• Sunday, 19 April 2026
logo

Dr. Vincent Durac, Pisporê Siyaseta Hemdem a Rojhilata Navîn ji bo Gulan: Ger Iraq zêdetir bikeve nav nakokiyên herêmî, dê bandorên gelek metirsîdar li ser aboriya wê çêbibin

Dr. Vincent Durac, Pisporê Siyaseta Hemdem a Rojhilata Navîn ji bo Gulan: Ger Iraq zêdetir bikeve nav nakokiyên herêmî, dê bandorên gelek metirsîdar li ser aboriya wê çêbibin


Dr. Vincent Durac, Pisporê Siyaseta Hemdem a Rojhilata Navîn ji bo Gulan: Ger Iraq zêdetir bikeve nav nakokiyên herêmî, dê bandorên gelek metirsîdar li ser aboriya wê çêbibin

 

Dr. Vincent Durac, li Dibistana Siyaset û Têkiliyên Navdewletî ya Zanîngeha Dublinê (UCD) li Îrlandayê, mamosteyê warê siyaseta Rojhilata Navîn, siyaseta geşepêdanê, teror û tundوتیژیya siyasî ye. Lêkolînên wî balê dikşînin ser çendîn mijarên sereke yên siyaseta hemdem a Rojhilata Navîn, di nav de reforma siyasî, rola civaka medenî, bandora aktorên derve di navçeyê de, û her wiha dînamîkên siyasî yên aloz ên Yemenê. Ji bo axaftin li ser kêşeyên sereke yên Rojhilata Navîn û nebûna rewayetiya (meşrûiyeta) siyasî ya temam ji bo sîstemên siyasî, me ev hevpeyvîn bi wî re encam da.

Gelo paşvekişîna Hizbullah, Hamas û heta radeyekê Hûsiyan, li gel pêgeha aloz a milîsên Iraqê, nîşana hilweşîna bingehîn a stratejiya herêmî ya Eniya Berxwedanê ye, an ev tenê xwe-guncandineke demkî û taktîkî ye li hember guherînên jeopolîtîk? Gelo Eniya Berxwedanê li ber paşvekişîneke dîrokî ye, an dûbare birêxistinkirina hêzê ye?
Mirov nikare xwendinê ji bo hevkêşeyên siyasî û leşkerî yên niha yên navçeyê bike, bêyî ku wek «xwarineke bingehîn û binyadî» di stratejiya herêmî ya ku wek (Eniya Berxwedanê) tê naskirin, pênase bike. Mezinahiya wan derbeyên kujer ên ku li stûnên sereke yên vê eniyê ketine, bi taybet Hamas li Gezeyê û Hizbullah li Lubnanê, wisa kiriye ku têgeha «serkeftinê» di ferhenga siyasî ya wan de ji «tehdîda stratejîk a derve» biguhere bo tenê «manê fîzîkî» û parastina paşmayên hegemonya navxweyî. Ev guherîn nîşaneyeke zelal e ku ew her du aktor êdî nikarin di paşerojeke nêz de wek hêzeke bibandor a xwedî însiyatîf, an wek gefeke metirsîdar bo ser berjewendiyên Rojava derkevin holê.
Di heman demê de, Hizbullah di navxweyî Lubnanê de di bin fişareke siyasî û cemawerî ya bêhempa de ye, ku vê yekê şiyana manovraya leşkerî û siyasî ji wan standiye. Tiştê ku ev dorpêça stratejîk girantir kiriye, encamên tijî metirsî yên hilweşîna rejîma Esed e li Sûriyê. Ev bûyerek e ku pir caran kêm qîmet jê re tê dayîn, di demekê de ku Sûriye tenê hevalbendekî dewletî yê asayî nebu, belku şahdamara lojîstîk û jeopolîtîk a Komara Îslamî ya Îranê bu ku Tehran bi kenarên Deryaya Navîn ve girêdida. Ew valahiya mezin a ku ji ber tunebûna pêgeha Sûriyê çêbûye, ne bi çalakiyên Hûsiyan li Yemenê û ne jî bi milîsên Iraqê nayê dagirtin, ji ber ku tu ji van ne xwediyê serweriya dewletî û taybetmendiya cografî ya Sûriyê ne ji bo veguhastina hegemonyayê.

Her çend di warê teorîk de îhtîmala wê vekirî be ku Îran di demeke dirêj de hewl bide tora xwe ya herêmî ava bike, lê rastiya niha nîşan dide ku kûrahiya ziyanên gihîştine wan, rêgir in li pêşiya her reformeke bilez. Di rastiyê de, rewş gihîştiye astekê ku êdî nikare tenê manê bi xwe yê Komara Îslamî bi vê şêwe û pêkhateya niha wek destkeftiyeke misoger were dîtin, belku niha bi xwe Tehran li ber ezmûneke hebûn û tunebûnê (wicûdî) de ye.

