Alok Yadav, Profesorê Wêje û Zimanê Îngilîzî li Zanîngeha George Mason ji bo Gulanê: Wêje navgîneke bingehîn e ji bo tekezkirin û xurtkirina nirx û nasnameyên neteweyî
Wêje ne qadek e ku tenê bi vegotina çîrokan û parastina bîranînan ve girêdayî
be, lê belê di dirêjahiya dîrokê de, yek ji wan qadan bûye ku civak bi rêya wê
xwe pênase dikin, rabihuriya xwe dixwînin û dîmenekê ji bo pêşeroj û dahatuya
xwe ava dikin. Ji vî aliyî ve, pêwendiya di navbera wêje û nasyonalîzmê de ne
pêwendiyeke sade û yekalî ye, ango wêje dikare di heman demê de hem sînorên «em»
û «ew» xurt bike, hem jî van sînoran bixe jêr guman û pirsan. Loma di guftûgoya
îro de em ê biçin nav wê pirsa girîng bê ka çawa çîrokên neteweyî yên cuda,
bîranînên dîrokî û tevlîhevbûna çandan bandorê li ser dariştina nasnameya
neteweyî dikin û çawa wêje dikare di navbera marjînalîzekirin (paşguhkirin) û
pêkvejiyanê de roleke cuda bilîze. Ji bo vê armancê jî, Gulanê hevpeyvînek bi
Alok Yadav re pêk aniye, ku Profesorê Zimanê Îngilîzî ye û Rêveberê Navenda
Lêkolînên Mirovî ye li Zanîngeha George Mason li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê
û mamosteyê wêjeya îngilîzî ya sedsala hejdehan, wêjeya post-kolonyal û wêjeya
cîhanî ye. Her wiha çendîn lêkolînên wî li ser nasyonalîzm, împaratorî û wêjeya
çandî ya Brîtanyayê hene.
• Di destpêkê de em dixwazin ji vir dest pê bikin; gelo çi rû dide dema ku komên
hevrik çîrokên cuda li ser heman rûdaw û pêşhateyên dîrokî vedibêjin, û eger
wêje beşeke pêkhêner a nasyonalîzmê be, ango çîrokek be ku civakek ji bo xwe
vebêje, gelo em dikarin bibêjin wêje bi awayekî mitleq (vebirî) coreyek ji
marjînalîzekirinê çêdike, an dikare qadekê biafirîne ku tê de efsaneyên neteweyî
yên nakok bikarin bi rastî bi hev re bijîn?
- Tiştekî mitleq û vebirî derbarê rola wêjeyê di pêwendiya bi dînamîkên nakok
ên di navbera gel û çandan de nîne. Dibe ku berhema wêjeyî bibe sedema
kûrkirin, alozkirin, an jî berfirehkirina nakokiyên di navbera gel û çandan
de. Ango dibe ku bibe sedema xurtkirina wan nêrînên ku dibin sedema çêkirin
û afirandina wêneya dijmin an jî biyanî ji bo komên din, an wêneya wan kesên
ku li hemberî dewletê xayîn in û girêdan (întîma) ya wan pê re nîne. Di
heman demê de, berhema wêjeyî dikare bi arasteyekê kar bike û xeyalê bi
awayekî bi kar bîne ku bibe sedema kêmkirina rageşî, dijberî û dijminatiyên
niha û rabihuriyê, pêşxistina têgihiştineke zêdetir, dermankirina birînên
dîrokî û kêmkirina valahiya di navbera aliyên dijber de. Ango mesele bi wê
yekê ve girêdayî ye bê berhema wêjeyî çawa û bi kîjan arasteyê tê bikaranîn.
Nêrîna min a taybet ew e ku bixwe wêje û çanda wêjeyî meyla pêkvejiyan û
pirrengiyê li xwe digirin, eger em girîngiyê bidin karlêka navbera çandan.
Têkeliya çandî bûye xislet û taybetmendiya dîroka wêjeyî, eger baweriya me
bi vê hebe, wê demê em dikarin navgîneke çalak bi dest bixin li hemberî wan
pêlên nasyonalîstî yên ku ber bi arasteya paşguhkirinê ve kar dikin, her
wiha dikare kar bike ji bo pêşxistina têgihiştineke berfirehtir derbarê
nasyonalîzm û nasnameya nasyonalîstî de.
