Yadgar Sidîq Gelalî, şarezayê warê neft û gazê ji Gulanê re: Di dema şer û aloziyan de nirxê nefta cîhanî bilind bû û rawestandina şer jî nirx daxistin
Yadgar Sidîq Gelalî, şarezayê warê neft û gazê ji Gulanê re: Di dema şer û aloziyan de nirxê nefta cîhanî bilind bû û rawestandina şer jî nirx daxistin
Yadgar Sidîq Gelalî, serokê rêxistina (Rûnbîn) a ji bo şefafiyetê di warê birêvebirina sektora (neft û gazê) de û şarezayê warê birêvebirina sektora neft û gazê li Iraq û Herêma Kurdistanê ye. Di hevpeyvîneke ligel kovara Gulanê de, tekezî li ser guhertinên dawî yên şerê di navbera Îsraîl û Îranê de, rawestandina şer û encamên wê yên li ser sektora neft û gazê kir, bi taybetî gefên Îranê yên ji bo girtina Tengava Hurmuzê.
*Bi awayekî giştî bandora şer û gefên girtina Tengava Hurmuzê û rawestandina keştiyên barhilgir ên neft û gazê li Kendava Erebî û paşê rawestandina şer li ser neft û gazê çi bû?
Em dikarin rewşa neft û gaza cîhanî di vê demê de bi sê astan şîrove bikin:
1- Di dema şer de.
2- Arambûna şer û cîbicînekirina gefa girtina Tengava Hurmuzê.
3- Rawestandina şer û rêdana serokê Amerîkayê ji bo ku Çîn nefta Îranê bikire.
Destpêkê, eger em behsa rojên şer bikin, li ser egereke girtina Tengava Hurmuzê, ku berê jî li gorî min Îranê ev gef cîbicî nedikir, yan jî ji ber aloziyan dê ji bo demeke kurt çûnûhatina keştiyên barhilgir bihata rawestandin, lê eger gef bihata cîbicîkirin, ne tenê dê bandora wê li ser welatên berhemhêner ên neftê yên li ser Kendava Erebî hebûya, belkî encamên wê yên xirab li ser asta ewlehiya enerjiya cîhanê dê gelekî metirsîdar bûna. Ev jî ji ber girîngiya tengavê ji bo bazirganiya cîhanî, bi taybetî hinardekirina neft û gazê bi rêya keştiyên barhilgir e, ku rojane 20 heta 21 milyon bermîlên nefta welatên Kendavê û Iraqê, ku %30ê bazirganiya nefta cîhanî pêk tîne, di (Tengava Hurmuzê) re derbas dibe û zêdetirî du ji sê parên vê neftê diçe Asyayê, bi taybetî ji bo Çîn û Hindistanê tê şandin. Jixwe welatê Çînê yek ji mezintirîn kiriyarên nefta Îranê ye, lewma piştî rawestandina şer, Trump rê da ku welatê Çînê neftê ji Îranê bikire. Tewra welatekî wek Qeterê ku %20ê berhemanîna gaza şil a cîhanê dabîn dike û di heman tengavê de bi keştiyên barhilgir ên dêwasa tê hinardekirin û di wê tengavê re derbas dibe. Ji ber vê yekê, egerên girtina (Tengava Hurmuzê) di dema şer de zêdetir ragihandinî, kartek fişarê û karekî taktîkî bû, ji ber ku dihate pêşbînîkirin ku nirxê bermîleke nefta cîhanî ji 100 dolarî zêdetir bilind bibe. Ev bilindbûna mezin a nirxê nefta cîhanî hem ji bo welatên berhemhêner û hem jî yên kiriyar cihê metirsiyê bû, ji aliyekî ve kiriyaran kêm dike û sistbûna rewşa bazarê zêdetir dike, ji aliyekî din ve nirx welatên bikarhêner tûşî şokê dike. Ji ber vê yekê, bi kar anîna vê kartê pir bi hişyarî pê re tê kirin. Her metirsiyeke girtin û aloziyên Kendavê dibe sedema rawestandina tevahiya hinardekirina nefta Iraq û Kuweytê, gaza şil a Qeterê û beşeke mezin a nefta Erebistana Siûdî ku duyemîn berhemhênerê neftê yê cîhanê ye û rojane 9 heta 9.5 milyon bermîl berhem tîne. Helbet ev gef di rabirdûyê de jî di şerê Îran-Iraqê de çend caran Îranê penaberî wê biriye, lê min bi kar anîna vê kartê bi awayekî tam û berdewam dûr didît, ji ber ku ev yek dema ku rêjîm dikeve metirsiyê, penaberî