kar anî.[1] Kampanyaya girîng û dijwar a vê pêvajoyê di sala 1948an de dest pê kir, dema ku Îsraîlê nîvê niştecihên Filistînê koçber kir û nêzîkî 80% ji axa Filistînê dagir kir.[2] Lê belê heta wê demê nîvê gelê Filistînê li ser axa xwe dijiya. Lê di sala 1967an de mijar aloztir bû, û heman hejmara filistîniyên ku di sala 1948an de koçber kiribûn, xiste bin desthilatdariya xwe.
Di dirêjahiya wê dîrokê de ji sala 1948an heta îro, bi ti awayî ramana, yan jî tiştê ku jê re dibêjin "DNA"ya Îsraîlê, neguheriye. Hemû hikûmetên Îsraîlê tenê yek armancek wan hebû, ew jî ew bû ku dest deynin ser beşa herî berfireh a axê û tê de hejmara herî kêm a filistîniyan hebe.[1] Di Mijdara 2022an de, wan tekezî li ser wê yekê dikir ku divê "paqijkirina etnîkî ya gav bi gav" (incremental ethnic cleansing), yan jî tiştê ku jê re dibêjin "jenosîda gav bi gav" (incremental genocide) were cîbicîkirin, û ev yek wek planek ji bo temamkirina dagirkeriya netemam a sala 1948an bû.
Desthilatdariya siyasî ya ku di Mijdara 2022an de hat ser kar, bi vê planê re ne hevrê bû û li planên tundtir û dijwartir digeriya. Ji ber vê yekê, êrîşa Hemasê di Cotmeha 2023an de hinceteke pir baş xiste ber destê wê desthilatdariya siyasî ya tundrew da ku planeke pir tundtir cîbicî bike û bi temamî bû siyaseteke komkujiya seranserî, ku ez tirsa wê yekê dikim ku ev plan Şerîeya Rojava jî bigire nav xwe.
*Pirs: Peymana Osloyê ku di sala 1993an de di navbera Îsraîl û Filistînê de hat îmzekirin, di sê deh salên borî de zêdetir pozîsyona Îsraîlê xurt kir. Gelo em dikarin bêjin ku derfet ji dest çûn, yan jî ji destpêkê ve kêmasî di avahiya peymanê de hebû?
Bersiv: Rola sereke ya Peymana Osloyê ew bû ku çavkaniyeke dahatê ji bo wan lêçûnên zêde yên ku dagirker pêdiviya wî pê hebû, peyda bike. Di heman demê de, çarçoveyeke navneteweyî ava kir da ku herêmên "A, B, C" bi awayekî nerasterast di bin perdeya pêvajoya aştiyê de ji aliyê Desthilatdariya Niştimanî ya Filistînê ve werin birêvebirin. Ji ber vê yekê, ti cihê sosretê nîne ku em dibînin piştî îmzekirina wê peymanê, hejmara niştecihên cihû zêde bûye, azadiya çûn û hatinê pir bi tundî hatiye sînordarkirin û rojane mafên gelê Filistînê hatine binpêkirin.[3][4]
*Pirs: Di çarçoveya hewldanên welatên erebî ji bo asayîkirina têkiliyên xwe bi Îsraîlê re, di heman demê de ew li hember êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê hêrs û şermezar in. Hûn van her du helwestên dijber ên welatên erebî çawa dixwînin? Ev yek çi li ser helwesta dewletên erebî ji me re eşkere dike?
Bersiv: Ev dijberiya ku di helwesta dewletên erebî de tê dîtin, ku ji aliyekî ve têkiliyên xwe bi Îsraîlê re asayî dikin û ji aliyekî din ve hêrsa xwe li hember kiryarên Îsraîlê li Xezayê nîşan didin, nîşan dide ku valahiyeke mezin û kûr di navbera rejîmên erebî û gelên wan de heye.[5] Daxwazên aborî û stratejîk ên dewletên wan ji bo tevlîbûna kampa pro-Amerîkî, civakên wan bi xwe di vê pêvajoyê de ne hevpar in. Heya ku hêrsa gelên wan negihîje wê astê ku metirsiyê li ser çarenûsa rejîmên wan çêbike, heke ev tirs nebe, meyla wan a bi vî rengî dê berdewam bike.[6]
*Pirs: Cûreyek dabeşbûn di nav civata cihûyan de li Brîtanya û Amerîkayê ji bo piştgirîkirina dewleta Îsraîlê tê hîskirin. Gelo ev dabeşbûn xizmeta pêvajoya aştiyê ya Filistîn û Îsraîlê dike?
Bersiv: Çêbûna vê dabeşbûn û cudahiyê di nav civata cihûyan de pir pir girîng e. Ji ber ku Îsraîl pêdiviya wî bi wê rewayetê heye ku civata cihûyan li derveyî welat jê re peyda dike.[7] Ji ber vê yekê, eger hejmara wan ciwanên cihû yên ku ji siyonîzmê cuda dibin zêdetir bibe û tevlî tevgera piştgiriya Filistînê bibin, bêguman ev yek dê Îsraîlê li ser asta navneteweyî zêdetir îzole bike û tenê hejmareke kêm a hevalbendan dê pê re bimîne. Ji ber vê yekê, ev dibe sedema derzên mezin û siyaseta parêzbendiyê ya ku niha li dijî filistîniyan dimeşîne, têk biçe.
