• Wednesday, 13 May 2026
logo

Li Germiyanê erdhejek çêbû

Li Germiyanê erdhejek çêbû

Li sînorê Germiyanê erdhejek çêbû û beşek ji hemwelatiyan pê hesiyan.


Di vê derbarê de, pisporê keşnasî û erdhejzaniyê Şîrwan Pênciwênî,  ragihand ku îro Çarşemê 13ê Gulana 2026an, erdhejek bi hêza 3.9 pile li gorî pîvera Richterê, di navbera Kelar û Xaneqînê de çêbû.

Her wiha got, navenda erdhejê herêmên çiyayî yên Bawe Îsmaîl bûye; erdhej 13 kîlometre ji bajarê Xaneqînê û 21 kîlometre ji bajarê Kelarê dûr bûye.

Pênciwênî ragihand ku erdhej di kûrahiya 13 kîlometre di bin erdê de çêbûye. Erdhej bi taybetî di demjimêr 07:56ê sibehê de bi dema Herêma Kurdistanê pêk hatiye û xelkê deverê pê hesiyaye.

 

Basnews

Top