• Tuesday, 21 April 2026
logo

Trump li ser uranyuma Îranê daxuyanî da

Gulan Media April 21, 2026 Nûçe
Trump li ser uranyuma Îranê daxuyanî da

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku derxistina uranyuma dewlemendkirî ya ji Îranê dê pêvajoyeke dirêj û zehmet be.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser platforma xwe ya medyaya civakî Truth Socialê peyamek belav kir û behsa êrişên li ser Îranê kir.

Trump got, "Operasyona Çakûçê Nîvê Şevê, bi temamî îmhakirin û têkbirina tesîsên toza nukleerê yên li Îranê bû.

Ji ber vê yekê, derxistin û paqijkirina wan dê pêvajoyeke dirêj û zehmet be."

Operasyona Çakûçê Nîvê Şevê

Operasyona ku navê "Çakûçê Nîvê Şevê" lê hatiye kirin, Hezîrana 2025an pêk hatibû.

Di wê operasyonê de Amerîkayê bi balafirên bombeavêj ên Northrop Grumman B-2 Spiritê êrişî tesîsên nukleerê yên sereke yên Îranê kiribû.

Tesîsa Nukleerê ya Natanzê, Tesîsa Nukleerê ya Fordoyê û Tesîsa Nukleerê ya Îsfehanê di wê operasyonê de bûbûn hedef.

Rexneyên tund ên li medyaya Amerîkayê

Trump ji ber awayê belavkirina nûçeyên vê êrişê bertekeke tund nîşanî medyaya Amerîkayê jî da.

Trump anî zimên, "Nûçeyên sexte yên CNNê û organên din ên medyaya gendel, nekarî qedr û qîmetê ku pîlotên me yên mezin heq kirine bidin wan."

Trump ew saziyên medyayê wekî "binketî" bi nav kirin û got, "Ew her tim hewl didin ku biçûk bixin û bêqîmet bikin. Binketî ne!!!"

Dan û standinên li Pakistanê û helwesta Îranê

Ev daxuyaniyên Trump, beriya egera dan û standinên di asteke bilind de yên li Pakistanê hatin belavkirin.

Roja yekşemê Donald Trump ragihand ku nûnerên Amerîkayê dê ji bo dan û standinan biçin Îslamabadê.

Lê belê Tehranê hîn bi awayekî fermî beşdariya xwe piştrast nekiriye.

Îranê dabû zanîn ku heta dorpêça Amerîkayê ya li ser Tengava Hurmizê neyê rakirin, ew dê beşdarî dan û standinan nebe.

Pakistanê 11 û 12ê Nîsanê li Îslamabadê mazûvaniya dan û standinên ewil ên rûbirû û di asteke bilind de yên navbera Amerîka û Îranê kir.

Ev dan û standin ji dema qutbûna pêwendiyên dîplomatîk ên sala 1979an ve cara yekem bûn lê bêyî ti peymanan bi dawî bûbûn.

 

Rudaw

Top