wê tê birin, bi taybetî ku di vê demê de Îran bi xwe jî pir hewce ye nefta xwe bifroşe ji bo lêçûn û xerckirinên şer û xweçekkirinê. Ji ber ku Îran xwedî kapasîteyên damezrandî yên berhemanîn û hinardekirina neftê ya berdewam e, her çend destpêka qeyrana berhemanîn, parzûngeh û sotemeniyên neft, gaz û benzînê li Îranê derketibe û gelek dezgehên wê ketine ber êrîşên firokeyên şerî û hinardekirina nefta wê gelekî kêm bûye. Ji aliyekî din ve, Tengava Hurmuzê ku 34 kîlometre jê dikeve tengaberiyê û girtina wê hêsan e, lê encamên wê wek berê nînin û gelekî metirsîdar in. Ji ber vê yekê zehmet e ku bi berdewamî penaberî wê were birin, tenê wekî karteke fişarê tê bikaranîn, ji ber ku hemû welatên Iraq, Kuweyt, Behreyn, Qeter, Erebistana Siûdî û Îmarat bi vê rêya deryayî digihîjin kiriyarên xwe yên neft û gazê. Di dema bertekên li dijî gefên Îranê yên ji bo lêdana baregehên serbazî yên Amerîkayê de, bi taybetî li baregeha Udeydê li Qeterê, lêdaneke pir sînordar û bê ziyan bû. Ji ber vê yekê nirxê neftê daket û metirsî li ser tengavê bû sifir. Piştî rawestandina şer jî rewş îstîkrar û aramtir bû û bazarê jî ev îşareta rawestandina şer wergirt û nirxê neftê daket, her çend ev nirxê niha jî bilindtir e ji wê asta ku daxwaz û xwesteka nefta cîhanî li benda wê ye.
*Wate, eger aloziyên Kendavê berdewam bikirana, dê bibûya sedema kêmî û rawestandina hinardekirina nefta Iraqê. Di vê rewşê de encamên wê yên darayî û aborî li ser Iraqê dê çawa bana? Gelo niha ku nirxê neftê kêm bûye, bandorê li ser aliyê darayî yê Iraqê dike?
Tengava Hurmuzê ji bo Iraqê yekane korîdora deryayî ye ber bi cîhana derveyî Kendavê ve. Rojane 20 heta 30 keştiyên barhilgir ên neftê yên welatên Kendavê, tevî Iraqê, di vê tengavê re derbas dibin û di egereke berdewamiya şer an cîbicîkirina gefan de, keştî dê biketana metirsiyê, bi taybetî bi hebûna hejmareke zêde ya mînên deryayî li cem Îranê, ku dike keştiyên barhilgir nexwazin bikevin nav vê rîskê.
Iraq heta niha ji xeynî deriyê Kendavê ji bo hinardekirina nefta xwe ti deriyeke din nîne. Di rewşa herî baş de, tenê kapasîteya hinardekirina yek milyon bermîl neftê di rojekê de bi rêya boriya Kerkûk – Kurdistan - Ceyhanê ji Herêma Kurdistanê ve heye, ku niha rawestiyaye. Ji ber vê yekê, diviyabû ev aloziyên ku li Kendavê çêbûne bibin sedemek ku Iraq bifikire ku nefta xwe tenê ji yek çavkaniyê neşîne derve, bi taybetî di demekê de ku nirxê neftê bilind e û kiriyarên neftê ji ber aloziyên Kendavê dê li Deryaya Navîn daxwaza wan zêdetir bibe. Ji ber ku rawestandina hinardekirina nefta Iraqê di welatekî de ku zêdetirî %95ê hinarde û dahatên wê ji firotina neftê be û budceya wê ji bo mûçe, budceya birêvebirin, pêşxistin û veberhênanê pişta xwe bi firotina petro-dolaran girêdabe, rawestandina nefta wê dê wê tûşî qeyraneke mezin bike, ji bilî zirara ku digihîje wê. Her çend Iraqê baş xwe ji bo senaryoyan amade kiribû û mîna gelek welatên din ên Kendavê, di destpêk û navenda aloziyan de, berhemeke zêde di keştiyên barhilgir ên di nav deryayê de depo kiribû û ew şandibûn derveyî avên Kendavê. Ango, di dema aloziyan de nêzîkî %11ê berhema Iraqê zêde bûbû, mîna Erebistana Siûdî. Di egereke girtina tengavê de jî ji bo demeke kurt, Iraqê nefta ji bo kiriyarên xwe di deryayê de hebû û dikarîbû wê telafî bike.
