Oliver Hennessey, Serokê Beşa Zimanê Îngilîzî li Zanîngeha Xavier li Louisiana ji bo Gulanê: Wêje beşek e ji proseya avakirin û ji nû ve pênasekirina nasnameya neteweyî
Wêje (edebiyat) di dîroka neteweyan de ne tenê neynika raboriyê bûye, belkî
beşek bûye ji proseya avakirin û ji nû ve pênasekirina nasnameya neteweyî.
Helbest û dorama, bi taybetî xwedî wê şiyanê ne ku hest, bîranîn û xewnên civakî
derbibirin ku vegotina siyasî bi tenê nikare pênaseya wan bike. Di çarçoveya vê
peywendiya aloz de, berhemên "William Shakespeare" û "William Butler Yeats"
mînaka du şêwazên cihêreng in ji bo têgihiştina netewe, dîrok, ziman û hunerê.
Ev hevpeyvîn diçe nava wê aloziya di navbera parastina mîrateya çandî û
avakirina nasnameyên nû û cihêreng de, her wiha dipirse ka çawa wêje dikare di
heman demê de hem bihêzkerê hesta hevpar be û hem jî derfetek be ji bo
rexnekirina çîrokên neteweyî yên sadekirî. Her wiha ev guftûgo peywendîdar e bi
pirsgirêka ziman, bikaranîna zimanê Îngilîzî di wêjeya Îrlandî û wêjeya
post-kolonyal (piştî mêtingehkariyê) de, û ew pirsa ku gelo ziman milkê
neteweyekê ye, an dikare bibe amûreke derbirînê ji bo nasnameyên cihêreng. Ji vê
nêrînê ve, wêje ne tenê behskirina raboriyê ye, belkî cihêkek e ji bo
têgihiştina ji raboriyê, guftûgokirina li gel îroyînê û xeyalkirina wê pêşeroja
ku em xewna wê dibînin. Hemû ev pirs di hevpeyvînekê de li gel Oliver Hennessey,
mamoste û serokê beşa zimanê Îngilîzî li Zanîngeha Xavier (Xavier University) li
Louisiana, û mamosteyê zimanê Îngilîzî û berhemên Shakespeare û nivîsên
Anglofonî yên piştî kolonyalîzmê, hatin gotûbêjkirin.
• Di lêkolînên xwe yên derbarê wêjeya girêdayî neteweperweriyê (nasyonalîzmê)
de, hûn qala wê yekê dikin ku rast e wêje hesteke hevpar di asta dîrok û
girêdana bi xelkê ve dibexşîne, lê belê dikare bibe sedema sadekirina çandê bi
riya derxistina pêş a ziman, nêrîn û mîtoseke diyarkirî ya raboriyê. Nexwe, em
çawa ji aloziya di navbera wêjeyê wekî amûrek ji bo parastina nasnameyê û wêjeyê
wekî hêzeke ku şiyana dûrxistina nasnameyên alternatîf di çîroka neteweyî de
heye, têbigihin, bi taybetî ji nêrîna "Shakespeare" û "Yeats" ve?
- Ez dixwazim destpêkê amaje bi wê yekê bikim ku Shakespeare û Yeats ji
neteweyên xwe û ji pêgeha xwe ya wekî helbestvanên neteweyî nequtbûyî ne, û
ev jî bi asteke mezin vedigere ji bo wan hêzên çandî û siyasî yên ku bi
asteke mezin wate û mercên bingehîn ên hunera wan sade kirin. Her wiha ev di
beşekê de encama wan bernameyên neteweyî bû ku di xwendingehan de dihatin
xwendin, ku bi piranî bi rengekî hatine dariştin ku pêşveçûnê bi hesta
girêdayî nasname û serbilindiya neteweyî bidin. Di rastiyê de çendîn rê hene
ji bo berfirehkirina çîrokên neteweyî da ku nasnameyên cihêreng li xwe
bigirin. Bêguman bi dehan sal e em vê rewşê di bernameyên zanîngehan de
dibînin. Bi dîtina min ev yek ji wan rolên girîng e ku niha xwendina bilind
dilîze. Xwendina berhemên Yeats û Shakespeare di nav mercên wan ên dîrokî û
çandî de bi rengekî xwezayî deriyê têgihiştineke teng û sadekirina çanda
neteweyî vedikin û rûbirûyî rexneyên hûr jî dibin. Heta wê asta ku aloziyek
heye di navbera parastina nasnameya çandî û têkelkirina nasnameyên
alternatîf de, lê ez wisa difikirim ku ev alozî dê berhemdar be heger
berpirsên karûbarên rewşenbîrî bi vî rengî nêzîkî wê bibin.