Di lêkolînên we de derbarê hevparbûna dijberî (adversarial sharing), sîstemên siyasî wek zewaceke pir neçarî tên wesfkirin, ku li welatên wek Lubnan û Yemenê hene. Bi zelalî di Iraqê ya piştî sala 2003an de jî ev nimûne tê dîtin. Bi dîtina we, gelo ev rêkûpêkkirin ji bingeh de seqet in, an dikarin di dema guncav de bên guhartin bo hikûmetdariyeke saziyî û berdewam?
Bi dîtina min, dabeşbûnên bingehîn ên ku di rêkûpêkkirinên hikûmetdariya hevpar û destûrî de hene û pir caran di encama westandina navxweyî, an jî ji bandor û fişara derve serçawe digirin, dibin sedem ku ev sîstem ji bingeh de lawaz û nepayîdar bin. Pir caran ev rêkûpêkkirin rewşa heyî di demeke diyarkirî de "qufel" dikin û şêweyekî hişk ê dabeşkirina desthilatê ava dikin ku guherîn tê de pir zehmet e, her çend siyaset bi berdewamî di guherîn û geşepêdanê de be. Dema ku ev sîstem dikare tundوتیژی û kêşeyan kontrol bike, bê guman girîng û bikêr e, lê pir caran mercên geşeya dînamîk û siyaseta xwezayî kêm dike û rê nade avabûna saziyên hikûmetdariyê yên berdewam, guncav û bersivder bo pêwîstî û daxwazên xelkê.
Iraq di navçeyê de xwedî rewşeke pir aloz e û hevsengiya di navbera Îran, Amerîka û çendîn komên çekdar ên nadedewletî de diparêze. Di vê rewşê de, li gorî dîtina we, gelo Iraq hîn dikare vê hevsengiyê biparêze, an di metirsiyê de ye ku bibe qada sereke ya şerê wekaletê wek Lubnan û Sûriyê?
Iraq bê guman di bin metirsiya wê de ye ku zêdetir têkilî nakokiyên herêmî bibe, bi şêweyekî ku dikare bandoreke pir nexwestî û gefxwar li ser asta siyasî û aborî ya welat çêbike. Ev metirsî bi taybetî bi berdewambûna şer û germbûna rûbirûbûnên navçeyê ve girêdayî ye, û her wiha bi reftarên milîsên çekdar ên ser bi Îranê ve li navxweyî Iraqê, ku dikarin bi tevgerên xwe rewşê hîn aloztir bikin. Ger rûbirûbûn kêm bibin, an rêyek bo bidofandina wan were dîtin, bê guman asta metirsiyê jî kêm dibe, lê berdewambûna wan dikare Iraqê bike qada sereke ya şerê wekaletê.
Di heman demê de, çareserkirina krîza siyasî li Bexdayê û dawîanîn bi rewşa xitimandina pêkanîna hikûmetê, roleke pir girîng dilîze. Ger hikûmeta Bexdayê bikaribe yekrêziya siyasî ava bike, saziyan bihêz bike û kontrola rastîn a ewlehî û siyasî bi dest bixe, dikare asta bandora hêzên derve û çekdarên nadedewletî kêm bike. Berevajî vê, ger xitimandina siyasî berdewam bibe û desthilata navendî lawaz bimîne, wê demê metirsî zêdetir dibe û Iraq zêdetir di nav nakokiyên herêmî de dikare bibe qada rûbirûbûna wekaletî û bêrûmetiya demdirêj.

Bi zelalî destwerdana hêzên derve di Rojhilata Navîn de roleke biryarder heye, wek ku li Yemen û Iraqê tê dîtin. Li gorî dîtina we, gelo ev destwerdan saziyên dewletê û asta îstîqrarê bihêz dikin, an dabeşbûn û lawaziya serweriya demdirêj kûrtir dikin?
Di dîroka nû ya Rojhilata Navîn de pir zehmet e nimûneyeke zelal were dîtin ku tê de destwerdana hêzên derve bandoreke erênî û berdewam li ser bihêzkirina saziyên dewletê û aramiya siyasî hebûbe. Piraniya van destwerdanan di rastiyê de bi şêweyekî rasterast an nerasterast piştgiriya rejîmên desthilatdar û otokratîk kirine, ku ev jî ji ber parastina berjewendiyên wan ên stratejîk û siyasî bûye. Ger em vegerin serdema kolonyalî û her wiha qonaxa piştî kolonyalî di dema Şerê Sar de, tê dîtin ku pir caran hêzên mezin bi şêweyekî sîstematîk kar kirine bo dabînkirina hevsengiya stratejîk li ser hesabê lawazkirina saziyên navxweyî û sînorkirina serweriya neteweyî.
Di qonaxa nûtir de, destwerdana Amerîkayê li Iraqê û bandora wê ya demdirêj li ser sîstema siyasî û saziyên dewletê, nimûneyeke diyar e ku çawa destwerdana derve dikare şêwazê hikûmetdariyê biguhere. Her wiha, piştî raperîna Bihara Erebî di sala 2011an de, pirbûna wan hêzên ku di navçeyê de têkilî bûne – ji hêzên herêmî bigre heta hêzên navdewletî – pir caran bi encameke nerênî bi dawî bûye û bandoreke xirab li ser aramî û avakirina saziyên dewletê kiriye. Ev bi taybetî welatên Kendavê digre nav xwe, ku bi piştgiriya darayî, siyasî û hinek caran ewlehî, roleke berçav di arastekirina bûyerên siyasî û kûrkirina dabeşbûnan de lîstine. Ev rewş bi zelalî li Lubnanê bo demeke dirêj tê dîtin, her wiha li Yemen û Iraqê jî bi şêweyekî berçav heye. Di warê teorîk de, dibe ku tiştekî weha di paşerojê de li Îranê jî bibe, ger heman mercên siyasî û saziyî berdewam bimînin.

