Ahmet Turk: Heta ku rihê Kurdistanî neyê qebûlkirin aştî pêk nayê
Ahmet Turk anî zimên ku ew Mustafa Destîcî bi tiştekî hesêb nake û got ku rihekî Kurdistanî li pey Amedsporê heye.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turkê ku qeyûm danîne şûna wî, li Amedê di dema Foruma Aştî û Azadiya Civakî de ji Îlke TVyê re axivî.
Ahmet Turk li ser "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" nirxandin kirin.
"Kurdistan têgeheke cografî ye"
Ahmet Turk bersiv da heqaretên Serokê Giştî yê BBPyê Mustafa Destîcî yên li ser peyama wî ya ji bo şampiyoniya Amedsporê.
Wî destnîşan kir ku Kurdistan têgeheke cografî ye û got:
"Dema em dibêjin Kurdistan em tenê qala Kurdan nakin. Li vir Suryanî, Ermenî, Ereb û gelek gelên din hene. Ev hemû gelên Kurdistanî ne."
Ahmet Turk diyar kir ku Amedspor tîmeke Tirkiyeyê ye lê di encamê de rihekî Kurdistanî heye û li pey çû:
"Mirovan stran gotin, bi Kurdî axivîn û xîtabî hev kir. Ev rengvedana ziman û çanda gelekî ya di sporê de ye. Divê ev yek bê qebûlkirin.
Heke hûn vê qebûl nekin, hûn ti carî nikarin li vî welatî aştiyê pêk bînin. Hûn nikarin biratiyê pêk bînin."
"Kesê ku xwedî kesayet be vî zimanî bi kar nayîne"
Ahmet Turk da zanîn ku ew Mustafa Destîcî bi tiştekî hesêb nake û got:
"Ew ne kesek e ku mirov bersivê bidiyê. Kesê ku xwedî nasname û kesayet be vî zimanî bi kar nayîne."
Siyasetmedarê Kurd bi bîr anî ku ew zêdetirî 50 sal in siyasetê dike û axaftina xwe wiha domand:
"Li ser min ji ber endamtiya PKKyê çend caran doz hatin vekirin. Dozên siyasî hatin vekirin lê di nava 50 salan de ji ber heqaretê ti doz nehatin vekirin.
Çimkî min heqaret li ti kesî nekiriye lê belê kesên ku kesayeta wan lawaz e heqaretê dikin.
Min ev yek nekiriye û ez nakim jî. Heke we ev pirs nekiriba min dê bersiv jî nedaya."
Çi bûbû?
Ahmet Turk, piştî ku Amedspor derket Lîga Super daxuyaniyek dabû.
Wî di daxuyaniya xwe de gotibû, “Em pîroz dikin, em gelekî kêfxweş in. Tîmeke Kurdistanê gihişt Lîga Super.
Ez hêvîdar û bawer im ku dê ji niha û pê ve jî serkeftî bibe.”
Serokê Partiya Yekîtiya Mezin (BBP) Mustafa Destîcî, bertekeke tund nîşanî gotinên siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk ên li ser Amedsporê da.
Destîcî heqaret li Ahmet Turk kir û got: “Kurdistana çi! Ev der Tirkiye ye. Eger tu naecibînî biceheme here.”
Rudaw