*Boriya Kerkûk-Kurdistan-Ceyhanê, ku ji ber rawestandina hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê piştî biryara Dadgeha Navbeynkariyê ya Parîsê rawestiya, di vê rewşê de Herêma Kurdistanê û Iraq çiqasî dikarin bi hemahengiya di navbera Wezareta Samanên Siruştî û SOMOyê de vê boriyê ji nû ve bixin kar û bibe sedemek ji bo aramkirina aloziyên di navbera Herêm û Bexdayê de û ji nû ve destpêkirina danûstandinên neftê di navbera her du aliyan de?
Ez wisa difikirim ku ne hikûmeta Herêma Kurdistanê û ne jî ya Iraqê di dema aloziyan de destpêşxerî nekirine û rewş wekî berê hiştine, bi taybetî ku paşê guftûgo û danûstandinên di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê (Wezareta Samanên Siruştî û kompaniyên berhemhêner ên neftê li Herêmê) û hikûmeta Iraqê ya Federal (Wezareta Neftê û Kompaniya SOMOyê) gihîştibû xitimandinê û rawestiyabû. Rast e, dihate payîn ku Iraq wek pêngavekê hewceyî vê boriyê bibe, bi taybetî di egereke xirabûna senaryoyan de, lê Iraqê ev yek nekir û wek min got, penaberî depokirina neftê di nav keştiyên barhilgir de di nav deryayê de bir. Niha, ev borî xwedî kapasîteya hinardekirina yek milyon bermîl neftê di rojekê de ye. Divê em ji bîr nekin ku di van alozî û tengezariyên navçeyê û Kendavê de, Iraq yekemîn welat e ku zirar dîtiye. Lewma niha jî, ji nû ve destpêkirina guftûgoyan di berjewendiya Amerîkayê de ye ji bo zêdekirina wê berhema neftê ya din a Herêma Kurdistanê, ji ber ku ew ê bibe pêngavek ji bo ku nirxê nefta cîhanî zêdetir dakeve û handanekê bide gotûbêjên di navbera her du hikûmetên Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê ya Federal de. Niha, eger aloziyên Kendavê di navbera Îsraîl û Îranê de ji nû ve dest pê bikin, ji xeynî Kendavê, Iraq ti derfeteke din nîne. Boriya Banyasê xera bûye û ew welat wê ji bo kar û mebestên din bikar tîne. Boriya Erebistana Siûdî ya ber bi Deryaya Sor ve jî piştî Şerê Kendavê, wî welatî wek tezmînata şer dest daniye ser û bi xwe bikar tîne. Boriya Urdunê ya ber bi Edenê ve jî tenê gotin e û temam nebûye. Mixabin, di vê rewşê de, nêrîna Iraqê ji bo dosyaya neftê navendîkirina neftê ye da ku wê bixe bin kontrola Wezareta Neftê ya Iraqê. Ev jî ji ber nebûna yasaya neft û gazê ya federal e ku rewşeke wisa afirandiye ku bi rêya destûrê têgihiştinê ji bo dosyaya neft û gazê bikin, û her aliyek destûrê cuda şîrove dike. Hemû biryarên berê yên Dadgeha Federal jî li dijî Herêma Kurdistanê bûn.
*Wekî pispor û şarezayekî neftê, di vê rewş û aloziya ku Rojhilata Navîn tê re derbas dibe de, bilindbûna nirxê nefta cîhanî û berdewamiya vî nirxî çiqasî egereke bihêz e, di demekê de ku Trump berdewam soza wê yekê dide ku rê nade êdî nirxê bermîleke neftê bi wî rengî bilind bimîne?
Nirxê neftê bi giştî ji ber alozî û şer bilind e û nêzîkî 11-12 dolaran ji nirxê xwe yê ku diviyabû di rewşa îstîkrara cîhanî de hebûya, bilindtir bûye. Rast e di destpêka şerê navbera Îsraîl û Îranê de û paşê êrîşa Amerîkayê li ser dezgehên etomî yên Îranê, nirxê bermîleke neftê heta 78 dolaran bilind bû, lê paşê nirxê neftê daket 74an û paşê di 76 dolaran de rawestiya. Di dema rawestandina şer de û bi rêdana serokê Amerîkayê ku Çîn nefta Îranê bikire, nirxê neftê zêdetir daket 67 dolar û 88 sentan. Bi giştî, aboriya cîhanê ketiye rewşeke sistbûnê (rawestanê), ji ber vê yekê nirxê neftê bilindbûneke zêde bi xwe nedîtiye û rasterast piştî şer nirx daketin. Eger nirxê neftê nedaketa, ji bilî ku dê qeyrana enerjiya cîhanî jê derketiba, dê biba sedema enflasyonê jî, û ev jî encameke xwezayî ya şer, giranî û birçîbûnê ye.
Gulan
