Dr. Viyan Sebrî, Seroka Frakisyona Partiya Demokrata Kurdistanê li Encûmena Nûneran a Iraqê ji bo Gulan: Birîna mûçeyên fermanber û xanenişînên Herêma Kurdistanê, reftareke siyasî ya şaş a Bexdayê ye li dijî welatiyên Herêma Kurdistanê
Dr. Viyan Sebrî, Seroka Frakisyona Partiya Demokrata Kurdistanê li Encûmena Nûneran a Iraqê ji bo Gulan: Birîna mûçeyên fermanber û xanenişînên Herêma Kurdistanê, reftareke siyasî ya şaş a Bexdayê ye li dijî welatiyên Herêma Kurdistanê
Pirsa birîna mûçe û budceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve wek yek ji wan pirsên hestiyar û tijî metirsî tê dîtin, ku hikûmeta federal a Iraqê ji bo lawazkirina statuya Herêma Kurdistanê penah lê girtiye. Ev yek jî li dijî destûr û yasayên Iraqê û lihevkirinan e. Tevî ku niha piştî hewlên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hêviyek heye ku şandeyên Herêm û Bexdayê bigihîjin corekî lihevkirinê û dawî li pirsgirêka mûçeyan bînin. Li ser vê pirsê, kovara Gulanê hevpeyvînek bi Dr. Viyan Sebrî, Seroka Frakisyona Partiya Demokrata Kurdistanê li Encûmena Nûneran a Iraqê re, saz kir.
*Bila em destpêka pirsa xwe li ser wê rastiya tal a hikûmeta Iraqê dest pê bikin, ku berevajî hemû madeyên destûrî, yasayî û urfan, Wezareta Darayî di tevgereke çaverênekirî de û çend roj beriya hatina Cejna Qurbanê, mûçeyên fermanber û xanenişînên Herêma Kurdistanê birî. Vê reftara Bexdayê çawa dinirxînî?
Destpêkê, li cem herkesî zelal û eşkere ye ku biryara rawestandina xerckirina mûçeyên Herêma Kurdistanê nedestûrî û neyasayî ye. Tevî ku niha piştî hewlên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, danûstandin û gotûbêjên şandeyên di navbera Herêm û Bexdayê de dest pê kirine û înşallah dê hêvîdar be. Bi xwe jî pirsa budce û mûçeyên fermanber û xanenişînên Herêma Kurdistanê pirseke hestiyar û çarenivîsî ye. Bexdayê, ji derveyî bingeh û madeyên destûr û yasayên berkar ên Iraqê û madeyên budceyê û lihevkirinan, reftareke siyasî ya şaş li dijî welatiyên xwe kir, ku welatiyên Herêma Kurdistanê ne û bi destûr û yasayê hatine naskirin. Ev mijar ji sala 2023an ve, dema ku budceya sê salane hate pesendkirin, di dema cîbicîkirinê de gelek pirsgirêk û astengî ji bo para Herêma Kurdistanê û mûçeyên mûçexwerên Herêmê çêkirine. Di vê yekê de, hin aliyên siyasî yên dijberî Kurdan roleke xerab lîstine û çav bi pêşketin û îstîqrara Herêma Kurdistanê neketine. Lewma bi rêya berpirsên payebilind ên hikûmetê û her carê bi behaneyekê, astengî ji Herêma Kurdistanê û nûneratiyên wê re çêkirine. Ev di demekê de ye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû amadekariyên xwe nîşan dane, ji bo cîbicîkirina pabendiyên li ser milê xwe li gorî destûr û yasaya budceyê.
*Wate, biryara Wezareta Darayî ya Iraqê biryareke neyasayî û nedestûrî bûye û bi ajandayên derve û mebestên siyasî yên dijî Kurdan tevlihev bûye. Baş e, çima Hevpeymaniya Rêveberiya Dewletê ku Kurd beşeke sereke ya wê hevpeymaniyê ye, heta niha helwesteke zelal û eşkere nîşan nedaye?
