• Wednesday, 14 October 2026
logo

Céline Marangé, pispora bilind a karûbarên Rûsya û Ukraynayê li Dibistana Leşkerî ya Fransayê ji bo Gulanê: Amanca Pûtîn ji dagirkeriyê, tolehildan û têkdana ewlehiya Ewropa û Ukraynayê ye, daku dîktatoriya xwe bi temamî bisepîne

Gulan Media October 13, 2026 Dîmane
Céline Marangé, pispora bilind a karûbarên Rûsya û Ukraynayê li Dibistana Leşkerî ya Fransayê ji bo Gulanê: Amanca Pûtîn ji dagirkeriyê, tolehildan û têkdana ewlehiya Ewropa û Ukraynayê ye, daku dîktatoriya xwe bi temamî bisepîne

 

 

Dr. Céline Marangé, lêkolînereke pispora karûbarên Rûsya, Ukrayna û Belarûsê ye
li Enstîtuya Lêkolînên Stratejîk a Dibistana Leşkerî ya Fransî. Karên wê zêdetir
tîşkê dixin ser siyaseta derve û berevaniya Rûsyayê, bijardeyên (elîtên) siyasî
û leşkerî, stratejiyên hegemonya û ewlehiya post-Sovyetê. Li gorî wê,
têgihiştina ji şerê Rûsyayê, pêwîstî bi nêrînekê li wê aliyê sengerên şer û
sibata 2022yan heye. Di vê hevpeyvînê de, ew nakokiyan dixe çarçoveya dîroka
berfirehwaziya emperyalî û tolehildana post-Sovyetê. Herwiha amancên Kremlînê
gotûbêj dike û eşkere dike ku çima agirbest aştiyeke mayînde misoger nake.

• Li ber ronahiya reh û rîşên dîrokî yên şerê Ukraynayê û amancên metirsîdar ên
«Pûtîn», em dipirsin: Çima bijardeya (elîta) siyasî ya Ewropayê bi sedema
berjewendiyên aborî heta niha nekarîbûn bi temamî di kultûra stratejîk û
xwesteka tolehildana efserên «KGB» bigihin (fêm bikin)?

- Şerê Rûsya û Ukraynayê encama berfirehwaziya Împaratoriya Rûsyayê û
hilweşîna Yekîtiya Sovyetê ye. Ev nakokî di sala 2022yan de dest pê
nekiriye, lê belê rehên wê vedigerin sala 2014an, dema ku Rûsyayê Kirim
(Crimea) bi xwe ve girêda û bêîstîqrarî li Donbasê çêkir, ku bû sedema
kuştina hezaran kesî. Motîvasyona (palnera) sereke ya Pûtîn emperyalîzm û
tolehildan e. Amancên wî ev in: Jinavbirina serweriya Ukraynayê, têkdana
sîstema ewlehiya Ewropayê, çespandina dîktatoriya leşkerî di navxweya welatê
xwe de, bi mebesta gihîştina bi serdestiya mutleq. Tênegihiştina Ewropayê ji
vê qeyranê vedigere bo guherîna sîstema Rûsyaya nû ber bi tundrewiyê ve,
ligel xweşbaweriya serkirdeyên parzemînê, ku di wê baweriyê de bûn ku
pêkvegredêdana aborî dikare aştiyê misoger bike. Wan wisa dizanî ku serdema
bikaranîna hêzê bi dawî bûye. Kêmasiya herî mezin a Ewropiyan tênegihiştina
ji kultûra stratejîk a bijardeya efserên dezgeha KGB bû; vê bijardeyê
hilweşîna Sovyetê wekî karesata herî mezin dît û nekarîbûn berfirehbûna NATO
û Yekîtiya Ewropayê bi ti awayî qebûl bikin. Piştguhkirina van rastiyan hişt
ku Ewropa hest bi gefên li ser ewlehiya xwe neke.

• Di demekê de ku Rûsya hincetên (pasawên) cuda ji bo şerê xwe tîne, gelo
pênaseya rasteqîn a serkeftinê li cem Kremlînê çiye? Gelo amancên stratejîk ên
Moskowê tenê li Ukraynayê kurt dibin, an projeyeke mezintir e ji bo guherîna
sîstema cîhanî?

