Serok Barzanî: Şehîd Leyla Qasim û hevalên wê ji bo azadî û rûmeta gelê xwe bi wêrekî canê xwe feda kirin
Serok Mesûd Barzanî bi boneya 52yemîn salvegera darvekirina şehîd Leyla Qasim û hevalên wê peyamek belav kir û ragihand: "Şehîd Leyla Qasim û hevalên wê ji bo hemû azadîxwazên Kurdistanê pêşeng û sembola berxwedanê ne."
Îro Sêşemê 12/05/2026, Serok Barzanî di 52yemîn salvegera darvekirina şehîd Leyla Qasim û hevalên wê de, li ser tora civakî ya (X) peyamek belav kir û tê de got: "Şehîd Leyla Qasim û hevalên wê di pênava azadî û rûmeta gelê xwe de, bi wêrekî canê xwe feda kirin û bûn pêşeng û sembola berxwedanê ji bo hemû azadîxwazên Kurdistanê."
Serok Barzanî herwiha amaje bi wê yekê jî kir: "Di pêncî û duyemîn salvegera darvekirin û şehîdkirina Leyla Qasim û hevalên wê de, em silavan ji bo ruhê wan ê pak û ruhê hemû şehîdên rêya azadiyê dişînin."
basnews
