• Tuesday, 13 October 2026
logo

David Rigoulet-Roze, Lêkolînerê Enstîtuya Fransî ji bo Analîza Stratejîk ji Gulanê re: Herêma Kurdistanê êdî ne rastiyeke demkî ye, belkî wek cemserkî bibandor û veneteqiyayî di nava hevkêşeyên aloz ên jeopolîtîka navçeyê de çespiye

Gulan Media October 13, 2026 Dîmane
David Rigoulet-Roze, Lêkolînerê Enstîtuya Fransî ji bo Analîza Stratejîk ji Gulanê re: Herêma Kurdistanê êdî ne rastiyeke demkî ye, belkî wek cemserkî bibandor û veneteqiyayî di nava hevkêşeyên aloz ên jeopolîtîka navçeyê de çespiye

 

David Rigoulet-Roze, yek ji navdartirîn lêkolînerên Fransî ye di warê jeopolîtîk
û stratejiyê de, lêkolînerê Enstîtuya Fransî ji bo Analîza Stratejîk (IFAS) û
Enstîtuya Têkiliyên Navdewletî (IRIS) ye. Xwediyê pisporiyeke kûr e di dosyeya
Îranê û herwiha jeopolîtîka avê û guhertinên welatên Kendavê de. Ev akademîsyenê
Fransî bi analîzên xwe yên hûr li kanalên cîhanî yên wek France 24 û TV5 Monde
tê naskirin. Nêrînên wî li navendên biryarder ên Ewropayê wek çavkaniyeke babetî
(objektîf) ya girîng tên dîtin. Di vê hevpeyvîna taybet de, ji bilî rewşa aloz a
navbera Amerîka, Îran û welatên Kendavê, çendîn babetên din ên wek Îraq û Herêma
Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

• Tehran peyamên dijber ên Trump ên ji bo gef û danûstandinan çawa şîrove dike,
kîjan zext dibe sedema tawîzdanê û kîjan jî weha li desthilatdarên Îranê dike
bawer bikin ku her cure lihevkirinek gef e li ser mana wan?

Hevrikiya niha ya Îranê di xitimandineke stratejîk de ye ku çavkaniya wê
bêbaweriya mitleq a di navbera cemseran de ye, ev rewşa asêbûyî (xitimî) bûye
sedema derzeke kûr di navbera her du baskên dijber de. Li aliyekî nermrewan bi
pêşengiya Mesûd Pizişkiyan, Erakçî û Qalîbaf, tawîzdanê wek tenê dergeh ji bo
rizgarkirina welat ji qeyranan dibînin. Qalîbaf di wê baweriyê de ye ku bêyî
başkirina debara xelkê, tenê hêza serbazî mana rejîmê naparêze. Li beramber de,
tundrewên wek Celîlî û Rezayî, her cure nermiyekê red dikin û danûstandinkaran
bi «xayîn» bi nav dikin. Piştî kuştina Xamaneyî, Rêberê Komara Îslamî ya Îranê,
di êrîşeke Îsraîlê de, hevrikî gihîştine lûtkeyê. Hewla dûrxistina Erakçî bi
tohmeta civîna nihênî li gel Steve Witkoff, nûnerê Trump, nîşaneke zelal a vê
aloziyê ye. Ev şerê siyasî yê navxweyî mezintirîn asteng e li pêşiya her cure
hewleke dîplomatîk ji bo çareserkirina tevahiya qeyranên siyasî û aborî yên
navdewletî, ku niha welat pê re rûbirû bûye di vê cîhana tijî alozî ya îroyîn
de, ku tê de ti asoyeke zelal ji bo rêkeftin û lihevkirina siyasî nayê dîtin.

• Gelo zextên serbazî û aborî yên demdirêj stratejiya Tehranê ber bi aştiyê ve
dibin, an dibin sedema geşbûna aloziyên wekaletî û deryayî? Guhertina stratejîk
a hertimî çawa ji tevgera demkî û taktîkî tê cudakirin?

