Mela Mehmûd Mela Seyîd Mihemedê Tawegozî ji bo Gulanê: Ew welatên ku Kurdistan li ser wan hatiye dabeşkirin, zilm li neteweya Kurd a misilman kirine û berovajî dînê Îslamê bi me re tevgeriyane
Mela Mehmûdê kurê Mela Seyîd Mihemedê Tawegozî, di malbateke navdar a olî û
civakî de ji dayik bûye û yek ji zanyarên mezin ên dînê Îslamê û kesayetiyên
naskirî yên devera Tawegozî li parêzgeha Helebceyê ye. Di warê şerîet, fiqih û
fikra îslamî de şareza û pispor e. Hucre û medreseyên dînî qedandine; li ser
destê zanyarên wekî Mamoste Seyîd Letîfê Tawegozî, Mamoste Mela Salihê Gewre,
Mamoste Mela Osmanê Prîs, Mamoste Şêx Tahirê Xorasanî, Mamoste Şêx Xalidê Muftî,
Mamoste Şêx Necmedînê Tepî Sefa û li cem çendîn zanyarên din xwendiye. Dawiyê di
sala 1979an de li xizmeta zanyarê payebilind Mamoste Şêx Nûredînê Muftî îcazeya
(bawernameya) zanistî wergirtiye. Li çendîn mizgeftên herdu Kurdistana Rojhilat
û Kurdistana Başûr pêşnimêj û xutbexwên bûye.
Di hevpeyvîneka xwe de li gel kovara Gulanê bi vî awayî bersiva pirsan da.
• Bi wê pêyê ku hûn li ser destê hejmareke zêde ya feqî, mela û mamosteyên olî
gihiştine û hemdem hizra nîştimanperwerî û dilsoziya wan ji bo xaka wan tê de
çespandiye, gelo ev têkilbûna di navbera ol û nîştimanperweriyê de ji çi çavkanî
girtiye?
- Bi navê Xwedayê Bexşende û Dilovan. Bi şêweyekî giştî tu carî ol û
nîştimanperwerî û hezkirina ji bo mirovatiyê bi giştî û ji bo neteweya xwe
bi taybetî, du tiştên cuda nebûne, lê belê ev hesteke olî û wicdanî ye û li
gel dînê Îslamê yek digire û ji Îslamê çavkanî girtiye. Melayê Kurd di
rabirdû û niha de jî, hezkirina wan ji bo ol û neteweya wan kiriye ku eşq û
evîna wan ji bo xak û nîştimanê wan hebe, çimkî em bi êş û azarên gelê xwe
re jiyane û em di nav xelkê belengaz û mezlûm de bûne û ji nêzîk ve me baş
zaniye ew welat û neteweyên derdora me ku Kurdistan li ser wan hatiye
dabeşkirin, zilm li neteweya Kurd a sitemdîde ya misilman kirine û berovajî
dînê Îslamê bi me re tevgeriyane.
Melayê Kurd berdewam di pêşenga şoreş û xebat û tevgera rizgarixwaza Kurd de
bûne, heta piraniya serkirdeyên Kurd, mela û derçûyên hucreyan û perwerdeya
tekiye û xaneqayan bûne. Ew serkirdeyên ku rêberatiya şoreşê kirine jî ji aliyê
mamosteyên olî ve hatine rênîşandan û piştgirîkirin di pêxema peyva heq,
serxistina mezlûman û vegerandina mafan ji bo neteweya me. Her ji ber vê yekê
hezkirina nîştiman wekî beşek ji dînê pîroz ê Îslamê hatiye dîtin. Xwedayê mezin
û dilovan di Qurana pîroz de ji me re dibêje: «يَا أَيُّهَا النَّاسُ إِنَّا
خَلَقْنَاكُم مِّن ذَكَرٍ وَأُنثَيٰ وَجَعَلْنَاكُمْ شُعُوبًا وَقَبَائِلَ
لِتَعَارَفُواۚ إِنَّ أَكْرَمَكُمْ عِندَ اللَّهِ أَتْقَاكُمْ ۚ إِنَّ اللَّهَ
عَلِيمٌ خَبِيرٌ» [ Al-Hucurat: 13] ; Di çendîn fermûdeyên Pêxemberê me – silavên
Xwedê lê bin – hatiye ku pirs jê hatiye kirin: «يَا رِسُولَ اللَّهِ، أَمِنَ
الْعَصَبِيَّةِ أَنْ يُحِبَّ الرَّجُلُ قَوْمَهُ؟ قَالَ: لَا، وَلَكِنْ مِنَ
الْعَصَبِيَّةِ أَنْ يَنْصُرَ الرَّجُلُ قَوْمَهُ عَلَى الظُّلْمِ». Wate hezkirina
mirov ji bo neteweya wî û nîştimanê wî ne nerewa û ne asabiyet (neteweperestiya
kor) e. Asabiyet ew e ku tu piştgiriya neteweya xwe ji bo neheqî û zilmê bikî.