- Ji bo têgihiştina ji têgeha serkeftinê li cem Kremlînê, divê em destpêkê bi
hûrî şiroveya vegotinên Moskowê ji bo nakokiyan bikin. Ji bo çendîn salan,
serkirdeyên Rûsyayê bi çewtekarî (dezenformasyon) îdia dikirin ku şer tenê
nakokiyeke navxweyî di navbera cudaxwaz û artêşa Ukraynayê de ye, û bi vê
yekê jî rola xwe vedişartin. Di rastiyê de, di navbera salên 2014 û 2022yan
de, wan hêzan bi temamî pişta xwe bi hevkariyên leşkerî, siyasî û darayî yên
Moskowê ve girêdabûn. Beriya êrîşa berfireh jî, pêngaveke dijwar a
propagandayê dest pê kir ji bo razîkirina xelkê bi wê yekê ku «desteyeke
faşîst» desthilat li Kîevê girtiye dest û gefa komkujiyê li Rûsî-axêvên
Donbasê dixwe. Ev derew hinceteke eşkere bûn ji bo ku dagirkeriyeke leşkerî
wekî proseseke mirovî nîşan bidin.

Îro Rûsya şer wekî şerekî bi wekalet ligel Rojava dide naskirin, lê Ukraynî wê
wekî xebateke rizgariya nîştimanî û berxwedana li dijî emperyalîzma Rûsî
dibînin. Ev têgihiştinên cuda giring in ji bo fêmkirina amancên rasteqîn ên
Moskowê. Amanca Kremlînê ne tenê dagirkirina xaka zêdetir e, lê belê dixwaze wê
pêgeha serdest a serdema Şerê Sar li Ewrasyayê bi dest bixe. Serkeftina rasteqîn
li cem Rûsyayê tê wateya jinavçûna NATOyê, an têkçûna yekrêziya Yekîtiya
Ewropayê, ji ber ku ev sazî rêgir in li pêşiya vegera hegemoniya Moskowê.

Serkirdeyên Rûsyayê di wê baweriyê de ne ku ew di nav milmilanîyeke mezin de ne
li dijî Rojava, ku gelek ji Ukraynayê derbas dibe. Ew hewl didin demokrasiyê
lekedar bikin û dixwazin sîstemeke nû ya cîhanî ava bikin ku tê de welatên
zilhêz û împaratoriyên kevn xwediyê navçeya hegemoniya xwe ya taybet bin, ev jî
bi temamî emperyalîzmeke nû ye ku ne amade ye mikur bi navê xwe yê rasteqîn
were. Heger em amancên Kremlînê tenê bi rêya guhertinên sengerên şer binirxînin,
em ê bêguman vê projeya siyasî ya mezin û berfireh bi temamî ji bîr bikin.

• Di demekê de ku em cudahiyeke zelal di navbera rawestandina şer û rêkeftina
siyasî de dikin, bi liberçavgirtina vekişîna Amerîkayê û hilbijartinên Ewropayê,
gelo çarenivîsa vî şerî û ewlehiya Ukraynayê ber bi kîjan alî ve diçe?

- Tu pir rast dibêjî ku cudahiyeke zelal di navbera bidawîanîna şer û
rêkeftina siyasî de dikî. Rawestandina şer nayê wateya çareseriya nakokiyan;
agirbest dikare bibe bêhnvedaneke leşkerî ji bo ku dijmin hêzên xwe ji bo
êrîşeke din a mezin rêk bixe. Berpirsên Ukraynayê bi berdewamî ji vê
metirsiyê haydar in, her ji ber vê yekê ew ramana li ser wan tawîzên axî
(nermiyên axî) red dikin ku Moskow daxwaz dike û Washington teşwîq dike. Vî
rengî tawîzdayîn ne tenê guhertina xetên ser nexşeyê ye, lê belê divê
Ukrayna dest ji sengerên bihêz û bajarên giring berde, ev jî wê dike ku ji
bo êrîşên dahatû lawaztir be. Bi vî awayî, rêkeftinek ku karîna berevaniya
Ukraynayê lawaz bike, li şûna ewlehiyeke berdewam, zeminê ji bo zexteke
leşkerî ya nû xweş dike. Herwiha, metirsiyeke siyasî ya navxweyî jî heye, ji
ber ku tawîzdayîn dikare yekrêziya neteweyî têk bide û heta bibe sedema
serîhildanê di nav artêşê de.