• Em dizanin ku çîrokên girêdayî bi dîroka rasteqîn, berdewamiya çandî û
întîmayê (pêgiriyê), beşeke bingehîn a nasyonalîzma hemdem in. Gelo em çi fêr
dibin derbarê xwendina wêjeya sedsala hejdehan ku ji me re dibêjin pêkanîn û
dariştina nasnameya xwezayî çiqas kevin in, ew jî li ber ronahiya lêkolînên we
yên derbarê wêje û bilindbûna hişyariya neteweyî de?
- Gotarên girêdayî nasyonalîzmê bi çend şêweyan derdikevin pêş, hinek ji wan
armanca wan parastina bîra çandî ye û israrkirina li ser berdewamiya çandî û
bangeşeya girêdayî bi pêgirî û hemahengiya civakî ye. Ev cure nasyonalîzmên
ku zêdetir li rabihuriyê dinêrin, di rûyê siyasî û çandî de xisleteke
muhafezekar (kevneperest) bi wan re heye û heta radeyekê jî hilgirê meyla
paşguhkirin û cudakirinê ne. Lê gelek nasyonalîzmên din hene ku zêdetir rûyê
wan li pêşerojê ye, û ew projeyên hişyaran e ji bo avakirina neteweyeke nû.
Netewe bi wateya qewareyekê (saziyekê) ku bi xwe desthilatdariya xwe bike û
li hemberî gelê xwe berpirsiyar be, ne wekî civakeke yekreng di rûyê etnîkî,
olî, an jî zimanî de. Hinek ji nasyonalîzmên post-kolonyal, di rewşa xwe ya
herî baş de, tekezî li ser vê rehendê kirin û meyla avakirina qewareyeke
sivîl a pirreng û çêkirina neteweyeke nû ji pirrengiya pêkhateyên olî,
etnîkî û zimanî hebû. Gelek caran ev projeyên avakirina neteweyê rûbirûyî
pêl û têgînên berovajî bûn, ew têgîn û pêlên ku ev neteweya nû wekî
serkeftina komeke serdest û dûrxistin an jinavbirina komên kêmîne û
çespandina desthilatdariyeke dîktatorî nîşan didan. Ji vî aliyî ve, nakokiya
navbera van nêrînên dijber ên ji bo neteweyê bûye xisleta rewşa gelek ji wan
welatên ku projeya neteweyî di cîhana hemdem de rûbirûyî wê bûye. Mebesta
min ew e ku ev şerek e ku pêsîra her kesî girtiye û bûye pîvera şiyana mana
têgînên neteweyî di vê serdemê de. Dibe ku her çar projeyên avakirina
neteweyê li çar giravên Brîtanyayê (Îngilistan, Wales, Skotland û Îrlanda) –
di nav wan de projeya têkelkirina Îngilistanê li nav Brîtanyaya Mezin û
piştre ji bo Keyaniya Yekbûyî ya Brîtanyaya Mezin û Îrlandayê di sedsalên
hivdeh û hejdehan de – bê berawirdkirin bi projeya federalî ya li Amerîkayê
û konfederalîzma li Kanadayê di sedsalên hejdeh û nozdehan de. Ev hemû
qewareyên siyasî yên neteweyî ne, ku pêkhatina wan encama komkirina yekeyên
biçûk û piralî û hevkariya navbera desthilatên xwemalî (herêmî) û
desthilatên navendî-neteweyî-federalî bûn. Ango bi zanebûn dest bi
têkelkirina civat û civakên curbicur kirin û hewla pêkanîna qewareyekê didan
ku derfetê bide pêkvejiyanê. Bêguman ev proje tijî bûn ji hewldanên girêdayî
serdestî û paşguhkirinê, lê ew jî girîng e ku em zanibin ev bûn yek çawa kar
kirin ji bo serederîkirina bi pirsgirêkên avakirina dewletê di rojên
post-kolonyalîzm û împaratoriyê de, ku ev pirsgirêk jî bûne xisleta bingehîn
a cîhana hemdem. Her çawa be, torên hest û sêwzên xelkê bi van qewareyên
neteweyî yên nû ve curbicur bûn, ew jî li gorî dîrok û ezmûna van qewareyên
cuda bûn. Bêguman, ev nasnameyên neteweyî yên nû û veberhênana di wan de
nebûn sedema zalkirin an jî jinavbirina nasnameyên kevn û xwemalî yên din,
lê bûn sedema ji nû ve dariştina wan û dayîna rehendeke cudatir ji bo wan di
nav rewşeke taybettir de, ku bi derbasbûna demê re bandor li ser hev kirin.