Tewereya stratejîk a Îranê di hesteke neteweperestî ya kûr de ye, ku Tehranê ji
bo qerebûkirina kêmasiya meşrûiyeta xwe ya siyasî ev yek bi kar aniye. Herçend
rejîm tekezî li ser teslîmnebûnê dike, lê rêkeftina etomî ya sala 2015an selmand
ku di dema tengasiyê de tawîzê didin. Niha ji bo parastina mana xwe, serî li
aloziyê didin. Êrîşên sala 2026an ên li ser jêrxana Kendavê bi armanca
dûrxistina wan ji Amerîkayê bû, lê encameke bervajî da û bû sedema yekgirtina
(Qeter, Erebistana Siûdî, Îmarat) û daxwazkirina parastina serbazî ji
Washingtonê. Gefên Hûsiyan ên li ser Riyad û tengavên deryayî, bêbaweriyeke
giştgir li cem cîranan çêkiriye, bi awayekî ku niha tenê vebijêrka kontrolkirinê
bi bertekeke (bersiveke) temam nayê dîtin. Ev rewşa nezelal û tijî werçerxan
weha kiriye ku hevpeymaniyeke navçeyî li dijî siyasetên Tehranê bi awayekî bilez
û giştgir di pêxema ewlekariya giştî ya navçeyê de ji nû ve bê dariştin.

• Kîjan hêman pêşniyara Mîrê Qeterê ya ji bo ewlekariya hevpar li cem Siûdiyê
meqbûl dike? Gelo parastina keştîvanî û enerjiyê destpêk e? Ev yek çawa li gel
hevbeşiyên stratejîk ên Amerîkayê li navçeyê de tê rêkxistin û kar dike?

- Armanc ji vê pêşniyarê, cîgirkirina prensîbên navdewletî yên azadiya
deryavaniyê ye ku reftarên neyasayî yên Tehranê ew xistine jêr metirsiyeke
cidî. Her şerekî îhtîmalî li dijî Îranê, nexşeya ewlehiyê ya navçeyê bi
temamî ji nû ve dadirêje, proseya ku niha reng daye. Îran bi mebesta
derxistina binkeyên Amerîkayê, zexta siyasî dixe ser welatên mêvandar, lê
Washington ji bo rûbirûbûna Tehranê, mijûlî bicihkirina hêzên xwe ye li
navçeyên dûredest. Ji vê nihêrînê ve hevpeymaniya «Samî» û «Peymana Mekkeyê»
di navbera Siûdî, Pakistan û Tirkiyeyê de di Tebaxa sala 2026an de wek
bereyeke bergiriyê ya bihêz çespîn. Donald Trump handana vê «Natoya navçeyî»
dide daku erka ewlekariya hevpar bigirin stûyê xwe û Amerîka wek çavdêrekî
bilind ê stratejîk bimîne. Ev guhertin nîşana qonaxeke nû ne ku tê de
parastina ewlekariyê dibe erkeke navxweyî û Amerîka tenê arasteya giştî ya
berjewendiyên hevpar diparêze û hevsengiya hêza navçeyî rêk dixe.

• Îraq çawa dikare gotûbêjan biguherîne bo rêkeftineke emnî û parastina rêreyên
stratejîk, daku dûr ji hevrikiya cemseran, wek aktorekî serbixwe rola xwe di
çespandina aştî û hevsengiya hêzê de li navçeyê bilîze?

