• Tuesday, 13 October 2026
logo

Profesor Lindsay Benstead Rêvebera Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn li Zanîngeha Portland State ji bo Gulanê: Xelk piştgiriya demokrasiyê dike, lê fikarên wan ji kaosê (paşagerdaniyê) wan neçar dike ku serokekî bihêz wekî pêwîstiyeke girîng a qonaxê bibî

Gulan Media October 13, 2026 Dîmane
Profesor Lindsay Benstead Rêvebera Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn li Zanîngeha Portland State ji bo Gulanê: Xelk piştgiriya demokrasiyê dike, lê fikarên wan ji kaosê (paşagerdaniyê) wan neçar dike ku serokekî bihêz wekî pêwîstiyeke girîng a qonaxê bibî

 

Profesor Lindsay Benstead Seroka Beşa Siyasetê ye li Zanîngeha Portland State û
di heman demê de Rêvebera Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn e. Şarezayiyeke wê
ya kûr di siyaseta welatên navçeyê de heye û rapirsiyên (anketên) meydanî yên
girîng li Mexrîb (Fas), Cezayîr, Tûnis, Lîbya û Urdunê encam dane. Her wiha li
Navenda Woodrow Wilson li Washingtonê lêkolîner bûye û wekî profesora mêvan li
Zanîngeha Sciences Po li paytexta Fransayê wane gotine. Di vê hevpeyvînê de me
zêdetir tekezî li ser guherînên siyasî yên welatên Rojhilata Navîn, şêwazê
hikûmraniyê û baweriya di navbera welatî û hikûmetê de kiriye.

• Lêkolîna we şiroveya raya giştî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê kiriye,
gelo meylên nû derbarê guherîna çaverêyên welatiyan ji saziyên siyasî çi nîşanî
me didin, bi taybetî di nav wan civakên ku di bin guvaşên aborî û demografîk de
ne?

- Demek e encamên rapirsiyan wê yekê nîşanî me didin ku piraniya welatiyên
Ereb bi nêrîneke erênî li têgeha demokrasiyê dinêrin, tevî vê yekê jî,
beşeke mezin ji wan pê bawer in ku ev sîstem bi rewşa niha ya welatê wan re
nagunce. Ev cudahî yan ev paradoks girîngiya xwe ya taybet heye, ji ber ku
hebûna baweriyeke erênî ji bo demokrasiyê di binyatê de, dikare hevdem
(paralel) be bi wê guman û dudiliya ku gelo ev model ji bo wê qonaxa
hestiyar a ku welatê wan tê re derbas dibe guncaw e yan na.

Yek ji hincetên lojîkî yên vê dîtinê, vedigere bo wê girîngiya zêde ya ku welatî
didin aramiya siyasî û geşepêdana aborî. Dibe ku xelk di bingeh de alîgirên
demokrasiyê bin, lê di heman demê de tirs û fikarên wan ji serîhildana alozî û
qeyrana aborî hebin, her lewma jî hebûna serokekî bihêz û bibandor wekî
pêwîstiyeke heqîqî ya qonaxê dibînin. Her çend di xuyangê de ev helwest dijberî
hev derdikevin jî, lê di pratîkê de rengvedana wan çaverêyên cuda ne ku xelk ji
desthilatdarî û hikûmetê hene. Ango, nirxandina wan ji bo demokrasiyê mil bi
milê wê daxwaza wan e ji bo serokatiyekê ku bikare bi awayekî pratîkî qeyranan
çareser bike û dawî li fikarên wan bîne.

Ji nîveka salên duhezaran ve, em bilindbûneke berçav dibînin di rêjeya wan
welatiyên ku hilgirê vê dîtina têkel in. Ji ber vê sedemê, ji bo têgihiştineke
kûr di raya giştî de, pêwîst e em pir bi hûrî şiroveya mebesta rasteqîn a xelkê
bikin dema ku behsa piştgiriya demokrasiyê dikin. Hebûna dîtineke erênî, ne şert
e bi wateya wê be ku takekes wê sîstemê ji bo welatê xwe guncaw bibîne.
Derkkirina (fêhmkirina) vê pêwendiyê û têgihiştina ji wan fikarên ku bi aramî û
aboriyê ve girêdayî ne, navenda têgihiştina li xwestek û çaverêyên siyasî yên
welatiyan e.

• Li gorî lêkolînên we yên derbarê bandorên ol, eşîr, zayend û nasnameya
neteweyî li ser reftara siyasî, ev nasname çawa li cem ciwanên navçeyê têne
guhertin, gelo girîngiya wan di beşdariya siyasî de ber bi zêdebûnê ve diçe yan
kêmbûnê?