Hevpeymaniya Rêveberiya Dewletê li ser bingeha bernameyeke siyasî û komek lihevkirinan hatiye avakirin. Yanî ji aliyê siyasî ve di çarçoveya belgeya lihevkirina siyasî de hatiye damezrandin. Rast e ku Kurd jî beşeke sereke ya vê îdareyê ne û xaleke wê ya sereke jî çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî yên di navbera Herêm û Bexdayê de ye; ji cîbicîkirina Madeya 140 a destûrê ya li ser navçeyên nakok, heta pirsên budce, neft û gazê û gelek mijarên din ên taybet bi maf û heqdestiyên darayî yên Herêma Kurdistanê. Ji bo têgihiştina li ser van mijaran, di destpêka avakirina hikûmetê de karên baş hatin kirin, heta wê dema ku destwerdanê dest pê kir û gelek biryarên Dadgeha Federal ên siyasî û neyasayî li dijî Herêmê hatin dayîn û astengî û berbest ji bo asayîbûna rewşê zêde bûn. Çawa dibe bila bibe, heta niha jî bawerî û hêviya me heye ku em bi diyalog û gotûbêjan pirsgirêkan çareser bikin. Em wek Frakisyona Partiyê li Bexdayê û ligel nûnerên din ên Kurd ên niştimanperwer, her dem me tekezî li ser diyalogê kiriye ji bo bidestxistina mafên xelkê Kurdistanê û dawîanîna li karta fişarê ya li dijî Herêma Kurdistanê.
*Kurd heta çi radeyê dikarin ji aliyê destûrî û yasayî ve rexneyeke tund li biryara Wezareta Darayî ya Iraqê bigirin û wê bigihînin navendên navdewletî û hevpeymanên xwe, bi taybetî Amerîkayê?
Biryara Wezareta Darayî ya Iraqê biryareke neyasayî, nejimêryarî û heta li dijî hemû made û bendên destûrî bû. Lewma me zû di daxuyaniyekê de ku me arasteyî Serokwezîrê Iraqê kir, rewş zelal kir û got ku biryara birîna mûçeyên mûçexwerên Herêma Kurdistanê biryareke dijminane û li dijî debar û jiyana mûçexwerên Herêma Kurdistanê ye. Mixabin, diyar e ku beriya hilbijartinan û bi ajandayeke navxweyî û derve, ev biryar, tevger û reftarên stemkarane li hemberî welatiyên Kurdistanê zêdetir dibin. Bi xwe ev reftar û tevgera hikûmeta Iraqê li dijî Madeya 37 a destûrê ye. Eger em behsa mafên aborî yên destûrî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin, ku di Madeya 121 a destûrê de tê gotin divê budce bi awayekî dadperwerane û şefaf be û Hikûmeta Herêma Kurdistanê para xwe bi awayekî dadperwerane û şefaf werbigire. Ev di demekê de ye ku hemû bingehên exlaqî, yasayî, budce, destûr û heta biryarên dadgehên wan bi xwe jî di berjewendiya Herêma Kurdistanê û mûçexweran de ne, ku divê fermanber, Pêşmerge, malbatên şehîdan, xanenişîn, girtiyên siyasî û hemû çîn û beşên din heqdestiyên xwe werbigirin, dûr ji nakokiyên siyasî. Heta di budceyê de Madeya 60 heye; eger kêmasiyek di dayîna mûçeyan de hebe, divê bi rêya vê madeyê be. Serokatiya Encûmena Wezîran dikare parê yan jî pereyî zêde bike ji bo tijekirina kêmasiya budceyê. Tiştek nîne ku bêje em wek welatiyên Herêma Kurdistanê zêdetir ji para xwe werdigirin.
*Ka îdiaya mijara temambûna para Herêma Kurdistanê bi behaneya xerckirina rasteqîn (fe'lî)? Heta çi radeyê ev îdia û hinceta wan şaşiyeke û neheqiyeke mezin e di budceya sê salane ya Iraqê de?