*Pirs: We pirtûkek li ser "Paqijkirina Etnîkî" (ethnic cleansing) di sala 1948an de nivîsandiye. Di wê pirtûkê de we amaje bi wê yekê kiriye ku ev tawan heta niha di gotara serdest a rojavayî de nîne û tê înkarkirin. Çima ev înkarkirin heye? Çi dikare were kirin ji bo rûbirûbûna vê înkarkirinê?
Bersiv: Înkarkirina rojavayî ya paqijkirina etnîkî di sala 1948an de sedema wê ew e ku rojava bi xwe hevparê wî tawanî ye.[8] Siyasetmedar û rojnamevan ji wî tawanî agahdar in, lê wan ew wek tawan û zulmeke biçûk ji bo rastkirina zulmeke mezintir bi nav kirin. Bi derbasbûna demê re û piştî ku rojava berdewam bû li ser naskirina vî tawanî wek zulmeke biçûk, ev yek bû handerek ji bo Îsraîlê ku ji wê demê heta niha di pêvajoya "paqijkirina etnîkî" de berdewam be. Lê niha, bi kêmanî li hin navendên akademîk ên rojavayî, li hember wê înkarkirinê derdikevin.[9] Lê di gotara siyasî û medyayî de ev înkarkirin serdest û berdewam e. Ji ber vê yekê, rêya herî baş ji bo dijberîkirina vê înkarê ew e ku ev tawan li navendên akademîk were xwendin û lêkolîn li ser were kirin. Ev tawan dikare di bernameyên xwendinê de were bicîhkirin, da ku nifşên paşerojê yên siyasetmedar û medyakaran li ser înkarkirina vî tawanî berdewam nebin.
*Pirs: Hûn çawa bersiva wan rexnegiran didin ku dibêjin şîroveya we ya dîrokê, tevî ku li ser bingeha exlaqî ye, lê nabe beşek ji stratejiyeke yasayî ji bo pirsa Filistînê di dema niha de?
Bersiv: Dîrok ne stratejiyeke siyasî ye ji bo paşerojê, lê divê beşeke pir zelal a stratejiya Filistînê dijberîkirina wê îdîaya serdest û belav be ku roleke girîng û diyarker di wê yekê de lîstiye ku têkoşîna azadîxwaz a Filistînê piştgiriya rojavayî wernegire. Ji ber vê yekê, ew piştgiriya kêm a ku niha ji bo pirsgirêka Filistînê li rojavayê tê nîşandan, rast e ku pir mezin nîne, lê bi delîl û analîzên rastîn îspat dike ku dê bandora wê li ser wê parêzbendiya ku niha heye hebe, û bi wî awayî siyaseta xwe li hember filistîniyan dimeşîne.
*Pirs: Bi berçavgirtina wê meyla ku di navendên akademîk de û wek çalakvanekî fikrî ku hûn li ser asta cîhanê dimeşînin, hûn çawa li rola dîroknasan di afirandina siyaset û raya giştî de di dema krîzan de dinêrin?
Bersiv: Bi baweriya min, rola dîroknasan xêzeke rast nîne, belku dikare were gotin ku gerok e, yan jî çemberî ye. Hin qonax hene ku tê de dîroknas pir bi pirsgirêkên berbiçav ên serdema xwe ve ne girêdayî ne. Di heman demê de, hin dem jî hene ku tê de dîroknasan rolên baş dilîzin û rolên wan bilind tên nirxandin. Ev dem bi taybetî ew dem e ku dîroknas pêdiviya wan pê heye. Ji ber propagandayên Îsraîlê tekezî li ser wê yekê dike ku êrîşên 7ê Cotmeha 2023an çarçoveyeke dîrokî nîne, û dema ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî tekezî li ser wê yekê kir ku êrîşên Hemasê çarçoveyeke dîrokî heye, Îsraîlê daxwaz kir ku ji karê xwe were dûrxistin.
Ji ber vê yekê, ew çarçoveya dîrokî ya ku dîroknas derdixin pêş, dibe mijareke sereke ji bo rûbirûbûna propagandayên Îsraîlê. Ji ber vê yekê, pir pêwîst e ku ew dîrok were zanîn, da ku tundûtûjî û komkujiyên êrîşên Hemasê yên 7ê Cotmeha 2023an ji rehên dîrokî yên pirsgirêkê werin cudakirin, da ku bibe dergehek û ji bo vê pirsgirêkê çareserî were dîtin.
*Pirs: Eger em li paşerojê binerin, gelo hûn meyleke pêbawer a "dîplomatîk, yasayî, gelêrî" dibînin ku bikaribe vê çembera tundûtûjiyê û xwe-rizgarkirina ji cezayê bişkîne, yan jî em dikevin qonaxeke dirêj a zordestiya nijadperestî ya vekirî, bêyî ti dergehek di paşerojeke nêz de?
Bersiv: Bi berçavgirtina wê newekheviya ku em li ser erdê dibînin, wê demê tenê rê destwerdana herêmî û navneteweyî ye, wekî ku berê jî ji bo bidawîkirina rejîma apartheidê li Afrîkaya Başûr pêdiviya me bi vê destwerdanê hebû. Lê pirsa we rast e ku hûn dibêjin "gelo li ser erdê ev yek diqewime?". Ez bawer dikim ku cûreyek nîgeraniya min li ser vê pêvajoyê heye ji ber ku ev hewldan li ser asta civaka navneteweyî pir dirêj dikin û li meydana şer wêranî zêdetir e. Pirs li vir dibe ew ku gelo em dikarin valahiya di navbera vê pêvajoyê de kêm bikin?
Gulan