- Di wê baweriyê de me ku pêwîst e em gelek hişyar bin ku nasnameyan tenê ji
goşeya bilindbûn û nizmbûna qebareya girîngiya wan ve nenirxînin. Hêmanên
wekî ol, eşîr, zayend û nasnameya neteweyî, xwediyê dînamîzma xwe ya taybet
in ji bo dirustkirina bandorên piralî li ser takekesan, ku bêguman ev bandor
bi temamî girêdayî mercên objektîf û jîngeha siyasî ne. Bo nimûne, ciwanek
dikare di asta herî bilind a hestpêkirina pêgiriyeke (întîmayeke) kûr ji bo
civaka xwe de be, lê di heman demê de pêdagir be li ser bidestxistina
derfeta kar, anîna holê ya xizmetguzariyên hêjatir û afirandina zemîneke
berfirehtir ji bo beşdariya çalak di qadên giştî de. Ji vê perspektîfê û di
dîtina min de, naveroka pirsa girîng pêk tê ji şirovekirina çawaniya
têkelbûn û hevbandoriya van faktorên cuda bi hev re. Tiştê ku bala min
dikişîne, hûrbûna di wan rewşan de ye ku tê de nasname dibin lezker û hander
ji bo beşdariya cemawerî, yan berovajî wê kengî diguherin û dibin kelem û
asteng li pêşiya pêşveçûnê. Tevî vê yekê, girîng e em têbigihin ku nifşê nû
çawa wateyê dide wan nasnameyan û di çarçoveya xewn û çaverêyên xwe yên ji
bo pêşerojê, çawa serederiyê bi wan re dikin.

• Pêkanîna lêkolînên rapirsiyê (anketan) li Rojhilata Navîn ji ber pirsên siyasî
yên hestiyar dijwar e. Astengên metodolojîk ên serekî yên pîvandina raya giştî
çi ne, û her wiha lêkolîner çawa piştrast dibin ku encam nûnertiya rasteqîn a
ramana welatiyan dikin?

- Yek ji astengên herî diyar ên li pêşiya proseya rapirsiyê, diyardeya
veşartin an jî nixumandina nêrîna rasteqîn e; bi wê wateyê ku gelek caran
beşdar bersivekê dide ku bi temamî pêçewaneyî (berovajî) qenaetên wî/wê yên
kesî û veşartî ye. Ev diyarde ne tenê taybet e bi navçeyekê ve, belkî
pirsgirêkeke berbelav a cîhanî ye di warê lêkolînên meydanî de, lê pêwîst e
lêkolînerên cîhana Erebî bi hestiyarî û girîngiyeke akademîk a zêdetir
serederiyê bi wê re bikin. Ji bo vê yekê, divê lêkolîner bi hişyarî li ber
çav bigirin rewşa derûnî ya beşdaran û wan guvaşên derve yên ku di dema
hevpeyvînê de arasteya ramankirin û derbirînên wan diguherînin.

Li gorî wan datayên ku li ber dest in, beşeke berçav ji welatiyên cîhana Erebî,
di bin bandora hesta tirsê û cûreha guvaşên civakî yan siyasî de, serî li dayîna
wan bersivan didin ku ji nêrîna wan bi xwe «silametir in» û derencamên nerênî ji
wan çênabin. Li gel wê jî, hin caran beşdar bersivên xwe bi awayekî dadirêjin ku
bi têgihiştina wan a ji bo îde û helwesta kesî ya hevpeyvînker re hevaheng be.
Di her du rewşan de jî, jîngeha hevpeyvînê bandoreke kûr û rasterast li ser
cureyên bersivan dike, ev jî kelemeke mezin dirust dike li pêşiya diyarkirina
qebareya rastgoyiya beşdar û derxistina raya wî/wê ya zelal. Ji ber van sedeman,
erka neçarî ya lêkolîneran e ku dûvçûneke hûr bikin ji bo nirxandina asta
bandora van guvaşan li ser encaman, her wiha di dema dîtina diyardeya veşartina
rastiyan de, divê li pey reh û rîçên sedeman bigerin.

Di dema niha de çendîn metodên zanistî yên pêbawer hene ji bo pişkinîna
diyardeya veşartina nêrînan û şirovekirina palnerên veşartî yên li pişt vê
reftarê. Di rastiyê de, mikurhatin bi vê kêmasiya metodolojîk, pêngaveke
bingehîn û çarenivîssaz e ji bo misogerkirina lêkolîneke zanistî ya hûr û
pêbawer. Tevî hebûna van kelem û dijwariyên sext, baweriyeke me ya neguher bi wê
rastiyê heye ku hîn jî derfet li pêş in ji bo pêkanîna lêkolînên rapirsiyê yên
gelek pêşketî û di asta bilind de li seranserî cîhana Erebî. Dema ku tîmên
lêkolînê pabendî standardên herî pêşketî yên zanistê dibin û bi awayekî
profesyonel serederiyê bi van pirsgirêkên metodolojîk re dikin, wê demê rapirsî
ne tenê nirxê xwe ji dest nadin, belkî wekî amûreke zanistî ya bêhempa û
stratejîk dimînin ji bo têgihiştineke kûr û berfireh ji zîhniyet û şêwaza
ramankirina hemû çîn û qadên civakê.