Ukraynî dizanin ku nikarin di meydana şer de serkeftinê bi dest bixin. Di şeş
mehên borî de, wan stratejiya ji-kar-xistina stratejîk girtine ber xwe. Ew hewl
didin xetên piştgiriya Rûsyayê biqutînin bi zêdekirina êrîşan di kûrahiya 30
heta 300 kîlometreyan de. Di heman demê de, Ukrayna dixwaze aboriya Rûsyayê
lawaz bike û wêneya Pûtîn têk bide, ew jî bi rêya êrîşkirina ser jêrxana
(binesaziya) benderan, parzûngehên petrolê û kargehên çekan di kûrahiya
zêdetirî 300 kîlometreyan de. Vê yekê metirsî heye, ji ber ku Pûtîn gihîştiye
xala venegerê; zext li şûna danûstandinê, dibin sedema geşbûna (zêdebûna) şer.
Rûsyayê êrîşên xwe yên bi dronên bêbezeyî bo ser avahiyên sivîl ên Kîevê çڕtir
kiriye û kiryarên têkderane li Ewropayê jî encam dide, lewma gihîştina bi
agirbestê, an danûstandineke rasteqîn di mehên dahatû de dûr e. Mercên Rûsyayê
bi wateya xwe-teslîmkirina Ukraynayê tên, Ukrayniyan jî qurbaniyeke zêde dane û
nikarin xwe teslîm bikin. Pirsa niha ev e: Gelo bi vekişîna Amerîkayê re,
piştgiriya Ewropayê dê berdewam be? Hikûmetên Ewropayê li ser dayîna garantiya
ewlehiyê hemfikir in, lê hilbijartinên dahatû dibe ku partiyên populîst bînin
desthilatê, ku li dijî vê rêkarê ne. Asteneng ev e gelo Ewropa dikare wê yekrêzî
û hevkariya pratîkî biparêze ji bo ku rê nede bêhnvedaneke demkî ya şer,
Ukraynayê bixe ber metirsiya destdirêjiyeke nû.

• Li hember gefên piralî yên Rûsyayê ku hêza leşkerî ligel çewtekariya dîjîtalî
(dezenformasyona dîjîtalî) ji bo lawazkirina demokrasiya Ewropayê têkel dike,
çawa dikare stratejiyeke ewlehiyê ya giştgîr ji bo parastina serweriya welatan
li gel bihêzkirina yekgirtina civakan were dariştin?

- Kêşeyên ewlehiyê ji rûbirûbûna leşkerî ya kevneşopî derbas bûne, belku gefên
etomî û encamên siyasî yên zanyariyên çewtekar li xwe digirin. Ji bo
têgihiştina ji metirsiyan, divê em rehendên (alî û pîvanên) wan bi hev re
binirxînin. Bûyerên meydana şer girêdayî hewlên lawazkirina civakan û
guhertina hevsengiya hêzê ne. Mana Ukraynayê wekî welatekî serwer û xwedî
biryar di bin gefê de ye, herwiha ewlehiya Ewropayê û karîna parastina wê li
hember Rûsyayê, li gel çarenivîsa demokrasiya lîberal ku ji sala 1945an ve
serdest e, rûbirûyî metirsiyê bûne. Ev jî di nav jîngeheke navdewletî ya
aloz û siyaseteke pêşbînînekirî ya Amerîkayê de derbas dibe. Tevî vê yekê,
rewş bêhêvîker nîne. Niha Ewropa ji şêwazên Rûsyayê têgihiştiye, ku têkelek
e ji hêza leşkerî, tirsandina etomî, têkderî û çewtekariyê ji bo felckirina
biryardanê. Ev êrîşên têkel ku ji sala 2022yan ve zêdetirî 150 caran hatine
tomarkirin û ji havîna sala 2026an ve metirsîdartir bûne, amanca wan
lawazkirina yekrêziya Ewropayê û lekedarkirina saziyên demokratîk e.

Stratejîstên Rûsyayê, bi piştrastbûna bi mîrata hewalgiriya (îstîxbarata)
Sovyetê, lawazkirina siyasî ya neyarên xwe wekî pêşîtiyekê (ewlewiyetekê)
dibînin û di nav plana leşkerî de cihgîr kirine. Şoreşa dîjîtalî, torên civakî û
jîriya destkird (zîrekiya çêkirî/AI), amûrên nû ji bo dirustkirina alozî û
dabeşkirina nav civakan rexsandine. Amûr hatine guhertin, lê amanca sereke wekî
xwe maye. Têgihiştina ji vê rastiyê ji me re dibêje ku amadeyiya leşkerî bi tenê
têr nake ji bo rûbirûbûna wan.

