• Tuesday, 13 October 2026
logo

Charles Tripp, pisporê diyar û naskirî yê siyaseta Rojhilata Navîn ji bo Gulanê: Bîranîna Enfal û Helebceyê, cure û şêwazê nêrîna kûr a Kurdistaniyan li hemberî desthilata navendî li Bexdayê ji nû ve dariştiye

Gulan Media October 13, 2026 Dîmane
Charles Tripp, pisporê diyar û naskirî yê siyaseta Rojhilata Navîn ji bo Gulanê: Bîranîna Enfal û Helebceyê, cure û şêwazê nêrîna kûr a Kurdistaniyan li hemberî desthilata navendî li Bexdayê ji nû ve dariştiye

 

Professor Charles Tripp, pisporê diyar û naskirî yê siyaseta Rojhilata Navîn li
zanîngeha SOAS û endamê rûmetê yê Akademiya Brîtanî ye û xwediyê çendîn
lêkolînên akademîk ên kûr e li ser dîroka welatê Iraqê, tevgerên berxwedanê û
peywendiya navbera desthilat û hunerê li navçeyê. Di vê hevpeyvîna taybet de, em
behsa bîrdanka (bîranîna) komî ya neteweyekê piştî karesata jenosîdê bi giştî û
bîrdanka komî ya Enfal û Helebceyê dikin, her wiha behsa damezrandina perleman û
hikûmeta Herêma Kurdistanê û peywendiyên niha yên Hewlêr û Bexdayê dike.

• Çawa dibe ku bîranîna jêbirî ya qurbaniyên jenosîdê bi riya afirandina edebî û
hunerî, bibe hêzeke hander û bibandor ji bo rûbirûbûna gotara berevajîkirî ya
desthilatê û guherandina hestê stemkariyê bo tevgereke rewa ya berxwedana siyasî
û dîrokî?

- Yên ku digihin lûtkeya desthilatê, gelek caran bi tundûtûjiyê riya xwe
vedikin, lê piştre hewl didin bi rûyekî bexşende bîranîna qurbaniyên xwe
veşêrin. Ev milmilanêya li ser bîranînê, qada rûbirûbûna stem û dadperweriyê
ye, çimkî paşguhkirina êşa çewsawiyan, dibe handerê serekî ji bo berxwedan û
guherînên mezin di nav civakê de. Li vir huner û edeb wek keleheke
berxwedana rewa, rê nadin dîroka yên hatine perawêzkirin were jêbirin û
dibin cemsekî bibandor ji bo hişyariya giştî. Yek ji wehmên (xeyalên) mezin
ên desthilatê, bawerbûna bi wê yekê ye ku tepeserkirin dengê nerazî kerr
dike, lê rastî ew e ku paşguhkirina nedadiyê, tundûtûjiyê di nav demarên
sîstemê de sazîyî dike (dike dezgeh). Ev mîrata tal ji nifşekî bo nifşekî
din tê veguhastin û nasname û saziyan ji nû ve dadirêje. Eger kok û rehên vê
çerxa metirsîdar bi fermî neyên naskirin û dadperwerî pêk neyê, qurbanî bi
xwe dibin sedema tundûtûjiyê li dijî yên din. Vêca tenê mikurhatina li ser
rastiyan dikare vî xwînrijandinê bide rawestandin û aramiya siyasî ya welat
biparêze. Bîranîn, ne tenê vegotina rabirdûyê ye, belku amûreke zindî ya
siyasî ye ji bo dariştina pêşerojeke dûr li stemkariyê û avakirina jiyaneke
hêja û bi rûmet ji bo hemû mirovan bê cudahî, da ku tê de aştîyeke hertimî û
rasteqîn baskên xwe bi ser tevahiya jiyana takekesê netewe û civakê de veke.

• Enfal û Helebce wek birîneke kûr a bîrdanka neteweyî ya Kurd dimînin ku
dewletê tê de tundûtûjî qanûnî kir. Gelo dewleta niha ya Iraqê divê çi bike ji
bo jinûve-avakirina baweriya siyasî û qerebûkirina wan qurbaniyên ku ji ber
nedadperwerî û stema rabirdûyê rastî êşê hatine?

- Pirsa Enfalê ne tenê bûyereke dîrokî ya asayî ye, belku cewherê qeyranên
siyasî yên dewleta Iraqê ya hevçax û stûna serekî ya nasnameya neteweyî ya
gelê Kurd e. Ev bîranîna tejî êş û karesat, cure û şêwazê nêrîna kûr a
Kurdistaniyan li hemberî desthilata navendî li Bexdayê ji nû ve dariştiye.
Harchiqas hikûmeta niha di rûyê îdyolojiya fermî de cuda ye, lê wek
mîratgirê reha yê qewareya dewletê, erkekî giran ê exlaqî û zagonî li ser
milê wê ye ji bo rûbirûbûna ciddî ya vê mîrata xwînî. Bêdengiya demkî, an
nebûna livîna cemawerî, hergîz nayê wateya kîlbûna (vemirîna) bîranîna
Enfalê, çimkî ev birîn beşeke veneqetiyayî û zindî ye di wijdana giştî ya
civakê de. Lewma bêyî gavên pratîkî, bawerî ji nû ve çênabe.