- Bexda di hevkêşeyeke siyasî ya aloz de, hewla parastina hevsengiyeke tijî
asteng di navbera her du cemserên neyar, anku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê
û Komara Îslamî ya Îranê de dide, ew her du hêzên ku grûpên çekdar ên
hevpeymanên wan berdewam binpêkirina serweriya nîştimanî ya Îraqê dikin. Elî
El-Zeydî, Serokwezîrê nû yê Îraqê, soz dabû aliyê Amerîkî ku ew mijûlî
temamkirina proseya vekişîna hêzên wan in di meha Îlonê de, ku heta dawiya
Îlona 2026an tevahiya mîlîsên çekdar bêçek bike û wan bixe bin kontrola
desthilata dewletê, lê Tehran ji bo parastina hejmon (serdestî) û bandora
xwe ya siyasî li Bexdayê, hemû şiyanên xwe ji bo pûçkirina vê proseyê bi kar
aniye. Ev yek jî hikûmeta Îraqê neçar kir ku dema bêçekkirinê bo 30ê
Hezîrana 2027an paş bixe. Di vê navberê de Bexda ku di hewla vegerandina
heybeta dewletê û qorixkirina çekan (li cem dewletê) de ye, rûbirûyî
astengeke darayî ya mezin bûye, ji ber ku dahatên wê yên neftê bi rêya banka
federal a Washingtonê re derbas dibin, azadkirina wan pereyan jî hatiye
siyasetkirin û girêdayî razîbûna îdareya Amerîkayê ye. Washington di berteka
paşkefina xişteya bêçekkirina grûpan de, amade nebû ku 500 milyon dolarên
blokekirî yên Îraqê azad bike. Bexda ji bo selmandina cidiya xwe, geştên
asmanî li gel wan kompaniyên Îranî qut kirin ku ji aliyê «Scott Bessent»
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê ve, di çarçoveya destpêşxeriya «derkirina
aborî» de hatine xistin lîsteya reş.

Pêgeha jeopolîtîk a Îraqê ji ber nasnameya wê ya erebî û piraniya mezheba şîe,
taybetmendiyeke bêhempa dayê ku li navçeyê tenê Behrêyn wek wê ye. Ev pêgeha
cuda weha kiriye ku Îraq bikaribe li ser textê sedrencê yê navçeyê, wek
«astengekî» li pêşiya geşbûna aloziyan de rol bilîze û bibe hokarek ji bo
rêgirtina li teqîna rewşê.

• Di siya van guhertinan de, baştirîn derfet ji bo Hewlêrê çiye daku têkiliyên
aborî û dîplomatîk li gel Siûdî û Kendavê bihêz bike, çawa li gel Bexdayê
hevahengiyê bike û hevsengiyê li gel welatên cîran jî biparêze?

- Damezrandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sala 1992an de, werçerxanek
(veguherînek) dîrokî û stratejîk bû ku Başûrê Kurdistanê wek cemserkî
bibandor û veneteqiyayî di nava hevkêşeyên aloz ên jeopolîtîka navçeyê de
çespand. Ev pêgeh piştî sala 2003an û rûxana rejîma Beisê, di çarçoveya
destûra federalî ya sala 2005an de meşrûiyeteke saziyî û yasayî ya kûr
wergirt. Niha, otonomî êdî wek qonaxeke demkî û destpêkî ji bo gihîştina bi
serbixweyiya dewletê nayê dîtin, bi taybetî piştî encamên siyasî yên
referanduma 25ê Îlona sala 2017an, ku ne hikûmeta navendî ya Bexdayê îtîraf
pê kir û ne jî civaka navdewletî û Amerîkayê piştgirî lê kirin. Di şûna wê
de, qewareya Herêmê wek rastiyeke siyasî ya cîgir xuya dike ku derbaskirina
wê ne gengaz e û roleke jeopolîtîk a gelek girîng jî dilîze. Ev girîngî ji
du rehendên (aliyên) sereke çavkaniyê digire: Yekem, samana neft û enerjiyê
ku Herêm xistiye nava qada jeopolîtîka enerjiya cîhanî û pêşxistina
peywendiyan li gel welatên Kendavê. Duyem, şiyana xweser a Herêmê di
pêkanîna kanala gotûbêjê li gel cemserên neyar û dijber de, wek Tirkiye,
Îran û Amerîkayê. Ev pêgeha dîplomatîk a taybet dikare bibe alîkarekî
stratejîk ji bo hikûmeta navendî li Bexdayê, daku li şûna ketina nava
kêşmekêşa berjewendiyên dijber, ber bi cureyek ji hevsengî û seqamgiriya
siyasî ve pêngavan biavêje, ku xizmeta hemû aliyên peywendîdar û ewlekariya
giştî bike û bibe hevênê aştiyeke berdewam li seranserî navçeyê.