Gelê Kurd ê misilman tu carî zilm li tu neteweyekê nekiriye û neçûye ser xaka
xelkê û mal û milkê neteweyên derdora me. Lê belê her neteweyên cîranên me bûn
ku xaka Kurdan dagir kirin û qetlîam û enfal û kîmyabaran û komkujî derheqê wan
de kirin û ziman û çand û mafên wan jê standin.
Her di fermûdeyeke din de hatiye: «Baştirîn kesê we ew e ku berevaniyê li eşîra
xwe dike bi wê mercê ku nekeve nav wê rewşê ku berevaniyê li karê nerewa û
neşerî bike». Hemû ev daxwaziyên Xwedayê bexşende û dilovan û fermûdeyên
Pêxemberê me – silavên Xwedê lê bin – diselmînin ku Kurdayetî û hesta neteweyî û
hezkirina ji bo xelk û nîştiman li gel prensîbên Îslamê tu carî cuda nebûye û
nîne, lê belê erka ser milê misilman e ku nîştiman û xak û netewe û jîngeh û
welatê xwe hez bike û berevaniyê lê bike, di dema berevanîkirinê de jî eger canê
xwe da şehîd e û fezla wî li cem Xwedayê mezin û dilovan gelek e.
• Tekiye û xaneqa û hucre wekî yekemîn dibistanên bîra neteweyî û parastina
zimanê Kurdî bûn. Pirs li vir ev e, hûn çawa hucreyan wekî navendeke pêgihandina
serkirdeyên siyasî û zanyar û bîrmend û rewşenbîrên Kurd dinirxînin?
- Mixabin gelek kes bi mebest û di pêxema nêşîrînkirina hucre û tekiye û
xaneqayan de heqîqet şêwandine û dîrok xera kirine. Xwe eger em çavekî bi
dîroka rasteqîn a rola mizgeft û hucre û tekiye û xaneqayên Kurdistanê de
bigerînin, wekî roja ronî ev rastî ji me re eşkere dibe, ku hucre yekemîn
çavkaniya rewşenbîrî û edeb û parastina ziman û çanda Kurdî bûne. Hucre cihê
pêgihandina şaêrên mezin û serkirdeyên şoreşger bûne, di pirtûkxaneyên
hucreyan de pirtûkên şaêran û zanistên cihêreng ên din li rex pirtûkên dînî
hebûne, dîwanên mezin ên şaêrên Kurd tê de bûne, her şaêrên mezin ên
Kurdperwer yên hucreyan bûn ku li wir ziman û çanda Kurdî parastine. Şêx û
bîrmend û melazade bûn ku mil bi milê belavkirina dînê pîroz ê Îslamê çek û
tiving ji bo berevanîkirina li miletê xwe hilgirtine, di pêxema azadî û
serweriya gelê xwe de mela û mamosteyên olî parêzerên ziman û çanda Kurdî û
xak û nîştimanê xwe bûne. Gava min li sînorê Helebceyê xwendiye, ew rastî ji
min re baş eşkere bû ku tekiye û xaneqa û hucreyên li Helebce û Hewramanê bi
taybetî, ku di bin bandora terîqeta «Neqşîbendî» de bûn, yek ji girîngtirîn
navendên olî û çandî yên Kurdistanê bûn. Ev navend ne tenê cihê îbadet û
zikirê bûn, lê belê ligel wê jî roleke wan a berçav di perwerde û zanist û
çand û jiyana civakî de hebû. Bo nimûne di warê zanist û perwerdeyê de,
hucre wek dibistan û zanîngehên olî bûn, feqî û xwendekar tê de fiqih,
tefsîr, fermûde, ziman û edebiyat fêr dibûn, herwiha çendîn zanyarên navdar
û mamosteyên olî li wan cihan perwerde bûn û îcazeya zanistî wergirtin.