Ji bo çareseriya vê rewşa aloz, pêwîst e komîsyoneke nîştimanî ya serbixwe bi
desthilateke qanûnî ya temam bê damezrandin da ku dadperweriyê ji bo qurbaniyan
feraham bike û dengê wan ê hatî kerrkirin bê bihîstin. Ezmûna welatê Tûnisê fêrî
me kir ku tenê vegotina şahidhalan têrê nake, bêyî gavên pratîkî û qerebûya madî
û manewî ya şênber, hêrsên komkirî hergîz derman nabin. Metirsiya herî mezin di
wê yekê de ye ku berjewendiyên siyasî û hizbî bibin rêgir li pêşiya eşkerebûna
rastiyan. Di heman demê de, sektora perwerdeyê pêwîstî bi çaksaziyeke binyadî û
nûjen heye da ku dîrokeke giştgîr û rasteqîn bixe rû, ku tê de têgeha welatîbûna
wekhev bê çespandin û mikurhatin bi wan stemên dîrokî bê kirin ku li dijî hemû
pêkhateyan, ji Kurd û Şîe û Erebên Zongavan (Hor) ji aliyê rejîmên li pey hev ve
hatine encamdan.

Ev dîroka tal divê bibe hevênê serekî ji bo dariştina garantiyên siyasî û
zagonî. Eger mafên welatîbûnê bi temamî rêz lê neyên girtin, wê demê ti soz û
destkefteke din giringiyeke wan a wisa nabe. Li Iraqê ji bo zêdetirî du dekan,
peyrewkirina sîstemeke nedadperwer a fermanrewatiyê, mafên neteweyî yên gelê
Kurd û mafên takekesî yên Iraqiyan xistiye metirsiyê. Pêkanîna komîteya lêkolînê
karekî hêsan e, lê jêbirina şopên stemê pêwîstî bi guhertineke binyadî û radîkal
di hûndirê sîstema desthilatdariya Iraqê de heye. Parastina asayîş û mafê
xwerêveberiyê, tenê di siya dewleteke dadperwer de misoger dibe ku bi rastgoyî
li hemû tawanên rabirdûyê mikur bê û riya zagonî li dubarebûna wan bigire. Ev
yekane rê ye ji bo avakirina pêşerojeke hevbeş a aram ku tê de rûmet, jiyan û
mafên hemû pêkhateyan bi wekhevî parastî bin. Ev proses pêwîstî bi îradeyeke
siyasî ya bihêz û dûrbîniyeke nîştimanî ya piralî heye ku berjewendiya giştî
bixe serveyî her tiştî.

• Di pirtûka te de (The Power and the People) tu lêkolînê li ser desthilatê
dikî. Li Kurdistanê kîjan faktorê werçerxana ji qonaxa berxwedanê bo hikûmetdarî
û damezrandina perleman û hikûmetê di bin dorpêçê de hêsan kir?

- Yek ji rehendên cewherî yên berxwedana nîştimanî ya Kurd, hebûna du cemserên
siyasî yên xwedî rêxistineke pola (bihêz) bû: ku Partî û Yekîtî bûn. Van
herdu hêzan karîbûn bi formeke rêxistî, valahiya desthilata navendî tijî
bikin û sîmayeke siyasî ya nûjen bibexşin tevgerê, berevajî serhildanên
sala 2011 yên Erebî, ku ji ber bêserekî (nebûna serkirdeyan) û nebûna
çarçoveyeke hizbî tûşî perdebûn û şikestineke kûr bûn. Hêjmoniya van herdu
partiyan li Kurdistanê wek şûrekî didev kar kir, ji aliyekî ve bû bingeha
damezrandina dezgehên perleman û hikûmetê û ji aliyê din ve jî rê li ber
alozîya hertimî û hilweşîna civakî girt.

Ev ezmûn, waneyeke bi qîmet ji bo navçeyên din ên Iraqê feraham dike. Di demekê
de ku piraniya Iraqê ji ber belavbûna siyasî û temomijîbûna çavkaniyên
desthilatê dinale, Herêma Kurdistanê cureyek ji pragmatîzma siyasî peyrew
kiriye. Ev guncandin, ku dibe bertekek be li dijî hewldanên Bexdayê ji bo
çespandina navendîbûnê, diselmîne ku heta di nebûna baweriya temam de jî, dikare
asteke bilind a birêvebirina sazîyî bê parastin. Li vir, ne tenê hebûna saziyan
giring e, belku ew şiyana di rêkxistin û hemahengiya siyasî de bayexeke binyadî
heye, ku wek stûneke bihêz ji bo ragirtina hevsengiya hêz û parastina qewareya
neteweyî kar dike, ya ku Kurdistan ji fawzaya (kaosa) siyasî parastiye, her ev
rêxistina tokm e.