• Bi dîtina we, gelo wêje dikare derbirînê ji çi tiştî bike derbarê neteweyek û
xewnên wê yên siyasî de, an derbarê tirs û nîgeraniyên wê yên bikom de, ew jî bi
riya metafor, mîtos, bîranîna dîrokî û cîhana xeyalkirî, ku vegotina siyasî bi
xwe nikare derbirînê jê bike? Gelo tiştek di nav xeyala wêjeyî de heye ku bibe
sedema wê yekê ku ji ramîna siyasî bihêztir be?
- Li gorî "Yeats", helbesta sembolîk û derbirîna bi kêş û qafiye û çîrokên
neteweyî dibin sedema wê yekê ku dorama bibe cureyeke pir bihêz a wêjeyê bi
rengekî ku bikaribe xeyal û endêşeyeke hertimî û pevguhertineke ruhanî di
nav jiyana xelkê de pêk bîne. Ango wekî şêwazeke vegotina siyasî, dikare
egera beşdarbûna di jiyana ruhanî ya neteweyeke nû de biafirîne û alîkar be
di pêkanîna vê neteweya nû de jî. Ev bû ku Yeats di qonaxên dawî yên jiyana
xwe de beşdarî di şanoyên weşankirî yên radyoya BBC de kir ji bo ku bigihîje
cemawerekî berfirehtir. Wî bawerî bi hêza derbirîn û vegotinê hebû – ango
guhertina hunerê ji bo deng – ji bo pêkanîna vê pevguhertinê. Ez bi xwe ne
hemfikrê felsefeya wî ya olî me, lê dikare wekî taybetmendiyeke matmayîner a
nasyonalîzma çandî lê were nihêrîn. Her wiha tişta ku hêjayî balkişandinê ye
ew e ku di dema jiyana "Yeats" de, civakên cihêreng xeyala taybetmendiya
cihê ya Îrlandayê dikirin. Dibe ku di encamê de em bikaribin bibêjin ku
wêjeya xeyalamîz qadeke wisa diafirîne ku tê de xewna pêkanîna wan hêviyan
hebe ku dikarin werin pêkanîn û derfetê dide wan ku xeyala pêşerojekê bikin
ku dibe vegotina siyasî – ya ku bi riya rojnamegerî, raya giştî, û nîqaşên
siyasî ve tê holê – nikaribe bide wan.
• Dema ku hûn lêkolînê li ser wî cureyê wêjeyê dikin ku girêdayî tevgereke
siyasî, an neteweyî ye, hûn çawa danûstandinê ligel wê metirsiyê dikin ku dibe
nivîskar bi xwe zêdetir nêrînên xwe di asta rastiyê de derbirîbe, ne ku mercên
rastîn di nivîsên wî de reng dabin. Mebesta me ew e, em çawa dikarin wêjeyeke
neteweyî bixwînin – bêyî ku wekî propagandayeke siyasî, an wekî derbirîneke
matmayîner lê binihêrin?
- Tişta ku ez dikarim bibêjim ew e ku dibe neyê karîn em waneyeke giştî ji
Ronesansa Wêjeyî ya Îrlandî bidest bixin. Dema ku "Yeats" navbanga
helbestvan û wekî nasyonalîstekî çandî yê Îrlandî bidest xist, wê Îrlandayê
ji bo demeke dûr û dirêj xwediyê helbest û stranên siyasî bû. Ku heta
radeyekê Yeats xwe di nav wê kevneşopiyê de didît û ew bikar dianî, ji bo
berawirdkirina wê bi felsefeya xwe ya estetîkî re. Ew wisa bawer dikir ku
hunereke aloz û bi hûrî dariştî girîngiyeke bingehîn ji bo vejandin û
pêşxistina çanda wêjeyî ya Îrlandî heye. Her çend ev dibe bi wê wateyê jî be
ku ev bi zimanê Îngilîzî were nivîsandin. Ji ber vê yekê jî bû ku nêrîna
estetîkî ya dijberî rastiyê xiste rû û ji teknîkên nû û hemdem îlhama xwe
wergirt. Nexwe, her çend hinek ji xebatên şanoyî yên Yeats bi asteke berçav
nasyonalîstî û tehrîkkarê hesta giştî ya xelkê li Dublinê bûn, lê dikare
berhemên wî li ser astên cihêreng werin xwendin û şîrovekirin.