Hucre sedema parastin û pêşxistina zimanê Kurdî jî bûn, çimkî gelek ji
berhemên zanistî û edebî bi zimanê Kurdî tê de hatin berhemanîn. Xwe di warê
ruhanî û exlaqî de jî, xaneqa û tekiye navenda perwerdeya derûnî û
sûfîgeriyê bûn, herwiha ev navend cihê kombûna xelkên cuda bûn, alîkar bûn
ji bo dirustkirina yekrêzî û biratiya di navbera çînên cuda yên civakê de,
hemdem bandoreke wan a mezin li ser geşbûna edebiyata Kurdî hebû. Gelek ji
şaêr û nivîskarên naskirî bandor ji wê hewayê girtine û aliyê tesewif û
irfan bûne çavkaniyeke dewlemend a hizrî û îlhama ji bo helbest û edeba
Kurdî.
• Bi wê pêyê ku dînê pîroz ê Îslamê ji bo xêr û xweşiya mirovan hatiye,
mamosteyên dînê Îslamê li Kurdistanê pabendî peyama pêkvejiyan û aştî û tebayiya
nav mala Kurdî bûne, gelo pabendbûna melayê Kurd di rûbirûbûna zilmê û parastina
aştiya civakî de ji çi çavkanî girtiye?
- Ji ber ku takekesê Kurd perwerdeya dînê pîroz ê Îslama resen e û melayê Kurd
perwerdeya nermî û rûyê rasteqîn ê dînê pîroz ê Îslamê ye, ji hemû neteweyên
din ên derdora me zêdetir xizmeta dînê pîroz ê Îslamê kiriye, lewra hilgirê
peyama aştî û pêkvejiyan û lêborînê bûye, û rêgiriya mezin li zilm û
çewsandinê kiriye. Ev rewşenbîrî û ruhaniyet jî ji hucreyan wergirtiye, ku
cudahiya gelan qebûl bike û berevaniyê li cudahiya xwe jî bike û şanaziyê pê
bike, ne ku xwe di nav hena gelên din de bihelîne. Mil bi milê wê jî rêgirî
li her hizreke biyanî û netebîî ya tundrewiyê kiriye, her ev yek bûye sedem
ku melayê Kurd rûbirûyî tundrewî û asabiyet û bîra çewt a tundûtûjiyê bibe û
rê nede di nav ciwanên me de ew hizra şaş belav bibe, ku ziyana wê ji bo
dînê me û nîştiman û neteweya me jî hebûye. Hatina bîra marksîzmê û
neteweperestiyê û parçekirina me bi hizbayetiyê ziyana mezin daye misilmanên
Kurd û hesta nîştimanperwerî û neteweyî. Serdemekê melayê Kurd û zanyar û
mamosteyên me pêşeng bûn di dîndarî û nîştimanperweriyê de, gava hemû ev
hizr û nêrînên biyanî ji Kurd û Îslamê re anîn nav ciwan û neteweya me, wî
demî ziyaneke mezin li me ket.
Gava ciwanekî Kurd dibû pêşmerge û canê xwe dikir qurbaniyê neteweya xwe, ew
rastî baş dizanî ku li gor dînê pîroz ê Îslamê û prensîbên fiqhî û şerî padajta
wê li cem Xwedayê mezin û dilovan gelekî mezin e, bi wê pêyê ku di pêxema xak û
netewe û rûmeta miletê xwe de şehîd dibe, lewra hesta nîştimanperwerî û
dilsoziyê gelekî bilind dibû, ji aliyekî din ve tekiye û xaneqayan xizmeta rêwî
û hejaran dikirin, şêx û zanyaran jî roleke girîng di çareserkirina nakokiyan û
aştiya di navbera eşîr û malbatan de hebû. Lewra dikare were gotin ku tekiye û
xaneqa û hucre bingeheke girîng a parastina nasnameya olî, zanistî û çandî ya
gelê Kurd bûn.
• Çi bê kirin daku rê neyê dayîn dînê pîroz ê Îslamê were bikaranîn ji bo
belavkirina bîr û hizrên tundrew û terorîstî, ku ziyaneke mezin dide reseniya
dînê pîroz ê Îslamê û xelqê Xwedê û Pêxemberê me nehy jê kiriye?
