• Sunday, 19 April 2026
logo

Profesor Amy Dru Stanley ji Zanîngeha Chicago ji bo Gulan: Li Amerîkayê meyla neteweperestiya tund û daxwaza azadî û wekheviyê bi hev re hene

Profesor Amy Dru Stanley ji Zanîngeha Chicago ji bo Gulan: Li Amerîkayê meyla neteweperestiya tund û daxwaza azadî û wekheviyê bi hev re hene

Profesor Amy Dru Stanley ji Zanîngeha Chicago ji bo Gulan: Li Amerîkayê meyla neteweperestiya tund û daxwaza azadî û wekheviyê bi hev re hene

 

Amy Dru Stanley, profesoreke dîrokê ye li Zanîngeha Chicago. Ew girîngiyeke taybet dide mijarên hiqûq, sermayedarî, azadî û nebûna azadiyê, mafên mirovan, têkiliya navbera jiyana malbatî û jiyana aborî û ezmûna dîrokî ya pirsgirêkên exlaqî. Gulan di çarçoveya hevpeyvînekê de çend pirsên têkildarî van mijaran bi wê re gotûbêj kirin.

Gulan: Li gorî lêkolînên we, "mal" ew cihê girîng e ku nirxên exlaqî û aborî tê de digihîjin hev. Heke em di vê derbarê de li ser "malê" bisekinin, ne li ser "bazarê" wekî yekeya sereke ya analîzê, wê demê divê em çawa li vê neyeksaniya aborî ya heyî binerin?

Amy Dru Stanley: Bi rastî, balkişandina ser "malê" dibe sedem ku em têgihiştinekê li ser neyeksaniya aborî ava bikin ku tenê bi şêweyên cuda yên serwet û samanê — ango mûçe û dahatê — nayê pîvan. Her wiha ronahiyê dixe ser derfetên sînordar ên jiyanê ji bo hemû endamên malbatan (dê û bav û zarok), ku ew jî ji gihîştina neyeksan a bi cihê niştecihbûnê, xwarin, lênêrîna tenduristî, perwerde û rewşa çandî serçav digire.

Her wiha, balkişandina ser malê perdeyê ji ser wê yekê radike ku ka çawa neyeksaniya aborî zexta karê malê yê bê mûçe zêdetir dike — ku eşkere ye karê hundirê malê pirtir jin pê radibin. Ev kar jî piştgirî ye ji bo berdewamiya jiyana civakî û parastina îstîkrara jiyana malbatan. Li vir mebesta min ew e ku berçavgirtina neyeksaniya aborî ya niha — wekî ku di rabirdûyê de jî wiha bû — pêdivî bi wê yekê heye ku em tenê bala xwe nedin ser cihê kar û bazarê, belkî divê em mijarên têkildarî malbat, nifş û têkiliyên nav malbatê jî li ber çavan bigirin.

Gulan: Hûn di lêkolînên xwe de pirtir balê dikşînin ser ezmûna dîrokî ya pirsgirêkên exlaqî. Gelo dîroknas çawa dikarin gotûbêjeke exlaqî bikin li ser nakokiya navbera hukmdana exlaqî û mercên dîrokî, di dema ku careke din nîqaş li ser edaleta dîrokî têne kirin?

Amy Dru Stanley: Ez naxwazim li vir bi giştî biaxivim. Lê dixwazim balê bikşînim ser wê yekê ku lêkolînên dîrokî pirtir bi fikarên exlaqî û mijarên têkildarî edaletê ve girêdayî ne, ku ev nêrîn bi sedema bûyerên îro têne teşekirin. Tiştekî zelal e ku tevahiya dîrokê "dîroka hevdem" e; ango dîrok ji aliyê her neteweyekê ve her carê ji nû ve tê nivîsandin. Ez tu dijberiyekê nabînim di navbera wê xebata dîrokî ya ku dibe piştgirî ji bo daxwazên qerebûkirinê û şîroveyeke li ser rastiyên ezmûn û mercan. Bi duryanî, ev yek li ser dîroka koletiyê û encamên wê li Amerîkayê jî pêk tê. Dîroknas meyla wan nîne ku mîna teorîsyenên exlaqî îdîayên normatîf bikin, lê îdîayên normatîf jî bi piranî bi wan vegotinên dîrokî têne piştgirîkirin ku perdeyê ji ser neheqiyên rabirdûyê radikin.

Gulan: Hûn di xebatên xwe de gumanê dixin ser wê fikra ku dibêje azadî parçeyekî jêneveqet ê sermayedariyê ye. Gelo hûn difikirin ku sîstemên hevdem ên karkirinê li cîhanê — bi taybetî ya têkildarî karê koçberan e — nîşaneya nebûna azadiyê ye wekî beşekî bingehîn ê sermayedariyê?

Amy Dru Stanley: Bi rastî, ji ber ku dîroknas li guhertin û bûyerên ji nişka ve dinêrin, em gumanê li ser xisletên "bingehîn" dikin. Bi vî şêweyî, xebatên min ew fikra ku dibêje azadî parçeyekî jêneveqet ê sermayedariyê ye (ya ku ji aliyê lîberalîzma klasîk û neolîberalîzmê ve hatiye pêşxistin) xistiye bin pirsê. Min di xebatên xwe de diyar kiriye ku çawa geşepêdana sermayedariyê û zêdebûna karê bi mûçe li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYE) bûye sedema kêmkirina azadiyê. Mebesta min ew e ku bêjim: Nebûna azadiyê di bin sîstema sermayedariyê de rewşeke neasayî nebûye. Karê koçberan, karê karkerên kargehan ku îstîsmarkirinê dihewîne, û karê xizmetguzariyê yê bi mûçeyê kêm, hemû delîlên zelal in li ser hebûna îstîsmarê ku têkiliyên nerêkûpêk ên bazarê ew afirandine û cîhanîbûnê (globalîzm) jî ev rewş xerabtir kiriye. Di heman demê de, ketina nav bazara kar hin alternatîf ji bo jinan jî afirandin da ku serxwebûna xwe bi dest bixin û xwe ji bindestiyê rizgar bikin.