• Gelo têkiliyên Hewlêr û Parîsê heta çi astê ji rehendên dîrokî ve ber bi
berjewendiyên stratejîk ên enerjî û veberhênanê hatine guhertin? Ev werçerxan
çawa bandorê li bihêzkirina pêgeha siyasî ya Herêmê di hevkêşeyên îqlîmî yên
aloz de dike?

- Têkiliyên dîrokî û stratejîk ên navbera Fransa û Herêma Kurdistanê, bi
taybetî di navbera Parîs û Hewlêrê de, xwediyê regekî kûr in ku dîroka wê
vedigere sala 1991an û hewlên Danielle û François Mitterrand ji bo
çespandina biryara 688 a Encûmena Asayîşê. Ev dostanî bi vekirina
konsulxaneya Fransayê li Hewlêrê û nûnerayetiya Herêmê li Parîsê geş bû,
heta ku di sala 2019an de gihîşte îmzekirina peymana biratiyê di navbera her
du paytextan de. Piştî ragihandina vekişîna hêzên Amerîkayê ji binkeya
asmanî ya Hewlêrê di 30ê Îlona borî de û bidawîhatina erka Hevpeymanan,
pêwîstiya bihêzkirina têkiliyan li gel Fransayê zêdetir bûye. Ev hevahengî
tenê ne xwedî rehenda emnî û rûbirûbûna terorê ye, belkî warên geşepêdan,
aborî û veberhênana enerjiyê jî li xwe digire. Bi li ber çav girtina samana
nefta Herêmê û hewlên berdewam ji bo dîtina rêyeke bejayî ya alternatîf ji
bo Tengava Hurmuzê, ku ji ber siyasetên astengkar ên Îranê ketiye metirsiyê,
rola Fransayê wek hevbeşekî cihê baweriyê li navçeyê girîngiyeke bêhempa
peyda kiriye. Ji ber ku Parîs her tim wek piştevanekî sadiq ê mafên rewa yên
gelê Kurd û seqamgiriya Herêma Kurdistanê maye û di asta navdewletî de jî
parêzerekî sereke bûye di warê qewareya siyasî û ewlekariya neteweyî ya Kurd
de di rûbirûbûna astengî (kêşe) yên herêmî yên piralî û aloz de.

• Gelo em gihîştine dawiya peymana Sykes-Picot? Fransa heta çi astê amade ye
îtîrafê bi rastiyên neteweyî yên nû yên piştî şerê li dijî terorîstên DAIŞê û
naseqamgiriya Îraq û Sûriyeyê bike?

- Rêkeftina Sykes-Picot ku di sala 1916an de ji bo dabeşkirina bermahiyên
Împaratoriya Osmanî hatibû dariştin, niha rûbirûyî guhertinên pir mezin
bûye. Herçend rêxistina terorîst a DAIŞê di sala 2014an de hewleke cidî da
ji bo jêbirina van sînoran, lê têk çû. Pirsa neteweyî ya Kurd jî, bi taybetî
piştî damezrandina Herêma Kurdistanê li Îraqê, guhertineke bineretî di
jeopolîtîka navçeyê de çêkiriye. Tevî kêmasiya sînoran û nakokiyên neteweyî,
cureyek ji yekdengiya navdewletî heye ku divê parastina van sînoran bê
kirin, ji ber ku her cure guhertineke fermî dibe sedema çêbûna alozî û
wêrankariyeke mezin li seranserî navçeyê, bi temamî heman wekî rewşa welatên
parzemîna Afrîkayê. Li şûna hilweşandina dewletan, pêwîst e desthilatdarên
siyasî yên navçeyê bên handan daku îtîrafê bi pirrengiya neteweyî, olî û
çandî bikin, û herwiha dabînkirina mafan di çarçoveya dewletan de, bi
mebesta seqamgiriya siyasî. Pêwîst e dewlet bi rêzgirtina nasnameyên cuda,
sîstemeke demokratîk û cîgir ava bikin û rêgiriyê li hilweşînê bikin, daku
aştiyeke hertimî û temam ji bo hemû gelên navçeyê di nava vê sîstema nû de
bi başî bê çespandin.

Top