• Wednesday, 13 May 2026
logo

Di 60emîn salvegera Dastana Mezin a Hendirênê de...Pêşmerge pozê rejîmê şikand û ew neçarî danûstandinan kir

Di 60emîn salvegera Dastana Mezin a Hendirênê de...Pêşmerge pozê rejîmê şikand û ew neçarî danûstandinan kir

Îro 12ê Gulanê, di salvegera şoreşa rizgarixwaza Kurd de rojeke dîrokî ye. Di 12ê Gulana 1966an de, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi rêberiya Mistefa Barzanî, li Çiyayê Hendirênê li dijî hêzên zexm û giran ên artêşa rejîma wê demê ya Iraqê, dastaneke mezin tomar kirin.


Li gorî çavkaniyên belgekirî, rejîma wê demê ya Iraqê tûşî pozbilindiyeke (xurûr) mezin bûbû û amade nebû danûstandinan bike û mafên Kurdan binase. Bi taybetî di şeva 2 û 3yê Gulana 1966an de bi hêzeke pir mezin, bi piştgiriya balafirên şer êrîşî Çiyayê Hendirênê kirin û ji nişka ve ew devera stratejîk dagir kirin. Lê belê piştî 10 rojan rûbirûbûnê, bi planeke leşkerî ya pir hûr û yekker, di 12ê Gulana 1966an de, pêşmergeyên Şoreşa Mezin a Îlonê bi rêberiya Barzanî, plana metirsîdar a dijmin û dagirkirina Hendirênê têk birin. Wan dastaneke bêhempa û serkeftineke mezin tomar kirin ku bi navê "Dastana Hendirênê" ket nava wêjeya şoreşê û bû xala werçerxanê di dîroka tevgera rizgarixwaza Kurdistanê de.

Ew dastan li Çiyayê Hendirênê yê sînorê Rewandizê, bi rêberiya Mistefa Barzanî û serpereştiya rasterast a Îdrîs Barzanî, bi beşdariya pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Partiya Komunîst hat tomarkirin. Wan artêşa Iraqê ya pirçek û zexm têk birin û welatên herêmê jî tûşî matmayîn û şokê kirin. Vê serkeftinê rejîma Iraqê neçar kir ku di 29ê Hezîrana heman salê de peymanekê îmze bike. Herwiha di vî şerî de bi sedan serbazên Iraqê hatin kuştin û dîlkirin û bi sedan çek û kelûpelên leşkerî ketin destê pêşmergeyan.

Ev dastan bi saya jêhatiya fermanberan û vîna bilind a pêşmergeyên qehreman hat tomarkirin ku di dîroka berxwedana li dijî artêşa dagirker de, hîmên herî mezin ên hamasî afirandin û heta roja îro jî cihê şanaziyê ye.

Serok Mesûd Barzanî, di berga sêyem a pirtûka "Barzanî û Tevgera Rizgarixwaza Kurd" de, vê dastanê wek "nîşana werçerxanê" û "şikandina mora piştê ya artêşê" bi nav dike û dinivîse: "Di 12ê Gulana 1966an de di dastaneke kêmwêne de, bi dirûşma 'Kurdistan an Nemandin’, hêzên pêşmergeyên Şoreşa Mezin a Îlonê derbeke pir giran li artêşa wê demê ya Iraqê dan. Di wê dastanê de hêza Balek roleke sereke lîst. Herwiha bi fermana Barzaniyê Nemir, rêberê Şoreşa Mezin a Îlonê, şehîdê herdem zindî Îdrîs Barzanî roleke canfîdayî lîst û serkêşiya şerên Hendirên û Zozikê kir. Ji dijmin re hat selmandin ku pêşmerge her dem dikare parastina axa Kurdistanê bike. Di 12ê Gulana 1966an de hêza pêşmerge li devera Rewandizê serkeftineke geş bi ser hêza bejayî û esmanî ya dijmin de bi dest xist. Di şerekî 10 rojî de li Hendirên, Zozik, Korek û Gerûyê Homeraxa, pêşmergeyên Kurdistanê û Partiya Komunîst bi hev re dastaneke qehremanî nivîsandin."

Wê serkeftina pêşmerge hêviyeke mezin da gelê Kurdistanê û vîna pêşmergeyan geş kir. Ev dastan bû hîmê tomarkirina bi dehan dastanên din. Lêkolîner, nivîskar û helbestvanên Kurd bi nivîs, lêkolîn û helbestên xwe piştgirî dan vê qehremaniyê. Bi sedan zarokên Kurd jî ji ber bandora vê dastanê navê "Hendirên" lê hat kirin.

 

Basnews

Top