• Wednesday, 07 October 2026
logo

Li Zanîngeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê beşa ziman û wêjeya Kurdî hat vekirin

Gulan Media October 7, 2026 Nûçe
Li Zanîngeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê beşa ziman û wêjeya Kurdî hat vekirin

Mizgîniyek ji bo gelê Kurdistanê û hezkiriyên ziman û wêjeya kurdî.
Li Zanîngeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê beşa Ziman û Wêjeya Kurdî hat vekirin.
Hat ragihandin ku di sala nû de wê 25 xwendekar ji bo bernameya lîsansê werin qebûlkirin.

Zanîngeha Îlamê ya li Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî fermî vekirina beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya ji bo sala nû ya akademîk ragihand.

Ev cara Yekeme ku gavekî bi vê rengê li zanîngehê tê avêtin.

Piştî Zanîngeha Kurdistanê ya li Sineyê, Zanîngeha Îlamê bû zanîngeha 2’an a li Rojhilatê Kurdistanê û seranserê Îranê beşeke akademîk di warê Ziman û Wêjeya Kurdî de vekir.

Li Zanîngeha Îlamê 83 beşên akademîk ên di astên lîsans, master û doktorayê de hene û her sal zêdetirî 7 hezar xwendekar li zanîngehê dest bi xwendinê dikin.

Zanîngeha Îlamê di nav zanîngehên Îranê de di rêza 30emîn de ye.

 

Ronahi.tv

Top