Bi xwe biryara birçîkirina xelkê Kurdistanê, sepandina dorpêçê û birîna mûçeyên mûçexwerên Herêma Kurdistanê bi awayekî hatiye dayîn ku ew bi xwe jî nizanin çawa sererast bikin. Ji ber vê yekê penah anîne ber mijara bîd'eta xerckirina rasteqîn (fe'lî) û paşê her ew bi xwe derewên xwe derdixînin û dahênanên xwe diguherînin û bi dahata neftî û neneftî û "tewtîn"ê ve girê didin, yan dibêjin "sîloleya neqdî" (pereyê neqd) nîne û her carê bi derew û behaneyeke din. Ev di demekê de ye ku pere, genim û dahata vî welatî bela û wela dikin û ji bo welatên din dişînin, bi behaneyên cûrbecûr û bê pirsîn û şopandin, lê mûçeyên mûçexwerên Herêmê dibirin. Em wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê yekem tişt daxwaza mafên xwe dikin û em dê her tiştî bikin da ku mûçe bigihîje fermanberên Herêma Kurdistanê. Lê di dawiyê de, heta dema ku di salên borî de ji bo çend salan budceya me hatibû birîn, di dema şerê DAIŞ'ê de, ne budce, ne mûçe, ne çek, heta guleyek jî ji Bexdayê ji bo Herêma Kurdistanê nedihat. Ligel vê jî, milyonek û nîv koçber berê xwe dan Herêma Kurdistanê, ku fişareke mezin çêkir. Ji bo çar salan budce nedihat, em neçar man neftê bifroşin. Hemû fraksiyonên Kurdî, û di serî de Frakisyona Partiya Demokrata Kurdistanê, bi temamî fêm dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hikûmeteke destûrî ye û lihevkirinek di navbera hikûmeta federal û hikûmeta Herêmê de heye, ku nabe pirsa mûçeyan bi pirsgirêk û nakokiyên siyasî ve were girêdan. Berê, "Dadgeha Bilind a Federal di biryarekê de tekezî li ser wê yekê kiribû ku pêwîst e mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê ji her nakokiyeke siyasî dûr bê girtin û mehane di dema xwe de bêyî derengî û ti astengî bê xerckirin."
Lewma di vê mijarê de, destpêkê ew behaneya ku mûçeyên mûçexwerên Herêmê pê hat birîn, yekkirina budceya sê salane bû ku ji aliyê zanistî û rastiyê ve ti esl û esasê wê nîne. Ji ber ku rast e me deng da budceya sê salane, da ku her sal gotûbêjên budceyê nebin sedema derengketina cîbicîkirina budceyê, lê her saleke darayî cuda ye. Piştî temambûna 2024an, divê xişteyên 2025an ji destpêka salê ve bên da ku em jî bibînin.
Lijneya Darayî gelek caran ji Wezîra Darayî (Teyf Samî) xwestiye ku xişteyên xerckirina rasteqîn a hikûmeta Iraqê ji bo hemû mehên îsal pêşkêş bike, lê heta niha tenê xişteya meha Kanûna Duyem radest kiriye. Wê demê çawa dikarin îdia bikin, bêyî hebûna ti dane û amarên ku Herêma Kurdistanê pereyekî werdigire ku ji xerckirinên wê yên rasteqîn zêdetir e?
*Gelo divê mûçexwerên Herêmê her li benda rakirina cezayan û vegerandina mûçeyên xwe ji Bexdayê bin, yan rê û çareseriyên din mane ji bo vegerandina mûçeyên wan?
Guman tê de nîne ku Serok Barzanî, wek merce'ê neteweyî yê Kurd, rê nade ku gelê wî birçî bibe. Di civîna Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê de biryara pêwîst hate dayîn û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî nameyek arasteyî her sê serokatiyan kiriye. Niha jî şandeya payebilind a hikûmeta federal a Iraqê di danûstandin û gotûbêjan de ye ligel şandeya Herêmê û hêvî zêde ye ku di demek nêzîk de bigihîjin çareseriyekê û dawî li vê pirsgirêkê bînin. Me ji sala 2005an ve gotiye ku mafên me yên destûrî hene û divê wek welatiyên vî welatî muamele bi me re bê kirin. Pêşketina Herêma Kurdistanê di kîjan warî de be, bila bibe ya neftê yan aboriyê, divê wek xaleke erênî ji bo tevahiya Iraqê bê dîtin, ne bi çavê kîn û dijminatiyê. Pêwîst e em bi hev re li dû çareseriyên bingehîn ji bo pirsgirêkên xwe bigerin, ne ku pirsgirêkan kûrtir û aloztir bikin.
Gulan