- Dirustkirina dînekî ji bo mebestên siyasî û hawirdekirina wî ji sînorên
derveyî welat ku bi tu awayî li gel reseniya dînê pîroz ê Îslamê nagunce, di
destpêkê de ziyaneke mezin gihandiye xwedî dînê pîroz ê Îslamê û êş û azar
jî ji bo mirovatiyê aniye, corek ji duberekî û netebayiya mezin di navbera
misilmanan de dirust kiriye, heta asta derketina fitneyê ku Xwedê lenet li
wî kesî kiriye ku wê hildigêre. Dînê pîroz ê Îslamê ku helqulawê wicdana
mirovatiyê ye û Xwedê ji bo xêra mirovatiyê şandiye, heta Pêxemberê me jî lê
hişyar kiriye ku tund nebe: (إِنَّمَا أَنْتَ مُذَكِّرٌ لَسْتَ عَلَيْهِمْ
بِمُسَيْطِرٍ). Di cihekî din de Xwedê ji Pêxemberê me Mihemed – silavên
Xwedê lê bin – re dibêje: ﴿وَمَا أَرْسَلْنَاكَ إِلَّا رِحْمَةً
لِّلْعَالَمِينَ﴾. Her li ser vê reseniyê xwezaya dîndariya Kurd wisa bûye ku
dînê pîroz ê Îslamê ji bo mebestên siyasî û destkeft û azardana xelkê û
xapandinê bikar neaniye, lê belê ji bo xêra mirovatiyê û xizmetkirina
bendeyên Xwedê dîndarî kiriye.
Ji vê nêrînê ye ku di nav Kurdan de kêşeya olî û mezhebgerî û neteweyî nîne,
çimkî mela û zanyar û mamosteyên olî yên Kurd serkirdeyên wan wisa perwerde
kirine ku rûmet û kerameta hemû ol û mezheban biparêzin û ziyanê negihînin wan,
li cihekî wek Helebceyê ku Kakeyî û Cihû û Hewramanî lê bûne, rojek ji rojan
berkevtin (pevçûn) di navbera wan de nebûye, lewra dema wê hatiye êdî mala Kurd
bê pencer û derî nebe û rêgirî bê kirin li wê yekê ku dînê pîroz ê Îslamê û
arasteyên seyr û semere û dûrî fikra îslamî ji derve bên hawirdekirin û ziyanê
bigihînin dîndarî û misilman û netewe û xak û nîştimanê me, ku beşeke mezin ji
resenî û çanda Kurdî xera kirine û wek jahrê rijandine nav bîra resen û pakiya
ciwanên me. Ev erka mamosteyên olî û hikûmet û Yekîtiya Zanyaran e ku rê bi vê
yekê nedin û girîngiyê bi zanyar û mamosteyên resen û xwemalî bidin.
• Wekî eşkere ye mamosteyên olî roleke mezin dîtine di parastina rûmeta jinê de
û heta bertek nîşanî wan kesan jî dane ku bi navê melatiyê bêrêziyê li jinê
dikin. Gelo hûn vê helwesta bilind a melayê Kurd li hember jinê çawa dinirxînin?
- Di dînê pîroz ê Îslamê de jin dayik e, ku biha û pîroziyeke mezin pê hatiye
dayîn. Di Îslamê de jin emaneta Xwedê ye di stûyê mêr de û di nav civaka
Kurdewarî de jî bi çavê rêzê li jinan hatiye nihêrîn, lewra jin mil bi milê
mêran beşdar bûn di çalakî û xebatê de, mamosteyên olî di pêxema serbestî û
serbilindiya jinê de hinek dabûnerîtên çewt û şaş hilweşandine, yasa û rêza
ji bo wê hatine danîn ku rûmeta jinê û kerameta wê ji fitne û metirsiyan
parastî be.
Di dawiyê de hêvîdar im ku mamosteyên olî bikaribin di nav gêjawa ev qas hizr û
bîrên çewt û hawirdekirî yên derve de xwe biparêzin, êdî ev qas siyaseta destê
partiyan tevlî karûbarên wan nebe û rê neyê dayîn her kî be bibe mela û mamoste
û zanyar. Melayê Kurd divê xwediyê reseniya dînê xwe be û berevanîkar be li
neteweya xwe û erka rasteqîn a parastina dîn û nîştimanê xwe li stû bigire, di
hewla vemirandina fitne û duberekî de be û li hember netebayiya nav mala Kurd
raweste, ne ku benzînê bi ser agir de bike. Kesên ku bi navê dîn ve hatine
dirustkirin rûmeta mamosteyan şikandine û li ser şaşeyên televizyonan mijûlî
şerê gotinan û rûbirûbûnên bêkêr in û li şûna ku xelqê Xwedê kom bikin, bêtir
civaka xwe ji hev belav kirine. Nabe êdî Wezareta Ewqafê rê bide her kesekî
kincê mela û mamosteyê olî li xwe bike û bikar bîne, bêyî ku di hucreyeke resen
û medreseyeke olî de pêgihiştî be, lewra nabêjim bawername (şehade) bidest
xistibe, çimkî di vî serdemî de cudahiya di navbera pêgihîştin û bawernameyê de
gelek e.