Ji ber vê yekê, pêwîst e bersivdana Ewropayê giştgîr be. Hêza leşkerî, hişyariya
cemawerî û yekgirtina civakî divê wekî hêmanên bi hev ve girêdayî werin dîtin.
Heger stratejiya dijmin ji bo dabeşkirina civakan be, wê demê parastina karîna
karkirina hevbeş dibe pêdiviyeke ewlehiyê. Xwe-amadekirin ji bo berbiçavdana
(berpêçdana) her destdirêjiyeke çekdarî û bihêzkirina karîna bergehgirtina
(xweragirtina) civakê li hember destkarkirina hizrî, beşek in ji yek erka
hevbeş, ku ew jî rêgirtina li pûçkirina hikûmetên demokratîk û wan gelan e ku ew
bi temamî nûnertiya wan dikin.

• Di demekê de ku Rûsya tevî ziyanên giran aboriya xwe xistiye xizmeta şer,
Ewropa çawa dikare çavkaniyên xwe rêk bixe û stratejiyeke berevaniyê ya giştgîr
dabrêje ji bo rûbirûbûna gefan û garantiya ewlehiya neteweyî ya xwe di pêşerojê
de?

- Ez hemfikir im ku avakirina şiyanên artêşê dem dixwaze, bûceya (budçeya)
zêdetir jî demildest hêza leşkerî ya amade ji bo her egerê berhem nayne.
Ewropa xwedî hêzeke leşkerî ya jêhatî ye, bi ezmûna operasyonên hevpeymaniya
mezin ve, wekî şerê li dijî terorîstên DAIŞê, ku tê de hêzên Kurdî
piştgiriyeke yekalîker (helker) pêşkêş kirin. Lê belê artêşên Rojava fêr
bûne ku di keşûhewayekî guncaw de kar bikin. Rûbirûbûna Rûsyayê, ku şiyana
şerê elektronîk û êrîşa asmanî ya dijwar heye, wan pîvanan diguhere. Rûsyayê
aboriya xwe xistiye xizmeta şer û salane bi mîlyonan guleyên topan, dron û
mûşekan berhem tîne. Ji ber vê yekê sê pêşîtiyên (ewlewiyetên) me hene:
Yekem, bihêzkirina yekgirtina nîştimanî bi rêya parastina giştgîr, ku tê de
civak û saziyên sivîl mil bi milê artêşê berpirsyariyê hildigirin. Duyem,
zêdekirina yedega teqemeniyê û bilezkirina berhemanîna sîstema parastina
asmanî ji bo rûbirûbûna êrîşên dubare û berdewambûna operasyonan. Sêyem,
parastina jêrxaneyên (binesaziyên) hestiyar, ku ji bo dema aştiyê jî dê
sûdmend bin.

Di heman demê de, nabe em xalên lawaz ên Rûsyayê piştguh bikin. Ziyaneke giyanî
ya mezin gihiştiye Moskowê; zêdetirî sêsed hezar leşker û heft hezar efser
hatine kuştin, û bi sedhezaran kesên jêhatî jî welat terikandine. Li ser asta
stratejîk jî ev şer karesateke mezin bûye. Fînlanda û Swêd ketin nav NATOyê û
niha Moskow zêdetir pişta xwe bi Çînê ve girêdide. Di heman demê de, aboriya
Rûsyayê rastî enflasyonê (zêdebûna nirxan) hatiye, di demekê de ku %38ê budçeya
xwe ji bo berevaniyê veqetandiye. Wekî Wezîrê Derve yê Polonyayê got, aboriya
Rûsyayê tenê yek li ser deha (1/10) aboriya welatên Ewropayê ye, di demekê de ku
deh qatî aboriya Ukraynayê ye ku donzdeh sal in berevaniyê dike. Ewropa xwedî
çavkanî û şiyaneke gelek zêde ye, astenga me ya sereke ew e em çawa van şiyanan
rêk bixin û yekrêziya xwe biparêzin, daku xalên xwe yên bihêz bikin hêzeke
temamî ya cihê baweriyê ji bo erka parastina xwe.

Top