• Sunday, 08 February 2026
logo

Doktor Macîd Şingalî, Endamê Encûmena Nûneran a Iraqê, ji Gulanê re: Hemû pirsgirêk û zextên Bexdayê li ser Herêmê, jibo lawazkirina kiyana Herêmê û jibîrkirina pirsgirêka ax û Kerkûkê ye

Doktor Macîd Şingalî, Endamê Encûmena Nûneran a Iraqê, ji Gulanê re: Hemû pirsgirêk û zextên Bexdayê li ser Herêmê, jibo lawazkirina kiyana Herêmê û jibîrkirina pirsgirêka ax û Kerkûkê ye

 

Doktor Macîd Şingalî, Endamê Encûmena Nûneran a Iraqê, ji Gulanê re: Hemû pirsgirêk û zextên Bexdayê li ser Herêmê, jibo lawazkirina kiyana Herêmê û jibîrkirina pirsgirêka ax û Kerkûkê ye

Birrîna mûçeyên karmend û xanenişînên Herêma Kurdistanê û neşandina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Wezareta Darayî ya Federal ve, weke yek ji reftarên nedestûrî û neyasayî yên hikûmeta Iraqê ya Federal tê dîtin. Ev pêngav projeyeke siyasî ye jibo têkşikandin û lawazkirina kiyana Herêma Kurdistanê û vegerandina Iraqê bo merkeziyetê ye. Li ser vê pirsê, kovara Gulanê hevpeyvîneke ligel Doktor Macîd Şingalî, parlamenterê Partiya Demokrata Kurdistanê li Encûmena Nûneran a Iraqê, saz kir.