• Ji perspektîfa lêkolînên raya giştî ve, girîngtirîn sedem çi ne ku baweriya
welatiyan bi saziyên hikûmraniyê yên Herêma Kurdistanê di çarçoveya Îraqa
Federal de bihêztir dikin û wan handidin ji bo beşdariyeke siyasî ya
berfirehtir?

- Data û amaran tekezî li ser wê yekê dikin ku baweriya welatiyan bi tundî
girêdayî bi wê baweriya wan e ku gelo hikûmeta wan bi rastî di hewla
jinavbirina gendeliyê û çareserkirina kêşeyên wan de ye yan na. Dema ku
cemawer di pratîkê de hest bi van pêngavên desthilatê dike, baweriyeke
kûrtir û bihêztir dide saziyan. Di vê navberê de, pirsa bersivdanê
(bihewarveçûnê) roleke cewherî dilîze, ji ber ku rasterast girêdayî bi wê
hesta takekes e ku gelo hikûmet bi cidî guh dide daxwazên wî û pêdiviyên wî
li ber çav digire. Li vir tîşk tê xistin ser şêwaza nirxandin û têgihiştina
xelkê ji bo reftar û karkirina hikûmetê. Hewldanên nehîştina gendeliyê û
bersivdana ji bo xwestekên kolanan, du stûnên serekî ne ji bo vê nirxandinê.
Lewma, her saziyek ku daxwazkarê avakirin û bihêzkirina baweriya cemawerî
be, divê bersiva vê pirsa cewherî bide: Gelo welatî ji dil baweriyê bi
hebûna wan hewldanan dikin û hest dikin ku fikarên wan bi cidî têne
wergirtin?

Di heman demê de, encama lêkolînê wê yekê diselmîne (îspat dike) ku pirsa
baweriyê bandoreke rasterast û kûr li ser dîtina civakê ji bo demokrasiyê heye.
Hebûna baweriyê bi saziyên dewletê, li gel bawerkirina takekesan bi hevdu, vîn û
xwesteka welatiyan ji bo çespandina hikûmraniyeke demokratîk bihêztir dike, û di
beramber de jî rûbirûbûn û redkirina her cure sîstemeke dîktatorî û yekalî
tundtir dike. Ev encam vîzyoneke zanistî û stratejîk a girîng radixînin pêş
çavan ji bo têgihiştina di rol û erka saziyên herêmî de. Her wiha zelal dikin ku
pêwendiyeke organîk di navbera bersivdana hikûmetê, dîtina cemawer ji bo
pêngavên dijî gendeliyê û asta baweriya giştî de heye. Bi vê jî bi temamî tê
selmandin ku çima divê mijara baweriyê bibe tewerekî serekî û nayêînkarkirin di
nav hemû wan guftûgoyan de ku taybet in bi piştgiriya cemawerî ji bo desthilat û
saziyên demokratîk.

• Gelo hikûmet û saziyên siyasî dikarin çi waneyeke girîng ji lêkolînên raya
giştî derxînin derbarê bihewarveçûna (bersivdana) pirsên pêşîne yên nifşê ciwan
de, mil bi milê parastina temam a aramiya siyasî û civakî di nav civakê de?

- Qorixkirina postên siyasî ji aliyê serokên bi temen ve bûye cihê fikarên kûr
ên cîhanî, ji ber ku dibe sedema desteserkirina derfeta serokatîkirinê li
nifşê nû. Ev jî pirseke çarenivîssaz tîne holê: Çawa civak dikarin zemînekê
ji bo ciwanan amade bikin daku berpirsyariya rasteqîn bigirin stûyê xwe? Li
vir nifşê berê dikare bi rêya rênîşandanê roleke gelek avaker bilîze, pêwîst
e ezmûnên wan ên komkirî bixin xizmeta gihandina ciwanan, ji bo ku pêgeha
xwe ya hêja bibînin û şiyanên xwe yên veşartî bi kar bînin. Di heman demê
de, erkeke mezintir dikeve ser milê civakê ji bo veberhênana di şiyanên
mirovî yên ciwanan de, divê berfirehkirina asoya derfetên ciwanan bibe
pêşîneyeke stratejîk, bi awayekî ku hemû piştgiriya temam ji wan re were
dabînkirin.

Hevdem li gel vê jî, qet nabe girîngîpêdana bi pêdiviyên jinan û dabînkirina
mafên wan were piştguhkirin. Pabendbûna me ya rasteqîn bi proseya berfirehkirina
derfetan, pêwîst e her du pirsên jin û ciwanan bi hev re li xwe bigire. Ev
armanc jî tenê dema tê cih ku nifşê bi temen bi dilsozî rêxweşker be ji bo
afirandina jîngeheke temam li bar (guncaw), da ku nifşê nû bikare bi çalakiya
gelek zêdetir beşdariyê di hemû qadên cuda yên jiyanê de bike û berpirsyariyên
mezin ên civakê bi jêhatîbûnê bigire stûyê xwe û paşerojeke gelek geştir ji bo
welat û nifşên paşerojê bi şayestetî misoger bike.

Top