Gulan: Hûn dibêjin ku azadbûnê (rizgarbûnê) li şûna ku mecbûriyeta qanûnî ji holê rake, ew guherandiye; ew jî bi rêya guhertina koletiyê ber bi karê bi mûçe ve. Gelo hûn difikirin ku hîn nêrînên sedsala 19an ên li ser serxwebûn û razîbûnê di qanûnên hevdem ên kar de hene?

Amy Dru Stanley: Bê guman. Tevî garantiyên qanûnî yên têkildarî mafê karkirinê û parastinê, hîn jî prensîbên pêkanîna peymanan bi şêweyekî azad di nav qanûna kar a nû ya DYE'yê de hatine çespandin. Ango, aliyên peymanê di asteke wekhev de ne û wekî kesekî serbixwe dikevin nav danûstandinê, têkiliyên karkirinê jî li ser bingeha razîbûna kesan in. Lê xebatên min diyar kirine ku "azadiya peymanê" di cihê kar de tenê xeyalek (wehm) e, ji ber ku xwedî-kompanî û karker ne di asteke wekhev de ne dema ku dikevin nav têkiliya kar. Di heman demê de, niha kompaniyên li Amerîkayê çalakiyên sendîkayan têk didin û wekî karekî neçarî nîşan didin, îdîa dikin ku ev yek destwerdan e di mafê karkirinê de. Her wiha parastina milkdariya taybet a ku desthilata xwedîkaran xurt dike, wê xeyala peymana azad hîn zêdetir kûr dike.

Gulan: Hûn di xebatên xwe de jihevkirineke zelal nakin di navbera aboriya exlaqî û aboriya bazarê de. Nexwe dîroknas çawa dikarin bi şêweyekî bi bandortir şîroveyê bikin ji bo hewildana bidestxistina qezancê û ramana exlaqî ya têkildarî saziyên sermayedariyê?

Amy Dru Stanley: Min di lêkolînên xwe de nîşan daye ku çawa hincetên exlaqî ji bo aboriya bazarê hatine anîn bi rêya nîqaşekê ku berhevdana navbera bazara azad û koletiyê dike. Wekî tê gotin, aliyên xerab ên koletiyê (milkdarkirina mirovan, ji navbirina malbatê, tundûtûjî û neçarî) li dijî aboriya bazarê ne, ku tê de hewildana qezancê bi prensîbên azadiya fermî û wekheviya qanûnî ve girêdayî ye. Yek ji wan rêyên ku dîroknas pê şîroveyê dikin ka saziyên sermayedariyê çawa hem pişta xwe didin qezancê û hem jî ramana exlaqî, ew e ku stratejiyên gotar û şêwazên ramanê yên di nav van dijberiyan de dixebitin, binirxînin. Ango, li hemberî koletî û şêwazên din ên tund ên serdestiyê, pratîka qezancê di bazarên azad de meşrûiyeta exlaqî bi dest xist.

Gulan: Hûn têkiliya navbera hemwelatiya qanûnî, peravêzxistin (exclusion) û aîdiyeta aborî di ronahiya guhertinên hevdem de çawa dinirxînin? Mîna serhildana neteweperestiya populîst di serdema serokatiya Donald Trump de. Gelo ev guhertin nîşana qutbûneke dîrokî ne, an jî berdewamiya dîroka Amerîkayê ne di warê azadiyan de?

Amy Dru Stanley: Dîroka Dewletên Yekbûyî meylên dijber di nav xwe de civandine; mîna daxwaza azadî û wekheviyê ya têkildarî mafên medenî, û pratîka peravêzxistin û cudakariyê. Ango dîroka me dîroka azadiyeke bi merc e, lê di heman demê de dîroka berxwedana li dijî stemê û daxwaza aîdiyeta demokratîk e. Pêkvejiyana neteweperestiya populîst û berhelistiya wê, berbiçavbûna vê dijberiyê ye di dîroka Amerîkayê de. Bi dirêjahiya sedsalan, dîroka Amerîkayê meyla neteweperestiya tund li ser serdest bûye, lê di heman demê de daxwaza edalet, wekhevî û naskirina mafên mirovan jî tê de hebûye. Di niha de jî ev nakokiyeke tund e ku li Amerîkayê tê dîtin.

Gulan: Gelo hûn difikirin ku sermayedarî dikare rêyeke bi temamî qutbûyî ji neçarî û neyeksaniyê bigire ber xwe? Bi berçavgirtina analîza we ya dîrokî, sermayedarî çawa kariye bi şêwazên cuda yên nebûna azadiyê re bijî û her wiha pişta xwe bi wan girê bide? Gelo ev dijberî di formên nû yên qanûnî û civakî de dubare dibin?

Amy Dru Stanley: Wekî dîroknasek, ez dudil im ku pêşbîniyê li ser paşerojê bikim. Lê heke rabirdû bibe "pêşgotina paşerojê" (ku ev gotina Shakespeare e di şanonameya "Gerdêlûl" de), wê demê zehmet e em bêjin ku nebûna azadiyê wê bi sermayedariyê re berdewam neke. Bi taybetî ku niha li seranserê cîhanê demokrasî di bin gefê de ye û mafên mirovan jî di metirsiyê de ne.

Top