• Her di peywendiya bi wêjeya Îrlandî û nasyonalîzma çandî ve, hûn çawa li wan
nivîskaran dinêrin ku guftûgoyê derbarê dijberiya girêdayî bikaranîna zimanê
Îngilîzî de dikin – ew zimanê ku ji aliyê dîrokî ve bi kolonyalîzmê ve hatiye
girêdan – ji bo derbirîna nasnameyeke çandî ya temam Îrlandî? Mebesta me ew e
gelo ziman bi tenê milkê yek neteweyê ye?
- Heger ez ji dawiya pirsa we dest pê bikim, ez ê bibêjim: Nexêr. Ango dikare
em li nivîskarên wan deveran binihêrin ku Îngilîzîaxêv in, wekî navçeya
Karîbî (Caribbean) û Hindistan û kolonyaliyên berê yên Afrîkayê û bêguman
Îrlandayê, ji bo wê yekê ku em wê ramanê red bikin û bidin alî ku pê wisa ye
zimanê Îngilîzî tenê milkê Îngilîzan e û dijberiya bikaranîna zimanê
Îngilîzî ji bo paqijkirina wêje û saziyên çandî û perwerdeyî yên Îrlandayê
ji taybetmendiya wê ya Îngilîzî, nîqaşeke aloz dikişîne. Bêguman Yeats di
peyam û gotarên xwe de bi eşkereyî nîgeranî û nerehetiya xwe di vî warî de
derbirî. Diyalektîka Hîberno-Îngilîzî (Hiberno-English) mînakek e derbarê
şêwazeke Îngilîzî ku li Îrlandayê hate pêşxistin û ev yek jî bû derfet ji bo
nivîskarên Îrlandî, ji bo danûstandina li gel vê hevkêşeya aloz.
• Hûn di lêkolînên xwe de li ser berhemên wan nivîskaran dikolin ku di navbera
parastina mîrateya çandî ya raboriyê û anîna pêş a wê pêşeroja ku xewna wê
dibînin, di nav kêşmêşê de ne. Gelo hûn pê wisa ne nivîskar çawa biryarê didin
ku kîjan hêmanên di nav çandê de divê werin parastin û kîjan ji nû ve werin
dariştin, an werin redkirin? Dema wêje mijûlî ji nû ve dariştina raboriyê dibe
ji bo gelalêkirina nasnameyeke nasyonalîstî, gelo xeta cihêker a di navbera
vejandina bîranîna çandî û avakirina mîtosekê de ku bikaribe xizmeta pêkanîna vê
nasnameyê bike, çi ye?
- Ez wisa difikirim ku divê em her nivîskarekî û mercên wî nivîskarî ji hev
cihê li ber çav bigirin. Shakespeare nivîskarekî şanoyî bû ku navbang û
serkeftina xwe ya bazirganî di salên nodî yên sedsala şazdehan de bi riya
bikaranîna dîroka nêzîk a Îngilîzî – di wê demê de – ji bo çespandina nêrîna
malbata paşayetiya Tudor derbarê meşrûiyetê (rewabûnê) de bidest xist. Bi
derbirîneke din, hilbijartin ji bo wî heta radeyekê hêsan bû di peywendiya
wan alî û rehendên çandî de ku diviyabû bihatana parastin û ji nû ve
bihatana dariştin, an hatibana redkirin. Wî zêdetir ew yek li ber çav girt
ku xwe ji hêrskirina xwedî desthilat û xurtan dûr bigire, ligel
gotûbêjkirina şiyana tomarên dîrokî ji bo avakirina doramayeke mezin dema ku
têkelî dariştina helbestî dibin. Li ser pirsa girêdayî rewşa Îrlandayê ve
jî, Yeats huner wekî cureyekî teknolojiyê didît, ku bi riya wê bikaribe
hesteke cemawerî ya kevn vejîne ku bi asteke mezin bi sedema hêzên
modernîteyê ve hatibûn jinavbirin. Li gorî "Yeats" bîranînên çandî beşek bûn
ji kilîla beriya serdema modernîteyê ku derfetê dide çûyîna nav derî û
cîhaneke ruhanî ku wî bi ruhê cîhanî navand. Nexwe, ev ne rast e em bibêjin
ku wî raborî ji nû ve dariştiye. Belkî em dikarin bibêjin wî huner bikar anî
ji bo dubare girêdana Îrlandayê bi qada ruhanî ve bi riya teknolojiyeke
sêhrî, di nav wan de helbest û dorama. Wî wisa bawer dikir ku pirs û babetên
çandî rola bingehîn di vê proseyê de hene, di nav wan de mîtos û folklora
Îrlandî.