Herêma Kurdistanê li gorî madeya 117’an herêmeke destûrî ye û kiyaneke siyasî ye û hikûmet û parlamentoya wê heye, her wekî çawa welatî û karmendên wê divê wekhevî welatî û karmendên Iraqê bin, lê belê kîjan hikûmet hatiye ser desthilatê, pirsgirêk jibo Herêma Kurdistanê çêkiriye. Pirs li vir ev e, sedema van aloziyan û dijminahiya Bexdayê hemberî Herêma Kurdistanê çi ye?
Ji sala 2016an ve bi taybetî, hemû hikûmetên li pey hev ên Bexdayê berê xwe dane corekî ji şûmûliyet û navendîparêziyê, mîna ku bixwazin careke din vegerin ser merkeziyetê û kiyana destûrî ya Herêma Kurdistanê hilweşînin. Ji ber vê sedemê ye ku ew konsepta rasteqîn a federalî û dewleta yekgirtî ya federal naxwazin û heta ji bîra xwe jî dibin. Ev rastiya tal a Iraqê di serdema hikûmeta duyem a Malikî de jî li ser heman hewldanan bûn, ev siyaset û daxwaz û mebest jî jibo du sedemên "ajandaya derve û ajandaya navxweyî" vedigere, bi taybetî ku gelek partiyên siyasî û kesayetiyên naskirî û siyasetmedar hene ku bi awayekî ji awayan bi wan welatên derve yên cîranê Iraqê ve girêdayî ne, ku xêr û xweşiyê jibo Herêma Kurdistanê naxwazin, bi taybetî di vê qonaxê de ku Herêma Kurdistanê rêkeftinan dike, ku pêwendiya wan bi projeyên gazê ve heye. Ew ditirsin ku Herêm gaza xwe bifiroşe, yan jî Bexda sûdê ji gaza Herêma Kurdistanê werbigire, lewma zextek li ser hikûmeta federal heye daku zextê li ser Herêma Kurdistanê çêbike. Bê guman ajandayeke navxweyî jî heye ku ji aliyê partiyên siyasî yên Bexdayê ve tê nûnertîkirin, û mixabin hevparên wan di nav partiyên Herêma Kurdistanê de jî hene û bi hevre kar jibo lawazkirina Herêma Kurdistanê dikin. Bi awayekî giştî birrîna mûçe û hemû ew pirsgirêk û zextên li ser Herêmê hene, jibo wê yekê ye ku em pirsgirêka serekî û mafên xwe yên bi Bexdayê re jibîr bikin û tenê bala xwe bidin ser mijara mûçeyan, ev zext jî di hin rewşên taybet de zêde dibin. Her dema ku em nêzîkî dema hilbijartinan dibin, zextên li ser Herêmê, bi taybetî li ser Partiya Demokrata Kurdistanê, di mijara mûçeyan de zêdetir dibin, ji ber ku mijara mûçeyan hestiyar e û pêwendî bi jiyan û debara rojane ya xelkê ve heye û di rêza pêşîn a siyaset û bernameyên Partiyê de tê dîtin.
Ango birrîna mûçe û bûdce û tevahiya mafên darayî yên Herêma Kurdistanê di vê çarçoveya ajandayên derve û navxweyî de tê, baş e çima Dadgeha Federal ku berê biryar li ser vê mijarê dabû, helwesteke wiha nîşan neda?
Pirsa we du beşan li xwe digire, destpêkê birrîna mûçeyên karmendên Herêmê 100% nedestûrî û neyasayî ye, ango birrîna mûçeyên karmendên Herêmê li derveyî çarçoveya destûrî û yasayan e, ev jî ne cara yekem e ku mûçeyên karmendên Herêmê tê birrîn, di salên "2019, 2020, 2021, 2022, 2023 û 2024" û niha jî di 2025an de rû daye. Derbarê Dadgeha Federal de jî ku di rewşa xwe ya herî xirab de ye, wê dadgehê bi xwe biryar da ku "eger nakokiyek di navbera hikûmeta Herêmê û hikûmeta Federal de hebe, divê ev nakokî di çarçoveya destûr û yasayan de were çareserkirin, dûr ji birrîna mûçeyên karmendan." Destûr jî tekez dike ku hemû Iraqî di maf û erkan de wekhev in, ango karmendên Bexdayê û karmendên Zaxo, yan Çemçemal, yan Mûsilê wekhev in, lewma divê di mûçeyên xwe de jî wekhev bin, "girêbest şerîeta di navbera aliyan de ye" û divê mûçeyên karmendan bê dayîn. Mixabin tevî ku biryara dawî ya Dadgeha Federal jî hebû, lê ji ber destwerdana hin aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ligel van aliyên siyasî yên Iraqê ku dijî kiyana Herêmê ne, tevî wan kesên ku berdewam li Dadgeha Federal gilî li ser Herêmê û wan mijarên ku pêwendî bi mûçeyan ve hene dikin, hemû van di dawiyê de pirsgirêk jibo Herêmê û mûçeyên karmendan jî çêkir.
Lê Wezareta Darayî ya Federal penah biriye ber xerckirinên fiîlî (النفقات الفعلیة), û pabendî destûr û yasa û biryarên Dadgeha Federal jî nebûye, gelo ev xerckirinên fiîlî çiqasî bingeheke yasayî û jimêryarî heye?
Ji aliyê yasayî ve yasayeke bûdceyê heye, hemû mûçeyên karmendên Bexda û parêzgehan tê dayîn li gorî berçavgirtina tiştê ku jê re dibêjin xerckirinên fiîlî (النفقات الفعلیة), di demekê de ku xerckirinên fiîlî yên 2025an ne diyar û zelal e ka çiqas e. Wan penah biriye ber vê reftara şaş, hikûmeta Bexdayê nikare mûçeyên Bexda û parêzgehên din heta çend rojan jî paş bixe, ne ku çend mehan rawestîne.
Di destpêka axaftina xwe de we behsa wê yekê kir ku hikûmetên li pey hev ên Iraqê dixwestin bala me neçe ser mijarên serekî û hestiyar, lewma berdewam pirsgirêkên nû jibo me çêdikin, gelo mebesta we pirsgirêka axê û bi taybetî Kerkûkê ye?
Îro li Bexdayê veger heye bo eqliyeta şûmûlî û merkeziyetê û çêkirina pirsgirêkan ligel Herêmê, jibo jibîrkirina pirsgirêkên mezintir û girîngtir. Rast e debara welatiyan û mûçe gelekî girîng e, lê eger me bi tundî li ser çareserkirina pirsgirêka serekî ya axê û cîbicîkirina madeya 140 a destûrê û lidarxistina referandûmê li wan deveran pêgirî bikira, ku madeyeke destûrî ye ji sala 2005an heta niha nehatiye cîbicîkirin, wê demê destê xwe nedidan mûçeyên me. Îro jibo me mûçe mijara herî girîng e, ji ber ku pêwendî bi debara welatiyên Kurdistanê ve heye, lê divê em daxwaza cîbicîkirina madeya 140 a destûrê bikin, ev ne tenê jibo vegerandina maf jibo xwediyê wê ye, lê belê jibo wê jî ye ku Iraq vegere dewleteke yekgirtî ya federal.
Dewleteke yekgirtî ya federal, gelo ev dewlet çawa çêdibe di demekê de ku eqliyeta wan li cem dewleteke şûmûlî û merkezî ye?
Li Bexdayê xwesteka merkeziyetê ew qas zêde bûye ku di gotarên wan de jî diyar dibe, ew dixwazin biçin sîstema serokatiyê û sîstema parlamentoyê hilweşînin, lewma rê nedane ku Encûmena Yekîtiyê (Meclis el-Itihad) were avakirin û heta yasa jî jê re dernexistine û ew xistine rewşa dernexistina yasaya neft û gazê ya federal. Ew yasayeke neft û gazê dixwazin ku li ser bingeha sîstemeke navendîparêz hatibe avakirin, ne sîstemeke federal a yekgirtî.
Gelo ti hêvî maye ku Iraq ber bi wê merkeziyetê ve neçe, ku Kurd di wê merkeziyetê de hatin jenosîdkirin? Gelo divê çi were kirin daku pirsgirêka mûçe û hemû pirsgirêkên din li gorî destûrê werin çareserkirin?
Dema ku bi berdewamî rêkeftinên qonaxî û demkî tên kirin, ku ji aliyê siyasî ve di berjewendiya wê hikûmetê de ye ku di dema rêkeftinê de li ser desthilatê ye, lewma divê em rêkeftineke stratejîk a demdirêj bi dest bixin û divê ev rêkeftin di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de û bi agahdariya balyozxaneyên welatên biyanî li Bexdayê be. Hebûna aliyê sêyem jibo çavdêriya cîbicîkirina rêkeftinan gelekî girîng e.
Ligel hemû van reşbînî û bêhêvîtiyan ji Bexdayê, hewldanên hikûmeta Herêma Kurdistanê heta vê kêliyê bi corekî erênî ne ligel hikûmeta Sûdanî. Di demên pêş de bi hatina şandeyan ji Bexdayê û çûna şandeyên me, pêwendî dê zêdetir bibin, ev jî piştî peywendiya rêzdar Mesrûr Barzanî, serokê hikûmetê û Mihemed Şiya Sûdanî, serokwezîr, tê. Her wiha di civîna dawî ya sê serokatiyan de jî bi eşkere behsa nameya serokwezîr hate kirin û hemûyan digot çareseriyekê bibînin ku di çarçoveya destûrî û yasayî de bigunce.

 

Gulan

Top