Li seranserê Rojhilata Navîn de behsa krîza hikûmetdarî û rewayetiyê tê kirin. Li gorî dîtina we, gelo em li benda guherîneke hêdî ya sîstema dewletê ne bo şêwazê desthilata dabeşkirî û têkel, an tenê lawazbûna demdirêj a saziyan dibînin?
Rastî pir aloz û pir-rehend e. Ji aliyekî ve, krîza aramiya hikûmetdariyê û kêşeya rewayetiyê (meşrûiyet) bi dehên salan e beşeke sereke ji kêşeyên dewletên Rojhilata Navîn pêk tîne. Ev jî beriya her tiştî têkildarî wê yekê ye ku jê re tê gotin «hişyarbûna Îslamî», ku di dawiya salên 1970yî de wek bersivekê bo krîza siyasî û civakî dihat dîtin. Heman çarçoveya analîzê dikare bo raperînên Bihara Erebî di 2010/2011an de jî were kirin.
Ev araste wê yekê nîşan dide ku dewletên navçeyê (an rejîmên hakim) dibe ku ji ya ku di destpêkê de dihat pêşbînîkirin, zêdetir şiyana xweragirtin û manê hebûbe. Di heman demê de, di hinek cîhên diyarkirî de tê dîtin ku berdewambûna kêşeyên desthilata navendî wisa kiriye ku saziyên dewletê lawaz bibin û şêwazên nû yên hikûmetdariyê ava bibin, ku pir caran wek «hikûmetdariya têkel» an «haybrîd» tê binavkirin.

Di nivîsên we de hûn behsa civaka medenî dikin wek hêzeke nerazî di sîstemên demokratîk û nadedemokratîk de. Di piraniya Rojhilata Navîn de civaka medenî di herêmeke di navber û nediyar de kar dike; ne bi temamî serbixwe ye û ne jî bi temamî di bin desthilatê de ye. Bi dîtina we, gelo ev nîşana wê yekê ye ku tevgerên civaka medenî li Rojhilata Navîn her tim di bin destê dînamîkên hêzên mezin de ne, an mercên rastîn hene bo ku bibin xwedî encameke siyasî ya berdewam?
Navçeya Rojhilata Navîn, ji qonaxên herî kevn ên serdema kolonyalî heta îro, bi berdewamî bi tevgerên medenî tê naskirin, lê sîstemên hakim ji destpêkê ve hewl dane civaka medenî kontrol û sînordar bikin, bi taybetî dema ku rêxistinên civaka medenî bi çalakiyên siyasî ve mijûl dibin. Ev yek bi berfirehî hatiye tomarkirin ku di navbera du seriyên «destbeserkirin» û «hevpar-kirinê» de dizivire.
Rejîm hîn jî berdewam in li ser bikaranîna van rêyan, ku ev dibe sedem ku gihîştina bi armancên siyasî pir aloz bibe. Di heman demê de, girîng e em bêjin ku di nav civaka medenî de li seranserê navçeyê cudahiyeke fikrî û îdeolojîk a berfireh heye. Ev dibe sedem ku pir caran tenê armancên hevpar ên sînordar li xwe bigrin, wek daxwaza giştî bo reforman, guherîna siyasî û kêmkirina krîza aborî, lê kêm lihevkirin li ser şêwazê cîbicîkirina wan armancan di warê siyasî û pratîkî de heye. Ji ber vê yekê guhartina tevgera cemawerî bo projeyeke siyasî ya kirdarî, li piraniya cîhên cîhanê pir zehmet e, û Rojhilata Navîn jî ji vê rastiyê ne bêpar e.

Top