• Piştî vekişîna hêzên Amerîkayê di 2011 de û ketina Mûsilê di 2014 de bi destê
DAIŞê û paşê pêngava hevbeş a Iraq û Herêma Kurdistanê di 2016 de hevsengî
vegerand. Niha bi vekişîna dubare ya hevpeymanan, pirs ev e: Gelo Iraq amade ye,
an dê careke din rûbirûyî valahiyeke metirsîdar a emnî û serhildana gefên ciddî
bibe li seranserî vê navçeyê û di welat de?

- Harchiqas hêzên Iraqî û Pêşmerge bi piştevaniya hevpeymanan, DAIŞ wek
qewareyeke serbazî têk birin, lê ev nayê wateya binkiririn û jinavbirina kok
û rehên terorê. Metirsiya rasteqîn di berdewamiya binpêkirinên mafên mirov,
newekhevî û perawêzxistina pêkhateyan de kom bûye. Heta ew dema ku
nedadperwerî û bêparbûn hebe, jîngeha serhildana teror û tundûtûjiyê dê her
vekirî bimîne.

DAIŞ berhema zincîreyek ji şaşiyên stratejîk ên hikûmetên berî 2014 bû, ku
derfet ji bo geşbûna tundrewiyê rexsand. Şikestina serbazî bêyî çareserkirina
qeyranên civakî, aborî û tayîfî, aramiyê misoger nake. Di heman demê de,
hêjmoniya milîsiyan aloziyên asayîşê kûrtir kiriye.

Ji bo revandina van metirsiyan, pêwîst e Bexda û Hewlêr piştrast bin ku civakên
navxweyî xwedî dengê rasteqîn ê xwe ne, ne tenê guh bidin nuxbe (bijarde) yên
siyasî. Şaştiya herî mezin ew e ku rênimarên emnî bibin cihgirê diyaloga siyasî.
Asayîş harchiqas pêwîstiyeke hetemî (neçarî) ye, lê hergîz nabe cîgirê
lihevkirin û razîbûna civakî. Serdederîkirina bi mantiqê hêzê, tenê nerazîbûnan
ber bi berxwedaneke çekdarî ya xwînî dibe. Aramiya demdirêj tenê di siya
dadperwerî û beşdariya siyasî ya giştgîr de pêk tê.

• Tevî ku nasandina destûrî bo Herêma Kurdistanê heye, lê kêşeya darayî û
mûçeyan hîna milmilanêyeke kûr e. Çi rênimareke zagonî û siyasî pêwîst e da ku
rêkeftinên Hewlêr û Bexdayê ji werçerxanên desthilatê û piraniya siyasî li
navendê bên parastin û aramiyeke hertimî misoger bikin?

- Baweriya siyasî ew pirsa cewherî û çarenûssaz e ku rûbirûyî civaka Iraqî
dibe. Çawa dikare piştî dîrokeke tal û tejî îxanet, tundûtûjî û bêbaweriyê,
bingeheke bihêz ji bo avakirina baweriyê ji nû ve bê dariştin? Xala destpêkê
ya vê prosesa dîrokî, rûbirûbûna rastgoyane û ciddî ya wê rabirdûya tejî êş
e. Ev jî erkekî nîştimanî yê giştgîr e ku tevahiya pêkhateyên cuda yên Iraqê
li xwe digire. Pêwîst e hevkarîyeke pratîkî û rasteqîn derkeve holê ku bi
temamî ji cemsergîriyên siyasî û dabeşbûnên îdyolojîk ên teng derbas bibe.
Hemahengiya serbazî û emnî li dijî terorîstên DAIŞê mînakeke zindî û
serkeftî ye, karkirina hevbeş karîbû metirsiyeke gelek mezin û tirsonek, qe
nebe bi awayekî demkî, ji nav bibe û ew yek çespand ku yekgirtin dikare
destkeftên mezintir ji bo hemûyan pêk bîne. Asoya pêşeroja Iraqê divê ber bi
dewleteke bihêz, dadperwer û geşbûyî ve biçe ku tê de welatî bi xwe navenda
biryarê be û xwedî dengekî bibandor be, ne ku dengê wî tenê bi riya
serkirdeyên pêkhateyî ve bigihê. Lê astahenga herî serekî, hêjmoniya wan
rêkeftinên siyasî ye ku li derveyî destûrê û di çarçoveya sîstema
parvekirinê (Muhasasa/Kota) de kar dikin. Muhasasa tê wateya dabeşkirina
post û çavkaniyan li ser bingeha neteweyî û tayîfî. Harchiqas serhildana
Tişrîna 2019 li dijî vê hikûmraniya nefermî rawestiya, lê gavên ber bi
hilweşandinê ve gelek sist in. Heta ku Muhasasa û nerîtên siyasî yên
girêdayî wê wek stratejiyeke kûr bimînin, guman û nezelalî di peywendiyên
navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî de dê berdewam be, çimkî ev
rewşa nebaş rengvedana bingehê hikûmraniyeke nedadperwer a pêkhatî ye.

Top