Heta carinan geşbûna van neteweyên nû encama alozî û nakokiya navbera têgîn
û nêrînên dijber ên girêdayî netewe û qewareya neteweyî bûn. Ji bo nimûne,
li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, nêrînên dijber çêbûn derbarê wê yekê de
ku gelo qeware tenê ji bo çermspiyan e, ango xiristiyanên niştecihên wî
welatî, û nêrîneke din a berovajî hebû ku bangeşeya wê yekê dikir ku divê
qeware pirrengiya çandî û etnîkî ya civakê li ber çavan bigire, û divê komên
kêmîne û paşguhkirî jî li xwe bigire, -bi niştecihên resen ên welêt û
koçberan re jî-. Ev nêrînên nakok ên derbarê neteweyê de bandor li ser
dariştina hêvî, xwestek û întîmaya (pêgiriya) xelkê hebû. Ev gengeşe û ev
nêrînên berovajî, bi qasî nirx û kevneşopiyên hevpar, bandorê li ser çêbûna
şîrazeya neteweyî dikin. Wêje jî di têgihiştina xelkê de ji van gengeşe û
nakokiyan xwedî rol e, dibe ku di destpêkê de rola wê ya mezintir jî hebûbe;
bi her hal wêje qadeke girîng e ji bo hizirkirin û xweîfadekirinê.
• Ji ber ku wêje di rûyê dîrokî ve bandor li ser pêşveçûna hesta girêdayî bi
nasnameya neteweyî û nêrînên împeryalîstî kiriye, gelo di dema niha de şiyana wê
ya siyasî di çi de tê berçavkirin? Bi wateyeke din gelo şîrovekariya wêjeyî
dikare alîkarê me be ji bo nîşandana wan şêweyên întîmayê ku dîroka împeryalî û
cudahiyê li ber çavan digirin, bêyî ku tenê rehendeke nasyonalîstî, an jî cîhanî
bi dest bixin?
- Ev pirseke mezin û aloz e. Li cem min qada wêjeyê qadeke dewlemend e ji bo
hizirkirina li ser têgînên girêdayî bi neteweperestî û nasnameya neteweyî,
ji ber ku hem navgîneke bingehîn e ji bo tekezkirin û xurtkirina nirx û
nasnameya neteweyan, hem jî qadek e ku ketiye jêr bandora pêlên ronakbîrî,
çandî û dîrokî ve. Ango mînberekê dide nasyonalîzma çandî û di heman demê de
tê bikaranîn ji bo pêşxistina wê jî, ew jî ji ber ku bi awayekî veşartî
gengeşeya dijî pêla nasyonalîstî ya marjînalîzekar (paşguhkar) li xwe
digire. Ji ber ku çanda wêjeyî heta radeyekê serbixwe ye ji pirsên girêdayî
siyasetê û komên etnîkî û heta ji nêrînên daxistî (girtî) yên taybet bi
ziman jî, me neçar dikin ku em ji nêrîngeheke pirrengî ve li nasyonalîzmê
binerin. Dibe ku nêrînên cuda hebin derbarê civakên neteweyî de, her wiha
dibe ku ev civakên neteweyî bi şêweyên cuda hebin. Ango wekî civakeke
etnîkî-zimanî, wekî civakeke sivîl, wekî civaka dîasporayê, her wiha dibe ku
li ser asta cudahiya navçeyî û xwemalî (herêmî) jî hebin. Di dawiyê de ez
dixwazim vê bibêjim ku balkişandina ser wê yekê bê çawa ev civak wêjeyê ji
bo berjewendiyên xwe bi kar tînin, derfeta wê yekê didin me ku em hem li ser
neteweyê hizir bikin û hem jî asoya hizirkirina xwe ji bo wêdetirî neteweyê
dirêj bikin.
